Skip Navigation Links
Kurdî » Nivîsar : Hemî rojan ba li bîndera mirovî nayêt!
 
Hemî rojan ba li bîndera mirovî nayêt!
2014-03-28 12:55


Evdirehmanê Şirnexî

HEWLÊR, 15/3 2014 — Baya guhertina siyaseta vê dinyaya nû ya li ser bîndera me miletê kurd de jî hatî û destpêka bayeka nû ya guhertin û jinûvelihevragirtina rêvebirina vê dinyayê ye û ya hatî li ber deriyê me û gorayî mesleheta miletê kurd û Kurdistanê jî baweşînê dike.

Ji bo ku miletê kurd jî bikare ji evê guhertina baya vê dinyaya nû de, mafên xwe yên netewî û rewa biparêze, divê li pêşiyê de em rewşa xwe ya siyasî û pirensîbên xwe yên rêvebiriya civata Kurdistanê, li ser bingehên dayin û sitandinên di nêvxweyî û bi nêvnetewî de jî gorayî rewşa evê dinyaya nû ji nû ve li hev ragirîn.
Me pêwîstî bi rêvebirineka demokratik û avaker ya li ser pirensîbên wekheviya nêvxweyî û nêvnetewî de jî heye.

Ev serdema henê serdema parastina prensîbên aştiyê û parastina mafên netwê kurd û Kurdistaneka xwidana hemî mafên xwe yên wekheviyê heye. Divê miletê kurd evê keysa mêjûyî, vê carê jî ji destên xwe nede revandin û gor rewşa vê serdema guhertina siyaset û mesleheta evê dinya ya nû li berçavan re derbazbike û mafên xwe yên netewî û rewa bê kêmasî biparêz e.

Pêwîstiya miletê kurd li wê çendê heye ku gorayî van guhetinan xebata xwe ya ji bo çareserkirina pirsa kurd û Kurdistanê li rêyên nû û wekheviyê bigere. Gelo em dê bi çi şêweyî bikarin ji evan guhertinên di evê serdemê de çêdibin, bi gorayî mesleheta xwe ya netewî û siyasî de kar bînîn û feydê ji evê rewşê wergirîn? Hegî em miletê kurd nekarîn gorayî guhertinên siyaseta evê dinyaya nû, xebat û siyaseta xwe ya netewî û demokratîk li hev biguncînin û gorayê demê siyaseteka hekîmane ya di mesleheta yekrêziya netwî de li hev ragirîn, çêdibe ku em cardî jî evê serdema ji bo miletê kurd re li hev hatî jî winda bikîn!

Me miletê kurd di serdema guhertin û parvekirina dinyaya derbazbûyî de winda kir û me bi nîzîkahiya sedselekê jî ji dema xwe ya parastina mafên netewî winda kir.
Piştî avabûna du quwetên hevrikên di ewê demê de ava bûyîn û serdema ku şerê sar destpê kirî, ewê demê rengê xwe yê siyasî li ser rewşa siyaseta dinyayê jî dikir.
Herwiha jî ewê demê rengê xwe yê siyasî yê ne li gorayî rewşa me ya netewî, siyasî û civatî jî bû dikir. Gorayî demê rêxistinên me yên ewê demê jî di şûna li ser yêkîtiya xwe ya netewî bi yekdengî li hev bikin, em jî dibin tesîra siha şêweyên şerên demê de dimayîn û gor rewşa demê jî ji hev belav dibûn.
Rewşa ewê dema şerê sar yê di nêva du dêwan de tesîra xwe li ser rewşa me ya siyasî jî dikir û gor demê cidabûnên siyasî di nêva hêzên me yên netewî de jî çêdibûn. Bê ku cihê piyên me li ser welatê me hebe, me şerê bidesthilatdarîyê li dijî hev dikir û me destpê kir ku em siyasetê li ser bingehekê me tineyî ava bikîn û şerê hev yê wekî em xwidan weletekê yê azadbîn û siyasetê li ser bingehên mesleheta sinifî bi dijî hev bikin, me rêxistinên xwe yên netewî avadikirin.
Ew şerên me yên wê demê yên ne bi gorayî rewşa me ya netewî bûn ku dibûn sedemên hereka netewî ya kurd û Kurdistanî ji hev parçe-parçe dibûn û gelek caran me enerjiya xwe li xwe xerc dikir, ne li dagirkerên welatê xwe.
Ji bo ku em bikarîn ji kêmasî û zîdeyiyên ewan derbazbûnan dersan bigirîn û li mêjûya tradîsyonên xwe yên netewî xwidanîtiyê bikîn, pêwîstî li lêgereka nû ya siyasî heye. Evê demê jî ji miletê kurd û Kurdistanê re pêwîstî li têgiheşteka nû û şêweyên siyaseteka gor demê li hevhunandinê heye, bêyî ku miletê kurd ji ti mafên xwe yên netewî re tenezilê jî bike.

