Skip Navigation Links
Kurdî » Nivîsar : Rojhilata navîn û nexweşîya axê
 
Rojhilata navîn û nexweşîya axê
2012-03-21 02:28

Rojhilata navîn û nexweşîya axê

Rojhilata Navîn bûye qîr û qiyamet. Piştî şoreşên li Tûnis, Misir û Lîbyayê, bayê xezeba şoreşê berê xwe daye Sûrîyê û textê malbata Esed dihejîne.

Li Tirkiyê dîsa qîr û qiyamet e. Girtina endamên Ergenekonê, girtina general û endamên KCK, pirsgirêkên navbera dadwer, dozger, MÎT û polîsan, amadekarîyên makzagona nû û şerê navbera AKP û PKK (KCK) rojev germ kiriye, kiriye wek pizotek agir.

AKP û Kasimpaşalî Receb bi serê xwe li himber êrîşên Ergenekon, nîjadperest, CHP, çepên Tirk û PKK disekine û hema bêjin hemûyan a xwe li AKP û Kasimpaşalî kirine yek, dixwazin wê ji holê rakin. Lê AKP û Kasimpaşalî jî yeka wan nakin dudu, xwe di dezgehên dewletê de xurttir dikin, baş yan xirab, kêm yan zêde bi hinek kiryarên xwe yên erênî xwe li ber dilê xelkê şîrîn dikin. Lê di her halûkarê de rewşa Tirkiyê, AKP û Kasimpaşalî jî nebaş xuya dike. Bi taybet bi hatina buharê re wê PKK û KCK zêdetir êrîşê bibin ser AKP û Erdogan Ji xwe tê gotin ku girtina kadro û endamên KCK ji ber tirsa hatina buharê bûye. AKP bi girtina endam û rêveberên KCK xwedêgiravî dixwest hêza KCK a sivîl û eskerî lawaz bike û bi daxwazên piçûk bi wan re li ser masê rûnê. Texmîna xurt ev bû. Lê dîsa jî kes nizane destê kê di bêrîka kê de ye. Mesela Tirkiyê û Rojhilata Navîn bûye wek mesela axayê gund wesselam..

Dibêjin axayê gund nexweş ketiye. Bang li xulamê xwe dike û dibê:

-Kurê min, here bajêr cem doktor, bêje axayê min pir nexweş e. Bêje zikê wî werimîye bûye wek zebeş, dest û lingên wî werimîne bûne wek xiyaran, pozê wî werimîye bûye wek bacanan, serê wî werimîye bûye wek kundirê mîranî, pêçî û tilîyên wî werimîne bûne wek gîzeran. Bila doktor dermanekî bide te û zû vegere gund.

Rebenê xulam şaş û matmayî dimîne, hema li axayê xwe vedigerîne:

-Axayê min, ez nizanim wek te li hev siwar bikim, evqas tişt di bîra min de namînin. Hema ezê ji doktor beg re bêjim „axayê min bûye bîstan“ û xelas..

Îcar Tirkiye û Rojhilata Navîn jî wek axayê gund nexweş in, her derê wan dêşin, bi kul û brîn in. Îcar wê kîjan doktor bi hawara wan ve bê û çi dermanî bide wan xwedê zane…
Şerîfê Omerî