|
|
|
Pirsa kurd û Kurdistanê |
2009-10-05 16:26 |
Evdirehmanê Şirnexî info@mediakurd.com |
|
Eve demeka dirêje di bin navê ”Pirsa kurd” de li Tirkiye û li Kurdistanê gengeşeyên siyasî têne kirin. Ev pirsa mezin û belaya rojhilata nêvê, bi demdemî gengeşeyên wê bilind dibin û bi demdemî jî bi zora zordestan, tête bêdengkirin. Dagirkerên Kurdistanê gor demê û rewşê û hesabên xwe, evê pirsa kurd û Kurdistanê kar tînin û didin gengeşekirin.
Ev qonaxa îro em giheştînê, dewleta tirkan dizane hêdî bi înkar û şêweyên asîmilesiyonan ve, ev doza kurd û Kurdistanê wekî berê rêvenaçe.
Piştî roxana Osmaniyan û avakirina dewletên nû yên li herêma rojhilata nêvê de û parçebûna Kurdistanê, dagirkerên Kurdistanê, Kurdistan kirin parçeyek ya duja, li ser rûyê xakê. Di nêva evê sedsala em li tê de dijîn, dagirkerên Kurdistanê hemî şêweyên zilim û zordariyan anîn serê miletê kurd û heta zilimdariyên wan giheştin çekên kîmyayî jî li dijê kurd û Kurdistanê karbînin, tevlî wê jî civata evê dinya ya moderin bêdeng ma û çavên xwe ji zordariyên dagirkerên Kurdistanê re neqandin.
Piştî hatina Emerîka û hevalbendên wê yên hatîn rojhilata nêvê û başûrê Kurdistanê, siyaseta dinyayê jî li ser pirsa kurd û Kurdistanê hate guhartin û pirsa kurd û Kurdistanê jî derbazî qonaxeke ya dî bû.
Têkiliyên kurdan û emerîkiyan bi rasterast hevre çêbûn û gelê kurd û emerîkiyan ji nêzik ve hevdu naskirin. Di bin siha guhertinên siyaset û avakirina cîhaneka nû de, başûrê Kurdistanê giheşte qonaxa herêma federal ya bi dewleta federal ya Îraqê re avabibe û kurd bûn xwidanên hemî destgehên xwe yên milî li ser sîstema fedaralî ya di nêva ereban û kurdan de hatî avakirin. Ew xewna kurdan ya bi têkoşîna sedên salan li başûrê Kurdistanê giheşte asteka bilind. Piştî guhertinên evan bûyarên li Cîhanê de û li herêma rojhilata nêvê de qewimîn, tirkan baş zanîn hêdî pirsa kurd û Kurdistanê bi şêweyên kevin rêve naçe û dixwazin rêyeka bi erzanîtir ji evê belayê rizgar bibe. Tirk jî ji bêçaretiya guhertinên di Cîhanê de çêdibin, dixwazin siyaseta xwe biguherin û ew jî yên giheştîn qonaxa bêjin pirsa kurdan ya li Tirkiye yê heyî û bi vê siyaseta xwe dixwazin birêya pirsa kurd re pirsa Kurdistanê ji bîra kurdan û Cîhanê jî bibe. Ev pirojeya îro li Tirkiyeyê û li bakurê Kurdistanê tête gengeşekirin pirojeya tirkan e û ya wê çendêye ko ew dên bi çi şêweyên erzanîtir ji bela gotina Kurdistanê rizgar bibî ye. Bêşik divê kurd jî ji evan guhartinan îstfadê bibînin û li rêyên pêşêxistanên evan guhertina re bibin arîkar û dengê pirsê bikin dengê pirsa kurd û Kurdistanê.