Ev baya evê serdema guhartina siyaseta dinyaya nû, ji bo miletê kurd jî ya birî cihê kêfxweşiyê û lêgera çareserkirina pirsa kurd û Kurdistanê jî. Mafxwastin û çareserkirina pirsa kurd û Kurdistanê ya di nêva civata kurd de birî pirsa jiyana rojane û sereke.
Hêdî gengişeyên pirsa li ser bingeha sinifî cihê xwe yên ji gengişeyên çaweniya çareserkirina pirsa kurd û Kurdistanê re hêliştîn. Hita çareserî ji pirsa me ya netewî re neyê dîtin, pirsa desthilatdariyê û îdarekirina civatê li hewa dimîne û gor min, ji me miletê kurd re lûks jî tê. Ev dem dema parastina yekdengiya mafên netewî ye û ne dema şerên bi nêv xwe-xwetiyî yê ye!

Ev guhartinên siyaseta evê serdemê ya li bêndera me rast hatî û di başûrê Kurdistanê de ema birîn xwidanê desthilatiyeka siyasî û statuyeka netewî ya bi dest me ve hatî, dibe nîşana guhertina siyaseta evê dema nû ya gorayî rewşa miletê kurd û Kurdistanê re jî li hev hatî.
Hegî em bikarîn evê demê bi rastî gor mesleheta xwe ya netewî bi hev re karbînîn û mesleheta pênasa xwe ya partîtiyê, ya şeqsî, ya siyasî û ya netewî bi tev de dibin sîwana çareserkirina pirsa netewebûnê de bicivînin, ev serdem dê bibe serdemeka zêrîn ji bo miletê kurd û Kurdistanê re.

Parastina evan destketiyên li başûrê Kurdistanê erkê hemî welatparêzên kurdan e.
Ev destketiyên netewî yên li başûrê welatê me bi dest me ve hatîn û ji bo me birîn cihê serbilindiyê û tecrûbeyeka rêvebirina dewlet û civêtê jî dide nîşandan ku miletê kurd jî dikare qedera xwe bi destên xwe rêve bibe û cihê xwe di nêva mehdeniyeta evê dinyayê de jî bigire. parastin û pêşxistina mafên miletê kurd û Kurdistanê jî, li têgiheşt û xwirtkirina merg û zanabûna nirxên miletbûnê ve bestî ye.

Belê gorayî diyar dibe ku rewşa me ya siyasî ya li ser dîtinên çareserkirina pirsa kurd û Kurdistanê, ne li heve û hinek hêzên di nêva hêzên kurdî de heyîn ku navê kurd û Kurdistanê gorayî siyaseta xwe ya grubî bi kar tinin. Herwiha jî ew grubên tengfikir, gor mecalên xwe, car bi car jî şerên evan destketiyên netewî jî dikin. Hegî hêzên me yên siyasî di evê serdema guhertina evê cîhana li gor bêndera me li hev hatî, di mesleheta miletê kurd û Kurdistanê re kar neynin, dê çawe bikarîn bêjin em gor evê demê siyaseteka ji bo pirsa kurd û Kurdistanê re kardikîn.
Em dê çawe bikarîn bi van şêweyên siyasetê yekîtiya netewî avabikîn? Hegî em nekarîn xwe ji tengfikirîya siyasî û grubî rêzgar bikîn û em mesleheta xwe ya siyasî di çareserkirina pirsa netewî de nebînîn û evan destketiyên miletê kurd yên xwe nebînîn û hêrişên wan bikîn, gelo em dê çawe bikarîn yekîtiya netewî ava bikin?

