|
Bêjeya dil – 4-5 |
2010-12-21 11:59 |
|
|
Nasekî min, guvêşka xwe ya rastê bi tiliyeke xwe ya dirêj guvaşt, çavêd xwe kûriş kirin û ji min re ev bûyer an jî ev çêrok sapirand, got:
“Ez û dostekî xwe yê dilgerm bi hev re pir diketin gengeşiyan. Wî ne bi Xwedê û ne jî bi kêşeya me ya neteweyî bawer dikir, ew Qomonîstekî mormorî bû, herroj ji min re li ser nêrîn û ramanên Karl Marx û Friedrik Engels, li ser şorişên Kuba, Viyetnam û Filistînê dipeyivî, hema tew carekê jî gotineke qenc an baş di mafê rêberên me yên Kurd de nedikir. Wî pir hezdikir ku ew mîna şorişgêrekî sor di nêv xelkê de bite naskirin û pir bizavên xwe jî dikirin, da ew wekî mezinekî an rêberekî pêşverû di nav Qomonîstan de bite pejirandin. Gava wan rê nedane wî, gotin û axazên wî jî bi paş guhan ve avêtin, êdî ew hate nêv welathezan û bû niştperwer. Rojekê li vir û yekê li wir, ew dostê min navdar bû, gelek kes bi pey wî ketin, û wekî hûn dizanin, gava Kurd bi hêz dibin, berî her tiştekî pê li meriv û dost û nasên xwe dikin. Ew jî Kurd bû û wî jî wilo dikir. Zora xelkê dibir, ewana talan dikirin, rê li wan girêdidan û bizava xwe herdem dikir, ku gundiyan, karkiran, nîv-xwendevanan û bêtir jî afretan bîne ser ola xwe ya ji nû pêda kirî bû. Ez dibêjim “ola xwe” ji ber ku wî xwe wekî avakarê oleke nû û taybet dida nasîn, xwe bi ser ve jî wekî pêxemberekî bê çewtî jî bi nav dikir…Wî digot ku kesê serxwebûna gelê Kurd nexwaze mirovekî bê namûs e. Ev gotin jî pir bi dilê gundiyan, welathezan û Kurdperweran bû, lew re ji wî hez dikirin û li dora wî diciviyan…Ji nişka ve, cîhan li seriyê wî teng bû, ew ji ber leşkerê dewleta Osikan reviya, hema ew hate girtin û bi wî girtin avêtin binzevînekê, li dereke dûrî gund û mirovên me…”
“-Êh…!”
Nasê min soliqeke kûr û dirêj li cigara xwe ya ku bi xwe pêçayî xist û çavêd xwe dîsa kûriş kirin û gotina xwe gudand, got:
“-Sal û meh derbas bûn. Min xwe bi raman û dîtinên wî dostî gelek gêro kir. Serxwebûna Kurdistanê, avakirina dewleteke nêvneteweyî di herêma Rojhilata Navîn de, tunekirina part û kesayetiyên kevneşop, avakirina deselatiyeke ku bêtir afret têde fermandar bin, û pêdakirina nijdekî mirovan, ku tew bi Xwedê bawer neke û her amade be bo bi cîh anîna raman û fermanên wî, bi can û bi xûn di ber wî de xwe bide qurbankirin…”
“-De bibêj lo…Te dilê min germ kir!“
„-Erê, wekî ez dibêjim û hîn bêtir jî…Şevekê ji şevên zivistanê, ku berf kabekê barî bû, kesekî nediwêrî ji mala xwe derkeve, ez li ber bermayê agirê pixarê, ku teviya rojê û êvarê vêketi bû, rûniştî bûm. Ji nişka ve, li ber rohniya çiraxeke zeytê, ku jar bûbû û teniya reş cama wê girtibû, pêjina mirovekî bi ser min de hat. Min guman kir ku endamekî malê ji xew rabûye. Hema ne wilo bû. Ew dostê min î ku wekî ez dizanim di zindanê de bû. Dilê min veciniqî, lêv û kabên min lerizîn û ez lal bûm, nema dizanim çi bibêjim.“
„-Qey Îzraîl bû?“
„-Bi Xwedê carina mirov di hindirê mala xwe de jî ditirse!”
