Skip Navigation Links
Kurdî » Nivîsar : Hemdîn liqayî Mr.Psîkopat hat
 
Hemdîn liqayî Mr.Psîkopat hat
2012-06-27 09:38

Nivîs: Dr.Cuwan Heqi



Vaye Demek dirêj bû ku Hemdîn ji mal derneketibû derva.
Wî xwe pêdeng kiribû.
Siyayseta rojane ew aciz kiribû.
Ne ew çûbû ba kesekî, ne jî kesekî li deriyê wî xistibû.
Lê ya rastî bêhna wî jî teng bûbû.
Êdî dixwest dakeve qada siaysetê.
Bizane çi heye, çi nîne.
Dixwest kesek vê bêdengiyê bişkîne.
Eynî wisa jî bû.
Berêvarî bû.
Wî xwe li ser qenepeyê pêşberî tv dirêj kiribû.
Kanalên Tv-yan yek li ser yekî diguhert.
Lê li ser yekî jî nedisekinî.
Vêre- vêre dengek ji derî hat.
Keyfa wî hat.
Li bayê bezê derî vekir.
Çi bibîne:
Çar hevalên wî yên berê ber derî bûn.
Demek dirêj bû ku wî û wan hevalan hev nedîtibûn.
Sedem jî xuya bû.
Cudatiya nêrîna siyaseta îro bû.
Wê di navbêna wan de ew ji hev dûr xistibûn.
Lê tu caran ew weke insan ji hev nexeyidîbûn.
Her hevalekî wan navekî xwe yê taybet, ”lêkirî”, hebû.
Ji yekî wan re dihate gotin: Mr. Prînsîp.
Ji yê duwem re: Mr. Spekulasyon
Û ji yê sêyem re jî: Mr.Stratejî.
Û yê çarem jî: Mr.Psîkopat.
Diyar bû ku wan hevalan ji van navên xwe hez dikirin.
Wan tu caran nerazîbûna xwe pêşberî van navan diyar nekiribûn.
Bi eksê wê:
wan dixwestin ew bi van navan werin naskirin.
Her yekî ji wan xwe li ser naveroka navên xwe fêrî kiribûn.
Wek ku ew pisporê navên xwe bin.
Hemdîn bixêrhatina wan kir.
Wî gazî kevaniya xwe kir ku ew çayekê dane ser agirî.
Ewilê Mr. Spekualsyon dest bi axaftinê kir:
- Kekê Hemdîn pêbawerim ku tu xwe ji avakirina partiyek siyasî ya nû re amade dikî.
Ji ber ku vaye demek dirêje tu dernakevî derva!
Diyar e tiştin hene.
Hemdîn:
-Na birako, min û avakirina partiyek siyasî çi gotiye hev.
Mr. Psîkopat xwe avêt nava axaftinê û got:
-Nexwe çi bi te hatiye, rûye te mina zebaniyan dixweye.
-Zebaniyan?
-Nexwe çi?
-Mala te, min û zebaniyan çi gotiye hev.
Ez insanekî qenc im.
-Qenc?
Min nekenîne loo!
-Tu ji kê re qenc bî, ji min re na!
Mr.stratejî pirsî:
-De ka bêje loo, tu çi dikî, çi nakî, çi heye, çi nine? Stratejiya te ya ji bo avakirina vê partiya nû çiye?
Hemdîn:
-Hun dixwazin tiştan di bin min de derêxin!
Tiştekî min veşartî nîne.
Mr.Prînsîp :
-Ew partiya ku tu ava bikî, wek prînsîp divê serxwebûna Kurdisatanê bixwaze !
Lê hene ti feyde di xebata wê partiyê de nîne !
Mr.Psîkopat !
-Kurro Hemdîn û serxwebûna Kurdistanê çi gotiye hev !
Ger ew min bike serokê wê partiyê hingê ez dizanim çi bikim !
Hemdîn :
-Hevalno ez nizanim hun behsa çi dikin.
Min dev ji hertiştî berdaye.
Min hay ji siyasetê nemaye.
Ew eleqeya min jî nakişîne.
Deka em behsa rojên borî, hevaltiya hev bikin.
Bila siyaset ji hinekî dî re be.
Mr.Stratejî :
-Divê stratejiyek ya mirov ya paşerojê hebe !
Lê hene mirov dê bikeve xeletiyan de.
Mr.Prînsîp :
-Stratejî bê prînsîpan nameşe.
Mr.Psîkopat :
-Stratejî-mitratejî, prînsîp-mirînsîp, hemû valene.
Divê mirov dev ji van gotinên vale berde.
Werin biya min bikin hun naxusirin.
Mr.spekulasyon :
-Tu dixwazî em xizmeta berjewendiya te ya şexsî bikin.
Deqene navê te derkeve û em xulamtiya te bikin.
Mr.Psîkopat :
-Ma xerab e ku hun xulamtiya min bikin.
Hun insanin nekêrhatî ne.
Xulamtiya kesekî mîna min dê ji we re şeref be !
Mr.Prînsîp :
-Ez xulamtiya ti kesan bê prînsîp nakim.
