Skip Navigation Links
Kurdî » Nivîsar : Mejî ne Kurd be, dil nabe Kurdistanî
 
Mejî ne Kurd be, dil nabe Kurdistanî
2017-06-26 15:22

Mejî navend û pêşewayê laş û bedenê ye navîgasyon û kompûtera însên e. Gava mejî nexwaze, laş û beden radiweste. Gava mejî berê lebatên mirov bide cîhekî, beden nikare bêje na, dide dû fermana mejî. Ji ber vê yekê, gava mejîyê meriv rengek be û tiştekî bixwaze, meriv nikare rê li ber bigre û bixwaze tiştekî din bike.

Xuyaye ev jî mesela me û hevallerên me yên ekolojîk, demokratîk û kartoncî ne.

Bi ser ku PDK û Barzanî hewl didin ku her cûre alîkarîyê bi Kurdan ü PKK re bikin jî, serkirdeyên PKK û çapemenîya wan her û her dijminatîya Barzanî û PDK dikin. Bi ser ku PDK û Barzanî hewl didin ku qet û qet dijminatîya PKK û PYD nekin jî, kartoncîyên me dîsa êrîşî wan dikin. Bi ser ku PDK û Barzanî naxwazin şerê PKK û PYD bikin û Kurdan bi Kurdan bidin kujtin jî, kartoncîyên me dîsa êrîşî wan dikin. Çiqas dijminatîyê dikin jî, dîsa kela dilê wan hênik nabe û Barzanî wek neyar dibînin.

PKK a ku mejî Tirk û Tirkayetî ye, nikare bi dilek Kurdewarî govendê bigire û xwedî li berjewendîyên Kurd û Kurdistanê derkeve. Gava rêxistin yan partîyek xwedîyê mejî, fikir û tevgerek derveyî çand, tore û kevneşopîyên Kurdistanî be, nikare xwedî li wan pîrozîyan jî derkeve. Çima? Ji ber ku gava mejîyê rêxistin yan partîyekê Tirk û Tirkayetî be, gava xwîna di bedena wan de aloz û şêlû (girikî) be, ew xwîn di reh û damaran de paşûpêş û berepaş diherike. Kesên bi xwe Tirk bin û tew biserde serokatî û serwerîya Kurdan bikin, helbet wê dilê wan jî Tirk û Tirkayetî be û wê tucaran xêra Kurdan jî nexwazin.

Di demên bûrî de Serok Barzanî li ser daxwaza PYD hejmarek pêşmerge (150) û çekên giran şandin Kobanê hawara brayên xwe û brayetî û ciwanmerdîya xwe nîşanî dinya û alemê da. Çûna pêşmerge û derbasbûna wan ya ji Bakurê Kurdistanê dilê Kurdan pir xweş kir, kêfa wan anî û bi merasîmek mezin hatin pêşwazîkirin. Piştî ku pêşmergeyên Kurdistanê li Kobanê erkên xwe bi cîh anîn, wek comerd û ciwanmerdan vegerîyan baregehên xwe û li Kobanê û rojava asê neman, negotin „em ji vir dernakevin“. Evê yekê bêguman hêvîyek mezin da Kurdan, xewn û xeyalên yekîtî, tifaq û brayetîyê di mejîyê gellek Kurdan de şax û per vedan. Lê wek dibêjin, „heçê zane zane, heçê nizane mesela baqê nîskan e“. Piştî vê yekê jî kela dilê PKK û PYD hênik nebû û dîsa dest bi dijminatîya PDK û Barzanî kirin, ew bi şirîkatîya AKP û Erdogan gunehbar kirin. Lê çi hikmet be, PKK a ku bav û brayê PYD û YPG ye, gerîllayên xwe neşandin Kobanê û Kurdên Kobanê bi tenê hiştin. Bi tenê hiştin çunkî dewleta Tirk û PKK dixwestin Kobanê têkeve destê ÎŞÎDê û di pêşerojê de bibe parçeyek ji plan û projeyên Mîsakî Mîllî ya PKK û Tirkiyê. Lê Barzanî bi alîkarîya Amerîka û hêzên hevpeyman ew plan û proje têk bir, xwedî li Kobanê derket û brayên xwe ji wahşeta ÎŞÎDê rizgar kirin.

Wek dibêjin, gava dizê malê ji malê be, girtina diz jî zehmet dibe.

Îcar ev jî mesela me û hevallerên me yên PKK û Kemalîstên çep û alewî ye.

PKK a ku ji hezar û yek bîrê avê tîne da ku Kurd nebin xwedî dewlet û Kurdistan serbixwe nebe, li ku konê xwe datîne, li wir sing dikute û xefikan li ber Kurdan vedide. Mesela Şingalê jî yek ji wan xefikên kewan e. Ew xefik ji alî PKK ve bi destên hinek Kurdên me yên Êzîdî tên vedan da ku Kurd xwe bi xwe têkevin xefik û dafikên hev û neyartîya hev bikin. Çawa ku kew dike qebeqeb û kewên din dawetî nav xefik û dafikên nêçîrvên dike, PKK jî dixwaze bi destên hinek Kurdên Êzîdî Kurdan ji hev parçe bike, wan ji hev re bike neyar û şerê brakujîyê bide destpêkirin. Wefa çiye, qedr û qîmet, rêz û giram çiye hevallerên me nizanin. Heke rêz û wefa li cem wan hebûya, wê mînaka Kobanê bianîna ber çavên xwe û wek ciwanmêran ji Şingalê û deverên din vekişîna. Lê nakin. Nakin çunkî A.Ocalan digot „em rêxistinek taşeron in“. Û rêxistinên taşeron jî ne li ser hesabê milletê xwe, lê li ser hesabê xelkê û di bin xizmeta wan de dixebitin. Tew ji xwe gava mejî Tirk be, ziman Tirkî be û armanc jî ne Kurd û Kurdistan be, wê dil bi xwîna Tirkayetîyê lêbide û beden jî li xewn û xeyalên bratîya gellan, çîrokên ekolojîk û demokratîk û xapandina Kurdan bigere.

Kurdê ku birastî Kurd be û kezeba wî li ser Kurd û Kurdistanê bişewite, astengan ji brayên xwe re dernaxe û ji brayên xwe re nabe strî û kelem. Lê mixabin ev 40 sal in ev strî û kelem di dest û lingên me de radibin, çavên me kor dikin, mejîyê me bi çîrokên berî deh hezar sal dikilê û ji pişt ve wek xincerê li pişta me dikevin.

Wek me got, dizê me ji malê ye. Helbet Kurdan dizê malê nas kiriye. Nas kiriye, lê heta em dizê xwe bigrin û hesab jê bipirsin, helbet wê ew diz tiştekî di mala Kurdan de nehêle û Kurdan ji bîr û bawerîyên Kurdayetî û Kurdistanîbûnê şûr û rût bike.

Dibêjin: „Talîya sebrê selamet e“.

Lê wê Kurd heta kengî sebrê bikşînin û ji dizê malê re kerr û lal bin, kes nizane wesselam..

Şerîfê Omerî