Skip Navigation Links
Kurdî » Belgename : Di 2009an de çi hat serê kurdê rojava(Bûyerên 2009ê) (4)
 
Di 2009an de çi hat serê kurdê rojava(Bûyerên 2009ê) (4)
2010-04-06 12:56
MediaKurd > info@mediakurd.com
Şibat (February)

28ê şibata (February) 2009ê
Endamên dezgehên ewlekariyê yên sûrî li komek bajaran êrîşî Kurdan dikin, ku beşdarî çalakiyeke deh deqeyên bêdengiyê dibin, ku ji aliyê partiyên kurdî ve hatiye amadekirin. Protestoya Kurdan li dijî mersûmê jimar 49 ê ku di 10ê îlona (September) 2008ê de derket. Bi giştî 23 kes tên girtin: Dr. Ebdilmecîd Mehmûd Sebrî (Hisiça), Silêman Mecîd Oso (Hisiça), Bafil Elî (Qamişlo), Mihemed Îsa Ibrahîm (Hisiça), Dr. Fewaz Henîfe (Hisiça), Dr. Ibrahîm Hisên Ebas (Hisiça), parêzer Behaidîn Îsa (Hisiça), parêzer Mesûd Umer Kaso (Dirbêsî), parêzer Silêman Mihemed Ismaîl (Dirbêsî), Elî Ibrahîm (Dêrik), Umer Ismaîl (Dêrik), Mihemed Îsa (Dêrik), Hesen Ismaîl (Dêrik), Mihemed Îsa Hec Elî el Ehmed (Dirbêsî), parêzer Mehmûd Umer (Qamişlo), Hisên Ibrahîm Mihemed (Hisiça), Elaidîn Hemamê Ehmed (Kobanî), Nesridîn Ehmê (Qamişlo), Fethelah Ehmed Mihemed (Hisiça), Dr. Ebdilselam Îsa Osman (Hisiça), Ekrem Silêman Keneeo (Tirbesipî), Osman Silêman Elî (Tirbesipî), Kêfxweş Îsa (Dêrik). Kesên jorîn tên veguhestin Dezgeha Ewlekariya Siyasî li Hisiçayê û li wir ta nîvê şevê rastî lêpirsînan tên. Li gorî agahiyên hin kesên beşdar hêzên ewlekariyê di tirimbêlên xwe de bi kamîreyên vîdyoyê dîmenên beşdarvanên çalakiya protestoya bêdeng dikişandin û hin kes bi zanebûn dihatin hilbijartin û girtin.

14ê şibata (February) 2009ê
Mihemed Mehmûd Beşar (1954, zewicî ye û bavê heft zarokan e), endamê Partiya Demokrat a Kurdî li Sûriyê (el Partî) ya Dr. Ebdilhekîm Beşar, ji aliyê endamên Dezgeha Muxaberatên Leşkerî ve tê girtin û piştî mayinên di zindanên li Şam, Hisiça û Qamişloyê ew di 22ê nîsana (April) 2009ê de serbest tê berdan. Di 24ê gulana (Mai) 2009ê de dadwerê leşkerî li Qamişloyê li gorî bendê 307ê yê qanûna tawanan şeş meh zindan û 100 lîreyên sûrî cezaya diravî û li gorî bendê 288ê yê qanûna tawanan sê meh zindan li Beşar birî. Ceza tê daxistin sê meh zindan û 50 lîreyên sûrî. Hîn hivdeh rojên di zindanê de mane, lê li biryarê gilî hat kirin.

18ê şibata (February) 2009ê
Mihyedîn Îso (1980), çalakvanek mafê mirovan, di qehweyeke internêtê de li bajarê xwendina wî Homsê tê girtin dema e-mailên xwe dixwîne. Piştî diwanzdeh seetan ew serbest tê berdan. Îso di wê baweriyê de ye ku xwediyê qehweyeke internêtê dezgehên ewlekariyê agahdar kiriye.

