|
Nameyeke vekirî ji rewshenbîrên Merîx re |
2012-09-14 09:06 |
|
|
Nivîs: Cankurd
Paş gelek xiştûpiştên, ku hûn li ser Stêrka Sor “Merîx”, li ciyê silavê, bi kar tînin.*Her şev gava asîman sayî dibe û ewir ji ser hev vedikişin, ez ji ser rûyê zevîna ku em bi “Erd” bi nav dikin, û ez nizanim navê wê di ferhenga we ya zimanî de çiye, li we temaşa dikim, û ez di dilê xwe yê kevirlêketî de dipirsim; gelo, qey ji min re ciyekî penahberiyê li ba we nîne! Ez naxwazim seriyên we yên wekî kundiran dirêjokin, bi agahiyên zevînî pir biêshînim, hema kurt û kin, ez ê we li ser hinek bûyeran haydar bikim:
-Ew zevînî yê ku berî gişan hilkişiya bû ser heyvê û bi “Neil Armstrong” navdar bû, berî niha bi çend roj û şevan koça xwe ya dawî kir, ez nizanim, ka heta niha rêçên solên wî yên mezin li ser heyvê mane an neteweyeke dî ya gerdonî ewana sîl kirine.
- Henry kissinger ê ku niha 89 salî ye, û bêtir ji 50 salan tiliya xwe di gustîlka siyaseta nêvneteweyî ya Amerîka de digerand, û di nêv cîhanê de wekî endizyarekî aştiyê dixuya, dibêje ku cenga li dijî Iranê pir nêz e, deholên cengê tên lêdan û ewê dengên wan nabihîse, ew kehr e. Bi ser de jî dibêje ku Amerîka binzor dibe, 7 dewletan li Rojhilata Navîn dagir bike. Heta niha kesekî ji van hilgirên ala sor a bi stêrka zer bersiva wî nedaye. Ez nizanim ka Qomonîstan tevan xew kirîne an dev ji “Têkoşîna umemî” berdane.
-Kurdax û Kobaniyê, ku du navçeyin giringin ji Rojavayê Kurdistanê, ji aliyê qehremanekî kurd ve, Salih Muslim, li gor hevpeyvîna wî bi Deutsche Welle ya almanî re, hatîne rizgarkirin, û dewleta Esed jî ji zû ve nediwêre nêzîk Checkpoint ên partiya wî bibe. Wekî em dizanin partiya wî dilopeke xûn jî bo mijara “Rizgarkirinê” ji seriyê serhildana gelê Sûrî de nedaye. Kesek nizane ev “rizgarkirin” çewa çêbûye, hema dîsa jî her kesekî bakurî gava me dibîne li me pîroz dike û qehremaniya Salih Muslim ji ya serokên xwe bêtir dibîne.
Qey evana nikanin bakurê Kurdistanê jî wilo bi asanî rizgar bikin!
Dibe ku hêja Salih Muslim tew şik nebiribû, ku şalyarê “wezîrê” ragihandinê yê Sûrî, wê roja dî, paş wa hevpeyvîna xwe ya nirxdar bide nasîn, ku heyeta hevrekarî ya neteweyî Sûrî, ya ku PYD ya wî di nêv de, weku stonekî berz cîh digire, amadebûna xwe bo diyalog û gengeşiyê bi sîstema malbata Esed re daye lêvkirinê. Niha Salih Muslim wê bo gelê me bibêje:”Hevalino, diyalog tiştek e û rizgarkirin tiştek e, evana li gor Marks-Engels ne dijî hev in, qey hûn tênagihin?”
- Dema berevkirina zeytûnan li Çiyayê Kurdaxê nêzîk bûye, û cejna Qurbanê jî vê re. Ez nizanim çendîn postên pez ê ku bên serjêkirin û çendîn tenekeyên Zeyta Kurdî, wê îsal bibin para “xista” Partiya Paristina Gel (PPG), lê ez dizanim, ku ewên vê terzê xûkê nedin partiyê, wê gelek poşman bibin. Leşkerê dagirkerê Roma darên Zeytûnê li Kurdaxê nedibirrîn, lê em Kurd ji ber nedana xûkê amadene darên zeytûnê, ku bi salan hatîne hajêkirin bibirrin, heta her yek bizane, ku xûknedayîn malwêraniyê jî bo xudanê wan daran tîne.- Partiyeke nivîsevanan, rojnamevanan û blogeran niha li nêv kurdên rojavayî pêda bûye, hema ez baş nizanim kî merokê wê ye, navên Husên Çelebî, Qado Şîrîn, Jan Dost, Yehya Silo û siyasetmendê kal Selahê Bedrê tên ser zimanan. Hêja Akif Hesen got, ku wî ji partiya xwe ya şorişgêr a di nîvê rê de hêştiye, têr xwar, nema siyasetê dike, lê di nav û nav re, ew jî wek hêja Qeharê Kanadî baqil rûnane.
