Skip Navigation Links
Kurdî » Nivîsar : Ku mejî ne Kurd be, dil Kurdî lê nade
 
Ku mejî ne Kurd be, dil Kurdî lê nade
2014-11-01 12:35

Bi ser ku PDK û Barzanî dixwazin her cûre alîkarîyê bi Kurdên rojava û bi taybet jî Kobanê re bikin, serkirdeyên PKK û çapemenîya wan her û her dijminatîya Barzanî û PDK dikin. Çiqas dijminatîyê dikin jî, dîsa kela dilê wan hênik nabe. PKK a ku mejî Tirk û Tirkayetî ye, bi dilê Tirkayetîyê govendê digire û berjewendîyên Kurd û Kurdistanê ne di bîra serkirdeyên wê de ye. Gava mejîyê rêxistin yan partîyekê Tirk û Tirkayetî be, helbet wê dilê wê jî Tirk û Tirkayetî be û wê tucaran Kurdî lê nede.

Serok Barzanî li ser daxwaza PYD hejmarek pêşmerge (150) û çekên giran şandin Kobanê hawara brayên xwe. Çûna pêşmerge û derbasbûna wan ya ji bakurê Kurdistanê dilê Kurdan pir xweş kir, kêfa wan anî û bi merasîmek mezin hatin pêşwazîkirin. Pêşwazîkirina pêşmerge a ji alî Kurdên bakur ve li zora PKK û hevalbendên wê çû. Pêşwazîya girseyî nîşan da ku Kurdên bakur sempatîyek mezin ji PDK û Barzanî re nîşan didin. Evê yekê prestîja PKK anî sifirê, PKK kêm ket. Çûna pêşmerge a ji bo Kobanê dîsa prestîj û qîmetê PKK anî sifirê. PKK a ku bav û brayê PYD û YPG ye, gerîllayên xwe neşandin Kobanê û Kurdên Kobanê bi tenê hiştin. Bi tenê hiştin çunkî dewleta Tirk û PKK dixwestin Kobanê bikeve û ew têkeve nav sînorên Tirkîyê û plan û projeya Mîsakî Mîllî pêk bê. Lê Barzanî bi alîkarîya Amerîka û hêzên hevpeyman ew plan û proje têk bir û xwedî li Kobanê derket. Barzanî û Amerîkayê TEV-DEM û ENKS li Duhokê anîn ser maseyekê, guhê wan kişand û ew mecbûrî yekîtî û hevkarîyê kirin. Di pêkanîna civîna Duhokê de carek din prestîja PKK daket sifirê û Barzanî serokatî û mezinbûna xwe dîsa îspat û dupat kir. Ji ber van sedeman, rêvebirên PKK (ewên ku piranîya wan Alewî û çepên Tirkan e) dîsa wek berê dest bi êrîşên kirêt kirin.

Di derbarê şandina pêşmergeyan û niyeta baş a Barzanî de Mustafa Karasû dîsa verşiya û dest bi çîrok û çîvanokan kir.

Mustafa Karasû, di derbarê şandina pêşmerge de ji çapemenîya PKK re axivî û got: " Ji bo ku “Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD û Partiya Karkerên Kurdistanê bi sernekevin, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û AK Partiyê berê jî bi hev re dijîtiya Rojavayê Kurdistanê dikirin. Erdogan rê da Pêşmergeyên PDK derbasî Kobanî bibin, armanc ji vê yekê ewe ku PKK û PDK werin hember hev.”

Karasû efendî got ku "Hikûmeta Tirkiyeyê rêdana pêşmergeyan ne ji bo xêra Kurdan xwest. PDK ji Qendîlê nexwest ku ew dixwaze pêşmergeyan bişîne Kobanê, PYD ew daxwaz pêşkêş kiriye.”

Di vir de eşkere dibe ku nakokî di navbera PKK û PYD de jî dest pê kirine û PYD êdî bi serê xwe alîkarîyê ji hikûmeta Kurdistanê û ji Serok Barzanî dixwaze. PKK di vir de jî prestîj wenda kir û prestîja wê dîsa daket sifirê.

Li gor Karasû pêşmerge ne ji bo xêra Kurdan lê ji bo şerê li hemberî PKK çûye Kobanê. Lê hêjayî gotinê ye ku YPG û Kurdên Kobanê bi hatina pêşmerge bextewar in û wek Karasû û rêvebirên PKK nafikirin. Ev jî helbet cîhê kêfxweşîyê ye ku Kurd êdî ji toqa naletê ya PKK û rêvebirên wê azad bibin û rastîya Kurd û Kurdistanê bibînin.
Şerîfê Omerî