18ê şibata (February) 2009ê
Ev ciwanên jêrîn li Hisiçayê tên girtin: Aldar Ebdilselam Ehmed (1993), Ebdilezîz Cemîl Hiso (1994) û Kawa Ebdilrezaq Mihemed (1991). Dozger wan li gorî bendên 288, 308 û 576ê yên qanûna tawanan bi pêkanîna tawanan gunehkar dike. Herdu kesên pêşî di 23ê adara (March) 2009ê de bi kefaletê serbest hat berdan, yê dawî di 19ê adara (March) 2009ê de serbest hatibû berdan. Di 14ê hizêrana (June) 2009ê de Dadgeha Tawanan a Ciwanan li Hisiçayê dozê ji ber biçûkbûna wan kesan digire. Parêzerê kesên jorîn eşkere kir, ku miwekilên wî hatine işkencekirin. Ew kes di 22ê çileya paşîna (January) 2009ê de beşdarî xwenîşandaneke bi şev a Tevgera Ciwanan a Demokrat bûbûn, ku rêxistina ciwanan a Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ye.

Çileya paşîn (January)

30ê çileya paşîna (January) 2009ê
Cîhad Elaidîn Hisên, Rêber Nûridîn Ibrahîm Gêlo, Felemez Seîd Seedûn û Ebdilqidûs Ebdilletîf Hisên ji aliyê polîsên li Qamişloyê ji ber endametiya Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) û herweha ji ber beşdarbûna di çalakiyeke protestoyê ya PYDê de digire. Piştî şeş mehan di zindana navendî li Hisiçayê de di 8ê tebaxa (August) 2009ê de dadwerê leşkerî li Qamişlo biryarê dide ku ew dikarin ta civîna dadgehê ya biryardnînê serbest bên berdan. Parêzerê kesên jorîn diyar kir ku miwekilên wî hatine işkencekirin.

28ê çileya paşîna (January) 2009ê
Ev ciwanên jêrîn li Hisiçayê tên girtin: Beydar Ebdilselam Ehmed (1991), Ebdilezîz Ebdilrehman Şêxo (1992) û Egîd Ehmed Xelîl (1993). Ev kes roja 2ê adara (March) 2009ê li Hisiçayê serbest tên berdan. Dadwerê lêkolînê yê medenî li Hisiçayê doza wan vediguhesîne dadgeha ciwanan li Hisiçayê, ku doz hîn li wir e. Parêzerê kesên jorîn diyar kir ku miwekilên wî hatine işkencekirin. Kesên jorîn di 22ê çileya paşîna (January) 2009ê de beşdarî xwenîşandaneke bi şev a Tevgera Ciwanan a Demokrat bûbûn, ku rêxistina ciwanan a Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ye.

22ê çileya paşîna (January) 2009ê
Ev ciwanên jêrîn li Hisiçayê tên girtin: Xalid Cumaa Xelîl (1996), Ebdilezîz Hiso Cemîl (1993), Şiyar Mesûd Bozo (1992), Serdar Ebdilrehman Umer (1998), Fewaz Mihemed (1992), Şahîn Ibrahîm Abî (1994) û Dilxwaz Mihemed Mihemed (1992). Ev heft ciwan roja 9ê şibata (February) 2009ê li Hisiçayê serbest tên berdan. Dadwerê lêkolînê yê medenî li Hisiçayê doza wan vediguhesîne dadgeha ciwanan li Hisiçayê, ku doz hîn li wir e. Parêzerê kesên jorîn diyar kir ku miwekilên wî hatine işkencekirin. Kesên jorîn di 22ê çileya paşîna (January) 2009ê de beşdarî xwenîşandaneke bi şev a Tevgera Ciwanan a Demokrat bûbûn, ku rêxistina ciwanan a Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ye.

19ê çileya paşîna (January) 2009ê
Elî Mihemed Meesûm Meemo (1959) ji aliyê endamên Dezgeha Ewlekariya Siyasî ji Hisiçayê ve li gundê Berkevirê (nahiya Dirbêsiyê) tê girtin û veguhestin zindana navendî li Hisiçayê. Ew li gorî bendên 288 û 307ê yên qanûnên tawanan tê gunehkarkirin, doza wî tê veguhestin dadwerê leşkerî li Qamişloyê. Di 22ê tebaxa (August) 2009ê de dadwer Meemo ji girtina lêkolînê derdixîne. Doz hîn li cem dadgehê ye.

18ê çileya paşîna (January) 2009ê
Dadwerê leşkerî li Qamişloyê li gorî bendên 288 û 307ê yên qanûna tawanan çar meh zindan li Omran Umer el Seyid (1961), endamê Şepêla Pêşerojê ya Kurdî li Sûriyê, dibire. El Seyid di 21ê tebaxa (August) 2008ê de li Amûdê hatibû girtin.

