Skip Navigation Links
Kurdî » Nivîsar : Dûnyaya Bozo (4)
 
Dûnyaya Bozo (4)
2017-06-05 15:40



Ji bo xwendina destpêka nivîsê û beşên 1-3ê, fermo van lînkên jêr bitikîne:

Dûnyaya Bozo (1)

Dûnyaya Bozo (2)

Dûnyaya Bozo (3)

Nivîs: Dr.Cuwan Heqi
Beşê 4:an

Bozo bi diqet guhdarî dikir.
Hinekê li pişt xwe mêze kir, gelo xwediyê wî Qaso li wî nedigeriya.
Dît ku Hirço Qaso li bin darê paldaye, razaye.
Piştre li Bento vegeriya û got:
-Erê, piştre çi qewimî?
Bento:
-Bi Xwedê, diyar bû ku ev şivanê me demek dirêj bûye ji min şik dibir.
Û her ji ber vê yekê şevekê ew bi dizî ve li nobeta min de bû.
Dixwest bizane bê ez çi dkim.
Wî bi çavê xwe dît ku ez di çih de winda dibim.
Xwe diveşêrim.
Û gava wê şeva ku Patikreşo dîsa hat, şivanê me qiyamet rakir.
Patikreşo jî wê şevê destevale vegeriya.
Roja dî şivanî gazî min kir û got:
-Hey Kurro Bento!
Derewker, hîlebaz, tirsonekê heram!
Çaxek dirêj e ku tu nanê min dixwî.
Mixabin te şîrê xwe helal nekiriye.
Te ez xapandime.
Şevê dî min bi çavên sere xwe dît çawan te xwe berî Patikreşo were di cih de veşart!
Wey bênamûso.
Şîrheramê şîrheram!
Biqeşite, ji vir here.
Bila êdî çavên min te nebînin!
Pîsê heram!
Ez te diqewirînim!
Here, tu bi kî derê ve herî, here!
Tu êdî nexema min î!
Bozo:
-Piştre çi qewimî?
Bento:
-Wellehî, tişta ku min bikiriya nemabû.
Ez ji wir hatim qewirandin.
Çûm.
Bozo:
-Bo kî derê çûyî?
Bento:
Raste-rast çûme daîreya, cihê karxwestinê.
Bozo:
-Daîreya, cihê karxwestinê?
Hey derewkero, bes derewan bike!
Ma daîreya karxwestinê bo heywanan jî heye?!
Vê yekê ji kumê min re bêje.
Tu nikarî bi van derewan min bixapînî!
Heger rast be nexwe ev elametê qiyametê ne!
Bento:
-Wey derewker û ehmeq tu û bavê xwe ne.
Ezê çima derewan li te bikim.
Bi sere Şêx Gurzo, mîr û Şêxê me hemû kûçikan, ez rast dibêjim.
Bizane tu ihtiyaciya min bi derewan nine!
Bozo:
-Baş e.
Em bêjin rast e.
Piştre?
-Wek min got, ez di cih de çûm wir.
Min li wir nave xwe qeyd kir ku ez bê kar im.
Wek ku tu li jor dibînî, wan wêneyek min kişandin.
Daxwaz û karûbarên ku min yên berê kirîn pirsîn.
Min hemû ji wan re got.
Kesek bo peywendiya kar bo min destnîsahn kirin.¨’
Ango wek peywendîkarê min.
Du nav xwestin ku ew li ser min pirsiyarê ji wan bikin.
Bozo:
-Te navên kê da wan?
Bento:
-Welleh min tu kes nebû ku ez navên wan bidim.
Min ji ber xwe du nav nivîsandin.
Navê yekî min nivïsand:
Guhbelo.
Û yê dî jî nivîsand:
Qemçikşîno.
Cihê karê wan jî min hema deverin nivîsand.
Min got ku min li ba wan kar kiriye.
Bozo:
-Kurro ma tu netirsayî ku wê li ser te bipirsin.
Û vê derewa te bizanin.
-Kurro, ehmeqo, ma tu nizanî ku ew napirsin.
Hemu mesele ew bû ku ew kaxezên xwe dagirin.
Bidin xuyakirin ku ew karekî bi rêk û pêk dikin.
Çi karê bi rêk û pêk, çi hal!
Hemu derewan dikin.
Da ku her yek nanê xwe peyda bike.
Hemû derew kurê derewçiyan in.
Welhasil.
Belgenameya kar, CV-karnameya min ji min xwest in.
Min got min nîne.
Min nikariya bigota ku ez ji kar hatime qewirnadin.
