|
Tefşokariya Filosofan |
2010-10-07 20:32 |
|
|
Hişê xwe deyne ser maseyê
[Bi dostan re di zindanê da be, baştir e ji baxê tijî neyar.]
Ji ber gotin û hevpeyvînên tevlihev ên serok û merokên me Kurdên rojavayê welêt van rojan di paltalkê da, ez hinde caran xwe bi felsefê mijûl dikim. Felsefe wek Tiryaqê ye, seriyê mirovan diguvişe ser hev, û dihêle mirov hin caran hişmendtir bibe.
Binêrin fîlosofan çi ji me re li şûn xwe hêştine:
1
Gundiyek çû ba fîlosofekî yûnanî û jê pirs kir:
- Ez çi di zeviyê xwe da îsal biçînim, mamhoste?""
Fîlosof bersiv da:
- Here bike rez, da tu hersal netê ji min nepirsê.""
„- Rez? Na.. Ez hosnabim, ev karekî giran e û dem jê re divê."
"- Ne xêr! Here nîsk û kizinan biçîne."
"- Ev jî nabe. Bizin wê bixun."
Fîlosof ji wî hosan "aciz" bû, lew re gotê:
"- De here bizinan biçîne, ji ber ku nîsk û kizin bizinan naxun."
2
Daniştvanekî bajêr di rêya Diyocînês da rawestiya û gotê:
"- Ez bostekê jî xwe nadim alî."
Diyocînês yekser bersiv dayê:
"- Başe kuro, heger tu rast nikarî xwe ji cî bilivînî, ez dikarim."
Diyocînês rêya xwe guhart û gera xwe gudand.
3
Dema Sokratês di zindanê da li benda darvekirinê bû, xwe bi fêrbûna Gêyomêtrî mijûl dikir. Dergevanekî zindanê ji rewşa wî mat ma, rabû gotê:
- Sokratês! Sube tuyê bimirî, ev çi gêyomêtrî ye?""
Fîlosof seriyê xwe rakir û bersiv dayê:
- Bi ya te be, ezê paş mirinê fêrbibim gêyomêtrî?""
4
Sokratês carekê gotibû:
"- Ez dizanim, ku ez hîç tiştekî nizanim."
Mêtrodorê Çêyosî gotê:
"- Dîsa jî tu ji min zanatirî, Sokratês!."
Sokratês berken bû ji ber ku wî dizanî mebesta Mêtrodor tiştekî wilo ye:
" Ez tew nizanim, ku ez hîç tiştekî nizanim."
5
Platon mirov wilo ji şagirdên xwe re dabû nasdan:
"- Ew heywanek î bi du lingan e û bê perr e."
Gava Diyocînês ê Sînopî ev bihîstiye, hema yekser perrêd dîkekî jêkirin, berda pêş Platon û gotê:
- Ev e mirovê te!""
Platon dîsa jî ji ya xwe nema, lê pevekek kire ser nasdana mirovê xwe:
" ….û neynûkêd pêyên wî piçekî peh"n in."
6
Diyocînês li mala xanedanekî bû mêvan. Her tiştekî malê ewqas pak û hêja û giranbiha bû, ku gava xazî di gewriya Diyocînês da civiye, nizanî bû tif bike kî derê. Devê xwe ber mazûbanê xanedan kir, tif ser rûyê wî kir û gotê:
"- Li min biborîne, min Derek dî ya gemartir di mala te da nedît."
7
Diyocînês dît, ku koleyê maldarekî solêd xudanê xwe ji pêyan dike. Got xanedanê serbilind:
"- Tuyê hîn dilxweştir ba, eger ji te re difna te jî paqij bikira. Lê mixabin, ewê wilo bike, dema tu pîr bibî û herdu destêd bifelicin."
8
Carekê maldarekî bi şivikekê li pişta Diyocînês da û gotê:
"- Here banka min bo xwe 3000 Diraxma "Dirhem" di ber vê lêdanê da bibe."
Maldar keniya û çû.
Roja dî Diyocînês pêrgî wî hat, bi gopalê xwe li seriyê wî da û gotê:
"- Here banka xwe û 3000 ên xwe di ber vê lêdanê da ser ji nû ve bibe."
Maldar mat ma, nizanî çi bigota.
9
Diyocînês rojekê çû bajarokê Myndos, dît ku dergahê bajêrkê pir mezin e û vekirî ye. Bang li xelkê kir û got:
"- Lezkin, zû dergah li ser bajêrkê xwe bigirin, berî ji dest we direve."
10
"-Solêd hezretî pêxember bi çi rengî bûn?."
"-Kesk bûn."
Melayekî dî jî ew gotin bihîst, li wî vegerand:
-Na..na..Sor bûn.""