Gelo tirk çawe û bi çi şêweyî giheştin evê qonaxa dibêjin ”Li Tirkiyeyê pirseka wiha ya heyî?” Di pêşiyê de ez dê hinekê derbasbûna siyaseta tirkan ya li ser pirsa kurd û Kurdistanê de bînim bîra xwe. Piştî roxana dewleta Osmaniyan û jibona avakirina cimhuriyeta tirkan, tirkan ji kurdan re gotin em birayîn û em dên bi têkde cimhuriyetê avabikîn. Heta M. Kemal û cimhuriyetê cihên lingên xwe qayîmkirin, di şûna biratiyê de dest bi serjêkirina kurdan kirin. Kurdan li bere vê zilmê serî rakirin û dest bi avakirina serhildanan kirin. Cimhuriyetê û avakerên xwe di bin pêşkêşiya M. Kemalî de hemî serhilnanên ji sala 1925 cê heta sala 1938 an serbirkirin û hemî miqedasatên kurdan li madilayê dan (înkarkirin) Ev cerek ya ji biratiya tirkan û kurdan ya sixtekariyên tirkan û cimhuriyeta wan bû û Kurdistan li kurdan kirin duje.
Piştî salên şêstî û pêve bi hêdî hêdî hinekê kurd bi ser xwe ve hatin û xwestin li dijî neheqiyên tirkan rêxistinên xwe yên netewî avabikin. Cardî jî gotinên biratiyên seqet ji aliyê tirkan ve destpêkirin. Biratiya çepan, biratiya rastan, biratiya misilmanan, biratiya avakirina demoqratiyê destpêkirin. Belê di mercên pêşiyê de diviyabû kurd bi ti şêweyî de dabaşa ti daxwazên xwe yên netewî nekin û di nava cimhutiyeta tirkan de birayên bêbarbin. Tirkan ew biratiyên xapînek parastin. Kurd di evê carê de nexapan û ji sala 1965 ê pêve dest bi avakirinên partî û rêxistinên kurd û Kurdistanî kirin.
Tirk bi hemî quwetên xwe ve li ser endamên evan rêxistinan de çûn û hemî şêweyên zilmê anîn serê wan û miletê wan. Rêxistinên kurdan ji sala heftiyê û heta sala heştiyê giheştin radeyeka gelekê birêxistinî û di nava civata kurdan de giheştin cihekî yê paye bilind. Di vê derê de cardî jî tirsê dilê tirkan girt û derba eskeriya 12 Îlûna sala 1980 çêkirin. Di nava van salan de jî dewletê lehistineka gelekî bipîlankirî anîn û li serê kurdan û rêxistinên wan yên siyasî kirin belayeka mezin. Ev lehistina henê jî anîna Evdila Ocalanî û kutleya wî bû. Evdila û kutleya xwe di bin şîarên kurd û Kurdistanê de û di bin piştgirtina polîs û eskerê tirkan de dest bi kuştina şoreşgêrên kurdan û miletê kurd kirin. Evenî zêdetirî sih salan e, ev herdu quwet yên kurdan û welatparêzên kurdan dikujin, belê evê jî feyte nekir û tirsa heyîbûna rastiya kurd û Kurdistanê dilê wan berneda.
Vêca ez dê bême li ser sedemên qonaxa ko tirk îro giheştînê bînim zimanî
Bêşik li serî de berxwedana kurdan ya ji berparastina doza xwe ya kurd û Kurdistanê gavpaşve neavêtînê bû, tirk anin evê niqtê. Didu ji guhertina siyaseta dinê û hatina emerîkiyan ya rojhilata nêvê û destketiyên başûrê Kurdistanê, cihekî yê xwe yê giring li ser evê pirsê çêbûye. Sisê jî, daxwaza tirkan ya endametiya Yekîtî ya Ewropayê (YE) û mercên YE yê ye tirkan mecbûrên hinek guhertinan dike ko ew di nava siyaseta xwe de hinek guhertinan bikin e. Pirsa kurdan û Kurdistanê jî ji van mercan de ya herî esasiye.
