Skip Navigation Links
Kurdî » Hevpeyvîn : Hevpeyvîn
 
Hevpeyvîn
2010-07-29 02:24
MediaKurd > info@mediakurd.com
Xwendevanên hêja,
Malpera Mêrgasor ya li başûrê welatê me ango li Kurdistana azad weşana xwe dike, li gel nivîskarê me Bûbê Eser hevpeyvînek kirin. Em jî wê hevpeyvîna ku di WWW.MERGASOR.ORG de bi elfabeya erebî hatiye weşandin ji bona we bi elfabeya latînî diweşînin.
Mediakurd


Mêrgasor: Bubê eser kî ye û xelkê kûye?

Bûbê Eser: Ez kurdekî ji bakurê Kurdistanê me û di sala 1955an de hatime dinyê. Ez ji bajarokê Dêrika Çiyayê Mazî ya bi ser bajarê Mêrdînê me. Niha li swêdê dijîm. Zewicandî me 2 kur û qîzên min hene. Ez di sala 1980 berî hatina darbeya 12 îlonê hatime girtin. Nêzîkê 3 salan di girtigeha bi nav û deng ya ku gelekî êşkence bi ciwanên kurdan dikir, de mame. Piştî berdana ji girtîgehê li swêdê ji sala 1984an dijîm.

Mêrgasor: Karê Bubê çi ye û niha xebata wî li pey çi ye?

Bûbê Eser: Karê min tenê nivîskarî ye. Ango xwendin û nivîsandin e. Ji ber ku ez ji wan gelekî hez dikim. Xebata min li pey wê yekê ye ku ez bikaribin bi vê xizmeta gelê xwe û rêbaza Barzaniyê nemir bikim. Loma jî ez dinivîsînim û dixwazim wan quncikên ku di jiyana gelê min de tarî mane bi berhemên xwe hinekî rohnî bikim. Ez li pê vê me. Ji ber ku êdî demên şerên çekdarî neman ango qediya. Êdî şer bi qelemê dibe. Loma divê kurd jî êdî zorê bidin vê çekê yanî qelemê. Şerê mezin îro bi wê dibe. Ji ber vê yekê ye ku heta niha li gel şanoya Enfalê min 6 berhem derxistinin. Niha jî li ser romana enfalê ya bi navê BARZAN DIGIRÎ kar dikim da ku wê jî di demeke nêzîk de bighêjînim ber destên xwendevanan.

Mêrgasor: Qasî ku em dizanin yek ji berhemên te şanoyek li ser enfalê bi navê dîroka rûreş e, Gelo ew şano çawa çê bû?

Bûbê Eser: Belê berhema min ya herî bi zehmet û li ber dilê min bi qîmet ev şano ye. Ev şanoya li ser jiyana malbatên enfalkirî ye û bi navê DÎROKA RÛREŞ li swêdê hate weşandin ê. Ji bona vê şanoyê û romana li ser jiyana malbatên Barzaniyên enfalkirî ez di sala 2007an de ji Swêdê berbi welatê xwe yê azad, ango li başûrê Kurdistanê û li devera Barzan li bajarokê Bilê bi cih bûm da ku bikarbim bi malbatên enfalkirî yên Barzaniyan re biaxifim, wan bibînin li gel wan goftûgo bikim. Li gor serpehatiyên wan şano û romana enfalê biafirînim. Ez qederê 11 mehan li welatê xwe yê azad mam. Nêzîkî 9 mehan li bajorokê Bilê û demên din jî min li Hewlêrê derbas kir. Lê dema li Hewlêrê jî dimam, herroj bi gund, bajarok û bajarên ku malbatên enfalan lê hebû diketim da ku wan jî bibînim.

Mêrgasor: Amêrê mozîkê li devera barzan bilûr e, lê di şanoyê de temborê cih girtî ye, ev ji bo çî?

Bûbê Eser: Belê hûn rast dibêjin. Ev weha ye. Lê weke diyar e ku di wê demê de jî Hozanên me hebûn, tembûlvanên me hebûn. Ji ber ku di gelek deveran de êdî cihê bilûrê tembûrê digirt. Di şanoyê de jî ev heye, dengê bilûrê min ji bîr nekirî ye. weke di şanoyê de hatiye nivîsandin: " Şêx li odeya xwe rûniştî ye. Ronahiyeke zer li ser e. Dengê bilûrê û dengên azana şerîf û dengên zengila dêrê tevlihev dibe. Xuya ku ev der misilman, Îsewî û her wekî din bi hevre dijîn. (Dîroka Rûreş rûpel: 13) Qesta min li vir di nava Barzaniyan de çandeke ku her cûre estrumentên muzîkê û her dîn ango ol bi hevre dikarin bijîn. Daxwaza min di vê de rêdana (xûyakirina) çanda Barzaniyan ya ku wê demê çawa berfireh û bi tehamul bû, ye.