Melayê pêşîn hema yekser bersiv da:
"-Mebesta min, şeyxê min, solên wî yên din bûn, ne evên sor."
11
Sofiyekî xwe li hindirê camiyekê li ser piştê dirêj kir û got:"Ez ne tiştek im."
Hogirekî wî bihîst, wî jî xwe di ber wî re dirêj kir:"Ez jî ne tiştek im."
Paş kurtedemekê, hejarekî ku karê maliştina camiyê dikir, ji canê xwe hosan bû, hat wî jî xwe di ber wan herdu sofiyan re dirêj kir û got:"Bi rast, ez jî ne tiştek im."
Herdu sofiyan li hevdu nêriyan, yekî ji wan bi xeyd gote malêrê hejar:" Lo tu kîyî, tu xwe wek me bilind dikî, û xwe " ne tişt" dibînî?. Rabe here karê xwe bike, lo.!"
12
Bo Kliyêntês ê fîlosof gotin: "Tu tirsokî."
Bersiva da:"Lew re ez kêm şaşiyan dikim, bira!."
13
Kliyêntês bo şagirdê xwe ders dida, wî çi got, şagird seriyê xwe hejand, weku erê dike û têdigihîne. Li dawiyê fîlosof jê pirsiya:"Tu têgihîştê?"
Şagird dîsa seriyê xwe hejand û erê kir. Kliyêntês gotê:"Bi rast, nizanim çawa ez tênagihim, ku tu têdigihê."
14
Krîsîp şagirdê Kliyêntês bû. Wî xwe pir bi logîkê peyvan mijûl dikir. Bo nimûne (Kesekî bo wî bigota : Vaye hêştirek "deveyek" tê,. Ewê bikeniya û bigota:"Lo çawa hêştir bi wê mezinahiyê di devê te re derket?."
Carekê bo yekî got:"Tu ne hespî. Hesp tiştekî jîndar e, lew re tu ne jîndarî."
Ewê dî bersiv dayê, got:"Lê ez mirov im. Ez jî ne tu me. Wilo dikarim bibêjim, ku tu ne mirovî."
15
Dêmonakês guh da du fîlosofan, dît ku yek pirsin bê wate dike û yê dî bersivin, ku têkiliya wan bi pirsan re tunene, dide. Dêmonakês binzor bû, ku xwe tev li gengeşeya wan a bê rûn bike. Got:" Hûn ji min re wilo dixuyin: Yek bizava xwe dike, ku nêrî bidoşe û yê dî jî parzin dide bin."
16
Dostekî Sîsêro xwe li ba wî pir ciwantir da xuyakirin. Sîsêro gotê:"Wilo, em dikarin bibên, ku dema em bi hev re diçûn dibistanê, tu hîn ji dayik ne bûbûyî.
17
Mafparêzekî di dadgehê da wilo bi hêrs û dilsotin peyivî, da dilên dadparêzan bo lêgilîkiriyê xwe nerm bike:"Dayika wî ew neh mehan di bin dilê xwe da hilgirt."
Sîsêro rabû ser xwe û pirs kir:"Ma dayikên dî zarokên xwe di tûrekî da hilgirtibûn?."
18
Şagirdekî fîlosofan çû ba dayik û bavê xwe, bavê jê pirs kir:"Tu Li akadêmiyê çi fêr dibî, kurê min?"
"Felsefê. Em niha ketine para Sofîstîkê."
"Ev çiye, kuro!."
"Baş e, ez ji te re bi nimûneyekê hişnêz bikim."
"Fermo! Ez guhdarim."
"Binêr: Tu niha li bajêrê Athênayî an tu li derek dî yî?."
"Ez niha ne li Athêna me, ez li derek dî me.."
"Baş e, bavo. Gava tu li derek dî yî, tu ne li vir î jî."
Bavê wî kurtedemekê seriyê xwe xurand û ji nişka ve sîleyek li bin kehrka wî da, şirpinî bi ber guhê wî ket.
"Ax!..Te bo çi li min da?."
"Kurê min, ma ne ez ne li vir im, ez li derek dî me, ezê çawa li te bidim, gava ez ne li vir bim."
19
Fîlosofekî li zinarekî nêriya û pirs kir:
"-Kî ji min re dibêje, ku ev zinar e?"
Pişt re tiliya xwe ber bi darekê kir û pirsiya:
"-Kî ji min re dibêje, ku ev dar e?."
Şagirdekî gotê:
"-Ez dikarim bo te bibêjim, ku ev zinar e û eva hanê jî dar e."
Fîlosof pirsiya:
"-Tu çîyî?."
Mêrik got:
"-Ez mirov im."