Ma ez ehmeq im.
Bozo:
-Diyar e tu ji herêmeke modern têyî.
Li vir, li ba me tu tişt û mişt û destgahên wisa nînin.
Sûphanellah, destgahên likargerînê bo heywanan peyda bûye.
Li ba me, li van deveran, ev destgah dinyayê de nînin.
Li vir em bêkar bimînin, emê ji nêza bimirin.
Her ji ber vê yekê ye em mecbûrî xwûdanê xwe ne.
Mecbur in ku em sedîq û emîne wan bin.
Em mecbûr in ku ji her dir-dira van xudanên xwe yên cirrnexweş re tehemûl bikin.
Serê xwe ji wan re bitewînin.
Bawer bike ev elametê qiyametê ne Bento.
Xwedê bi me re be.
Bawer bike dê Şeytan jî digel me be.
Amîn.
Tu jî zû bêje Amîn, deqene duaya min were qebûlkirin.
Bento:
-Kuro bêaqilo, bi dîn û îman ev kontorlkirina kesayetiya me ye Bozo.
Bozo:
-Nexwe bêje em av û av çûn!
Lê ya rastî, eger tu derewan li min nekî, min çêroka te gelek balkêş dît.
Bento:
-Kurro, ker kurê keran, ezê çima derewan li te bikim.
Bi dîn û îman bi serê Şêxê me yê hemû kûçikan, Şêx Gurzo, hemû rast e.
Jixwe tu jî dizanî ku em miletê kûçikan tu caran nikarin û nizanin derewan bikin.
Axir, ez çi serê te biêşînim:
Wan taybetmendiya min ji ”kûçikê ber pezan”, guhertin bo ”kûçikê navmalê.”
Bozo:
-Yanî?
Bento:
-Yanî çi, kuro!
Hey aqilzeîfo, ev tê wê maneyê ez dikevim di bin taybetmediyên ”kûcikên xwedî taybetmendiyên taybet” de.
Bozo:
-Min tiştek ji van gotinên te taybetmendi-meybetmendiyan, filan û bêhvanan fêhm nekir.
Lê hîç ne girîng e.
Ya girîng ew e ku kar ji te re peyda kirin, yan na.
Gazî te kirin yan na?
Bento:
-Gazî kirin, gazî kirin.
Bozo:
-Çi gotin?
Bento:
-Wellehî hefteyek derbas nebû, gazî min kirin.
Kesek ku ew taybetmendiyên min li hesabê wê hatibû, peyda kiribûn.
Ew jineke qelewok (şîşko) bû.
Yekî sosyete, ji qata bilind, dewlemend bû.
Bi serê xwe dijiya.
Ez ligel peywendîkerê xwe li cihê karlêgerîne re rûniştim.
Wê karê ku ji min re hatî bo min got.
Bozo:
-De bêje Welleh malmîrato ji te re piyango (tal û nesîb) derketiye.
-Çi rengê kar bû?
Bento:
-Yawo çi karê zor?
Yawo hema ne pirse, karekî zor bû.
Çi piyango çi hal, ehmeq kurê ehmeqan.
Diyar e serê te kar nake!
Bozo:
-Ehmeq kurê ehmeqan tu û 77 sûlelaya te ye, kurro!
Ma ji vî karê me yê seyîtiyê zortir kar heye?
-Deka berdewam bike.
Bento:
-Deka bisekine ezê bêjim.
Ev jinika qelewok û dewlemend da ku tinêtî û nostaljiya, (bêrîkirina) xwe berteref bike li kûçikek mîna min digeriya.
Bozo:
-Welleh teyrê tawis daniye ser serê te.
Bento:
-Wê vê jinika sosyete kapikek bêxista stûyê min.
Bozo:
-Xem nîne, çi pê ve ye.
Bento:
-Kur segbav kurê segbavan çi xem nîne!
Û wê ez di çarşî, sûk û bazaran de digel xwe bigeranda.
Bozo:
-Û wê destek te di nava hingivî û yek jî di nava duhn de bûya.
Kuro ehmeqo ma te çi ji Xwedê divê.
Bi dîn û îman ji te re piyangoya herî mezin derketîbûye.
Ez gelek mereq dikim piştre çawan çêbû!
Wê jinikê tu qebûl kir?
Bento:
-Kurro hey bêaqilo, diyar e tu ji van karan fêhm nakî.
Min ew kar qebûl nekir.
Bozo:
-Çii, te qebûl nekir?!

