Skip Navigation Links
Kurdî » Nivîsar : Emerîka û Ewrupa dev ji pistevaniya Mûbarak berdan! Dora Sûrî ye?
 
Emerîka û Ewrupa dev ji pistevaniya Mûbarak berdan! Dora Sûrî ye?
2011-01-31 14:24

31/01/2011 07:50 Rojeva Kurd
Emerîka û Ewrupa dev ji pistevaniya Mûbarak berdan! Dora Sûrî ye?

Serokê Emerîkayê, Barack Obama, digel cihgirê xwe, Josef Biden, civînek li ser rewsa dawiyê ya Misrê pêkanî.
Pistî civînê daxuyaniyek her li ser nirxandina rewsa Misrê hate belav kirin.
Serok Obama di wê daxuyaniyê de li ser serokê Husnî Mûbarak sidand ku “ew ji bo guhertinên demokratîk re gavên berbiçav bavêje!”

Li aliyê dî jî, rêvebirên Fransa, Elmanya û Ingilltere jî daxwaz ji Husnî Mûbarak kirin ku ew “li pêsberî xwepêsanedanan sidetê bikar neyne; ew rê li hilbijartinên azad veke.”
Herweha wan ji Mûbarak xwestin ku ew rêzgirtinê li mafê mirovan bigire.

Her ji ber van daxuyaniyan, tê gotin ku pistî Ewropayê, Emerîka jî dev ji pistevaniya Husnî Mûbarak berdaye û ew bi qedera pêseroja wî ve bitenê hêlistine.
Bi vî awayî Husnî Mûbarak nikare xwe li ser hikûm bigire.
Rojên wî yên desthilatdariyê tewa bûne.

Li gor ragihandinên dawiyê, polîsan dev ji midaxaleya xwepêsanedanan berdane.
Ew bes destgahên dewletê, wek wezareta hundûrî, TV û hwv diparêzin.
Niha li sûna polîsan, esker karên polîsan dikin.
Her ji ber xwekêsana polîsan li welêt kaosek, tevliheviyek peyda bûye!
Mal û milk, dikanên milet tên talankirin.
Her ji ber vê yekê, gelek xortan “grubên parastinê” çêkirine û ew hewil didin ku kes talanê neke.

Li aliyê dî jî, hate ragihandin ku besek ji mumyayên, wek peykerê Firawun yên dîrokî yên Misre li Mûzeyê hatine xirabkirin.
Grûbek ji millet xwe li dora mûzeyê kirine wek “dîwarê, sûrha insanî” da ku ew mûzeyê ji talanê biparêzin.

Li gor agahdariyên dawiyê, dewlemendên Misrê yek bi yek digel malbatên xwe, bi balfiran ji Misrê derdikevin dervayî welêt, taybetî ew taybetî diçin Dubayê.

Cihê gotinê ye ku tê gotin ku taktîka Husnî Mûbarak ew e ku “li welêt kaos, tevlihevî peyda bibe û pistre ew bi eskeran dest dane ser wê kaosê û bi vî awayî ew temenê desthilatdariya xwe dirêj bike!”
Herweha Husnî Mubarak dixwaze bi hinek guhertinan di desthilatdariyê de çêke, lê diyar e milet van guhertinan jî qebûl nake.
Ew dixwazin Husnî Mûbarak û grûba (elîta) wî bi temamî dev ji desthilatdariyê berdin.
Lê xuya ye ku xwepêsanedan dê heçend biçe xurt û zêde bibin heya ku ew vê desthilatdariya ku 30 sal in berdewam e, biruxînin.

Wek me berê jî nivîsandîbû:
“Gava Ga Dikeve Xwediyê Kêran Zêde Dibin!”
Herwisa, yek ji xwediyê "wan kêran", Mohammad Al Baradaei, xwediyê xelata nobelê, ye.

Hate xuyakirin ku Al Baradaei bi daxuyaniyên xwe yên dijî desthilatdariya Husnî Mûbarak û besdarbûna wî digel xwepêsanedanan, diyar dike heya ji wî tê ew “kêra xwe tûj dike û dilê xwe dimizmizîne serokatiya desthilatdariya Misrê!”

Li gor dîtina min, noqteya girîng ew e ku diyar e ev bayê soresa Tunusê dê xwe, pistî soresa Misrê, bigihîne Sûrî jî.
Û ew dikare rejîma Sûrî jî bide ber xwe.
Lê pirs ev e:
Gelo kurd, li vî besê Kurdistanê, ango li rojavayê Kurdistanê, ji vê soresê re amade ne yan na!
Li gor dîtina min, sed hey û mixabin ew hê ne amadene!
Û herwisa, gelo Emerîka û Ewropa ji guhertina Sûrî re jî amadene?
Her ji ber neamadebûn, lawazbûn û belavbûna hêza miletê kurd li vî besê Kurdistanê, ez bawernakim ku ne desthilatdariya Emerîkayê, ne jî yên Ewropayê ji bo bidestxistina mafê kurdan li vî besê Kurdistanê bernameyek yan jî amadekariyek xwe hebin!

