|
|
|
Lehiztokên Evdila Ocalanî û pirsa Kurdistan ê |
2010-02-27 23:24 |
|
|
Nivîs: Evdirehman Şirnexî
Pirsa kurd û Kurdistanê pirsek ya çaresernebûyî ya netewa kurd de.
Ev pirsa henê pirseke ya di nava Rojhilata Bêvê de biriye pirsek ya sergêjayî û bêçaretiyê, di herêma Rojhilata Nêvê de.
Piştî çarparçebûna Kurdistanê ev pirsa henê pitir aloz biriye û barê çareserkirina wê li ser milê miletê kurd pitir têr zorî, zehmetî û neyarên zêdetir biriye.
Car bi caran xebatên azadiyê di herêmê de geş dibe û xwidanê pirsê miletê kurd li ser çareserkirina doza xwe bi germî dixebite û pêlên xebatê geş dibin.
Bi xebata şoreşgêran re hîviyên miletê kurd geş dibin û hîviyên azadiyê di nava kurdan de digihîn asteke ya herê bilind.
Piştî geşbûna hîviyên miletê kurd, cardî jî pêlên bi dehên lehistokên dijminên miletê kurd dest pê dikin û car bi car wekî şapeyeka berfê li ser evan hîviyan de têt.
Ew hîviyên bilind birîn bi pîlanên dijminên miletê kurd cardî jî bi hemî şêweyên fêhilbaziyan ve, tên e şikandin.
Fêhilbazî û lehistinên dijminên miletê kurd yên biraste rast, têgiheştina wan gelekê bi hêsanîtir tête zanîn û mirov bihêsanîtir dikare ewan lehistinan li miletê xwe bide têgiheştandin. Belê lehistinên rûnediyar û li ser navê dozê têne kirin ji alîkê ve tehlîketirin û ji alîkê ve jî têgiheştandina wan ji bona miletê kurd re ji zehmettir dibe.
Dema mirov berê xwe dide evê rewşê baş tête zanîn ko lehiztinên Evdila Ocalanî yên gotinbaziyên kurdxapandinê ne ji yên dewletên dagirkerên Kurdistênê kêmtirin. Evdila Ocalan ji bona kurdxapandinê bi hemî şêweyên pîlan û hîleyan kartîn e û mejiyê civata kurdan têkilîhev dike. Evdila Ocalan carna sosyalîst e, carna misilman e, carna demoqrat e û carna jî bi sistî jî be navê kurdan jî kartin e. Belê dema mirov bala xwe dide li ser kiryar û gotinên Evdilayî, mirov başdibîne ko ew bes navê kurdan ji bona giheştina hedefên xwe yên ji halê rakirina dozdariya kurdan re kartîne û berê kurdan dide tirkiyebûn ê. Pir bi aşkereye ev pîlanên Evdila yî yên kurd xapînek pîlanên dewleta kûr ya bi rêya, Dogu Perînçekî û Yalçin Kiçûkî re ye. Ew Evdilayê destên wî û wan navbûriyên li jorê li dor situyên hev werandî dê çawe bikarin bibin xwidanên doza miletê kurd û Kurdistanê?
Dema mirov guh dide gotinên ewan herdu Ergenekunciyan û kiryarên wan û Evdila Ocalanî dike, mirov di nava wan de ti cidatiyan nabîn e. Mirov dibîne ko hedefên tevan de ji ew e ko kurdan ji doza wan ya millî dûrbêxin û berê kurdan bitin pejirandina tirkîtiyê. Yalçin Kiçûkî digot ”çûna min ya li cem Evdila Ocalanî ew bû ko em berê kurdan ji welathijiyê babidîn û nehêlîn kurd bibin welatparêz û kurdan bi gotinên bê bingeh ve mijûlbikîn!”
