|
Çiyayê Qeşê |
2012-05-27 00:02 |
|
|
Piştî xapandina demê û hevalên temen Û daneşîna bi salan li mala min î biçûk Ber bi tûtin, vexwarin, xwarin û sixêfan Û kîna her tiştên ku bi netewê ve girêdayî Mîna kîna Hitler ji Cihûyan. Min evîna kesayetî û nijadê da ber topan Û min soza avakirina kûrtirîn gor Zindan û qamçiyên herî bi jan da Sûxtekariya xwarin, vexwarin û dermanan Hetanî ji bo zarok û seqetan jî. Min pirtûk û pirtûkxane şewitandin Wekî Nîronê Romayê Min bazirganiya jahrên kîmawî Û parastina diz û keleşan kir Hemû derî li ber min vebûn Êdî razan hetanî bi berbangê Kole ji parastina min re peyda bûn Serşoka min amade dikin Organên laşê min zuha dikin Taştiya min çêdikin û nenûkên min dibirin Cilûbergên min li hev tînin. Kumê min ji rengê baranê Çakêtê min ji rengê ezman Çenteyê min ji rengê buharê Tizbiya min ji rengê payîzê Berçavka min ji rengê asoyê Pêlava min ji rengê helbestvan, xwendevan û rexnevanan. Ligel ku … strana Feyrûz Sirûda Mahmûd Xelîl Alhesrî Dehê ku rîha min bilerizîne Û hêsir rûyê min dinixumîne Û ez li pênûs û kaxezekê digerim Mîna pêdiviya dûmankêşekî.
23.05.12 Helbest: Mihemed Maxût (Muhammad Al-Maghut) Werger ji erebî: Arşevê Oskan
|
|