Skip Navigation Links
Kurdî » Nivîsar : Cankurd: Pêdivî bi Encûmena Neteweyî Li Rojavayê Kurdistanê mestir dibe!
 
Cankurd: Pêdivî bi Encûmena Neteweyî Li Rojavayê Kurdistanê mestir dibe!
2011-03-17 22:49

March 11, 2011; Cankurd@email.com
Ji gelê me re, li Rojavayê Kurdistanê û ji teviya neteweya Kurd re, li Kurdistan û li cîhanê, roj bi roj, tê bi cîhkirin û dîtin, ku rêberiya gelan bi yek hilgêrekî raman û siyasetê deriyê zorkirinê û çewsandina gel bi asanî û bi zûkî vedike, sîstemên diktator û bi gendelî pêda bibin.

Carina sîstemên dulayanî jî, ku tenha du hilgêrên siyasî di civatê de deselatdariya welatekî an civateke mirovî li hev pardikin, an yek cîhê yê dî destine, jê re dibe hembervan an cîhgir, nikanin demokratiyê, azadiyê û mafên mirov baş biparizin. Bo nimûne, em nexweşî û jarbûna sîstema siyasî ya amerîkî dinasin, û gelek çavdêrên ramanbilind dibînin ku heger di kongirêsa amerîkî de bêtir hêz ji du partiyên mezin (Demkrat û komaparêz) hebana, wê rewşa gelê amerîkî ji her aliyekî ve pir ji ya niha çêtir ba.
Li jêriya Kurdistanê, hilbijartina gel di seriyê serpêka wî ya demokrat de, sala 1992ê, bi paş guhan ve hate avêtin. Hîngê ji PDK re 51% û ji YNK 49% ji dengên gel çêbûn, ji ber ku keviya derbasbûna nêv Parlamentê bilind bû û partiyên piçûk li derve man û dengên wan standî bûn li herdu partiyên mezin hatin parvekirin. Diviya PDK deselatdar ba û YNK biba hembervan di parlamentê de, hema wilo nekirin û biryara gel binpêkirin. Li ser wê jî sîstema (Fîftî-Fîftî) pêda bû û me dît wê sîstemê bi xwe re çi nebaşî di jîna siyasî ya başûrê Kurdistanê de afirandin, ku ta niha gelê me ji ber derd û êşên wê sîstema %50-%50 dinale.

Heger em berê xwe bidin avahiya siyasî ya gelê xwe li Rojavayê Kurdistanê, em ê bê guman pir kêmaniyan, çewtiyan û jarbûneke giştî di her warekî de bibînin. Gengeşiyên me li ser va rewşa wêran a her mayî ji zû ve ne, û hejmara kesên ku nexweşiyên tevgera me ya siyasî bincil dikin, roj bi roj kêmtir û piçûktir dibe, ewana nema dikanin xwe ji rexnekirinê biparêzin.
Ta niha li Rojavayê Kurdistanê partiyekî wilo bi hêz nîne, ku kanibe rêberiya gel bi tenê xwe bike. Bizava jarkirin an tunekirina partî yên hembervan, ku hinekan dixwestin di Rojavayê Kurdistanê de bikin, bi ser neket, û bi taybet ewên ramana “Yek serok, yek partî, yek Îdeolocî” hildigirin.
Roj bi roj, bi teviya xebatkarên gelê me re diyar dibe ku sîstema “Bêtir ji yek partiyekê” êdî cîhê xwe di civata gelê me de girtiye û pejirandina gel standiye. Eve jî pêwîstiyeke ji pêwîstiyên demokratîkirina civaka siyasî, hema di nêv gel de gengeşiya devkî û nivîskî, hevkaşkirin û rakêşana partînî tenê, ne ji gel re û ne jî ji tevgerê re rûn bi ser dêw dixîne, lew re avakirina “Encûmena Neteweyî ya Kurdistanî- Sûriye” xwe wekî histobariyeke hevpar davêje hole.