Dema mirov bala xwe dide li ser gotin û siyaseta Evdilayî ji, mirov baş pê dihese gotinên wî û hevalbendên wî yên navboriyên li jor jî, ji bona yek hedefê re kardikin, diyar dibe. Gotinên wan yên demokratiyeta cimhuriyeta tirkan, avakirina partiya sîwan, inkara destketiyên kurdan yên milî û mêjûyî. Înkarên wan yên li ser desthilatdariya xwe rêvebirina kurdan û bi sedan gotinên kompiloyan ve kompiloyên wan yên li ser pirsa kurd û Kurdistanê zelal dibe.
Parastina Evdilayî ya Kemalîzmê û binaskariya wî ya li ser piştgiriya Emperyalîzmê ya arîkarî ya li ser serhildanên kurdan yên mêjûyî, tev de gotinên dijminên kurdan in. Gorayî Evdilayî zeraqeyek ji kûve ji pirsa kurd û Kurdistanê re diyar bibe ew kompiloyeke li ser wî û dewleta wî ye. Pir bi aşkereye Evdila Ocalan û hevalbendên xwe dixwazin mêjûya kurdan li berçavên wan reşbikin û ji kurdan re bêjin ”hun ne miletîn û hun bê tirkan nikarîn bijîn û çenabe hun doza xwe- xwe îdarekirina li ser welatê xwe Kurdistanê bikîn!”
Evdila yê kompilosaz, yê cardî jî dest bi gotinên kompiloya 15 yê sibatê dike û dibêje ”li ser min komployek ya nevnetewî hate kirin” û dixwaze berê gencên kurdan ji neyarên wan yên bingehî babide û berê neyartiya wan bide cihekî dî yê di mesleheta dijminên wan de ye. Hegî ez pirsiyarê ji Evdilayî bikim û bêjim:
-Baş e Evdila te bi herça dewletên dagirkerên Kurdistanê re hevpeymanî kir û te bi dehên hezaran gencên kurdan bi destên dijminî dan kuştin, başe betela xwina wan demoqratik cimhuriyeta tirkan û wesifdayina kelalîzmêbû?
Te bi emrê xwe jî qasî dijminên kurdan zêdetir zarûyên kurdan bi destên mirîd û hevalên xwe yên komplosaz dan şehîd kirin, tu dê ji vêre çibêjî?
-Heger kompiloyek ya nav netewî li pey te digera û dixwest te radestê tirkan bike, di wî demî de tu li kûbû?
Dewleta Suriyeyê kiye û çawe arîkariya te dikir?
-Evdila te di ewî katî de bi dehên hezaran gêrîla li serê çiyayên Kurdistanê hebûn, ma ewan têra parastina te nedikir?
-Baş e Evdila, di ewê demê de rewşa başûrê Kurdistanê berbi başbûnê ve diçû şûna tu biçî nav miletê kurd de mirin û mayina te gel miletê kurd be, te li ser daxwazên dijminên kurdan bi hezaranan xwurtên kurdan li başûrê Kurdistanê dan kuştin, ji van bûyeran kî berpirsiya re?. Evdila tevlî wê jî berpirsên başûrê Kurdistanê ji te re digotin were mirin û mayina me bi hev re, te got ev jî kompiloya ji bona kuştina min e (?)
-Baş e Evdila ma ev dinya hemî li pey te û kompiloyan in?
-Evdila, te ji xwe re çûyina Enqereyê bijart, ne çûyina nava miletê kurd de.
-Evdila tu giheştîbû diryana rê ya xwe ya paşî û piroje ya te û dijminên kurdan giheştîbû dewra xwe û divêyabû tu paşmayiya pirojeya xwe li Enqerê bidomînî û te jiyana xwe û pirojeya xwe êxist xerantiyê de.
-Evdila, ez baş dizanim, berpirsekî yê me kurdan ji te re got ji Romayê dernekeve, te got ez dê biçim dewletaka Efrîqayê, çûyina Kenyayê pîlana te bixwe bû an ji kompilo bû li ser te?
Evdila kacigê emê berê xwe bidin ewan serhildanên qehremanên kurdan û gotin û kiryarên wan dê çawe ji me re zelal bibe ko xwidanê kompiloyan kîne û tu ji kiyî?