Mêrgasor: Wek em agehdarin romanek te li berdestê te ya bi navê barzan digirî, kengê wê bilav bibe?

Bûbê Eser: Hûn ya rastî bixwazin ku ne hûn lê hema hema kesên ku agahdariya xebatên min yên li ser enfalê bihîstine hemû jî vê ji min dipirsin. Her weha heqê herkesan jî heye ku vê bipirsin. Ji ber ku min lêkolîneke berfireh û cara yekem li Devera Barzan û li gelek cihên din bi malbatên enfalkirî re kirî ye. Lê weke diyar e ku mesele wext e. Heger ez salake din jî li Kurdistanê mabana niha romana li ser 8000 hezar malbatên enfalkirî yên Barzaniyan jî derketibû ya. Her çiqasî li gel gelek zehmetiyan jî min ew şano gihişt 25 saliya enfala Barzaniyan. 25 salî ji bona min girîng bû loma min xwe êşand û ew gihişt wê demê. Ez di vê de bi ser ketim û min ev Şano li swêdê li gor îmkanên xwe yên şexsî da weşandinê. Lê li Swêd derfetê ku mirov bi temamî xwe bide nivîsandinê kêm e. Loma ez gelekî lê dixebitim ku vê romana delal di demeke herî nêzîk de bighêjînim xwendevanan û bi teybetê vê diyarî wan 8000 malbatên enfalkirî bikim. Lê zehmet e. Wext û derfet destnade ku mirov li gor dilê xwe li swêd vê bike. Li welêt bama niha ev jî qediya ba. Ji ber ku li wir karê min tenê xwendin û nivîsandin bû.

Mêrgasor: Astengiyên bilav nebûna romana barzan digirî, çine?

Bûbê Eser: Weke min li jor jî behsa kirî ye. Mesele hemû wext û derfet e. Li swêd ez ji van herduyan jî mehrûmim. Yanî van herdu îmkanan li swêd dest bi nivîskarekî/ê nakev in. Mal e, zarok in, kombûn in. Xwepêşand, semîr, konferans, karê partiyê, karê mal ûhwd. zehmet e ku mirov bi her tiştekî weke tê xwestinê ve rabe. Yên min jî weha ye. Loma ev bi derengî ket û wê hîn jî bikev e.

Dema ez li wir bûm ango li welatê xwe yê azad bûm û min lêkolîn li ser malbatên enfalkirî yên Barzaniyan dikir, min dît ku hin wextên din ji bona vê lazim e. Loma min daxwaz kir ku ji bona min derketekî bidin da ku bikaribin herdu berhemana jî biqedînim. Lê nebû loma li swêdê li mala xwe vegeriyam. Niha li ser romanê kar dikim, lê nikarim bêjim ku wê tam di çi demê de biqede. Hêviya min ew ku wê zû bighêjînim xwendevanan.

Her weha xebatên min wê ne tenê ev bana. Min weke proje nivîsandina çar berhem û felsefeya Barzaniyê nemir dabû pêş xwe. Lê ji bona ku derfet nehat dayîn û ez li gor îmkanên xwe yên şexsî nikarîbûm zêde li welatê azad bima ma. Loma vegeriyam û ew projeya min jî bi derengî ket û hîn jî wê bikev e. Dibe temenê min têr neke ku vê projeyê li swêdê biqedînim. Projeya min wê ji van berhemana pêk bihata: Şanoya Enfalê (Min ev li gor îmkanên xwe li swêdê da çapkir û belav kir. Min qeder 100 şano jî şandin welêt, devera Barzan da ku ew jî vê bibînin û belav bikin. Min ev şanoya xwe li ser navê 8000 malbatên enfalkirî diyarî şerokê Kurdistanê brêz Mesud Barzanî kirî ye. Piştî vê Şanoyê min ê ev berhemana jî derxistina: Barzan digirî. Barzan Berxwe dide, Barzan azad e û felsefeya Barzaniyê nemir bû. Ez ê her karê vê projeya xwe bidomînim. Weke diyare ku ev 3 salên min li swêdê çê bûn ku hîn romana yekê derneket. Îcar vana hemû heta çi demê wê biqedin, nikarim sozekê bidim. Heger ez li welêt mabama belkî heta niha 2 berhem derketibana. Bawerim astengiya çima romana bi navê BARZAN DIGIRI derneketiye hate fêmkirinê. Lê divê neyê ji bîrkirin ku îro her tişeke li gor derfetan pêk tê. Çi demê derfet ji min re bê dayîn dikarim dîsa li devera Barzan bi cih bibim û van berhemên ku min bi nav kirin biqedînim.

