|
|
|
Kûrahîya dewleta kûr ya tirkan... |
2010-08-28 18:08 |
|
|
Kûrahîya dewleta kûr ya tirkan û sivikahîya aqilsivikên me kurdan
HEWLÊR, 28/8 2010 — Min di nava reşeşeva bindestîyê de çavên xwe li xebata azadkirina wargehê xwe gerandin û ez bi destpelînkê li rêyên azadîyê gerîyam. Min di wan şevereşên tarîstana bindestîyê de li ber xwe da û bi awayekî serşikestî û laşperçiqî, min perdeya şevereşên bindestîyê bi sebir û aramîyê ve derizand. Zeraqên tirêjên zeratîya birqa azadîyê xwe li nava çavên min dan û çavên di nava xewa bindestîyê de kelmişîn ji xewê vebûn û reşperdeya bindestîyê xwe di nava mijangan re, ji bin meşkolên bînahîyan ve da paş.
Qetandina reşperdeya bindestîyê û zelalîya zelalbûna sipêdehîya hêvîyên hêvîşikestîyan, kutînî ji dilên dagirkeran anî û perdeya tirsê ji tirsa mafparêzên kurd û Kurdistanê, çavên wan dagirkeran tarî kirin. Dagirker ketin nava lêgerînên tarîstanan û bi serîkî noqî kûrahîya bîra wargehê min bûn. Wan dagirkeran bi hemî taqeta xwe ve destên xwe avêtin bêkiz û aqilsivikên wargehê min, da wan li dijî dozdarîya doza dozdarên warê min bi kar bînin.
Şerekî mirin û mayinê di nava parêzgerên welatê min û wan aqilsivikan de dest pê kir, wan aqilsivikên ko xwe spartin qaweta dijminên min, bêtexsîr ewan gel kûrahîya dewleta kûr a tirkan destên xwe dan hevdu û noqî jihalêrakirina binerdîya warê min bûn.
Dagirkeran aqilsivikên ji raya warê min hêşîn birîn, ew kirin gula gurgan, ji dizî ve di nava rayên deramet û darmeyweyên baxçeyên min de hêşîn birîn. Van gulên gurga jehrîdayîyên ji alîyên dagirkeran ve hatin xapandin, pelên bêzûyên mala min çilmisandin û ew gulên min werandin ko ew yên ji nû ve li darmeyweyên wargehê min bişkivî bûn. Wan di rêya van fenan re berhemên keda min ya bi sedên salan beravêtî kirin.
Vê kûrahîya dewleta tirkan a kûr bi rêya aqilsivikên wargehê min û li ser navê min, destên xwe di kûrahîya cergên min de bi cih kirin. Vê kûrahîya dewleta tirkan a kûr destên xwe di nava cergên min de gerandin û piç û piç parçeyên cergên min ker-ker kirin û dil û nav li min vala hêlan. Nalînên min yên ji ber dilbirîndarîyên min, sivikahîya aqilsivikên wargehê min ji xewa xapînek ya ji kûrahîya dewleta tirkan ya kûr hişyar nekirin. Birîndarîya min ya ji dilê kul û ji derdê sivikahîya aqilsivikên ji wargehê min, hingî çû li min girantir bû.
Kanî mafparêzên warê min? Çawa hatin bêserûşûnkirin? Kanî jixwebawerî û daxwazên mafxwastinên wargehehê min? Kanî daxwazên pîrozahîyên min, çawa hatin jibîrkirin? Kanî hivde hezar û pêncsed bêser û şûnên min, yên ko bidestên tarîtîya kûrahîya dewleta tirkan ya kûr ve hatin bêserûşûnkirin? Kanî panzdeh hezar gulên di wargehê min de, ji nû ve bişkivîn û bi kewna gulvedana xwe ve, çawa bi destên qibalegirtîyên kûrahîya dewleta tirkan ya kûr ve ji nava cergên min hatin qurçifandin?
Êrê aqilsivikên ji wargehê min, ma aqil nayêt serê we û hûn napirsin, bê kanî ev gulên herroj ji baxçeyê we têne qurçifandin di ber çi de têne qurçifandin û çawa pîrozahîyên wargehparastinê bi yeko yeko ji destan têne standin û ji mejîyan têne paqijkirin?