"-Baş e. Kî bo min dibêje, ev mirov e?!."
20
Fîlosofekî xwe li delavê çemekî şepelxort xist. Ji tirsa bi xwe da rî. Pîsiya wî bi ser avê ket û di pêş wî da çû. Fîlosof got:
"-Gava mirov bitirse, pîsiya wî jî dikeve pêş wî."
21
Hezretê Isa çû mêvandariya Sîmonê, ku ji ber gurrîbûnê hatibû nebedkirin. Jinek ji wê ve hat û satilek zeyt li seriyê Isa kir. Şagirdên wî pir xeyidîn û gotinê:
"-Te bo çi wilo kir?. Me dikarî ev zeyt bi 300 quruş bifirota û wan pere li hejaran belav bikira."
Hezretê Isa got:
"-Bo çi hûn xwe dixeyidînin? Jinikê xwast qenciyekê bi min bike. Ma ez li ba we ne bihayê 300 quruş im jî?."
22
Ji berbangê ve hezretê Isa û şagirdên xwe di rê da ne ji Qudsê diçûne Bêtlehêm. Nîvro birçî bûn. Isa gote wan:
"-Her yek ji xwe re kevirekî rakin."
Yanzdeh şagirdan kevirin mezin rakirin, tenê Pêtrûs kevirekî biçûk rakir. Isa bo keviran got:
"-Bibin nan."
Kevir bûn nan. Her kesekî ji nanê xwe têr xwar û Pêtrûs ma birçî.
Paşnîvro dîsa hezretê Isa ji wan xwast, ku bila her yek kevirekî rake. Pêtrûs rahişt kevirekî ji yên gişan mestir.
Hezretî Isa got:
"-Ezê li ser kevirê ji gişan mestir e dêrekê "kenîseyekê" avabikim."
Pêtrûs got:
"-Niha ne dema wê ye, ezî birçî me û kevirê min bike nan."
23
Fîlosofekî alman ji şagirdê xwe yê jêhatî pirskir:
"-Ma te pirtûka min a nû xwendiye?"
"- Na welleh, ma te xwendiye?."
24
Hegel ê fîlosof bi generalekî Preusî re ket axiftinê. Li dawiyê general naskir, ku ew Hegel e.
"-Dibêjin tu Hegelê fîlosofî?."
"-Erê, wilo ye."
"-Çawa dibe? Wek min niha li te guhdarî kiriye, tu gelek hişmend dipeyivî!."
25
Hezretê Isa, Pêtrûs û Jûdas bi hev re bûn, û bo xwarinê tenê qumriyek wan hebû. Hezretê Isa got:
"-Qumrî biçûk e, têra me nake. Emê rakevin, kê xewnek xweşiktir dît, ewê qumriyê bixuwe."
Roja dî Pêtrûs got:
"-Min xewnek dît, ku ez di tenişta pêxemberê Xwedê da rûniştîme."
Hezretê Isa got:
"-Min jî tu wilo dît."
Jûdas got:
"-Min di xewnê da dît, ku ez qumriyê dixum."
Hezretê Isa bersiv dayê:
"-Xewna te ji ya gişa xweşiktir e. Tuyê qumriyê bixuyî."
26
Lêkolînerê sirûştê yê navdar Alexander von Humboldt paş gera xwe ya dirêj li cîhanê di semînarêd xwe yên zanist da dev avêt fîlosofan "kesên ku bê zanîn û bê serpêk li ser mêtafîzîkê" dipeyivin. Mebesta wî xeyidandina Hegel bû.
Hegelê fîlosof guman kir û lew re pirsiya, ka mebesta wî ji vê gotinê çiye!.
Humboldt nezanî çi bersivê bide Hegel, lew re destnivîsa pirtûka xwe ya di wî warî da ji wî re hinart. Fîlosof dilşad bû, ku tiştekî şaş û nebaş di wê destnivîsê da tune bû. Dawiyê herdu dereng pêhoş bûn, ku ew destnivîsa pirtûkek dî bû.
27
Hegel ber mirinê li xwe mukirî kir, ku şagirdên wî ji wî fêhm ne dikirin. Got:
"-Tenha şagirdê min Gans ji min fêhm dikir, ew jî bi şaşî."
28
Profêsorekî felsefê di cîhanê da ji şagirdê xwe pirs kir:
"-Logîk çiye?"
"-Tu profêsorê felsefêyî û tu hîn nizanî logîk çiye?."
29
Chlausewitz pir seriyê xwe bi wateya cengê re westand.
"-Ceng gudandina polîtîkê ye, lê bi çareyin din."
Li ser mirinê jî got:
"-Mirin gudandina jînê ye, hema bi şêweyekî dî."
