Skip Navigation Links
Kurdî » Nivîsar : Tarîxa tevgera me û got-gotên bêesas
 
Tarîxa tevgera me û got-gotên bêesas
2013-02-25 10:32



HEWLÊR, 22/2 2013 — Di pazdehsaliya xwe de ez tevî malbata xwe ku cihê me wekî kondelek ya herçar parçeyên Kurdistanê bû, em beşdarî Şoreşa Îlona pîroz ya di bin serokatiya Mistefa Barzanî ya sala 1961-ê de bûn.

Ew herêma ku ez tê de dijîyam û min xebata welatparêzîyê tê de dikir, girêdanên wê yên neteweyî yên gelek xurt bi xabata başûr û bakurê Kurdistanê re hebûn. Wekî xebatkarekî neteweyî di nêv PDK-I û PDKT de dixebitîm. Ji bo wê jî gelek got- gotên dijberên min yên sîyasî li ser min hatine gotin. Ew kesên ku dixwazin li ser keda şoreşgêran rûnin, tim bi got- gotên bêbext dixwazin mirovên xebatkar bêtesîr bikin.

Di dema xebatê de min guhên xwe ji neheqîyan ku li şexsê min dihatin kirin re girtîbû û ji bo berjewendiyên giştî min ti pûte bi got-gotan nedida. Belê niho ez pêwîstîyê pê dibînim ku hinekê li ser-rewşa derbasbûya me/xwe û mixalefeta sîyasî ya nêvxweyî ya partîya me rawestim.

Divê bêjim ku wê mixalefeta sîyaseta nêvxweyî tesîra xwe bi xirabî li ser peywendiyên di nêva herdu partîyên demokrat de jî kir. Di pêşîyê de gazîya min ji bo PDKI-yê; dibêjim kerem bikin wefdeyekê destnîşan bikin û lêkolînekê li ser wê dema vejîyandina Şoreşa Îlonê û destpêka amadekarîya şoreşa 26-ê Gulênê bikin, da ku rewşa wê demê û xebatkarên wê ji bo me hemîyan zelal bibe. Li gorî min biryareka bi vî rengî dê di berjewendiyên kurd û Kurdistanê de be.

Peywendiyên PDKT û PDK-Iraqê

Şoreşa başûrê Kurdistanê di adara 1975-ê de çekên şoreşê danî û ew şoreşa ku ji bo miletê kurd bûyî cihê hîvîyeke mezin belav bû.

Li dorê dawiya meha 10-ê ya sala 1975-ê du xortên ji aliyê Qiyadeya Miwaqet ya ku di bin serokatiya Mesûd Barzanî de hatî ava kirin li bakur xwe gihandin PDKT-ê. Ew kesê ku ev herdu kadir hatin ber destê wî di wê mehê de ji sekreterîya PDKT hatibû dûr xistin.

Lê belê bêserûberîyên berî vê bûyerê berdewam bûn û bêserûberîyeka nû destpê kir. Di meha yekê ya 1976-ê de xeberek ji alîyê Evdoyê Hesoyî ve gehiş min ku Cewher Namiq û Kerim Şingarî xwestibûn min bibînin. Wan li ser navê Mistefa Barzanî, Idris Barzanî û Mesûd Barzanî daxwaza arîkariyê ji min kir. Min jî daxwaza wan pejirand û partiya me jî di heqê vê mijarê de tiştek ji min re negot û ew herdu kes emanetî min kirin.

Ev mijar bi serê xwe têt wateya bêpirensîpîya siyasetê û jixwenebawerîyê li cem hinek berpirsên siyasî yên partiya me yên wê demê. Min reiya malbata xwe jî girt û ev herdu kadirên PDK-Iraq birin cem xwe, li Şirnexê em li herêma Gudikê Melî bi cih bûn. Digel van hevalan min wekî endamekî PDKT dest bi karên xebata vejiyandina şoreşê kir.

Şerê mixalefeta sîyasî ya nêvxweyî li ser van peywendiyan dest pê kir. Piştî Kongereya sala 1977-ê min digel biryarên Kongereyê û digel alîyê xortan û sekreterîya Mistefa Fîslî cih stand. PDKT di wê demê de baş aktîf bû û ji aliyekê ve piştgirîya vejîyandina şoreşê û ji aliyê dî ve pêşketineka bi milîtanî di nêva PDKT-yê de li bakurê Kurdistanê çêbû.