Mêrgasor: Di serdana xweya Kurdistanê û mana 9 mehî li devera barzan, ji cem bûbê çawa bû?

Bûbê Eser: Bawer nakim ku tu tiştek weke me re li welatê xwe ê azad be xweş be. Ji bona min jî xweşî û dilşadiya herî mezin ew bû ku li welatê xwe kar ji bona gelê xwe bikim, bûm. Ji xwe li devera Barzan mayîna min şadiyeke din bû. Ji ber ku ez di nava Barzaniyan de dijiyam. Di nava Barzaniyên ku jiyana xwe hemû ji bona azadiya welatê xwe dabûn. Ez di nav zaroyên şehîdan û yên enfalê de bûm. Ez li cihê ku serîhildana azadiya welêt ya pêşîn ku guleya azadiyê berra dijmin da jiyam. Ma ji vê xweştir gelo wê hîn çi heba. Ew cih bû ku serîhildan û berxwedanên gelê kurd ji wir destpêkirî bû. Loma devera Barzan cihekî herî girîng û pîroz e. Wê deverê parastina welêt û azadiya gelê xwe kir û anî. Îro em bi saya wê deverê xwedî welatê xwe ê azad in. Ew dever bû ku serokekî neteweyî weke Barzaniyê nemir diyarî gelê xwe kir. Em bi xêra wê deverê û serokî nemir, bûne xwedî rêbazekê. Ew rêbaz bû ku pêşkêşiya gel kir û ew gihand azadiya wî. Loma ew dever ji bona min pîroz e. Zîyarete min û divê ya temamê kurdan be. Ji ber mezelê nemiranm(M.Mistefa Barzanî û Îdrîs Barzanî) jî li wir in. Divê wir bibe cihê tewafa kurdan.

Mêrgasor: Bûbê çi peyamek heye ji bo gelê xwe, li kurdistanê bi giştî û li devera barzan bi taybetî?

Bûbê Eser: Peyama min ji bona gelê kurd bi aweyekî giştî ev e: Divê berî her tiştekî kurd hemû weke bira bin. Ji hev hesûdiyê nekin. Ji hev xû nekin. Fikir û ramanên wan çiqasî ji hev cûda be jî divê li ser asasê azadiya welêt xwe, li hev bin. Divê hemû kurd başûrê Kurdistanê weke rohniya çavên xwe biparêzin. Ji ber ku em îro bi xêra wir hene. Bi saya wê serbilind in. Divê kurd xwedî li rêbaza Barzaniyê nemir derkevin û wê ji ber bikin. Li gor wê rêbazê welatê xwe biparêzin.

Ji bona devera Barzan jî dixwazim bêjim: Bila ciwanên Barzaniyan berî her tiştî xwedî li rêbaza Barzaniyê nemir derkevin û wê baş fêr bibin û bidin fêrkirinê. Divê ew jî weke bav û kalên xwe pêşpêşiya gelê xwe bikin. Pêşkêşiya îro jî bi zanînê, xwendin û têgihiştinê dibe. Loma daxwaza min ji ciwanên Barzaniyan ew e ew jî vê bikin. Ez bi wan re qedereke dirêj jiyam. Gelekan ji wan dinasim. Loma dibêjim bila bixwînin, zana bibin û li gor wê jî rêbaza xwe fêr bibin da ku bikaribin bi awayekî demokratîk welatê xwe bi rêve bibin. Ji ber ku ciwan pêşevanên gel in. Loma divê pêşevan jî zana bin. Ji ber ku zanîn xwe nasîn e.

Mêrgasor: Nexweşî ya herî mezin di jiyana bûbê de çi bû?

Bûbê Eser: Nezanî, derew û boxtan in.

Mêrgasor: Xweşiya mezin li cem bûbê çi ye?

Bûbê Eser: Xweşiya mezin zanîn e, têgihiştin e. Li welatê xwe xwedî derketandin e. Ya herî girîng û sereke jî fêrbûna felsefeya ango rêbaza Barzaniyê nemir e. Ji ber ku kurd bi saya wê bûn xwedî welatekî azad. Ji ber ku welat bê rêbaz nikarin bijîn, heger bijîn jî wê kêmaniya wan di gelek waran de bibe. Loma fêrbûn û bi karanîna rêbaza Barzaniyê nemir li ser her kurdekî ferz e.

Mêrgasor: Em ji bona vê hevpeyvînê gelekî sipasî te dikin.

Bûbê Eser: Ez jî sipasî we dikim.

Jêder: www.mergasor.org