Skip Navigation Links
Kurdî » Nivîsar : Rewşa hereketa kurd ya îro û dûhî
 
Rewşa hereketa kurd ya îro û dûhî
2009-10-22 08:56
Evdirehmanê Şirnexî
info@mediakurd.com
Bêşik mêjûya kurd û Kurdistanê ji tirajediyan dagirtiye û bêçareseriya wê ya di nava Rojhilata Nêvê de û di nava siyaseta Cîhana eleqedar de jî, tête gengeşekirin.

Çaresernebûna evê pirsê ya birî girê hiçkek ya li pêşî ya pêşketin û demokratiya herêmê de. Heta ev pirsa kurd û Kurdistanê çareser ne be, ne demokratiyetî û ne jî aramî dê li evê herêma me de çênebe.
Ev pirsgirêka kurd û Kurdistanê ya gel guhertina siyaseta gilobalîzma Cîhanê û pêşketina teknîkê ya ketî ser maseyên gengişeyên dagirkerên Kurdistanê û ya rojeva Cîhana eleqedar de jî.
Guhertinên bi dem-demî yên di Cîhanê de çêdibin, dibin arîkar ji bona çareserkirinên pirsan re û ji pirsên ewan miletên pirsên wan yên netewî çaresernebirîbin re.

Di çerxa evan guhertinan de miletên xwidan pirsên nehatin çareserkirin, dikarin istifadeyê ji evan deman wergirin û bigihin hedefên xwe yên çareseriya pirsa xwe ya netewî.
Pirsa kurd û Kurdistanê jî pirsek ya ji wan pirsên neteweyiyên nehatin çareserkirin e. Dema guhertinên siyasî di Cîhanê de çêdibin, rê li ber gengeşeyên siyasî di nêva miletan de vedibin. Dema rêyên gengeşeyan li ser pirsên siyasî di nêva hevrikan de vedibin, çareserkirina pirsan jî hêsanîtir dibin.

Roja îro ya digel guhertinên di evê dema em li tê de dijîn ya rola xwe li ser pirsa kurd û Kurdistanê de jî dilehîze.
Hikumeta AKP-ê ya di bin hinek şîaran de dixwaze li Tirkiyeyê, li Kurdistanê û li herêmê de ji bona dayin û sitandin di nêva hevrikên herêmê de çêbe, liberxwe dide. Bêşik ev li berxwedanên hikmeta AKP yê jî bi tesîra guhertinên di evê çerxa em li tê de dijîn e.

Pirsa Kurd û Kurdistanê jî pirseke giring ya Tirkiyêye û ya Rojhilata Nêvê ye jî.
Di evê çerxa îro de pêwistî li çareserkirina pirsa kurd û Kurdistanê û avakirina demokratiyetê di Rojhilata nêvê de heye.
Bêgoman rêvekirina gengeşeyên pirsên di nêva hevrikan de dikare rêya dayin û sitandinan bi rêyên demokratiyetê re di nêva kurdan û tirkan de veke û ji çareserkirina pirsa kurd û Kurdistanê re bibe rêxweşkera evê pirsê.
Rêvekirinên li ber pirsên siyasî dibin rêvekirinên çanda medeniyetê û avakirina demokratbûna civatan. Li Tirkiyeyê û li Kurdistanê, pêwîstî li rakirina evan dîwarên hesinî heye û pêwistî li gengeşeyên siyasî bi rêyên demokratiyetê re heye.

Miletê kurd pêwîstî li heye di nava dewletên dagirker de, bikarin pirsa xwe bi aşkereyî gengeşe bike, bê ku bête kuştin û sizedan.
Ev gengişeyên vê demê yên li Tirkiyeyê li ser pirsa kurd û pêşxistina demokratiyetê dê bikare rêya gengeşeyên siyasî yên li ser pirsa kurd û Kurdistanê jî veke.
Di hemî mêjûya pirsa kurd û welatê wan de, dagirkeran mecal nedan e kurdan ew bikarin pirsa xwe ya millî bi rêyên sifîl û medenî re gengeşe bikin. Dewletên dakirkerên Kurdistanê hertim kurd mecbûrên şeran kirine û paşê jî di nava Cîhanê de xwestin e muhra terorê li pirsa kurd û Kurdistanê bidin.

Mercên Cîhana me ya evê demê ya hatî evê radeya em bikarin pirsa xwe ya netewî bi aşkereyî li berçavên civatê gengeşe bikin. Evê rewşê ji bona kurdan deriyekî yê nû li ber gengişeyên pirsa kurdan ya milî vekir û pêwistî pê heye kurd jî evê dewrê baş karbînin.
Mafê kurdan e jî hemî şêweyên rêbazên xebatên gorayî şêweyên navnetewî heyîn e, ji bona çareserkirina mafên xwe yên netewî karbînin.
Belê wekî dixweyî em kurd nikarin di rewşa îro de wekî tête xwestin têkildariyê li ser evê pirsa me ve girêdayî bikin.

Pir aşkereye dema miletek di nava jiyana xwe de bêrêxistinên xwurt û netewî be, ew milet dê nekare gorayî pêwîstiyên xwe yên millî di dewrên guhertinan de jî baş karbîne û berên keysên mêjûyî bide mesleheta xwe ya netewî.
Hekî em nekarin bibin şirîkên gengeşeyên li serjiyana me û milet û welatê me tên e kirin ko em dên çawe bêjin em bi erkên xwe yên millî weku tê xwestin dirabin.