Bê ku avabûneka ji bo avahîya netewî bête ava kirin dê çawe pirsa netewê kurd û Kurdistanê bête çareser kirin û em dê çawe bersifa pirsa kurd û Kurdistanê, ya gor demê bidîn? Ji bo avabûna têgiheşteka netewî, divê di pêşyê de xebateka siyasiya li ser bingehên avabûna demokirasiyê û hevdu pejirandina hêzên siyasî di mejiyê me yê siyasî de avabibe û hêza siyasî xebat û siyaseta xwe ji bo berjewendiyên netewî amîrateka xebata çareserkirina pirsa kurd û Kurdistanê re karbîne ku hita em bikarîn doza yekîtiya netewî li hev bikîn û bêjîn dema avakirina yekîtiya netewî ya hatî.

Hita ku tengfikrên kurd, xwe û hêza xwe ya siyasî li ser hemî berjewendiyên netewî re bibînin û bi quweta çekê xwe li ser miletê kurd û siyaseta Kurdistanî de biçewisînîn di nêva mejiyê me yê siyasî de heb e û bere jî doza kongereya netewî bêtekirin, dê çawe çêbe?
Hita hin hêzên siyasî li sernavê berjewendiyên kurd û Kurdistanê bi zora çekê rê nedin ti hêzên dî yên siyasî û civatî xebatên xwe yên siyasî û civatî rêvebibin, daxwazên yekîtiya netewî dê çawe di nêva miletê kurd û Kurdistanê de cih bigire?
Hegî di pêşiyê de em nekarîn rêzê li cidafikrên xwe yên netewî bigirîn û pirensîbên demokirasiyê di nêv xwe de karbînîn, em dê çawe doza demokirasiyê û mafên netewî ji dagirkerên welatê xwe bikîn?

Hegî hêzên me yên siyasî li dora sîmgên netewî necivin û li ser ewan sîmgên netewî li hev nekin, em dê çawe bikarîn doza yekîtiya netewî li hev bikîn? Pir aşkereye hemî miletan sîmgên xwe yên netewî hene û di pêşyê de xebat û siyasetên xwe li gorayî wan sîmgên netewî li hevradigirin û gor wê çendê jî rêxistinên xwe yên siyasî avadikin û bi rêya parastina simgên netewî re hedefên xwe yên siyasî didamezirînin û gorayî wan sîmgan xebatên xwe yên siyasî dikin û yekîtiyên netewî jî avadikin.
Hita miletê kurd jî bi yekdengî li ser sîmgeyên xwe yên netewî li hev nekin, gelo dê çawe bikarîn rihê netewî û xebata netewî bi hev re avabikîn? Gelo li ser kîjan hedefan, em bazara avakirina kongera netewî li hev dikîn?
Gelo bi van şêweyên xebatê avakirina kongereya netewî mimkin e?

Sîmgên miletê kurd jî yekîtiya nexşeya Kurdistanê, ala, sirûd û perlemen û destketiyên mêjûyî yên netewî pêk tên, lê hinek hêzên siyasî li ser nepejirandinên evan sîmgan û alaya Kurdistanê ya di mêjûyê de hatî pejirandin û roja îro ya li ser serbanê perlementa, ji aliyê miletê kurd ve perlementêrên wê, serok û serokwezîrê wê ve hatîn hilbijartin napajirînin û doza avakirina kongereya netewî jî bi gor berjewendiyên xwe yên siyasî bikin, gelo ev dê çawe çêbe?
Bi van şêweyên siyasetê em dê nekarîn rihê netewî xwirbikin û nejî em dê bikarîn bersifa pêwîstiyên pirsa kurd û Kurdistanê ya gor evê demê jî bidîn. Doza miletê kurd doza avakirina statuyeka siyasî û netewî ye, lê hinek ji hêza kurdan qet nêzîkî çareserkirina pirsa netewî û avakirina sitaduyeka siyasî nabe, herwiha jî henek jî ji hêza siyasî ya miletê kurd bi hemî miqedesatên xwe ve jiyana xwe li ber avakirina pirsa kurd û Kurdistanê de mezaxdîn e û hêj jî li berdewamiya avakirina evê dozê de ne.
Gelo ev cidabûnên henê dê çawe rê bide ku avakirina yek dengiyê di nêva evan cidatiyan de çêbe?