Di gulana 1978-ê de belavokek bi navê KUK-ê derket ku ji wê demê û şûn de proses bi navê xebata PDKT (KUK)ê bi pêş ket. Bêşansîya partîyê û bizava kurd bi giştî ew bû ku projeya dagirkerane ya digel Abdullah Ocalanê serokê PKK-ê derket pêş û di nêva herçar parçeyên Kurdistanê de bû belaya serê kurd û kurdistanperweran. Derbeya leşkerî ya tirkan ya 12-ê Îlonê jî bû belaya li ser belayê û bi ser miletê kurd û Kurdistanê de hat.

Rewşa PDKT (KUK)ê

Berî derbeya 12-yê Îlonê, doktor Mihemed li herêma Dihê bû û di piranîya rojên betlaneyan de dihate cem min. Min û wî li ser rewşa çaweniya şoreşeka bi çekdarî minaqeşe dikir. Me herduyan di xalekê de li hev nedikir. Wî digot tu piştgiriya min bikî em dê bêyî biryara partiya bakur dest bi şerê çekdarî bikin. Min jî digot bêyî biryara partiyê çênabe, em dê bi qedera miletekî bilehîzin.

Piştî derbeya 12-yê Îlonê çûm Diyarbekirê û min Seyîdxan û Şefiq dîtin. Ji bo avakirina kampeke eskerî li başûrê Kurdistanê min berpirsiyarî ji komîteya navendî wergirt; bi mebesta ku em xortên şoreşger bibin wir bi cih bikin û amadehiya şoreşê bikin.

Heya ku min kamp ava kir berpirsên me bi piranî daketin Binxetê. Me hindek xort li kampê kom kirin, lê belê berpirsiyarên me şûna ku bêne kampa xwe çûn Binxetê. Ji aliyekî ve lêdixebitîm ku kampê li ser piyan bihêlim, ji aliyê dî ve jî digel doktor Mihemed li ser rewşê dixebitîm û ji aliyekî dî ve jî min dixwest komîteya navendî vekişînim kampê û li wêderê bi cih bikim.

Bi mefrezeyeka zêdetirî ji 40 kesan ez çûm herêma Dihê û me xwe gihand cem doktor Mihemed. Çend kesek digel wî jî hebûn û em li çiyayê pişta Şirnexê bûn. Di rojeka şilokeya berfê de Şewketê Batmanî hat cem me, ji me re got komîteya navendî gotiye ”heger ew çekên xwe nedanin û neyên Diyarbekirê em dê wan bêxin ber darê darizandinê, wan xayîn îlan bikin”. Ev gotin ji devê Şewketî ye.

Ez çûm Diyarbekirê, min Mahmûd A., Şukrî X. û Serbest X. dîtin. Min ji wan re got hon ji bo me biryarekê derxin, em dê dest bi şoreşê bikin. Wan ji got; ”herin dest pê bikin lê belê, navê me nedin û nebêjin wan gotiye”. Ez li dijî vê gotinê derketim, min got: ”Ev ne karê zarokan e.”

Di encamê de ez û doktor Mihemed, em çûn Diyarbekirê. Komîteya navendî mehkeme li me vekir. Paşê min doktor Mihemed jî rêkir Binxetê û ez mam dor karên birêvebirina kampê ve. Karên partîyê û dostên wê me bi rê ve dibir ku her roj mirin li ser qolincên min û hevalên min bû; min nedizanî ka kengê û çawa ez dê bi destên kîjan dijminî bême kuştin.

Piştî Konferansê

1. Me di meha nehê ya 1981-ê de konferansek pêk anî. Di konferasê de pir bi aşkereyî hikûmranî di destê komîteya navendî de bû. Min û hinek hevalan bêdengîya xwe ji bo selametiya partiyê parast, me tenê guhdariya konferansê kir. Di konferansê de Mehmûdî ji min re got: ”Tu xwe neêxî ber rakirina barê berpirsiyariya partîyê, em dê ji hev belav bibin.”

Li ser vê yekê min ji Seyidxanî û hinêk hevalên ku nêzîkî me bûn xwest ji bo ku partî ji hev belav nebe em di komîteya navendî de cih bigirin. Bi biryara komîteya navendî ez bûm berpirsê eskerî û ji bo birêvebirina kampê ez çûm başûrê Kurdistanê.

Piştî demekê Seyidxan û Şefiq jî wekî du kadirên partîyê gehiştin kampa li başûrê Kurdistanê. Şûna ku navenda me bêt başûrê Kurdistanê piraniya wan bi hêceta ku ji aliyê teorîk ve xwe bigihînin çûn Vîyanayê. Mektebsiyasiyekê me ji bo xwendina xwe ya şeqsî ji dest karê xwe berda û çû Sovyetê; du hevalên dî jî cihê xwe li Binxetê xweş kir.