Dagirkerên Kurdistanê ji bona xwe çi pirojan çêkin bila çêkin, heta pirsa kurd û Kurdistanê di rojhilata nêvê de cihê xwe yê rewa de nerûne, dê li rojhilata nêvê de aramî çênebe û demoqratiyet jî li vê herêmê de dê pêşnakeve. Ji bona ev herçar dewletên dagirker, miletê kurd bê pêjnî bikin, ew hemî amîratên zilmê bi zalimane kartinin. Cihê zilim, sizedan û înkarên rastiyan lê hebin ti caran demoqratiyet dê nekarî li wê derê rêve biçe. Cihên demoqratiyet jî lê tinebe însaniyetî, xweşbînî û biratiya însanî jî li wan cihan de dê pêşnekeve. Heta ev dewletên dagirkerên Kurdistanê, rastiya kurd û Kurdistanê nepejirînin û bi şêweyên medenî û dayin û sitandinan bi kurdan re li ser rêyên li hevhatinên wekhevîtiyan li hevnekin, dê ti aramî di nava wan dewletên dagirker de jî çênebe û demoqratiyet jî dê li evê herêmê de cihê xwe negire.
Min li jor hinekê behsa lehistinên dewletê û Evdila Ocalanî kirîbû. Ez li ewê baweriyê de me, şerê herê hêsanî şerê mirov yê bi rasterast gel desthilatî û destgehên dijminên xwe yên rasterast re biki ye û şerê herî zehmet jî şerê mirov li gel ewan destgehên dijmin li ser navê mirovî kartîne re biki ye. Vêcarê emê berê xwe bidîn ka şerê dewleta tirkan bi rêya Evdila û hevalbendên wî re çawe rêvediçe û bi çi şêweyî xincera me bi destên me li qolonca me didin. Dijminên kurd û Kurdistanê bi şîarên kurdan û bi şerê çekdariya li ser navê kurdan, çawe kurd ji hemî daxwaz û miqedasatên wan dan sarkirin, li berçavên me ye. Daxwaza serxwebûnê, çû, federalî çû, ototumî çû, navê Kurdistanê û hemî daxwazên netewî bi rêya Evdila û hevalên wî re ji nava daxwazên kurdan de bi devên kurdan ji halê hatin ralkirin. Di şûna ewan daxwazên heq û rewa de, roja îro daxwazên Evdilayiyan yên birîn demoqiratîk cimhuriyet, mafên mirovane yên takekesî û konfederalizma bê dewleta kurda ya li Rojhilata Nêvê de.
Gelo ev daxwazên îro Evdila û hevalbendên wî dixwazin, dikarin bibin daxwazên miletekê û welateke yê di bin destên dagirkeran de be?
Baş e vêca hegî em kurd ji ewan birayên xwe yên dibêjin em tirkîn û ji Evdilayî û ekîba wî bipirsîn û bêjîn kanî ew biratiya hun û tirk bi tev de ji me re dixwazin çiye û em birayên hev yên li ser çi esasîn e, ew dên ji me re çibêjin?
Gelo biratiya me ya bi tirkan re bi evan sedên salan de, ji bilî kuştin û talankirinê û pêve çi li bara me kurdan ketiye? Ez pêwîstiyê lê nabînim evê meselê dirêj bikim û em kurd bi tev de yên di evê dujeya (cehnimeya) tirkan de dijîn û biratiya me û wan ya li berçavan e.
Ez dixwazim rewşa ewan kesên di nêva meydanên Kurdistanê de li ser navên kurd û Kurdistanê kurdan dixapînin û dikin qêrîn û gazî ya biratiya tirkan dikin û yekyekîniyan wan diparêzin, bînim bîra kurdan. Gelo biratiya me kurdan û tirkan ewe eskerên tirkan serên xortên kurdan jêbikin û guliyên wan li destên xwe balînin û pêve pozan bidin û wêneyên xwe ji dayikên xwe re rêkin? An jî esker û polîsên wan di îşkencexanan de tecewizên xwortên kurdan bikin, anjî herroj li nava bajarên Kurdistanê de bi potînan li ser zikên jinên me bigerin û bi jopan serên zarokên me bişkênin e? Ez nikarim nîşanên nebiratiya me û tirkan bi gotinan bêjmêrim. Ez li ewê ferqê de me hemî mirov di miqabilê mirovan de xwedan erk e û ji mafên mirovatiyan berpirse, belê dagirkerên Kurdistanê ti şansên biratiyê ji kurdan re nahêlin.