“-Tu rast dibêjî.”
“-Demekê me li rûyêd hevdu temaşa kir. Ew hati bû guhartin û ez jî hati bûm guhartin…Dem mirovan diguhêre, ne tenê ji aliyê teher û pêjn û rewştin xuyayî ve, ji hinder ve jî…Min pirs kir, ka ew çewa di vê zivistana sar de, di vê berf û seqemê de, di nêv ewqas rêbendên neyaran de, ji zindana xwe hatiye gundê xwe, hatiye mala me. Wî bi asanî ji min re da zanîn ku ew mîna Xizir- Silav lê bin- herdem azad e, dikane di dîwarên çemento re derbas be, li ber wî dergahên asinî bê merbend û kilît in...”
“-Hella..Hella..!”
“-Erê, wî gote min ku bihatirîn pirtûkên “Siyasetê” di ser surhên zindana wî re difirin û dadikevin hindirê odeya wî, tazetirîn nûçeyên cîhanê bi lez û bez digihînin wî, ew nameyan ji zindana xwe dişîne bo balatirîn saziyên mafên mirovan li cîhanê, nameyan bo hogir û hevalêd xwe, çi jin û çi mêr, ku li gelek zindanan dimînin, dişîne, li rewşa wan dipirse, azara dide wan, dilên wan germ dike, da ewana jar nebin…û bi ser ve jî, ew heme kom û rêkxiraw û saziyên xwe, dost û nasên xwe, peyrew û peyayên xwe, ji odeya xwe de dajo, ku ve xwest wilo… Ew dikane wan bişîne cengê û dikane wan bike melhema birînan, nerm û aştîxwaz…”
“-Heylo, qey neyar çavkor in, tew nabînin û nabihîsin… An jî ewqas demoqrat û parêzvanên mafên girtiyan in?”
“-Ez çi dizanim?”
“-De bibêj, kuro, bibêj…“
„-Dawî mêvanê min, ê ku bi şêweyeke nenas li aliyê dî yê pixarê, li hember min rûnişti bû, gote min ku ew gelek poşman bûye.“
„-Poşmanê çi, keko?“
„-Ew poşman bûye ku wî daxwaza serxwebûna Kurdistanê kirî ye. Ew ji pirtûkên ku diketin destê wî fêr bûye ku pêdiviya gelê Kurd bi dewleteke neteweyî nîne. Ew têgihaye ku mestirîn neyarê Kurd, yê gelek caran Kurdistan di nêv xûnê de hêlaye, mestirîn dostê gelê Kurd bû. Şêx û meleyên Kurdistanê, ku tev kevneşop û olparêz bûn, xinizî bi wî kiri bûn, serî li wî hilda bûn û ew ber bi cengê ve têveda bûn, tevî ku ew mirovekî pir aşt bû. Çewtî ya Kurdan bû ne ya Osikan bû, ku Kurdistan pir caran tar û mar bû, talan û wêran bû…“
„-Bi Xwedê min ev nedizanî.“
„-Ji min re got ku serekên Kurdan li jêriya Kurdistanê gelê Kurd ber bi qirkirineke dî ve dajon. Libat û kefteleftên wan dibine xencer di pişta neteweyên rexvan de…“
„-Weylo! Rast?“
„-Bi Xwedê ez nizanim, wî wilo got. Bi ser ve jî gote min ku kuşterên gelê me, yên di cengê de li Kurdistanê hatîne kuştin, tev şehîd in û ew seriyê xwe bo dayîkên wan diçemîne û lêborînê ji wan dixwaze…”
“-De bese…bese…Êdî tu dixwazî ji min re li ser polîtîk û molîtîkê bipeyivî…Wekî Turk dibêjin: Yeter.
“-De bila. Gava te yeter kir, ez jî yeter dikim.”
