|
Rojavayê Kurdistanê ku ve diçe? |
2012-08-01 14:21 |
|
|
Tiştekî seyr e, ku wezîrê derve yê Türkiye, diçe Hewlêrê û bo serokê gelê kurd, Kak Masûd Barzanî dibêje:
Pêwîste hûn vê û vê bikin, da dewleta Turkan bihêle Kurd li Sûriye mafên xwe bistînin.
Eve bi rastî cersiyeke siyasî ya mezin e û li ber çavêd teviya cîhanê dide xuyakirin, heta çi pileyê vê dewletê tiliyêd xwe xistine nav mijara „Rojavayê Kurdistanê“.
Ev wilo bûye, tenha ji ber ku tevgera neteweyî ya Kurdî ta niha jar û tabelav e.
Bêguman, naye ji bîrkirin, ku Türkiye, wekî dewleteke xudan hêz û kanîn, û hevrexê seranserê tixûbên bakurê Sûriyê ye, wê herdem bizava xwe bike, da Kurd li Rojavayê Kurdistanê mafên xwe yên serekîn ji dewleta Sûriye nestînin, wekî mafê çarenivîsê, Federaliyekê an jî Autonomiyekê, ji ber ku bidestxistineke wilo dikeve berdestiya gelê Kurd li bakurê Kurdistanê jî.
Hema ji me Kurdan jî tê xwestin, ku em wê delîveyê nedin dewleta Turkan, ku her tiştekî dixwaze bi cîh bîne, an jî destên xwe di her karekî me bide.
Eve çewa dibe?
Berî mirov gavekê bavêje, divê ew binêre, ka ew gava xwe ku ve davêje, lingê xwe dixe ser latekî zinarî an dixîne nav goleke avê.
Li Rojavayê Kurdistanê, wilo bi zanîn û têgihîştin, gav nehatin avêtin.
Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), ku her kesek li ser rûyê zevînê, wê wekî şaxekî ji PKK dizane û dinase, bi lez û bez, xwe di navçeyên kurdî de, wekî hêzeke deselatdar û hêzdar da xuyakirin, û hinde navçe û bajar û bajarokên Rojavayê Kurdistanê xistin bin destê xwe.
Ev jî bê ceng û bê tiveng çêbû.
Hinek ji çavdêran, ji wan jî gelek xebatkarên tevgera neteweyî ya Kurdistanî, dibêjin ku ev rewş bi dilxweşiya deselata Essed pêk hat, wekî dan û standike bazarî bi cîh hat, da dewlet hêzên xwe tew neşîne navçeyên kurdî û wan li deverin dî, wekî bajêrê Humsê an Deraayê bi kar bîne.
Ji aliyekî dî ve, neyartiyê, nakokî û gumanan di nêvbera Kurd û Ereban de li welêt pêda bike.
PYD ya ku rêveçûnên xwe di bin alaya xwe û ya PKK de li dar dixistin, û sîngên lawan û keçan bi wêneyên serokê xwe yê di nêv lepên Turkan de dixemilandin, paş ku baş nas kir, dewleta Turkan standina navçeyên kurdî di ber tixûb û serhedên xwe de, bi wê şêweyê beloq û aşkere, nepejirîne, niha, bi çar qîbleyan sond dixu, ku ew partiyekî kurdî / Sûrî yê serbixwe ye û hîç têkiliya wê bi PKK re tune ye.
(Wêneyê Öcalan, ala PKK û li ser sîngê Assad hatiye nivîsandin: Xwedê te biparize)
Qey ev gav, a ku bê jimartineke rast û dirist hatiye avêtin, di cîh de bû?
Ma ev siyaseta çewt dikeve berdestiya gelê Kurd?
Ma Kurd li Rojavayê Kurdistanê ewqas bi hêzin, ku niha li hember leşkerê duwemîn ê NATO di cengê kevin?
Ma Leşkerê Azad ê Sûrî (LAS), ku serokatiya wî li Türkiye dimîne, ta çi pileyê , ji bo xatirê gelê Kurd an ji bo xatirê PYD, bo pevçûnekê bi leşkerê turkî re amade ye?
Niha rewşeke nexuya li Rojavayê Kurdistanê ji ber vê yekê pêda bûye.
Ji aliyekî ve Leşkerê Azad ê Sûrî (LAS), ku cîgirê serokê wî leşkerî generalekî Kurd e, û Encumena Neteweyî ya Sûrî, ku serokê wê Kurd e, û ji aliyê dî ve partiyên kurdî li Rojavayê Kurdistanê, di wê xemê de ne, ku dewleta turkî agirekî di nêvbera (LAS) û (PYD) de dade, ku teviya zeviyê me bisotîne.
Divê çi bihata kirin, berî ev gava bi guman û ne di cîh de bihata avêtin?
Pêwîst bû, berî wê yekê, rêberiyên tevgera neteweyî ya kurdî, li Rojavayê Kurdistanê, bihatina ba hev, û bi hev bişêwirîna, ka çi gavê bo paristina gelê Kurd bavêjin, û bi taybet wan dizanî û didîtin, ku berî pêdabûna vê rewşê li Sûriye, agirê serhildanên gelêrî bi gelek welatên Rojhilata Navîn ketibû, hema ev gava giring nehat avêtin û her kesek li ser xwe û li ser komika xwe ya siyasî, li ser partîniya derdora xwe, gêro bû û bercewendiya teviya gelê xwe di tenga serkeftinên partiya xwe re dît. Mixabin, eve jî herdem yek ji nexweşiyên sazendiya kurdî ye, ne tenê li Rojavayê Kurdistanê, belku li her parçeyekî Kurdistanê û di xebata derveyê welêt de jî.
Heger niha leşkerê turkî tixûb û serhedên bakurê Sûriye derbas bike, wê berî her tiştekî bavêje ser navçeyên kurdî û wê bajar û bajarokên kurdî ji xwe re bike armanc.
Ma hêza PYD bi tenê xwe heye, ku li hember leşkerê turkî di vê rewşê de raweste? Heger na, bo çi PYD ev pirs di demeke pêşîn de ji xwe nekir?
Ma partiyên dî yên Rojavayê Kurdistanê, ku heft tivengên wan jî nînin, amadene bo berxwedaneke çekdarî di tenişta PYD de li hember hêrişên Turkan?
Heger na, wê kî biryara wan bide guhartin?
Dibe ku hinek bibêjin: Serokatiya gelê Kurd li başûrê kurdistanê wê piştvaniya me bike, lê qey hîç astengî li ber wê nînin, û niha destên wê vala ne bo rizgarkirina parçeyên dî yên Kurdistanê?
Kî histobariya van çewtiyan hildide ser milên xwe?
Ez dibînim, ku rewş ne ya lîsk û bangeşîniya polîtîkî ye û ne jî ya ezezyia partînî ye.
Divê xudanmejî seriyên xwe li ser va mijara germ baştir bi kar bînin, berî ku Rojavayê Kurdistanê dikeve bin zorbaziyeke mezin û gelê me bi sedhezaran mirov jê bazdide, an jî berî gund û bajarên me tên kavilkirin û wêrankirin. |
|