Skip Navigation Links
Kurdî » Nivîsar : Serok Obama mecbûr ma ku ew dijberiya Kurdistaneke serbixwe neke!
 
Serok Obama mecbûr ma ku ew dijberiya Kurdistaneke serbixwe neke!
2014-07-07 13:53

MediaKurd > info@mediakurd.com

7/7-2014, Washington
Nivîs Dr.Cuwan Heqi

Duhî (6/7-2014) hate zanîn ku serokê Emerîkayê, Barack Obama dê li dijî deweleteke serbxiwe ya Kurdistanê dengê xwe derneyêxe.

Li gor çavkaniyên rast yên Kurdnasê- Kurdistan National Assambley of Kurdistan- Syria, Encûmena Niştimanî Kurdistan-Sûri, Barack Obama ji ber birha daxwzên Israîl, Tirkiyeyê, û hinek welatên Ewropyayê, diyar kir ku dê ew li dijî dewleteke Kurdistana serbixwe taybetî ya başûrê Kurdistanê nesekine.

Wek ku tê zanîn Serok Obama, serokê yekemîn yê Emerîkayê ye ku wî kurd piştguhî xwe kiriye, xemsariyê di derheqê wan de kiriye û dike.
Û herweha, ew heya niha li dijî avakirina dewleteke serbixwe ya Kurdistanê bûye.
Wî heya niha xwe daye aliyê dewlet û miletên ereban.
Serok Obama hertim piştgiriya miletê ereb kiriye.
Lê ji ber birha (liserşidandina) taybetî dewleta Israil û Tirkiyeyê, ew mecbûr maye ku xwe biguhere û duhî diyar kir ku ew qebul dike ku ”eger daxwaza serxwebûna başûrê Kurdistanê were rojevê, ew dê dijî wê daxwazê dernekeve!”

Li gor lêkolinvan (analîzker) û şawirmendên siyasî yên emerîkî yên Kurdnasê, ji bo pêkanîna lobiya piştgiryê ji bo pirsa kurd û Kurdistanê, li Emerîkayê, digel wan têkiliyê de, sedemên ku Israîl piştgiriya dewleteke kurdî ya serbixwe dike, du noqtene:
1.Israîl dixwaze dewletek kurdî wek ”buffer (dergehvan-tampon” ) di neqêba dewleta Israil û welatên ereban û îranê de hebe.
Da ku rê li êrîşên wan were girtin û ewlekariya xwe misoger bike.
2-Herweha Israil miletê kurd hertim weku miletek dost dîtiye û dibîne.
Ew ligel miletê kurd dê xwe di wê herêmê de xurttir bibîne.

Noqteyên ku çima dewleta Tirkiye piştgiriya dewleteke kurdî dike ji ev in:
1-Tirkiye jî dewlete kurdî ji bo xwe weku ”buffer zon” dibîne.
Ango ew dê bikeve neqeba Tirkiye û rêxistinên fundamentalist yên Iraqê û îranê de.
Bi vî awayî ew dê ewlekariya dewleta xwe misoger, temîn bike.
2-Ji ber sedemên abori. Bi naskirina dewleteke kurdî ya serbixwe, dê dayin-standinên dewleta Tirkiye digel wê dewleta kurdî xweştir bibin û ew dê ji dewlemendiya Kurdistanê feyde bikin, tayberî di warê petrolê de.

Ew rewşa nû tê çi maneyê û dê çi bi xwe re bîne:
1-Bi qebûlkirina serok Obama ku ew dijî dewleteke serbixwe ya Kurdistanê nesekine, dijberiya rêvebiriya serok Obama ya Emerikayê rasterast dijî kurdan diraweste.
Û ger kurd daxwaza serxwebûnê bikin dê Emerîka rê li ber wê daxwazê negire û ev jî di pratikê de Emerîka taybetî rêvebiriya Obama, ”mecbûr” dimîne ku wê Kurdistanê nas bike!
2-Li başûrê Kurdistanê yan Kurdistaneke serbexwe bi serê xwe ava dibe, yan jî ew dê digel Kurdistana Sûrî bibin yek û ew bibe Kurdistaneke serbbixwe.
Ango di pratîkê de her du beşên Kurdistanê dibin yek û azad dibin.
3-Yan jî Kurdistana Sûrî bi serê xwe dimîne, lê ew dibe Kurdistaneke federal, wek ya başûrê Kurdistanê.
4-Tirkiye jî mecbur dimîne ku li pêşberî miletê kurd yê Kurdistana Sûrî siyaseta xwe biguhere û ew dê bi awayekî aktiv pişgtgirya kurdên derveyî apociyan bike.
5-Her li gor vê nexşeyê, dê tu rê û delav, derfet ji bo apociyan di vê herêma Kurdistanê de nemîne.

