|
Hilbijatinên Yekîtiya Ewropayê li Swêdê |
2009-06-17 13:48 |
Dr.Cuwan Heqi info@mediakurd.com |
|
Di 7ê vê mehê de hilbijartinên ji bo parlamena Yekîtiya Ewropayê, YE, li tevahiya Ewropayê pêk hatin.
Li Swêd jî ev hilbijartin pêk hatin.
Dixwazim taybetî li ser sîstema Swêd ya vê hilbijartinê binivîsim.
Li Swêd rêza namzetan di lîsteya hilbijartinê de bi rêya ”nominerings komité”, komîteya destnîşankirinê, tê pêkanîn.
Namzetên ko navê wan di rêza pêşiyê de ne, li gor hêza partiya wî/wê şansê wan yê hilbijartinê gelek bêhtir e.
Lê namzetên ko gelek dengên îşaretkirî bo navên xwe werbigirin, şansê wan jî zêde dibe.
Ew divê ji kêmahî ve 5% ji tevahiya dengên partiya xwe werbigirin heya ko ew werin hilbijartin.
Di van hilbijartinan de çar namzetên kurd jî beşdarî bûn.
Rêza wan namzetên kurdan ya di lîsteya hilbijartinê de ji 4an heya 18 an bû.
Gelo çima namzetên kurdan ne di rêzên pêşî de bûn?
Vê pirsê bi sîstema destnîşankirina namzetan ve girê didim.
Diyar e kesên ko sîstema destnîşankirina rêza namzetên partiya xwe dikin ”ne kesên kurd ne jî yên ji hemwelatiyên dî” têxin rêza pêşiyê de.
”Tirsa” wan ew e ko ”Swêd bikeve destê neswêdiyan” de!
Lê neheqiyek mezin li wan kesên ”neswêdî” ko Swêd wek welatê xwe bijartine û ji bo wê kar dikin, dibe.
Gava mirov berê xe dide welatên dî, taybetî wek Emerîkayê, wan ev pêka ”xweperestiyê” derbas kirine.
Ew bûne welatek heterojen, mozaik.
Emerîka ya tevekan e.
Di vir de, li gor dîtina min, nedomratiyek veşartî heye.
Wek nimûne, li Tirkiye baraja ketina partiyeke siyasî bo meclisê de 10% e.
Li Swêd 4% e.
Lê ji hindek van namzetên ”neswêdî” re 10-25 hezar deng lazim bûn heya ko ew wek parlamenter werin hilbijartin.
Ev jî hema bêje nêzîkî baraja Tirkiye 10% e.
Gelo çi ferqa vê sîstemê û ya Tirkiyeyê heye?
Li gor dîtina min sê sedemên esasî yên vê hene:
1. Tirsa swêdiyan ko partiya wan dengên swêdiyan birevîn in.
2. Swêdperestiya veşartî.
3. Bi zanebûn ””neswêdî”yan têxin di rêzên ko neqeba hebûn û nebûnê de, da ko ew wan mecbûrî karekî mezin bikin, dengan ji bo wê partiyê berhev bikin.
Ango ew ”hemaltiyê” ji partiyên swêdî re bikin.
Armanc rêlêgirtina kesên ”neswêdî” ye.
Li aliyê dî jî, heya ji wan partiyên kevnare tên wan kesên xwe yên pîr, kevinperest, têxin di rêza pêşîn de.
Da ko ti guhertin di siyaseta wan de peyda nebe.
Di vê hilbijartina de partiyên kevnare hawara xwe dîsa gihandin ”kevinperestên” xwe.
Da ko ew bi navên xwe yên naskirî hindek dengan bo wan berhev bikin.
Pirraniya wan kesan temenê xwe bi ser 60 salan re ne.
Hindek 69-70 salî ne.
Wan kesan 30-40 salin li ser siyaseta Swêd in.
Qasî ez demek dirêj e li Swêd dimînim û siyaseta wê ji nêzîk ve dişopînim, min neditiye ko guhertinek, nûjentiyek ciddî di siyaseta wan kesan de çêbûye.
Wan rêdikin Brûkselê û bi vî awayî ”xwe ji wan xilas” bikin.
Ew ji sedema rikberiya di nava partiya wan de ye.
”Meydana” parlamentoya Swêd ji wan re bimîne.
Lê ev jî dibe sedema ko rê li namzetên ”neswêdî” were girtin.
Jixwe li Brûkselê jî derfetên wan parlamenteran gelek in.
Ew jiyanek luks dijîn.
Mehê dora 16 hezar ewroyan distînin.
Û gelek derfetên dî.
Di vir de pirsek heye:
Gelo ev kesên kal xwedî siyasetek neguherbar, kevinperest, dê li Brûkselê çi bikin?
Ji aliyê fîzîkî ve jî be, ji ber extiyarbûna xwe, ew nikarin gavên xwe li gor tempoya parlamentoya Ewropayê bavêjin.
Herweha mekanîzmayek ya kontrolê li ser wan jî nîne.
Ew beşdarî civînan dibin, yan nabin, karekî dikin yan nakin, kes pê nizane.
Û ti hesab jî ji wan naye kirin.
Halbûkî parlamena Ewropa, li gor dîtina min, ji ya netewî girîngtir e.
Diyar e ko destpêkê de welatên Ewropayê daxwaza hebûna YE ji îhtiyaciya tasarûfa aboriyê dest pê kirin.
Armanc ew bû ko ew dev ji dewletên xwe yên neteweyî berdin, wan di bin sêhwana ”YE” yê de kom bikin.
Ewropa bibe yek dewlet.
Ew mesrefên xwe yên dewletên netewî kêm bikin.
Lê YE bû cihê mesrefek, kulfetek zêde.
YE barê xwe hê bêhtir girantir kir.
Ger em werin ser çareseriya pirsgirêka sîstema destnîşankirinê.
Li gor dîtina min divê biyaniyên li Swêd ko dixwazin siyasetê li Swêd bikin, ewilê ve sîstemê minaqeşe bikin.
Wê biguherin.
Swêd bixwe jî divê xwe biguhere
Ew qebûl bike ko ev welat êdî ne yê wan tenê ye.
Ev welat yê her kesên ko li vî welatî dijî ye jî.
Ji vê jî divê Swêd dev ji ”swêdperestiya” xwe berde.
Ew bikare demokrasiyek rasteqîn durûst bike.
Ev welat jî wê paş da bimîne. |
|