Êrê aqilsivik û bêkizên warê min, ma hûn nabînîn, kûrahîya dewleta tirkan ya kûr ji bona we ji miqedesatên we bidin dûrxistin, bê çawa ji neferên xwe heta bigihêje serokê xwe yê cimhurîyeta xwe, di ber doza xwe ya neheqîyê de didin kuştin? Ma hûn nabînîn, bê vê kûrahîya dewleta tirkan ya kûr, destên xwe çawa di nava cergên we de gerandine û wî pûtê we ji mesleheta xwe re bi kar tîne?
Baş e, aqilsivikên ji warê min, em ê bibêjîn ko hivde hezar û pênc sed bêserûşûnên me kurdan bedeldayinên mafxwastinên in; em ê bibêjîn ko valakirina nêzî pênc hezar gundan û heyîbûna xwe ve jî bedelên mafxwastinên kurd û Kurdistanê ne; em ê bibêjîn ko pênc milyon mişextîyên me jî bedeldayinên mafxwestina welatîyên Kurdistanê ne.
Gelo em ê ji panzdeh hezar gulên bi kewna xwe şane bûn û lixwemikirhatina wî pûtê bi emrê dewleta tirkan ya kûr li ser me hatiye ferzkirin û bi destên pûtperesên wî hatine qurçifandin, di ber çi de bihesibinîn?
Ka ji kerema we re, em ê berê xwe bidin bedelên kûrahîya dewleta kûr ya tirkan û em ê bihesibînîn, bê çi bedel dane û çi berhem jê sitandine. Paşê jî em ê berê xwe bidin bedelên me kurdan, bê me çi dane û dewleserê aqilsivikan û bêkizên me kurdan çi berhem ji bedelên xwe wergirtine. Hingê dê bête zanîn ko ji aqilê sivik çendî barên giran çêdibin.
Kanî navhildana navê Kurdistanê li kû derê ma? Kanî avakirina Kurdistaneka serbixwe bi kû ve çû? Kanî yekîtîya herçar parçeyên Kurdistanê çi lê hat? Kanî avakirina Kurdistaneka demokrat ya li ser binaxê rêzlêgirtina cidafikirîyê û avakirina bereyên Kurdistanî li kû man? Berê xwe bidin rewşa me, bê bedelên me dane çi anîye serê me.
Vê kûrahîya dewleta kûr ya tirkan pûtek ji giranîya çîyayê Cûdî girantir yê bi pûtperestên wî ve danîn ser sînga miletê kurd. Ev çend bedelên me bûn qurbanîyên cotek gotinên di nava lêvên wî pûtê li ser me hatiye ferzkirin û miqedasatên me li me kirin kaya liberbayêketî.
Vêca em ê berê xwe bidin bedelên ko dagirkeran dane û em ê lê binêrin, bê berhemên ko wan ji me kurdan standine çi ne. Wan çend kuştîyên xwe gel hinekî malê dinê jî dan. Belê wan bi rêya pûtê wan çêkirî, navê Kurdistanê ji bîra me bir, serxwebûna Kurdistanê li me kir qurbana Kemalizmê û yekîtîya herçar parçeyên Kurdistanê li me kir federasyona rojhilata navîn ko hem ji kurdan re û hem jî ji cîhanê re hêjahîya pêkenînê ye. Wan hêvîyên avakirina dewleteka Kurdistanî kir hêvîyên eyaletên herêmî û kurd jî kirin mişextîyên bêcihûwar û xwegirtîyên tirkan. Gelo tu nêzîkayî di navbera bedelên me yên dayî û berhemên me yên wergirtî de heye?
Belê, gava em berê xwe bidin bedelên ko kûrahîya dewleta tirkan ya kûr dane û berhemên ko wê kûrahîyê wergirtine, hingê em ê di warê bi serketin û planên dewleta kûr û şagirtên wê de serwexttir bibin û hingê em ê ferqa zerar û zîyanên me û ya kûrahîya dewleta kûr ya tirkan zelaltir bibînin. Vê kûrahîya dewleta tirkan ya kûr, bi kuştina gencên me kurdan ya ji herçar milî ve û bi planên xwe û aqilsivikên me kurdan ve, li ser navê me, şehê me di serê me de şikênandin û kodika gerê xist destên sêwîyên me.
Çi dema aqilsivik û bêkizên miletekî desthilatdarîya wî miletî bixin destên xwe, ew milet dê bibe parîyê gurgên çolan, herwiha jî çi dema aqilmend û jixwebawerên miletan desthilatdarîyên miletê xwe bixin destên xwe, ew milet dê bibe taca serê miletan û di cîhana medenî de jî rûmeta wî dê her bilind be. |
|
|
|
|
Evdirehman Şirnexî |
|
|
|
|