“-Keko, te ji min re negot, ka ev çêroka te an ev bûyera te ji min re sapirandî, rast bi te re derbas bûye an ji xwen û pêjiniyên seriyê te yê nexweş e?“
Carekê kûr li min mêze kir û got:
„-Tu ya rast dixwazî? Ez jî nema dizanim.“
Paş van gotina, her yekî ji me rûyê xwe bi aliyekî ve guhart û bi pey fantaziyên dil û mejiyê xwe ket. Di jiyana mirovî de rastî û pêjinî pir di nav hev de dijîn, tev li hev dibin, û gelek caran mirov nikane wan ji hev cihê bike.
--------------------------------------------
Bêjeya dil – 5
Cankurd –20.12.2010 / 21:33:56
Rêya min dirêj bû, pir dirêj bû. Diviya ji bajêrê Cizrê, ku bi Burca Belek û gorên Mem û Zînê, bi gora pêxember Nûh, silav lê bin, û bi berxwedana xwe ya gelêrî li hember zorbaziyê, navdar e, ez bi Autobusekê bême Amedê, ku li ba her Kurdekî welathez giranbiha ye, û ji ber ku di wan rojan de tevlihevbûneke mezin li bakurê Kurdistanê hebû, hindik mirov hilkişiya bûn hindirê autobusa ku ez yek ji bînekên wê bûm, nîvê sendeliyên wê vala bûn, lew re kesên ku xudanê wê bûn bêtir pare ji me standin, bi behaneya ku ewana nikanin bi hejmareke wilo piçûk ji bînekan, bi rê Kevin.
Gava ez suwar bûm, min dît ku sendeliyên paşîn tev valane û bo min wê çêtir be, ez li wir vehesa xwe bistînim, paş çend rojin gelek dagirtî bi kar û xebatan, li jêriya Kurdistanê. Min dît ku pîremêrek di aliyekî de bi keçeke ku bêguman sîh salan ji wî ciwantir bû, ketiye henek û yariyan…Min pêşî guman kir ku ew dota wî ye an neviya wî ye, lê pişt re min dît ku ew carcar bi dizîka dest davêje sîng û berê keçikê jî…Ez matmayî mam, hema Kurdekî porbelek, rûqermiçî ku ew jî li pey min hilkişiya bû hindirê autobusê, ji min re da xuyakirin ku hinde Kurd hene li wan derdoran keçikin pir ciwan li xwe mardikin û eve jî dibe egera gelek nebaşiyan û serêşan bo malbata wî û bo ya jina wî jî. Carina jî wan jinên ciwan ji xwe re bi dizîka yaran dibînin û ji ber wê yekê têne kuştin, gava kesek li wan haydar dibe. Li dawî ji min re xuya kir ku van kesên wilo jinciwan û bi xwe pîr, di piraniyê de gundî ne, ne çavrohn in û ji şaristaniya nûjen ve dûr in…!!!
Di rê de, gulav bi ser destên me de hate weşandin, piskiwît û av bo me hat dayîn û bêtir ji carekê tîmên taybetên leşkerê em ji autobusê daxistin û nav û navling û lingêd me pelikandin, gotinên nebaş bo me kirin û hinek pirsên bê wate ji me kirin. Bi ser wê de, min biryara xwe da, ez careke dî bi autobusê di wan rêyan re nerim û netêm. Wekî dî baş bû, hema mejiyê min nema dikanî teviya rê guhdariya wan hemî stranên dengbilind ên Îbrahîm Tatlisiz bike, ku ji vidiyoyên autobusê wekî îşkenceyekê ji bînekan re dihatin nîşandan.
Ew Kurdê porbelek ku hezdikir bi min re bipeyve nedizanî ez kîme, ji ku hatîme an ez ku ve diçim, lê baş dizanî ku ez Kurd im û wekî wî ez rêwiyekî di autobusê de di rê de me.
Paş ku em di ber pûtekî Ataturk re, ku li dergahê qişleyek cendirmeyan bû, derbas bûn, gote min:
„-Birawo, ma çi demê wê Kurd jî wilo bihayê serokên xwe bizanin?“
„-Ez nizanim, hema ez dizanim ku Ataturk bi ser ket û ewê serkeftî li her derekê têye bilindkirin.“
Diyar bû ku ew bi bersiva min dilşa bû û têgiha ku ez ji gengeşiyekê re amade me. Lew re bi lez got:
„-Tu çi li ser miya Dolly dizanî?”