Apocî jî dê mecbûr bibin ku ew hesabên weqas zilma ku wan li miletê kurd li her çar beşên Kurdistanê kirine bidin.

Bi kurtî di pêşeroja Kurdistaneke serbixwe de, wê apocî nebin û nemînin jî!
Ji ber ku ew dê digel rejîma Beşar Esed herin fisebîlillahê (heta-hetayê windabûnê)!

Cihê gotinê ye ku ev agahdariyên jorê yên çavkaniyên me yên ku ji cihên serî sed pêbawer in, hatine wergirtin.
Dr.Cuwan Heqi
Dûnyaya Bozo (4)
Dûnyaya Bozo (3)
Dûnyaya Bozo (2)
Dûnyaya Bozo (1)
Bozo´nun dünyası (5)
Pirtûka min ya ewil: Şûjin - Dr. Cuwan Batû
Li ber qiraxê deryaya bajarê Negril, Jamaica
Li ber qiraxê deryaya bajarê Negril, Jamaica
Eger ku ez:
Rengên guhdaran...
Bozo´nun dünyası...
Zaman gazetesinin 2010 da referandum ile ilgili bana sorduğu sorular ve gazete tarafından hasıraltı edilen cevaplarım:
Dr. Cuwan Heqî, Analiz: Hilbijartinên serokatiya Emerîkayê -2016an, (2)
Dr.Cuwan Heqi: Hayllerimin derinliğine daldım....
Dr. Cuwan Heqî, Analiz: Hilbijartinên serokatiya Emerîkayê (2016an) û serxwebûna başûrê Kurdistanê
Dr.Cuwan Heqi, Analiz: Li Surî çi diqewime?
Serok Obama mecbûr ma ku ew dijberiya Kurdistaneke serbixwe neke!
Serdana serok Barzanî ya Amedê û rewşa apociyan
Ayağını "yorganıMA göre uzat!"
"Bir kahraman aranıyor..."
Amerika ve kürt "enayi" tipleri (!?)”
Kekê Arşev, te bi koçkirina xwe dilê me brîndar, jar û perîşan kir!
Apocî û Kurdistana Sûrî!
M.Şerîf Muştak: Min jibîr nekin!
Emerîka: Hilbijartin û rêvebirin – (1)
Nûçeanaliz: Biryara girtina al Haşimî-Destlêwerdana Îranê bo Iraqê
Hemdîn liqayî Mr.Psîkopat hat
BÎRANÎNA MIHEMED ŞÊXO: "agirê sar û vemirî..."
Dr.Cuwan Heqi: Sûrî ber teqînek pirralî ve diçe
Dr.Cuwan Heqi, Analiz: Qewimînên Sala 2012an
Nûçeanaliz: Biryara girtina al Haşimî-Destlêwerdana Îranê bo Iraqê
Eger apocîtî nebûya! (1)
Analiz: Qaddafi dikare bibe ”Usma bin Ladin”ek
Nûceanaliz: Li ser nûçeya girtina Murat Karayilanî
Li gor lêkolînekê: Şervanên PKK-ê 7.2 salan dijîn
Analizek li ser axaftina serok Obama
Dr.Cuwan Heqi, Analiz: Çima Beşar Esed apociyan ji Qendilê tîne Rojavayê Kurdistanê?
Federalîzm ji bo Rojavayê Kurdistanê
Analiz: Dinyaya piştî Şoreşên Rojhilata Navîn..
Emerîka û Ewrupa dev ji pistevaniya Mûbarak berdan! Dora Sûrî ye?
Çar Kurdistan
Analiz: Xeteriyên ser kurdan!
Dr.Cuwan: Serê Hemdîn li dikana kemalîzmê tevlihev bûye
QURA´ANA KERÎM
Versiona 1.0 ya kurdan û xizmetkarên ermeniyan
PDK-Bakur pêwîst e derbasî xebata legalîteyê bibe!
LEZÛBEZA SIBEHÊ LI BAJARÊ GEWRE
Dinya diyar e ber bi têkçûnê ve diçe!
DTP-yî ketin meclisa tirkan – yanî çi?
THE END
Analiz: Qewimînên li Îranê
Serdana serok Obama bo Tirkiye
Hilbijatinên Yekîtiya Ewropayê li Swêdê
Sûrî ber teqînek pirralî ve diçe!
”Em bi hev re vê tabuyê diskînin”
Emerîka: Hilbijartin û rêvebirin - 2008
ÇEND GIRÊKÊN SOHBETÊN ME KURDAN...
QUNCIKA CANSAXIYÊ