Skip Navigation Links
Kurdî » Nivîsar : Analiz: Qewimînên li Îranê
 
Analiz: Qewimînên li Îranê
2009-08-01 09:35
Dr.Cuwan Heqi
info@mediakurd.com
Dr.Cuwan Heqi, Analiz: Qewimînên li Îranê
Serê rejîma îslamî ya Îranê cara duwem e bi mixalefetê re ketiye belayê.
Vê carê ev mixalefet ne wek carên dî ye.
Ew kursiyê vê rejîmê dihejîne.
Da ko mirov bi wê pêvajoya niha bizane, divê mirov li sîstema ”molakrasiya” Îranê binêre.
Di bingeha xwe de Îran ne ji aliyê meclisa ko milet wan dihilbijêre ve tê rêvebirin.
Ew ji aliyê meclisa melayan bi navê ”Meclisî Xobregan” ve tê rêvebirin.
Ev meclis, hê ji destpêka demê Ayatollah Xomeynî ve li ser kar e.
Hejmara melayên vê meclisê digihe sedan, lê ew tên guhertin.
Ev meclis her çar salan carekê tê nûhkirin.
Serokê ”Meclisî Xobregan” serokê berê yê Îranê, Haşimi Rafsancanî ye.
Divê kurd jibîr nekin ko şikek mezin ya tiliya Rafsancanî di şehîdkirina profesor Abdurrahman Qassemlo de heye.
Lê dixwazim li ser kar û barê hêza Rafsancanî li ser van qewimînên dawiyê yên Îranê binivîsim.
Em werin ser kar û xebata Meclisî Xobreganê.
Ew çavdêriya danîna qanûnên li gor Komara Îslamî dikin.
Herweha li bicihkirina wan qanûnan dinêrin.
Ev meclis, di nava xwe de 5 kesan, wek rêvebiriya dînî ya Îranê dihilbijêrin.
Alî Xameney serokê wan pênc kesan e.
Rafsancanî jî yek ji wan pênc kesan e.
Ew pênc kes di nava xwe de li ser navekî bo serokatiya dewletê li hev dikin.
Pirraniya ji wan pênc kesan heya niha AhmadiNejad wek namzetê serokê dewletê hilbijatine.
Divê newe jibîrkirin ko Rafsancanî yekî ji wan pênc kesan e ko dijî AhmadiNejad bûye..
Û ew di hilbijartinên 2005an de li pêşberî AhmadiNejad de namzetê serokatiya Îranê bû.
Lê wî winda kir.
Li Îranê du aliyê qewetê henin:
Yek aliyê wan pênc kesan e.
Û yek jî aliyê Meclisî Xobregan.
Jixwe ti rola meclisa ko ji aliye milet ve tê hilbijartin nîne.
Ew ”formalîteyek”, sîmbolîk e.
Û rewşa niha.
Li Îranê, sere- sere, li ser ”berrikê”, tê xuyakirin ko mesele ya hîlebaziya di hilbijartina serokatiyê de ye.
Lê di heqîqeta xwe de mesele şerê di navbera Rafsancanî û Alî Xameney de ye.
Rafsancanî diwaze Alî Xameney ji serokatioya wan pênc kesan dûr bixe.
Ji ber ko li gor Rafsancanî, Ali Xameney bi awayekî eşkere piştgiriya AhmadiNejadî dike.
Ev jî dibe dijberiyek pêşberî Rafsancanî.
Van rojên dawiyê Rafsancanî gund bi gund; bajar bi bajar digere û digel wan melayên ko di Meclisî Xobregan de ne dicive.
Rafsancanî şikayeta Alî Xameney li ba wan melayan dike.
Armanca Rafsancanî ew e ko ew piştgiriya pirraniya wan melayan wergire da ko ew bikare Alî Xameney biguhere.
Eger Rafsancanî bikare Xameney biguhere, di pratîkê de ew dibe sedemê dawiya serokatiya AhmadiNejadî jî.
Ger mirov ji nêzîk ve berê xwe bide vê rikberiya Rafsancanî-Xameney, mirov dikare wisa bifikire û bipirse:
Gelo di Îranek wisa totalîter de ko her tiştên rikberiya desthilatdariyê dibe bi ”xulamtiya Emerîkayê, ya rojava” yê û raste-rast bi xayintiya dewletê ve tên gunehbarankirin, çawa vê rejîmê, heya niha Rafsancanî bi vê yekê gunehbar nekiriye?
Madem Rafsancanî dijî Melayê mezin Xameney e,
Û madem ew dijî serokê dewletê AhmadîNejad e,
Madem ew bi awayekî vekirî piştgiriya Mir Musewî, namzetê serokatiya dewletê dike,
çawa dibe ko Xameney heya niha Rafsancanî bi xulamtiya hêzên derva gunehbar nekiriye,
Û çawa Rafsancanî heya niha nehatibe girtin, neketibe zindanê?