Lê mirinê qirka wî paş wê gotinê berneda, ew di wê salê (1831) da mir.
30
Baranê lêdikir, fîlosofekî bihîst, ku yek di wê baranê da li derî dide. Çû derî vekir, dît ku hevserekî wî ye, tejek zuwa di cilêd wî da nemaye.
Hevserê wî got:
"-Ne tu dibînî, çi baran e?."
"- Mala Xwedê ava, ku ji segan pê ve kesek niha li derve tune ye."
31
Schupenhauer ê fîlosof hîç ji mirova heznedikir. Lê dîsa jî carekê gotibû:
"-Dibe ku mirovekî baş li derekê hebe, hema kes nizane ew der li kuye."
32
Schupenhauer li şûn xwe ev malika helbestê hêla:
"- Xwedêyo, eger tu heyî, canê min ji gorê rizgar bike, eger ew can heye."
Û di koçnameya "weseka" xwe da nivisandibû, ku pêwîst nake leşê wî biqelişin, da bizanin bo çi ew miriye. Merem berî mirinê nizanîn, bila paş mirinê jî her wilo bimîne.
33
Yekî bi serbilindî got:
"-Ez her hefteyekê du caran diçim dibistana şevî. Wilo ez niha dizanim Sofoklês û Dêmoklês kîne."
Hogirê wî gotê:
"-Ma tu dizanî Karîbîdês jî kî ye?."
"-Na bi Xwedê."
"-Ew jî wek wan herdukan yûnanî ye. Ew bi şev derbas dibe ba jina te, gava tu diçî dibistana şevî."
34
Keşeyê Irlandî Edward J. Flangan paş cenga cîhanî ya yekê gundê "Boystown" bo sêwî, bêmal û kesên derbeder mane, avakiribû. Rojekê di berfê da pêrgî lawekî hat, ku hogirekî xwe yê nexweş bûye li pişta xwe dabû.
Keşe pirsiya:
"- Eve ji te mestir e, ma bo te ne giran e?."
"- Na, seyda na.. ne giran e..Ew dostê min e."
35
Gundiyekî bihîst, ku fîlosofekî mezin hatiye li nêzîka gundê wî seyranê dike. Gundî lezkir, çû bo profesor û paş silav û silavvedanê got:
"-Profêsor, ez xwe bi mirov ve pir mijûl dikim, lê ez tênagihim tiştekî."
"-Eger ê pirs jê têkirin ji pirsdar zanatir ba, wê bersivdarê biba pirsdar û pirsdarê biba bersivdar, û wê pirsek wek vê pirsê jê bihata pirskirin."
Gundî seriyê xwe hejand û got:
"-Dema xatirê te, professor. Ez ji te têgihîştim mirov çiye."
36
Fîlosof ê fransî Louis Althusser jina xwe vetisand. Dostekî wî got:
"- Cara yekê ye, ku karkerên fransî têdigihînin ev fîlosof çi dike."
37
Nivîskarekî navdar gotarek bo hinekên wêjehez xwend.
Yek rabû ser xwe û got:
"-Te tiştin rast gotin û tiştin xweşik gotin."
Nivîskar xweşiyar û dilşad bû, xwast ku gotara xwe bibe serî. Wî merivî got:
"- Mamhoste, bihêle ez gotina xwe biqedînîm."
"-Fermû." Nivîskar wilo got û piçekî sor bû.
"-Wan tiştên rast ne xweşik bûn, û wan tiştên xweşik jî ne rast bûn…."
Nivîskar deftera xwe da hev, rabû ser xwe, derket.
"-Bihêle, ez gotina xwe bibim serî." Lê nivîskar çûbû.
Yekî pirskir:
"-Tu dixwazî çi bibêjî?."
"-Eger bihêla min gotina xwe bibira serî, ewê pir dilşad biba..êdî niha ne pêwîst e ez tiştekî bibêjim."
38
Niklas Lomann xwe bo lêkolînê di zankoya nû ya Bielefeld da pêşniyaz kir, û di kaxedên pêşniyazkirinê da wilo nivisand:
"Projeya min: 30 Sal in.
Diravên pêwîst: Ne tişt."
Ew hat pejirandin û sala 1968ê dest bi karê xwe kir.
1984 "Sîstemên civakî" nivisand.
1990 "Zanîna civaknasiyê"
1997 "Civaka Civakê"
1998 Lomann koç kir û bi rastî (30) di wî karî da derbas kirin.
39
Profêsorekî fesefê axiftina xwe pir dirêj kir. Şagird ji wî hosan bûn. Yekî ber bi profêsor lezkir û gotê:
"- Seyda, dev ji va gi |
|