Gotineke ya kurdan heye û dibêjin:”Neyaretî bê minetiye û mirov nikare ji neyarê xwe re bêje rehmê li min beke!” Gelo hegî piştî evan serhatiyên tirkan anîn serê me, ez ji miletê xwe yê kurd bipirsim û bêjim Kemalizim û kurd û Kurdistan perwerî dikare li hev bike anjî na? Ez di ewê baweriyê de me ji sedê notên kurdan dê bêjin na. Belê ez li evê tênagihim çawe Evdila Ocalan herçarşem bi rêya ewuqatên xwe re mêjûya kurdan li berçavên wan reşdike û Kemalîzmê dibe berperê asîman re û gelek ji kurdan ji wî re dibêjin ”Serok û Serok!” Gelo ev çi nexweşiye li ser me kurdan de hatî? Evdila Ocalan lêborîna xwe ji kuştiyên dayikên eskerên tirkan dixwaze û ehemiyeta pênc peran nade dayikên şehîdên kurdan û cardî jî dayikên kurdan ji wî re dibêjin ”Sserok!” Cardî jî ev Evdila Ocalanê dibêje PKK ya min bi destên xwe 15 000 gencên kurdan kuştîne û ewê bûyara bêbextane têxe sitoyê hinek hevalên xwe de û dixwaze xwe pak bide nîşandan ko ji bona hêji kurdan bixapîne, cardî ji dayikên şehîdên kurdan ji ewî re dibêjin ”Serok!” Gelo ma hemî dinya nizane bê Evdila Ocalan belçimek ji dara PKK ê nakeve û çawe hevalên wî dên bikarin bê wî 15 000 xortên kurdan bikujin û hayên wî jê çênebe? Ev ne 15 000 mar in, ev mirovin û şoreşgêrin, mirov nikare 15 000 marên bijehrî bê deng û pêjnî bikuje.
Gelo ew kesên Kiryarên Evdila Ocalanî diparêzin, evan tiştan nabînin? Gelo dema Aysel Tugluk dinivîse û dibêje: ”M. Kemal efsaneye û situna nava avayiyê netewiye û Mûsil û Kerkûk jî dikevin nava misaqê milî yê Tirkiyeyê de û mafê tirkan he ye biçin Mûsil û Kerkûkê vegire” û piştî çendekê Aysel xanim bi dengê kurdan bibe wekîla Amedê, gelo ev alîgirên Evdilayî ji van kiryaran re, çawe çavên xwe dinoqînin? Gelo dema Ehmed Tûrk dirabe li ser dikên semînerên xwe de dike qêrînî û dibêje em ne partiya kurdanî û em partiya Tirkeyeyîn, gelo ew û çepçepvanên wî tênagihin ew bi van gotinên xwe kurd û Kurdistanê li madilayê (înkarê) dide?
Baş e gelî xwişk û birayên Kurd û Kurdistanperwer, piştî em evan ji xwe re dikin pêşkêş û zaroyên xwe li ber evan dîtinên siqet û rêberên siqet de bidîn kuştin, çi daxwazên me dên ji dijminên me yên kurd û Kurdistanê çêbe? Dema ev rêberên henê radibin û bedena xwe ji hemî pirsên kurd û Kurdistanê didaweşînin û dibêjin ”em partiya tirkanîn û bes li Tirkiye pirsa kurdan heye û em dixwazîn ewê pirsê çareserbikîn û rêyekê jê re bibînîn kurd cimhuriyeta tirkan ji xwe re ya xwe bibînin û hemî yek yekiyên tirkan bipejirînin”, gelo em kurd dê bi rêyên van re çi ji tirkan bixwazîn?
