|
Em ber bi kûve diçin? |
2009-11-18 14:08 |
Evdirehman Şirnexî info@mediakurd.com |
|
Ez dê bixwazim gor bîr û baweriyên xwe û dewra derbasbûyî ya xwe ya siyasî û rewşa hereketa kurd û Kurdistanê binim bîra xwe.
Qasê min xwe naskirî û bîra rewşa xwe û welatê xwe yê bindest birî, evenî nîzîkayî pêncî salan e.
Belê ti caran wekî evî katê ez li tê de dijim, ez ji rewşa welatê xwe û hereketa netewî ya kurd û Kurdistanê û pîlangeriya dagirkerên Kurdistanê netirsam e.
Bêşik welatekî bi sedên salan li bin zilim û zordestiyê de bijî, dê gelekê têr derd û bela jî be.
Ev derd û belayên bindestiyê dibin sedemên cidafikirandinên cur bi cur û mirovan gorayî berjewendî, daxwaz û hedefên mirovan dide hizirandin.
Belê ya li min zehmet eve ye ku mirov çawe dikare li ser pirsa xwe ya netewî û welatê xwe gemgeşeyên heyîbûn û neheyîbûna xwe û welatê xwe bike?
Dema miletek bête ewê pileya ew bi xwe xwe ewan kesên madileya welatê wan dike ji xwe re bike pêşkêş, hingê felaket dest pê dike.
Dema ez bala xwe didim li ser roja îro ya em li tê de dijîn, dibînim piştî dayina hinde bedelan gelek kesayetiyên kurd û siyasetên xwe ve yên gorayî zimanê dewletê pirsa kurd û Kurdistanê şêrovedikin.
Ema hatin giheştin qonaxeka hinde xirab, dema em gotina Kurdistanê tînîn zimanî, ev gotin ya ji me re birî cihê tirsê û ji aliyê hinek kurdan ve gotina Kurdistanê ya birî nîşana paşketinê û ne rastiya rewşa kurd û Kurdistanê.
Gelo ma em çawe hatîn û giheştîn evê qonaxa tirsa em ji navhildana welatê xwe bitirsîn?
Gelo ma ev rewşa em giheştînê ne bi pîlanên dijminên kurd û Kurdistanê ye?
Gelo ma ev pîlana henê ne bi aşkereye, dewletên dagirker bi rêya Evdila Ocalanî re û bi karanîna nanê vê kurd û Kurdistanê re em giheştandîn evê qonaxa hinde malwêraniyê? Gelo ma ne aşkereye dijminan bi navê kurd û Kurdistanê berê civata kurdan dan cihê dilxwaziya xwe?
Gela ma ne aşkereye dijmin dixwazin ewan hîviyên kurdan yên bilindbirîn paşve bişkênin?
Em tevde dizanin gelek serhildan û şikestinên me yên miletê kurd çêbûn e, belê ti caran miletê kurd wekî evê carê dest ji gotina navê welatê xwe Kurdistanê netirsaye û hertim miletê kurd gotiye ez kurdim û welatê min ji Kurdistan e.
Di demên hemî serhildanên kurdan de, mirov dibîne kurdan çawe piştgiriya serhildanên parçeyên dî yên Kurdistanê kirîn e.
Li bîra kurdan de ye, Mistefa Barzanî çawe têkilî li gel şoreşên bakurê kurdistanê û şoreşa rojhilatê Kurdistanê, cimhuriyeta Mihabatê kirî ye.
Herwiha mirov dibîne ji hemî aliyên Kurdistanê ve siyasetmedarên kurdan ji bona parastina şoreşên welatê xwe berên xwe dayîn e cihên şoreşên çekdarî lê hen e û bê cidatî piştgiriya şoreşên xwe kirîn e.
Gelo kî dizan e bi kuştina çend hezar kurdên bi destên kurdan û bi pilanên Evdila Ocalanî û pilangerên wî hatîn e kuştin, heta em kurd giheştîn evê bêbaweriya netewî û em ji hevdu hatîn e belavkirin?
Gelo em kurd dê kengê bigihîn ewê qonaxa, em bikarîn kêmasiyên xwe bibînîn û ji tecrûbeyên xwe kelk wergirîn?
Gelo em dikarîn bihizirîn evî Evdilayê Kemalist û Ergenekona xwe ve bi kuştina çend hezar ji zaroyên kurdên her çar parçeyên kurdistanê ji hev dan kuştin, heta ev bêbawerî êxistin nava kurdan de?
Ez di destpêka şoreşa Îlûna piroz ya di bin serokatiya serokê netewî Mistefa Marzanî de giheştîm e qonaxa welatparêziyê û ez têkilî xebata welatparêzane birîm e.
Ew şoreşa bi kevne tifengên îngilîzî û mifteliyan ve, di bin serokatiya Mistefa Barzanî de tate rêvebirin û roj bi roj pêşdiket û dibû cihê hîviya kurdan baş li bîra min e.
Ew şoreşa ji miletê kurd re dibû cihê hîviya azadiyê, bi yek dengî ya xebat û tifaqa miletê kurd bû ko giheşt qonaxa dewleta Îraqê bi resmî navê kurd û Kurdistanê û hikmê zatî jî ji kurdan re bipejirîn e.
Di ewî katî de yekîtiya miletê kurd hinde xwirtbû ko miletê kurd şoreşa Îlûnê şoreşa xwe dizanî û Serokê şoreşê jî serokê xwe dizanî.