“-Miya Dolly? Ev ji ku ve hate bîra te?”
„-Min bihîst ku li Ewrûpa an Amerîka miya Dolly kolon kirine û yeka wekî wê, pêda kirine, herdu sedased wekî hev in.“
Min dît ku ev mijar baştir e ji siyasetê, ji ber ku dostina bo min goti bûn:“Di rê de li ser siyasetê deng neke, devê xwe bigir.“
Min gote wî Kurdî:“-Erê min jî tiştekî wilo xwendiye, û min xwend ku zanayan dikanin reftarên nû ji yê pêdakirî re pêda bikin, an yên ê jêkolonkirî bi tevayî biguhêrin.“
Mêrik bi çavin tijî lawazî û rovîtî pirsiya:“-Çûn?“
Min got:“- Ew dikanin pêdakiriyekî tersî yê jê kolonkirî amade bikin.“
„-Min ew jî bihîstiye. Min bihîstî ku ewana dikanin li ciyê tirsê wêrekiyê, li ciyê nezaniyê zanînê û li ciyê karheznekirinê karhezkirinê, têxînin nefsa pêdakiriyê nûkolonkirî.“
„-Hema ez nizanim çi rast e û çi derew e.“
Hevrêyê min xwe di sendeliya xwe de piştrast kir, histoyê xwe yê dirêj ber bi min ve gerand, ku seriyê wî pir ji yê min ve nêz bû û bi dengekî daketî, wekî bi dizîka got:
„-Ez dibînim ku serokên me paş ku tên girtin û ji zindanê derdikevin tersî xwe dibin.“
„-Mebesta te çiye?“
„-Bi rast bo min hate gotin ku li ba neyarên me jî zanîna kolonkirinê pir pêşkeftiye.“
„-Ez baş tênagihim mebesta te.“
„-Gelo, qey evana serokên me kolon dikin?“
„-Çi?“
„-Birawo, çewa kesek bo serxwebûna Kurdistanê amadeye xûna hezaran law û keçan bike qurban û paş ku tê girtin dij bi serxwebûna Kurdan dipeyive? Çawa yek sibê heta bi êvarê dij bi Ata… dipeyive, wî wekî mestirîn neyarê gelê Kurd dibîne û dide tawanbarkirin, dawî gava ji zindanê derdikeve, vedigere têye mala xwe, bizava xwe di navê gelê me de belav dike ku Ev Ata…baştirîn dost e bo gelê Kurd?“
„-Keko, ev tiştê tu dibêjî pirsin dijwar davêje meydanê. Qey ewana serokên me di zindanê de kolon dikin û hinek dî li şûn wan ji me re dişînin nav me?“
„-Erê. Ez di vê baweriyê de me.“
“-Hella hella!!!”
“-Rast te mejiyê min tev li hev kir.”
Di wê navê de, em ji Amedê ve nêzîk bûn. Min xwest ez bizanim ev Kurdê serî bi famntaziyan dagirtî çi kese û ku ve diçe, ji min re ev tiştekî nû bû…si seriyê min de pirs pêda kirin…Lew re min pirs kir:
“-Keko, tu niha ku ve diçî? Ez dixwazim bêtir ji te bibihîsim.“
„-Min bihîst ku serokekî me taze ji zindanê berdane, ew hatiye mal û niha di nav gel de tiştin seyr dibêje ku berê tew dij bi wan gotinan bû. Ez dixwazim baş wî bidim ber tênêrîneke dirêj, ka eve rast serokê me filan e an pêdakiriyekî kolonkirî ye.“
„-Niha te kar û mala xwe li şûn xwe hêştine, da tu bizanî, ka zanayên neyaran filan serokê me kolon kirîne an ne?“
„-Erê…“
Wilo bi diristiyeke ku bawerî li ba min pêda kir ku ev Kurd mirovekî dîn û şêt e an jî xudan fantaziyeke pir hêgin û bi berhem e.
Xatirê xwe ji min xwest û di nav kolaneke tijî mirov de ji ber çavêd min berşê bû.
|
|