Berdewam dike
Dr.Cuwan Heqi
Dûnyaya Bozo (4)
Dûnyaya Bozo (3)
Dûnyaya Bozo (2)
Dûnyaya Bozo (1)
Bozo´nun dünyası (5)
Pirtûka min ya ewil: Şûjin - Dr. Cuwan Batû
Li ber qiraxê deryaya bajarê Negril, Jamaica
Li ber qiraxê deryaya bajarê Negril, Jamaica
Eger ku ez:
Rengên aguhdaran...
Bozo´nun dünyası...
Zaman gazetesinin 2010 da referandum ile ilgili bana sorduğu sorular ve gazete tarafından hasıraltı edilen cevaplarım:
Dr. Cuwan Heqî, Analiz: Hilbijartinên serokatiya Emerîkayê -2016an, (2)
Dr.Cuwan Heqi: Hayllerimin derinliğine daldım....
Dr. Cuwan Heqî, Analiz: Hilbijartinên serokatiya Emerîkayê (2016an) û serxwebûna başûrê Kurdistanê
Dr.Cuwan Heqi, Analiz: Li Surî çi diqewime?
Serok Obama mecbûr ma ku ew dijberiya Kurdistaneke serbixwe neke!
Serdana serok Barzanî ya Amedê û rewşa apociyan
Ayağını "yorganıMA göre uzat!"
"Bir kahraman aranıyor..."
Amerika ve kürt "enayi" tipleri (!?)”
Kekê Arşev, te bi koçkirina xwe dilê me brîndar, jar û perîşan kir!
Apocî û Kurdistana Sûrî!
M.Şerîf Muştak: Min jibîr nekin!
Emerîka: Hilbijartin û rêvebirin – (1)
Nûçeanaliz: Biryara girtina al Haşimî-Destlêwerdana Îranê bo Iraqê
Hemdîn liqayî Mr.Psîkopat hat
BÎRANÎNA MIHEMED ŞÊXO: "agirê sar û vemirî..."
Dr.Cuwan Heqi: Sûrî ber teqînek pirralî ve diçe
Dr.Cuwan Heqi, Analiz: Qewimînên Sala 2012an
Nûçeanaliz: Biryara girtina al Haşimî-Destlêwerdana Îranê bo Iraqê
Eger apocîtî nebûya! (1)
Analiz: Qaddafi dikare bibe ”Usma bin Ladin”ek
Nûceanaliz: Li ser nûçeya girtina Murat Karayilanî
Li gor lêkolînekê: Şervanên PKK-ê 7.2 salan dijîn
Analizek li ser axaftina serok Obama
Dr.Cuwan Heqi, Analiz: Çima Beşar Esed apociyan ji Qendilê tîne Rojavayê Kurdistanê?
Federalîzm ji bo Rojavayê Kurdistanê
Analiz: Dinyaya piştî Şoreşên Rojhilata Navîn..
Emerîka û Ewrupa dev ji pistevaniya Mûbarak berdan! Dora Sûrî ye?
Çar Kurdistan
Analiz: Xeteriyên ser kurdan!
Dr.Cuwan: Serê Hemdîn li dikana kemalîzmê tevlihev bûye
QURA´ANA KERÎM
Versiona 1.0 ya kurdan û xizmetkarên ermeniyan
PDK-Bakur pêwîst e derbasî xebata legalîteyê bibe!
LEZÛBEZA SIBEHÊ LI BAJARÊ GEWRE
Dinya diyar e ber bi têkçûnê ve diçe!
DTP-yî ketin meclisa tirkan – yanî çi?
THE END
Analiz: Qewimînên li Îranê
Serdana serok Obama bo Tirkiye
Hilbijatinên Yekîtiya Ewropayê li Swêdê
Sûrî ber teqînek pirralî ve diçe!
”Em bi hev re vê tabuyê diskînin”
Emerîka: Hilbijartin û rêvebirin - 2008
ÇEND GIRÊKÊN SOHBETÊN ME KURDAN...
QUNCIKA CANSAXIYÊ