2. Di konferasê de digel ku ez û Seyidxan û hinek hevalên dî li dij bûn, navê PDKT hat rakirin. Beşdarên konferansê digot PDKT nikare bibe partîya karkeran û navê KUK-ê derxistin pêş.

Bi baweriya min wê demê plana belavkirina partiyê û KUK-ê jî hatibû standin. Piştî gelek bûyerên ku ez naxwazim behsê bikim, di pratîkê de ji bo min baş aşkere bû ku hevalên komîteya navendî dê kampê jî û KUK-ê jî belav bikin.

Ji bo civîna komîteya navendî ez çûm Binxetê. Dema min li wir rewşa hevalên xwe û Seyfoyê Tekoşînê dit min ji hevalên xwe re got: “Ma Seyfo ye yê ku KUK-ê bi rê ve dibe? Ev çi taybetmendî ye ku hon digel Seyfoyî dikin?” Bi rêya Şewketî komîteya navendî nerazîbûna xwe li hemberî vê helwêsta min ya li hemberî Seyfoyê Tekoşînê nîşan da.

3. Dema ku em li Qamişlokê civiyan bi hêceteka biçûk û bêwate komîteya navendî daxwaz ji min kir û got: “Divê tu ji civînê derbikevî, bawerî di nêva me de nemaye ku em bi hev re xebatê bikin.”

Paşê wan ji xelkê re got “Evdirehman û Seyidxanî bi piştgirîya Samî Evdirehmanî û Hizba Şiyûî ya Iraqê, KUK belav kir”. Lê belê di realîteyê de Hizba Şiyûî ya Iraqê îtiraf bi komîteya navendî ya partiyê kir û ti têkilî bi me re danenî. Yanî ew îdiya komîteya navendî di heqê me de bêesas bû.

4. Komîteya navendî digot: “Wan dest danîne ser sîleh û kampa me.” Li himberî vê îdiaya wan me bi fermî bi riya Mehmûdî agehdarî da komîteya navedî û got: “Em ne navend in û ti mafê me di navenda KUK-ê de nîne; kerem bikin û heyetekê rêkin başûrê Kurdistanê em dê digel rêxistinên başûr rûnîn û kampê û sîlehên we teslîmî we bikin.”

Kesek tenê jî ber bi me ve nehat, di vê rewşê de me dê kampa xwe teslîmî kîjan hêzê bikiriya? Piştî derbeya eskerî ya tirkan rêxistinên kurdan ji hev belav bûn û piranîya kadirên siyasî li çareya serê xwe geriyan. Yên xwedan îdeal jî li çareya rizgarkirina xwe geriyan, rêxistin di cih de hiştin û revîyan û di ser de jî hinekên dî gunehkar dikirin.

Ez îro pirsiyarê ji hemî kadirên KUK-ê dikim: Piştî ku ez û Seyidxan ji KUK-ê hatin bi dûr xistin çi hat serê KUK-ê? Piştî me KUK bû çend parçe û di heqê hevdu de çi gotin? Gelo cardî jî binasê parçebûna wan em bûn? Gelo ji sala 1992-yê heta niho, digel piştgiriya Herêma Federal ya Kurdistanê, binasê me ye ku wan kesan nekarîye komeleyekê jî ava bikin?

Daxwaza min ji kadirên KUK-ê ew e ku heger hon bixwazin pêşîya we zelal bibe û hon xwedanîyê li keda xwe bikin, divê hon hinek kesên KUK-ê xwe bidin hevdu û gazîyekê ji berpirsên xwe bikin da ku di civînekê de rewşa xwe û rêxistina xwe zelal bikin, ev dê çêtir be ji guhdariya got-gotan.

Bila kadirên KUK-ê biryara xwe bidin û kadirên şoreşgêr divê xwe li ber hemî mercên giran bigirin û li pey doza xwe ya çareserkirina pirsa kurd û Kurdistanê bigerin.

Ez bi keda xwe, bi malbat û partîya xwe serbilind im; tarîxa xebatkaran bi çar gotinên vale qirêj nabe.

Straneke Tehsîn Tahayî heye dibêje ”Darvanîyo darvanî barê xwe nefiroşe bi erzanî”. Divêt em kadirên rêxistina kurd û Kurdistanê barê xwe bi erzanî nefiroşin ti alî û hêzan. Dinya ne şev û rojek e, di pêşîya miletê kurd de hêj gelek rojên teng û tarî mane, divê em ji hemî tengerojan re amade bin.

Nefel-Mediakurd
Evdirehman Şirnexî