Û tirsa min ew e ku ew dê di vir de yan "status que"parast bin!
Yan jî, ew dê pistevaniya her desthilatdariyek ku li sûna rejîma Baas were ser hikûm bikin- bila ew desthilatdarî mafên kurdan qebûl nekin jî!

Lê di vir de, dê rola Îsraîl çawan be, ew jî girîngî û taybetmendiyek balkês e!

Bes divê newe jibîrkirin ku her guhertinek ya "status que" (rewsa berdewam, wek xwe) li vî besê Kurdistanê, dîsa jî dê ji bo miletê kurd qezencek mezin be!
Dr.Cuwan Heqi
Dûnyaya Bozo (4)
Dûnyaya Bozo (3)
Dûnyaya Bozo (2)
Dûnyaya Bozo (1)
Bozo´nun dünyası (5)
Pirtûka min ya ewil: Şûjin - Dr. Cuwan Batû
Li ber qiraxê deryaya bajarê Negril, Jamaica
Li ber qiraxê deryaya bajarê Negril, Jamaica
Eger ku ez:
Rengên guhdaran...
Bozo´nun dünyası...
Zaman gazetesinin 2010 da referandum ile ilgili bana sorduğu sorular ve gazete tarafından hasıraltı edilen cevaplarım:
Dr. Cuwan Heqî, Analiz: Hilbijartinên serokatiya Emerîkayê -2016an, (2)
Dr.Cuwan Heqi: Hayllerimin derinliğine daldım....
Dr. Cuwan Heqî, Analiz: Hilbijartinên serokatiya Emerîkayê (2016an) û serxwebûna başûrê Kurdistanê
Dr.Cuwan Heqi, Analiz: Li Surî çi diqewime?
Serok Obama mecbûr ma ku ew dijberiya Kurdistaneke serbixwe neke!
Serdana serok Barzanî ya Amedê û rewşa apociyan
Ayağını "yorganıMA göre uzat!"
"Bir kahraman aranıyor..."
Amerika ve kürt "enayi" tipleri (!?)”
Kekê Arşev, te bi koçkirina xwe dilê me brîndar, jar û perîşan kir!
Apocî û Kurdistana Sûrî!
M.Şerîf Muştak: Min jibîr nekin!
Emerîka: Hilbijartin û rêvebirin – (1)
Nûçeanaliz: Biryara girtina al Haşimî-Destlêwerdana Îranê bo Iraqê
Hemdîn liqayî Mr.Psîkopat hat
BÎRANÎNA MIHEMED ŞÊXO: "agirê sar û vemirî..."
Dr.Cuwan Heqi: Sûrî ber teqînek pirralî ve diçe
Dr.Cuwan Heqi, Analiz: Qewimînên Sala 2012an
Nûçeanaliz: Biryara girtina al Haşimî-Destlêwerdana Îranê bo Iraqê
Eger apocîtî nebûya! (1)
Analiz: Qaddafi dikare bibe ”Usma bin Ladin”ek
Nûceanaliz: Li ser nûçeya girtina Murat Karayilanî
Li gor lêkolînekê: Şervanên PKK-ê 7.2 salan dijîn
Analizek li ser axaftina serok Obama
Dr.Cuwan Heqi, Analiz: Çima Beşar Esed apociyan ji Qendilê tîne Rojavayê Kurdistanê?
Federalîzm ji bo Rojavayê Kurdistanê
Analiz: Dinyaya piştî Şoreşên Rojhilata Navîn..
Emerîka û Ewrupa dev ji pistevaniya Mûbarak berdan! Dora Sûrî ye?
Çar Kurdistan
Analiz: Xeteriyên ser kurdan!
Dr.Cuwan: Serê Hemdîn li dikana kemalîzmê tevlihev bûye
QURA´ANA KERÎM
Versiona 1.0 ya kurdan û xizmetkarên ermeniyan
PDK-Bakur pêwîst e derbasî xebata legalîteyê bibe!
LEZÛBEZA SIBEHÊ LI BAJARÊ GEWRE
Dinya diyar e ber bi têkçûnê ve diçe!
DTP-yî ketin meclisa tirkan – yanî çi?
THE END
Analiz: Qewimînên li Îranê
Serdana serok Obama bo Tirkiye
Hilbijatinên Yekîtiya Ewropayê li Swêdê
Sûrî ber teqînek pirralî ve diçe!
”Em bi hev re vê tabuyê diskînin”
Emerîka: Hilbijartin û rêvebirin - 2008
ÇEND GIRÊKÊN SOHBETÊN ME KURDAN...
QUNCIKA CANSAXIYÊ