Xebatkarên gelê me, di nêv tevgerê û di nêv gel de, pir peyivîne, lê mixabin! Karê dirist ê ku di vî warî de berî niha bi çend salan hati bû kirin, ji aliyê hinek basikên tevgerê ve, ku bi dilgermî tev li wê bizavê bû bûn, hate beravêtin. Bi serketina projeya KNK-S wê pêşketineke mezin ba ji tevger û ji gelê me re, û bi taybet di bilindkirina kêşeya me ya neteweyî de, di cîhan û trata “meydana” azad û demokrat de.
Mixabin, li cîhê wê encûmenê, sozê pêdakirina vegêrekê “mercî’yetekê” ji aliyê partiyan û serokên partiyan ve hate dayîn û gotin wê di 3 -6 mehan de di kar keve. Ew “Vegêr” ta niha hîn wekî xewnekê ye, û hinek dibêjin ku ew “dereweke mezin a mezinan” bû. Me hîn di seriyê wê gavê de got ku eve lîskeke bo herifandina KNK-S, û rast jî wilo, ewên ku maf didin xwe 40-50 salan wek serok bimînin, wê her tiştekî bikin, da kes wan bi paş ve nede, tenha mirin bi wan dikane, û baweriya wan bi demokartiyeke di bin wan re heye… Ji wan jî hene tew bi xebatên li derveyî welêt nebawerin. Hinek dibînin ku yekdengî di navbera wan û dewletê de di vî warî û di gelek warên dî de jî heye.

Niha jî, di van rojên livlivane de, ku bûyerin mezin çêdibin û li Sûriye jî çêbibin, Me ne KNK-S û ne jî Vegêr heye. Melayên me yên siyasî jî, ku dixwestin bi vegêrekê destê xwe di ser biryarên ciwanan re bigirin, îro nizanin çi bikin.
Ji ber ku rewşa me pir nazik û lawaz e, hêza her partiyekî kurdî bi serê xwe li Rojavayê Kurdistanê hindike, pêdiviya gelê me bi encûmeneke xort û li ser binyadeke dirist heye. Bernameya ku di bizava pêşîn de hatibû danîn başe, û têkiliyên ku di cîhana azad û demokrat de ta niha bi navê KNK-S hatîne kirin baş bûn, ta niha jî hinek dilsozên wê ramanê, ku dikanin baş bixebitin, li her welatekî Ewrûpa û li Amerîka û li gelek welatên dî hene, mercên nêvneteweyî jî bo saziyeke kurdî ya wilo harîkar in, dost ên gelê me erê dikin ji xebateke hevreyî ya wilo re…Rê vekiriye, hema ez nizanim, ka bo xebateke wilo kurdistanî destûrê kê ji me re pêwîste!

Ji ber gelek xalên baş û erênî, wekî Kurdekî serbixwe û ji zû ve axaza saziyeke wilo dikim û jê re dixebitim, ez bang li heme xebatkarên niştperwer dikim, ku vê delîveya dûrokî ji dest bernedin, û bi hev re bilivin, da ramana KNK-S li ser binyadeke rastir û dirstir, ser ji nû ve geş bibe, bo gelê me xêr û bêr wê têde hebe.

Ji ciwanan têye xwestin ku ewana zorê bînin ser pîremêr û pîrejinên di sîngê tevgerê de wekî şahan daniştine, nahêlin tiştek di memleketa wan bilive. Ji xwe omêda me ciwanên Kurd in û bi taybet ji niha û pê ve.
Cankurd
Cankurd: Bese, azaran nedin gelê Kurd
Cankurd: Salih Muslim dibêje ku…
Li rojavayê Kurdistanê çi heye?
Nameyeke vekirî ji rewshenbîrên Merîx re
Rojavayê Kurdistanê ku ve diçe?
Solên sor
Baronê Rihșîn
Mêrekî keçel carekê
Bo (Meclîsê) erê, hema çi Meclîs?
Kurd û projeya “federlî” li Sûriye
Çend têbînî li ser gotara Dr. Ebdulhekîm Beșar -Serokê Partî Dêmoqratî Kurdî li Sûriye (ALPARTI)
Efsane û çêrokên me yên gelêrî
Cankurd: Pêdivî bi Encûmena Neteweyî Li Rojavayê Kurdistanê mestir dibe!
Bila em giş bixebitin bo “Rêberiyeke hevreyî”
Bêjey a dil (6): Rewşa netewê
Bêjeya dil – 4-5
Bêjeya dil (3)
Bêjeya Dil (2)
Bêjeya dil
Stûnên baweriyê di Îslamê de
Ezdîn Şêr - I
Tefşokariya Filosofan
Defter a min
Stûnên baweriya rast di Îslamê de
Serxwebûn û Autonomî
Cankurd Kurd çi dixwazin?
Cankurd: Ez ji serxwebûna Kurdistanê re dixebitim
Cankurd: Were, em bifirin
Kurdan nekuj ey teres!
Serhildana qehremanê kurd Simko (1921 1930)
Şehîdkirina Dr. Abdurrehman Qasimlo
Mîtolocî û dûroka cejna Newrozê