Ev yekîtiya netewî bû ko karî dewra neh salan de dewleta Îraqê bîne li ser kursiyê dayin û sitandinan bide rûniştandin.
Di ewî katî de herdu quwetên ev Cîhan rêvedibirin jî dijên şoreşê bûn û nedixwestin rewşa herêmê bête guherandin jî. Barzaniyê nemir bi xebat û kiryarên xwe ve cihê xwe li dilê miletê xwe de dabû vekirin ko heta ewî û miletê xwe ve dikarî bi ewan îmkanên kêm ve bikarin serê dijminên xwe bidin çemandin.
Piştî şoreşa Îlûna pîroz di sala heftî û pêncê de çek danî û ji bona demeke yê katî xwe ji meydana şerî da paş û bêhîvîtiyeka giran xwe li ser dilê miletê kurd de berda ji, belê cardî jî kurd ji doza xwe bêhîvî nebûn.
Piştî bi fermana serokê netewî Mistefa Barzanî cardî jî Qiyada Miwaqet bi piştgiriya serok Mistefa barzanî û Idrîsê ciwanemerg de di bin pêşkêşiya Mesûd Barzanî de hate avakirin. Cardî jî zeraqên hîviyên kurdan geşbûn ve. Ew rihê (hestê) netewî parêziyê bû ko di ewan demên şikesta şoreşê de jî, min û herêm, malbat û partiya xwe KUK (PDKT) bi hemî mercan de xwina xwe danî li ser destên xwe, ji bona em cardî jî bikarîn şoreşa Îlûna pîroz vejiyînîn. Û me bi ewî hestê netewî ve cardî jî destên xwe dan piştgiriya birayên xwe û serokatiya şoreşê.
Ew şoreşa derbexwarî cardî jî bi ewê bawerî ya netewî ve vejiya û miletê kurd yê îro berhemên ewan baweriyên netewî dixwe.
Belê piştî pêncî salan û guhertinên di cîhanê de çêbûn û pêşketinên teknîka ev cihan giheştiyê û Cîhan li me biçûk kiriye jî, ez ewê yekîtiya netewî di nava me kurdan de nabînim.
Eza dibînim gelek ji me kurdan jî yên gorayî daxwazên dagirkerên welatê xwe şêroveyan li ser heyîbûna welatê xwe û merzên dijminan di nava me de danîn dipejirînin û gor wê siyasetê jî dikîn.
Gelo ma miletek heye bikare bê ko yekîtiya xwe ya netewî ava bike, bikare welatê xwe azadbike?
Lê dibînim di bakurê Kurdistanê de piştî şerê bist û pênc salan û hirve, pirsa Kurdistanê ya bi devê hinek ji kurdan ya ketî ber bedena înkarê û dixwazin bêjeya Kurdistanê ji bîra kurdan bidin jibîrkirin û kurdan bibin teslîmyeta mafnexwaziyê.
Teslîmiyet ya dibe xêlî û şahî, demokratik cimhuriyet û kemalizim ya dibe şona serxwebûnê.
Kurdistanîbûn ya dibe Tirkiyeyîbûn.
Bedelên xwina bi hezaran xortên kurdan ya dibe qurbana mûyekî yê serê Ocalanê di fermana dewleta tirkan de dixebite.
Ev bîst û pênc salên şerê bi destê tirkan û bi rêvebiriya Evdila Ocalanî re tête rêvebirin yê ber bi hedefa xwe ve diçe. Tirkan û Evdila Ocalan di dema evan bist û pênc salên şerî de kurd giheştandin evê qonaxa xirab ya bê ko ti mafên siyasi bêne xwestin, bi rawesta şerî qayêlbibin.
Ev pîlangerên dijminî yên ji nû ve dibêjin, em dên lê bigerîn ka em dên çawe cimhuriyeta tirkan ya celada serê kurdan bikîn demokratik û kurd jî dê wekî ferdî ji xêratên cimhuriyeta tirkan, wekî tirkekî ji cimhuriyetê istifadeyê bibînin.
Ev pîlana dewleta tirkan û Ocalan ya ji nû ve li ser binaxê xwe dirûne û ew gotinên serxwebûnê û daxwazên mafên kurdan û welatê wan Kurdistanê perda evan daxwazên îro bûn.
Hedefa wan ev bû ko Kurdistanîbûn bibe Tirkiyebûn û kurd perwerî bibe kemalîstperwerî.
Ev nîşanên vê felaketên e.
Gelo çawe şexsekî wekî Evdila Ocalanê bi qatilê hezaran zaroyên kurdan bi xwe re dibîne li ser qedera kurdan bilehîze û bêje ”ez berpirsê miletê kurdim” û ji tirkan re dibêje ”hun min berdîn ez dê ji were hemî derfetan pêk bînim ji bo ko kurd ti daxwazên netewî nekin!”
Gelo em kurd nahizirîn em bi çi pîlan ve giheştîn evê qonaxa malwêraniyê?
Erkê şoreşgêran ne ew e, ew gazindan ji rewşê bikin!
Erkê şoreşgêran ew e ku ew nehêlin pilanên dijminan bi serbikevin û gorayî mercên guhertinan doza xwe bi şarzayî rêvebibin e.
Evdirehman Şirnexî
Hevlêr
04 11 2009 |
|