17ê çileya paşîna (January) 2009ê
Fewaz Ferhan Kano (1966), karmendê Dezgeha Çandiniyê li Hisiçayê û endamê »Komîteya Zimanê Kurdî«, ku dersên zimanê kurdî dide zarokan, ji aliyê endamên Dezgeha Ewlekariya Siyasî li Hisiçayê ve tê girtin. Ew bi binpêkirina qanûna ragihandinê tê gunehkarkirin. Kano di 24ê çileya paşîna (January) 2009ê de serbest tê berdan.

17ê çileya paşîna (January) 2009ê
Zekî Ismaîl Xelîl (1966) ji aliyê endamên Dezgeha Ewlekariya Siyasî li Hisiçayê ve tê girtin. Ew bi binpêkirina qanûna ragihandinê tê gunehkarkirin. Kano di 24ê çileya paşîna (January) 2009ê de serbest tê berdan û di 22ê adara (March) 2009ê de Dadgeha Îhala Pêşî li Qamişloyê 50 000 lîreyên sûrî cezaya diravî û cezayeke zindanê li gorî dema girtina lêkolînê lê dibire. [PDFê daxîne]

17ê çileya paşîna (January) 2009ê
Derwêş Xalib Derwêş (1948), endamê »Komîteya Zimanê Kurdî«, li Qamişloyê ji aliyê endamên Dezgeha Muxaberatên Leşkerî ve tê girtin. Dema ew tê girtin, weşaneke »Komîteya Zimanê Kurdî«, ku dersên zimanê kurdî dide zarokan, bi Derwêş re ye. Ew bi binpêkirina qanûna ragihandinê tê gunehkarkirin. Ew di 25ê çileya paşîna (January) 2009ê de serbest tê berdan û di 22ê adara (March) 2009ê de Dadgeha Îhala Pêşî li Qamişloyê 50 000 lîreyên sûrî cezaya diravî û cezayeke zindanê li gorî dema girtina lêkolînê lê dibire. [PDFê daxîne]

11ê çileya paşîna (January) 2009ê
Nasir Deqorî (1962) li Amûdê ji aliyê endamên Dezgeha Ewlekariya Siyasî ve tê girtin û veguhestin Dezgeha Ewlekariya Siyasî li Hisiçayê. Ew bi çalakiyên ji bo PKKê tê gunehkarkirin. Piştî çend rojan ew serbest tê berdan. Deqorî naxwaze qet li ser paşxaneya vê bûyerê biaxive.

10ê çileya paşîna (January) 2009ê
Mistefa Cumaa Bekir (1948), endamek birêvebir ê Partiya Azadî ya Kurdî li Sûriyê, di zindana Firaa Filestîn de tê girtin, ku zindana Dezgeha Muxaberatên Leşkerî li Şamê ye. Ligel hevalên xwe yê partiyê Mihemed Seîd Hisên el Umer (1955), ku di 26ê cotmeha (October) 2008ê de li Rimêlan hatibû girtin, û Seedûn Mehmûd Şêxo (1966), ku di 26ê cotmeha (October) 2008ê de li Serê Kaniyê hatibû girtin, ew ji hingî ve li bendî hûkimê xwe ye. Kesên jorîn bi binpêkirina bendên li gorî bendên 285, 306 û 307ê yê qanûna tawanan tên gunehkarkirin.

4ê çileya paşîna (January) 2009ê
Ehmed Ebdela Tacidîn (1966), zewicî ye û bavê pênc zarokan e, li Qamişloyê ji aliyê endamên Dezgeha Ewlekariya Siyasî ve tê girtin. Piştî mayinên di zindanên li Heleb, Şam û Qamişloyê de, dadwerê leşkerî li Qamişloyê di 25ê gulana (Mai) 2009ê de biryara serbestberdana Tacidîn dide. Doz hîn li cem dadgehê ye. Gerek civîna bê di 9ê çileya pêşîna 2009ê de li dar keve. Tacidîn bi binpêkirinên li gorî bendê 288ê yê qanûna cezayan (endametiya rêxistineke neqanûnî, Partiya Yekîtiya Demokrat, PYD) tê gunehkarkirin.
Kurdwatch.com
Q. Ş.