Herwiha dibêjin em ti mafên zimanê kurdî jî bi resmî daxwaz nakîn û bila wekî li başûrê Kurdistanê ti zimanê me yê resmî û ti şêweyên me yên îdara sîstema federalî jî çênebin, gelo ew ji bo kurdan ji evê dewletê çi dixwazin? Herwiha ew dibêjin: ”Hegî em daxwaza zimanê kurdî yê bi zikmakî yê bi resmî di nêva kar û barên dewletê de bixwazîn, hingê em neheqiyê li wan kêmneteweyên dî yên li Tirkiye dikîn.”
Başe em miletê kurd bi welatê xwe ve hatîne destilserkirin û çi dema em doza mafên xwe li dagirkerên welatê xwe bikin, çi ziyana me dê bigihî ewan kêmneteweyên li Tirkiyeyê de dijîn?
Çi eleqederê evan gotinan û kurdperweriyê bi hevre hene?
Ew kêm neteweyên li Tirkiye dijîn ji xwe re tirkîtî pejirandîne jî, belê kurd di ber daxwazên mafên wan kêm neteweyan de nabin asteng, ew ji tirkan çi mafî dixwazin bila bixwazin û em kurd jî dên ji wan re bibîn arîkar. Belê pirs ne li vê derêye û pirs ew e dewleta tirkan çawe gotin û daxwazên xwe li kurdan dide gotin, giringî ya pirsê li vê derê ye.
Başe piştî em kurd di evê rewşê de bîn, tirk dên çi hesaban ji me bikin û em dên bikarin çi tesîran li guhertinên wan yên nû de bikîn?
Ez welî dibînim hinek welat parêzên kurd jî yên li ser navên gotinên rastiya kurdan û rewşa guhartinên li cîhanê de destên xwe ji mafên kurd û Kurdistanê yên rewa di bin hin mecan de diberdin û dibêjin me kurdan pêwîstî li ti dewletên netewî tinîn e! Gelo ma guhertin, gulobalîzbûna cîhanê û modernbûn û pêşketina teknîkê ji bona înkarkirina kurd û Kurdistanê re hatîne avakirin? Ez di ewê baweriyê de me, mercên daxwazên mafên me kurdan ji berê hêsanîtir birîne û em dên di nava evê cîhana pêşketî de bi şêweyên medenî û gorayî rêvebirina sîstema evê dinya ya moderin de, baştir bikarin dawxazên mafên xwe yên netewî bikîn û dengê xwe bigihînîn evê Cîhanê.
Di baweriya min de roja îro ji hemî rojan pitir keysên daxwazên me yên netewî yên ketin destên me de. Divê em miletê kurd di nava evan pêşketin û guhartinên di Cîhanê de çêbirîn zêdetir li ser dozdariya mafên xwe yên netewî rawestîn û bi hemî şêweyên karên azadkirina welat û miletê xwe, di evê çerxa guhertina cîhanê de karbînîn.
Ez di evê baweriyê de me, ne demoqratîk cimhuriyeta tirkan, ne biratiya wan ya bi gotinên direwîn, ne jî konfedarîlizma rojhilata nêvê dê me kurdan û welatê me Kurdistanê ji bin nîrê zilmê de azad bike! Divê em kurd dest ji ewan gotinên em û paytextên dagirkerên welatê xwe dên bi hev re pirsa xwe çareserbikîn. Divê em kurd dest ji evan gotinên nelicih de berdîn û berê xwe ji paytextên dagikerên Kurdistanê biguherîn û berê xwe bidîn biratiya di nav xwetiyê de û dostan ji derveyî paytextên dijminên xwe ji xwe re peyda bikîn. Divê em kurd bi rêyên diplomasiyan re dengên xwe bigihînin evê Cîhana modern, ji bona bikevin di nava me û dagirkerên welatê me de, ji bona çareserkirina pirsa kurd û Kurdistanê re ji me re arîkar bibin, çare li vê derê ye, ne li rêya hêvî û ricayên ji dagirkerên welatê me ye.
Bi hêvî û ricayan kes rehmê li me nakin. |
|
|
|
|
Evdirehman Şirnexî |
|
|
|
|