Di baweriya min de divê li pêşiyê de em gazindên evan aloziyên li serpirsa kurd û Kurdistanê ji welatparêz, rewşenbîr û bi teybetî jî ji hêzên xwe yên siyasî bikin û paşê jî em gazindan û daxwazên xwe ji dost û dijminên xwe jî bikin.
Di vê derê de ez dê bixwazin bêm e li ser rewşa bakurê Kurdistanê ya îro di rojeva gengişeyên dewleta tirkan de û ya hêzên siyasî, rewşenbîr û şexsiyet û siyasetmedarên bakurê Kurdistanê rawestim.
Wekî dixweyî dewlet ji evê bêdestgehiyiya me ya netewî keysê dibîne û ji bo wê jî xwidanên meselê ji xwe re mixatap nabîne û pêwîstiyê jî pê nabîne. Dewlet gor daxwaz û berjewendiyên xwe pirsê dide gengeşekirin.
Gelo ma pêdivî ji evê rewşê re navê em kurd bi xwe jî li ser evî halê xwe yê xirap de bi hizirin û bêjin çawe çêdibe xwidanên dozê di meydana bazarê de tinebe?
Gelo ka em erkên xwe yên netewî û siyasî tînin cih, heta em bikarin tesîra xwe li qencî û xirabî û lehistinên li ser jiyana me û welatê me têne kirin bikin, an jî na?
Gelo hinek ji me dikarin bêjin wekî tête daxwazkirin em bi erkên xwe radibin?
Di pêşiyê de divê em rewşa xwe ya rêxistinî li berçavan re derbazbikin û bala xwe bidin li ser evê jihevbelavbûnên me yên roja îro. Di ewî katî de em dê bizanin ji bo çi em nikarin bibin xwidangotin li ser rewşa qedera xwe û welatê xwe jî.
Miletekî nekare li ser pirsa xwe ya netewî û siyasî yekîtiya xwe ava bike dê ti caran nekare li ber barê erkên xwe de rabe û dê her tim di bin destên dijminên xwe de binale.

Firset û guhertinên di nava Cîhanê de çêdibin û tesîrên xwe li guhertinên pirsan dikin, herroj nayên li ber deriyê mirovî nabin mêvan. Hekî firsetên mejûyî bên jî katê mirov jê re ne amadebe bin bê ku mirov feydê jî bibîne, ji destên mirovî de bê encam derbas bibe.
Katê em rewşa firsetên evan sedsalên em li tê de dijîn li ber çavên xwe re derbas bikîn û bêjîn ji ber çi bû me feyde ji ewan keysan nedîtîye, mirov dê bizane roja îro jî ji bo çi em ne li ber hesabên dayin û sitandinên pirsa milet û welatê xwe de ne.

Piştî dewleta Osmaniyan roxa û tevên bindestiyên Osmaniyan giheştin mafên xwe û dewletên xwe yên millî avakirin, em kurd man li cihê xwe de û em birin qurbana bê rêxistinî û mesleheta siyaseta Cîhanê.
Ji kêmasiyên rêxistinên lawaz û bê dîplomasiya miletê kurd bû ku serhildanên me yên milî yên bi dewra avakirina cimhuriyeta tirkan de jî bi hêsanî hatin serbirkirin.
Hêza me ya siyasî ya piştî salên şêstî û ervaz giheşte qonaxeka bilind û milîtanî û xwidanên gelekî şîarên payebilind. Bi hêdî hêdî ew şîarên hereka netewî kete nava miletî de jî. Cardî rêxistinên me yên netewî wekî tête xwestin nekarîn yekîtiyên xwe yên netewî li ser bingehên avakirina siyaseta çareserkirina pirsa kurd û Kurdistanê ava bikin.

Di ewê dema salên ji heftiyê û heta heştiyê de dagirkerên Kurdistanê zanîn ew hereketa siyasî ya ewê demê ya hinde berfirebirî hêdî wekî ji berê, pêşî lê nayêt girtin û dagirkeran ji xwe re pilanek ya dî ava kirin. Cardî jî hereketa kurd bû qurbana siyaseta dewletên herêmê û derba pilanên wan û Evdila Ocalanî. Ew pilanên wan, yên bi têgde danîn yên heta roja îro jî berdewamiyê dikin û nahêlin yekîtiyeka netewî di evê dema zêrin de ji di nava kurdan de çêbe.
Vê carê em dê berê xwe bidîn evê keysa evan bîstsalên borîn de hatî û ketî destên gelekî miletên piroblemên wan yên millî heyîn de û ewan çawe karîn ji evan guhertinan feydê wergirin? Sowyet ji hev belav bû, dîwarê Berlînê herifî, Rojhilata Ewropayê ji hevket û gelek dewletên millî di ewê dewrê de ji nû ve avabûn.
Emerîkî û hevalbendên xwe yên hatin bûn cîranê me û dixwazin guhertinan di nava sîstemên Rojhilata nêvê de jî bikin.
Bêşik hatina Emerîkiyan ya Rojhilata nêvê û başûrê Kurdistanê ji bona pirsa kurd û Kurdistanê re keyseke ya dêrîniye. Divê em kurd jî bi şarzayî evê keysê karbînîn û em jî wekî hemî miletan mesleheta xwe ya netewî bi esas bigirin û gorayî berjewendiyên xwe tevbigerin.
Ji bona me kurdan re gelekê giringe em di evê çerxa guhertinên di Cîhanê de çêdibin yekîtiyên xwe ava bikin û bi yek destî li ber erkên xwe yên netewî de rabin û dengê xwe bigihînin miletê xwe û Cîhanê jî.

Divê heçî cihê kurdek lê hebe, bêje ”ez kurd im û pirsa kurd û Kurdistanê pirsa min e!” û bi yek gotinî yekîtiya kurdan biparêzin.
Cidafikrî bingehê azadiyê û demokratiyê û medeniyetê ye. Yek dengî û avakirina destgehên netewî jî bingehê azadkirina welatî ye.
21-10-2009 Li Hewlêr
Evdirehman Şirnexî