Ji bo evan sedeman e ku pêwistî bi avakirina partiyeka Kurdistanî ya li gor evê demê li bakurê Kurdistanê heye û divê ev partiya siyasî bibe xwidana têgiheşteka ji bo parastina mafên netewê kurd û Kurdistanê.
Herwiha jî evê têgiheştina henê pêwîstî li wê çendê heye ku ew pênasa xwe ya siyasî di berjewendiyên pirsa kurd û Kurdistanê de û bi pêşxistina çanda demokrasiyê û bi hevre karkirina wekheviyê de biparêze.
Parastina mafên miletê kurd û Kurdistanê jî dê bi têrreng û dengiya miletê kurd û prensîbên demokrasiyê û wekheviyê de bête parstin û dabîn kirin. Li ser evê têgiheştinê ye pêwîstî li avakirina hewildana partiyeka Kurdistanî tête dîtin.

Daxwaza avakirina partiya Kurdistanî li ser hîmên hemî xebata miletê kurd ya mêjûyî ye. Parastina ked û mêjûya miletê kurd û Kurdistanê erkê hemî welatparêzan û miletê kurd e.
Ji bo xwidantî li ked û mêjûya miletê kurd bête kirin, pêwîstî li gel rêzdariyeka wekheviyê li ser hiqûka kesatiyên ji hemî tiradîsyonên xebata netewî û kesatiyên welatparêzên kevin û yên bi nû bi hev re heye. Ji bo avakirina partiyeka Kurdistanî ya bi kitleyî bête ava kirin, di pêşyê de divê têgiheştineka netewî demokratîk di nêva miletê kurd û siyasetên wê de li ser esasê wekheviyê bête ava kirin. Avabûna partiyeka siyasî ya ji hemî reng û dengên civata kurd û kurdistaniyên Kurdistanê bête ava kirin dê bikare bersiva pêwîstiyên civata kurd û kurdistaniyên Kurdistanê bide.

Hegî partiyek xwidana evan sifetan be, dê bikare bibe hîviya miletê kurd û dê ji aliyê miletê kurd ve xwidantî lê bête kirin.
Partiya ku ji aliyê miletî ve xwidantî jê re çênebe dê ti şansê wê yê li ser pêyan bimîne çênabe.
Pêwîstîya avakirina partiyeka kurdistanî ya ku bikare xwe ji tengfikiriyê dûr bigire û li ser pirensîbên têrrengî û têrdengîya miletê kurd ava bibe, dê bikare bersiva pêwîstiyên evê demê û civata kurd jî bide.
Avabûna partiyeka Kurdistanî pêwîstî li ewê çendê heye ku ew xwe li ser esasê çareserkirina pirsa kurd û Kurdistanê amade bike û ji bo xwirtkirina rihê netewî kar bike, pêwîstî li siyaseteka nû ya Kurdistanî tête dîtin. Divê partiya Kurdistanî di ewê têgiheştinê de be ku ew xwe ji tengfikirandinê dûr bigire û ew xwe di nêva hêza netewê kurd de parçeyeka netewî ya kurd û Kurdistanî bibîne û hemî hêzên siyasî ji bo xwe re hevalbend, ne dijmin bibîne.
Ev têgiheştina henê dê bikare rê ji bo kongereya netewî re jî veke û rihê netewebûna miletê kurd ji xwirttir bike.

Hewildana avakirina partiyeka Kurdistanî, dema li ser çerçeweyeka hinde berfireh ji bo xebata xwe ya siyasî dike ermanc, ne ku ji bo avakirineka yekcepheyî ya siyasî tê, an jî ji dîtineka berteng ya ji avakirina yek partîtiyê di Kurdistanê de tê!
Hedefa Hewildana partiya Kurdistanî ew e ku partiyekê li ser esasê demokrasiyê, wekheviyê û hiqûqa kesayetiyê ava bike û rêzê li baweriyên ferdî bigire.

(Nejel.com/Mediakurd.com)
Evdirehman Şirnexî