Skip Navigation Links
Kurdî » Nivîsar : Tirk û Kurd him bira ne him hemwelatî ne!..
 
Tirk û Kurd him bira ne him hemwelatî ne!..
2012-10-02 09:39



Nivîs: M.Nureddin Yekta
Ji zaroktiya xwe ta îro ez vê gotinê ji hemi tirkan û ji hin kurdên bê feraset sehdikim. Çi dibên?
Kurd û tirk bira ne,
Kurd û tirk hemwelatî ne,
Kurd û tirk wek hev in
Kî dikare bêja bila kurd di Tiurkiyê de ji xwe ra xaniyan ava neke
Kî dikare bêje bila Kurd nexûnin nebin doktor, muhendis an mamopsta? Kurd dibe her tişt! Dibe leşker, dibe Qeymeqam, dibe walî, dibe mebûs, dibe wezir, serokwezîr, heya dibe serok komar jî!..
Kî dikare bêja bila kurd ji kîjan bajarî hezdike li wir rûnenê?
Kî dikare bêje bila kurd neçe hin dibistana.. uwd.
Ku mirov pirske;
Gelo kurd bi navê kurdîtî dikare bibe general, an wezîr?
Bersiv amaade ye,
Ma çi ferqa me heye? Ziman ewqas pewîst nîne!
Hun nabînîn hemî dunya fêrî îngilîzî dibe. Em jî zimanek biaxivin baştir ji hev fêm dikin. Em hemî bira ne, em hemi musliman in em hemi tirk in elhamdulîllah!

Mirov dikare pirske: Madema em birane ferqa me tune de bila tirk jî fêrî kurdî bibin, Va 90 sale kurd fêrî tirkî dibin bila 8 salan jî tirk fêrî kurdî bibin?
Hima derhal nave terorîstiyê li te datînin, ku bikaribin dest davên zorê ku nikaribin istîxbaratçiyê dikin, şikayet dikin. Lewar emw ek hev in, lê kurd cudatiyê dixwazin, zêdetiyê di maf da!..
Kurd û tirk wek hev in!
Tirk bi tirkî diaxivin Kurd ta duh nikaribun serbest biaxivîyana,
Tirk bi tirkî dixûnin Kurd nikarin bi kurdî bixûnin
Ka em wek hev bûn? Dibsitanên biyaniyan serbest e wek Ingilîzî, Fransizî, ASlmanî, İspanyolî uwd.
Tirkî zimanê fermî ye tu satûkî bi zimanê kurdî tune
Ka em wek hev bûn?
Bi gor zagona wan ya bingehî ji hem welatiyê Tirkiyra çi dibêN?
Tirk
Ka em wek hev bûn? Çima ji me ra jî Kurd nabên?
Ma em tirk in? KU em tirk bin bo çi herêma me 90 sal e dişwewitînin, didin ber bomba!
Gelo hun çima mafê Kurda nadinê?
Dibên ku em mafê kurda bidinê wê welatê me parçe bikin, bo vê gerek Kurd xwe tirk bihesibînin!
Va welat ne welatê kurda ye jî?
Çima emê parçe bikin?
Dema em xwe di hemi herêmên Tirkiyê de wek xwe bên qebûl kirin bo çi emê İstanbolê bidin we û qersê ji xwe ra bigirin?
KU em wek hev in bo çi hun va 90ß sal e herêma me bombe dikin, dişewitînin hemî xiravb dikin?
Esas pirsgirêk ne wekhevî ye! Tirk dibên em wek hev in lê derewa dikin, ku em wek hev bana tu problemek dernediket!

Di bawerî ya min de qirkirina kurda ji ya ermeniyan zêdtir e, lê çi xwediyê kurda tune, jibe rkurd musliman in û yên wen dikujin jî musliman in, ji Ewropa û Emerika an welatê dinre ewqas balkêş nine. Lê ermeni dine wan wek yê Ewropiya ye loma li wan xwedi dertên î qetliama wan dipejirînin, Lewra ermenî birayê wan in di olî de?
Lê em? Nexwe birayên me me dikujin ka xelkê çi bêje?
HUnê Kurda bikujin, bavêjin bîra, asît birêjin ser wan da, bi deh hezaran bi nave failê mechul (malum) bikujin qatilê wan jî dernexin hole, hunê kuirda birevînîn diyet ji wan bistînin, hunê tecawuzê namûsa kurda bikin û kurd niakribin mafê xwe jî biparêzin çima?
Lewra em birane hemwelatîne wek hev in!..
Pirr komîk biratîkî ye!.-
Va sed sale tirke tiştek fêm nekiriye:
Hêj nizanin ku Kurd tê kuştin lê serî danayne! Bi zorê kurd tu tiştî qebûl nake.
Lê mixabin Kurd hê jî derba xwe fêm nekiriye, hê jî terka mêjoyê biratiya bi derewa nekiriye.

Ger di dil tirkan da bi rastî biratî, hem welatî û wek hevî hebûya, va pirsgirêka ta niha zûva çareser bûbû,
Dema Zimanê me jî fermî be
Dema nave me serbest be
Dema li ser bajar û çiyayên me ne mutlu türküm diyene nenvisînin
Dema meclis ame jî hebe, em bi xw ebiakribin xwe îdare bikin me gelo emê çima Tirkiye têkin du parçe?
Ger hin kurd bêjin em dixwazin axa xwe biqetînin, ew jî mafê wan e, ku rast em bira ban a gerek ev mafa jî bidana me.
Em bira ne, lê ne bihevra, em dikairn bibin cîrtan jî!..

Gelo em di ku da wek hev in?
Di xizmeta dewletê da!.. Wek leşkeriyê
Ger wek din jî em wek hev bana wê bo her du alîyna jî baştir ba.
Ma çi qenctiriya tirka ji kurdna zêdetir e!
Mirovatî hemî jia xek peyda bûye, kes dirser kesî ra nîne!


Ala me yek e!
Gelo arst e ala me yek e? Dema dewleta tirk vê alê qebûl kir ji kurda pirsî, fikra kjurda xwest? Rengê kurda dayê?
Va 90 sal e ku balafirên bi vê alê Kurda bombebaran dikin,
Leşkerê bi vê alöê kurda dikujin
Polêsen bi vê alîu li kurda şkence dikin
Vê ala bilind dikin û bi hella hela erîşê ser me dikin!
Ji boy Xwedêde ma kurda ji xêr ji vê alî diye ku heya em bêjkin alam e ye jî?

Çareserî:
Ger tirk di hemî mafan da Kurda jî wek tirka qebûl nekin, ji parçebûnê, ji qetandinê pêve tu rêkî din nîne.
Kurd vêw fêm bikin azadî nêzîk e!

09.09.2012
M. Nureddîn Yekta