Lê kesekî ku ji dil serxwebûna Kurdistanê bixwaze ezê binê qundreya wî jî maçî bikim.
Mr.Stratejî :
-Tu dikarî binê qundreya herkesê ku serxwebûna Kurdistanê dixwaze maçî bikî.
Lê divê armanca vê qundremaçîkirina te jî hebe.
Bê armanc ti feyde ji wê re nîne !
Mr.Spekualsyon :
-Ez dibînim ku van rojên werê de, dê hevalê me Mr.Prînsîp binê qundreya Mr.Psîkopat maçî bike !
Hemdîn :
-Deka dev ji vê xirre-cirrê berdin loo.
Mala we ava werin em ji xwe re sohbetek baştir bikin.
Mr.Psîkopat :
-Kurro tam di demê ku ev hevalên he dikirin werin ser rêya rast û bi ya min bikin, heta binê qundreya min jî maçî bikin, tu wê qut dikî !
Diyar e tu insanekî ne xêrxwazê minî !
Dev ji vê zikreşiya xwe berdin.
Werin ser rêya rast, bi ya min bikin.
Hun naxusirin !
Dizanim ku hun bê min bikêrî pênc quruşên qul nayên !
(Berdewam dike)
Dr.Cuwan Heqi
Dûnyaya Bozo (4)
Dûnyaya Bozo (3)
Dûnyaya Bozo (2)
Dûnyaya Bozo (1)
Bozo´nun dünyası (5)
Pirtûka min ya ewil: Şûjin - Dr. Cuwan Batû
Li ber qiraxê deryaya bajarê Negril, Jamaica
Li ber qiraxê deryaya bajarê Negril, Jamaica
Eger ku ez:
Rengên guhdaran...
Bozo´nun dünyası...
Zaman gazetesinin 2010 da referandum ile ilgili bana sorduğu sorular ve gazete tarafından hasıraltı edilen cevaplarım:
Dr. Cuwan Heqî, Analiz: Hilbijartinên serokatiya Emerîkayê -2016an, (2)
Dr.Cuwan Heqi: Hayllerimin derinliğine daldım....
Dr. Cuwan Heqî, Analiz: Hilbijartinên serokatiya Emerîkayê (2016an) û serxwebûna başûrê Kurdistanê
Dr.Cuwan Heqi, Analiz: Li Surî çi diqewime?
Serok Obama mecbûr ma ku ew dijberiya Kurdistaneke serbixwe neke!
Serdana serok Barzanî ya Amedê û rewşa apociyan
Ayağını "yorganıMA göre uzat!"
"Bir kahraman aranıyor..."
Amerika ve kürt "enayi" tipleri (!?)”
Kekê Arşev, te bi koçkirina xwe dilê me brîndar, jar û perîşan kir!
Apocî û Kurdistana Sûrî!
M.Şerîf Muştak: Min jibîr nekin!
Emerîka: Hilbijartin û rêvebirin – (1)
Nûçeanaliz: Biryara girtina al Haşimî-Destlêwerdana Îranê bo Iraqê
Hemdîn liqayî Mr.Psîkopat hat
BÎRANÎNA MIHEMED ŞÊXO: "agirê sar û vemirî..."
Dr.Cuwan Heqi: Sûrî ber teqînek pirralî ve diçe
Dr.Cuwan Heqi, Analiz: Qewimînên Sala 2012an
Nûçeanaliz: Biryara girtina al Haşimî-Destlêwerdana Îranê bo Iraqê
Eger apocîtî nebûya! (1)
Analiz: Qaddafi dikare bibe ”Usma bin Ladin”ek
Nûceanaliz: Li ser nûçeya girtina Murat Karayilanî
Li gor lêkolînekê: Şervanên PKK-ê 7.2 salan dijîn
Analizek li ser axaftina serok Obama
Dr.Cuwan Heqi, Analiz: Çima Beşar Esed apociyan ji Qendilê tîne Rojavayê Kurdistanê?
Federalîzm ji bo Rojavayê Kurdistanê
Analiz: Dinyaya piştî Şoreşên Rojhilata Navîn..
Emerîka û Ewrupa dev ji pistevaniya Mûbarak berdan! Dora Sûrî ye?
Çar Kurdistan
Analiz: Xeteriyên ser kurdan!
Dr.Cuwan: Serê Hemdîn li dikana kemalîzmê tevlihev bûye
QURA´ANA KERÎM
Versiona 1.0 ya kurdan û xizmetkarên ermeniyan
PDK-Bakur pêwîst e derbasî xebata legalîteyê bibe!
LEZÛBEZA SIBEHÊ LI BAJARÊ GEWRE
Dinya diyar e ber bi têkçûnê ve diçe!
DTP-yî ketin meclisa tirkan – yanî çi?
THE END
Analiz: Qewimînên li Îranê
Serdana serok Obama bo Tirkiye
Hilbijatinên Yekîtiya Ewropayê li Swêdê
Sûrî ber teqînek pirralî ve diçe!
”Em bi hev re vê tabuyê diskînin”
Emerîka: Hilbijartin û rêvebirin - 2008
ÇEND GIRÊKÊN SOHBETÊN ME KURDAN...
QUNCIKA CANSAXIYÊ