Ez bi xwe, wekuCankurd newêrim devê xwe dij “Gelê Demokratîkê Şorişvanîk” (GEDEŞ) vekim, ji ber ku gava ez paş 33 salan vegerim gundê xwe, li Rojavayê Kurdistanê yê “rizgarkirî”, wê hinek min wekî lawirekî bidin ber keviran. Ev partî wê bi navekî wilo be “Partiya Devberdêran ji Serhildana Demokratîk a Gel” û lew re wê bi (PDSDG) bite nasîn. Gava kesek ji van ji ber kevirkirina gelê “demokratîk” bazda û xwe gihande ser kewkeba we ya sor, ji comerdiya xwe wan biparizin. Bi teybet Jan Dost, ji ber ku romannivîsê me yê payebilind, niha hinek gotarin xweşik ên bi zimanê Erebî dinivîse, û têde li ser “kobanîkirina serhildana nedemokratîk” radiweste. Her bawer bikin, ey daniştvanên Stêrka Sor, mamhostayê me yê mezin, Şahînê Australî li taliya dunyayê ranaze, heta giş gotarên Jan Dost nexwîne, û hercar jî keseran di ber re dikişîne û berî derkeve ser Radio ya SBS bi xwe re dihizire:”Keko, Jano, Dosto, qey em gelê Kobanî wilo li hember hev derketine? Keko, qey Mustefa Cume li hember Salihê Musilman ne bes bû, tu jî îro “lotikên” wilo davêîe ser malpera Avesta Erebî ya peyê şevê Dilbixwîn?”Tirsa min ewe, ku Şahînê Bekirê Soreklî, yê dilê wî têra teviya Kurdistanê firehe, dest bavêje tivingekê û dakeve Kobaniyê, bo şûna hêzên UNO di navbera gelê “Demokratîk” û yê “Nedemokratîk” de bigire.
Diyare ew jî wekî dr. Mahmûdê me yê Abbasî, ne dil dibihore ne di kezebê.
-Biraderekî nedemokratîk peyvên nebaş yên serokekî demokrat di pirtûkên wî de civandibûn ser hev, wekî peyvîn “xayîn”, “bê şeref”, “xwefiroş”, “tirsonek”, “ker” û “seg”, “cêwrik”, û li dawiya lêkolîna xwe ew camêr giha bû hejmarekê, ku mirov ji wan dikane ferhengeke taybet a “peyvên serokan” pêda bike. Biraderê me yê hejar dest û pêyên sernûserê “lotiknameya rewşenbîran”, ku seriyê wî wekî yê dîkekî dixuye, maç kiribû, da ji wî re wa lêkolîna zanyarî belav bikin, lê wî rewşenbîrî nepejirand, bi behaneya ku navê wî û yê malpera wî jî, wê bikevin “lîsteya reş” û hetaheta nema jê derdikevin, wê mîna kesekî Erdoganî yê Anti-Kurd û Anti-Serokan bimîne, dibe jî rojekê kuşterekî simbêlboz li deriyê mala wî bide û canê wî wekî Ezraîl bistîne.Ez dibêm, min nûçenameya xwe, îcar dirêj kir û li ba we, li ser Stêrka Sor, ewqas dem nîne, bo xwendin an guhdarkirina nûçeyên Zevîniyan, ji xwe ewana afirendeyên hovbazin, wekî hêja Selahttin Çelik di pirtûka xwe giranbiha de “Mozên Tenînê” daye xuyakirin…
Bo wan xwendevanên me, yên ku ew pirtûk nexwendine, ez ê di van rojan de gotareke nirxandinî li ser wê belav bikim, bi hîviya derketina wê di malpereke Stêrka Sor de, ji ber ku nediyar e, ka ew li ser va zevîna “DEMOKRATIK” rêya xwe bo weşandinê bibîne an ne.
Silavek ji dil |
|