Li gor dîtina min, ev noqteyek tenê dide nîşankirin:
Rafsancanî xwediyê hêzekê ye ko ne AhmadiNejad ne jî Xameney pê dikarin.
Ji xwe tê gotin ko Rafsancanî hin bi hin kursiyê Xameney dihejîne.
Û ne dûr e ew Xameney bihguhere jî.
Bi kurtî, rojên werin dikarin guhertinên siyasî yên gelek balkêş li Îranê pêk werin!
Ew jî dibin destpêka dawiya desthilatdariya Alî Xameney û AhmadiNejadî.
Ew jî rê dide Mir Musewî were ser desthilatdariyê.
Lê rola Haşimi Rafsancanî wê di wê Îrana nû de çi be, ew nediyar û tarî ye.
Dr.Cuwan Heqi
Dûnyaya Bozo (4)
Dûnyaya Bozo (3)
Dûnyaya Bozo (2)
Dûnyaya Bozo (1)
Bozo´nun dünyası (5)
Pirtûka min ya ewil: Şûjin - Dr. Cuwan Batû
Li ber qiraxê deryaya bajarê Negril, Jamaica
Li ber qiraxê deryaya bajarê Negril, Jamaica
Eger ku ez:
Rengên guhdaran...
Bozo´nun dünyası...
Zaman gazetesinin 2010 da referandum ile ilgili bana sorduğu sorular ve gazete tarafından hasıraltı edilen cevaplarım:
Dr. Cuwan Heqî, Analiz: Hilbijartinên serokatiya Emerîkayê -2016an, (2)
Dr.Cuwan Heqi: Hayllerimin derinliğine daldım....
Dr. Cuwan Heqî, Analiz: Hilbijartinên serokatiya Emerîkayê (2016an) û serxwebûna başûrê Kurdistanê
Dr.Cuwan Heqi, Analiz: Li Surî çi diqewime?
Serok Obama mecbûr ma ku ew dijberiya Kurdistaneke serbixwe neke!
Serdana serok Barzanî ya Amedê û rewşa apociyan
Ayağını "yorganıMA göre uzat!"
"Bir kahraman aranıyor..."
Amerika ve kürt "enayi" tipleri (!?)”
Kekê Arşev, te bi koçkirina xwe dilê me brîndar, jar û perîşan kir!
Apocî û Kurdistana Sûrî!
M.Şerîf Muştak: Min jibîr nekin!
Emerîka: Hilbijartin û rêvebirin – (1)
Nûçeanaliz: Biryara girtina al Haşimî-Destlêwerdana Îranê bo Iraqê
Hemdîn liqayî Mr.Psîkopat hat
BÎRANÎNA MIHEMED ŞÊXO: "agirê sar û vemirî..."
Dr.Cuwan Heqi: Sûrî ber teqînek pirralî ve diçe
Dr.Cuwan Heqi, Analiz: Qewimînên Sala 2012an
Nûçeanaliz: Biryara girtina al Haşimî-Destlêwerdana Îranê bo Iraqê
Eger apocîtî nebûya! (1)
Analiz: Qaddafi dikare bibe ”Usma bin Ladin”ek
Nûceanaliz: Li ser nûçeya girtina Murat Karayilanî
Li gor lêkolînekê: Şervanên PKK-ê 7.2 salan dijîn
Analizek li ser axaftina serok Obama
Dr.Cuwan Heqi, Analiz: Çima Beşar Esed apociyan ji Qendilê tîne Rojavayê Kurdistanê?
Federalîzm ji bo Rojavayê Kurdistanê
Analiz: Dinyaya piştî Şoreşên Rojhilata Navîn..
Emerîka û Ewrupa dev ji pistevaniya Mûbarak berdan! Dora Sûrî ye?
Çar Kurdistan
Analiz: Xeteriyên ser kurdan!
Dr.Cuwan: Serê Hemdîn li dikana kemalîzmê tevlihev bûye
QURA´ANA KERÎM
Versiona 1.0 ya kurdan û xizmetkarên ermeniyan
PDK-Bakur pêwîst e derbasî xebata legalîteyê bibe!
LEZÛBEZA SIBEHÊ LI BAJARÊ GEWRE
Dinya diyar e ber bi têkçûnê ve diçe!
DTP-yî ketin meclisa tirkan – yanî çi?
THE END
Analiz: Qewimînên li Îranê
Serdana serok Obama bo Tirkiye
Hilbijatinên Yekîtiya Ewropayê li Swêdê
Sûrî ber teqînek pirralî ve diçe!
”Em bi hev re vê tabuyê diskînin”
Emerîka: Hilbijartin û rêvebirin - 2008
ÇEND GIRÊKÊN SOHBETÊN ME KURDAN...
QUNCIKA CANSAXIYÊ