Ew serhildan û serokên kurdan yên tu wan biçûk dibînî û ne jibona tiştekê re dihesibînî, çi gotîne û çawe li berbedena dijminên xwe bi serbilindî rawestan e?
Şêx Seîdî, li ber darê sêpiyê ji dijminê xwe re got ”neviyên min gencên kurdan dên tola min ji we re nehêlit!” û bi serbilindayî çû berdarê sêpiyê.
Seyid Rizayî ji sewciyê Mistefa Kemalê te re got, ”sewcî tu ji wî yê li Enqerê re bêje min nekarî ez çareseriyê lî ser vir û bêbextiyên wî re derbêxim, ew bû derdê dilê min, belê herwiha jî, min jî ji wî re çokneda erdê, bila ew jî derdê dilê wî be!”
Qazî Mihemedî jî ji dijminê miletê kurd re got ”divêyabû min hon bikêşa ber fermana dadgeha miletê kurd û radestê edaleda kurdan bikiriya ko ji bona we welatê min Kurdistan ya dagirkirî, belê huna min dibîn ber dadgeha zordariya dagirkeran!”
Qehremanê mezin Mistefa Barzanî bi hemî temenê xwe ve tifenga wî li destên wî de bû û di nava miletê xwe yê xwe ragir de bedena dijminê xwe girt û ewî bi ti şêweyî ji dijminê miletê kurd û Kurdistanê re neda tayê nifis.
Roja îro berhemên pêşkêşiya wî qehremanê nemir, miletê wî yê di bin pêşkêşiya kur û neviyê wî de bi serbilindayî dixwe, belê ka tu li ser daxwaza mafên kurdan çidibêjî tu li kûyî û çawe dijminatî ya destketiyên kurdan dikî?
-Evdila, em dibînîn roja îro em miletê kurd yê berhemên keda ewan qehremanên pêşîvanên miletê kurd dixwin û ema birîn xwidanê desthilatdariyeka federal li başûrê Kurdistanê. Li berçavan e hemû desthilatdariya me ya li destê me de ye û serokê bi dengê miletê kurd hatî hilbijartin, serokwezîr û perlemena Kurdistanê û hemî destgehên me yên milî yên li ser kar in. Belê em dibînîn tu ya çawe dijîtiya destketiyên kurdan dikî û dibêjî emperyalîzma piştgiriya başûrê Kurdistanê dike û federal dewletekê ji kurdan re avadike.
-Evdila ev çi qêrîniyên ten in tu ya ji tirkan re dibêjî we hayî ji xwe hebe tehlûke ya hatî li ber deriyê we?
-Evdila tu ya bi gotinên xwe yên fêhilbaziyan ve dibêjî ”ji bona kurdan re ti desthilatdariyên milî ne pêwîst e!” Tu dibêjî ”hemî daxwazên desthilatdariya milî ji kurdan re gunahkariye û divê kurd ti daxwazên desthilatdariyê nekin û bila tim kurd di bin nîrê koledariya dijminên xwe debin.”
-Baş e Evdila ev çî komplon e tu li ser doza miletê kurd dikî?
-Evdila, piştî evçend mecalên te hebûn tu neçî Enqereyê, ma ne te ji xwe re çûyina Enqereyê bijart?
-Ma ne tu bû te alaya tirkan maçû kir û danî li ser serê xwe û te got ez li emrê xalên xwe de amadem e?
Vêca Evdila ev çi gotinên kompiloyan û teoriyên te yên bê bingeh in tu miletê kurd ji dozdarî ya wî sardikî?
-Belê divê tu jî bizanî heger dozdarên Kurdistanê jî nekarîbin vir, bêbextî û hîlebaziyên te re serî derbêxim û te li miletê kurd bidim naskirin, bila ew jî derdê dilê dozdarên Kurdistanê bin. Belê divê tu ji bizanî em zarûyên miletê kurd ji dên ticarî ji li ber te û dewletên te yên dagirker re çoknedin erdê, bila ewjî dedrê dilê te û dagirkerên Kurdistanê be!
15- 2- 2010
Li Hewlêr |
|
|
|
|
Evdirehman Şirnexî |
|
|
|
|