Skip Navigation Links
Kurdî » Nivîsar : Kekê Arşev, te bi koçkirina xwe dilê me brîndar, jar û perîşan kir!
 
Kekê Arşev, te bi koçkirina xwe dilê me brîndar, jar û perîşan kir!
2013-04-23 09:53



(Ev wêne, kekê Arşev bixwe xestibû ku ew di quncika wî ya mediakurd de be)

Nivîs: (27/11-2012)

Duhî 26/11-2012, xwarziyek min ji Fînlandiya telefon da û got:
-Xalo, min nedixwest ji te re vê bûyerê bêjim, ji ber ku dizanim tê gelek biqehirî!
Lê em çawa bikin, sed hey û mixabin, kekê me Arşevê Oskan çû ser dilovaniya xwe!

Wek ku tu tasek ava cemidî bi ser laşê min de bikî, wisa lerizîm.
Ez şok bûm.
Min dixwest di cihê xwe de bikim qêrr û hawar!
Serê xwe pêşberî vê mirina malwêran rakim,
û bêjim ez vê neheqiya te qebûl nakim!
Ev çi edalet e tu bi serê me kurdan dikî!?
Gelo ma kekê Arşev çi neheqî li kê kiribû heya ku ew tûşî vê zilm û neheqiya giran were.
Û ew ji nav me bar bike.

Hey hawar û bi sedên caran hawar!

Bi dîn û îman, şevê dî hema bêje xew nekete çavên min.
Ez qehirîm.
Giriyam.
Min di nava hûndurê xwe de kir hawar.
Ketim nava xem û xeyalên xwe de.
Min xwe biçûk, reben, perîşan û belengaz dît.
Jiyan li ber çavên min reş bû.
Û min xeyalên xwe bi girîna xwe hunand.
Û çûme heft tebeqên asîmanê Xwedayê mezin.
Û min destê xwe bi hişkayî û acizî; qehirî û lez li deriyê Xwedayê payebilind da û got:
Ey Xwedayê erd û asîmanan!
Ez Arşevê xwe bi şûn de dixwazim!
Bi dîn û îman ji vir naçim heya wî dîsa zindî bi xwe re nebim!
Vêca tu bi keyfa xweyî!
Û min got:
Ey Xwedayê mezin!
Dixwazim tu gazî ezraîlê xwe bikî û ”guhê wî bikşînî” û bêjiyê:
Ey melekê min, çima te bela xwe li Arşevê kurdan, Arşevê Dr.Cuwanî daye.
Te dilê hemû kurdistaniyan birîndar kiriye!
Te taybetî, dilê feqîrê dorktor Cuwanî jar û perîşan kiriye.
Agir êxistiye nava dilê wî.
Girînek bêdawî ketiye nava bîr û ramanên wî de.
Zû lêborîna xwe ji hemû kurdistaniyan bixwaze!
Û Arşevê wan bi sax û selametî li wan vegerîne!
Û careke dî karekî wisa bi serê kurdan de neyne!

Û ez,
tevahiya şevê dî li ber deriyê Xwedayê mezin mam.
Da ku Arşevê xwe bi xwe re bînim nava me.
Wek reben û belengazan li ber deriyê Xwedê heya berê sibê rawestiyam.
Û min di mejiyê xwe de soz da:
Ez ji ber deriyê te naçim!
Heya ku Arşevê me kurdistaniyan bi xwe re, bi zindî, nevegerînim nava me!

Kekê Arşev!
Dixwazim tu bizanî,
te cihê xwe di kûrahiya nava dilên me de bi qencî, zanebûn û kurdistaniya xwe ya zêrîn kolaye!
Ji vê jî, dê tu hertim di nava dilê me de zindî bimînî!

Û keko:
Xweş bizane!
Em dê zindîbûna te ji nifşekî me kurdan dewrî nifşekî dî bikin.
Dilên me dê werin û her in.
Lê zindîbûna te dê hertim berdewam be!

Ez sersaxiya malbat, dost û hejîkerên kekê me, Arşevê Oskan, dikim.
Bi dilê xwe yê tejîgirî, dixwazim bêjim ku ez jî şirîkê êşa we hemûyan me.
Xwedê cihê kekê me Arşev bike cennet.

Dr.Cuwan Heqi
Dr.Cuwan Heqi
Dûnyaya Bozo (4)
Dûnyaya Bozo (3)
Dûnyaya Bozo (2)
Dûnyaya Bozo (1)
Bozo´nun dünyası (5)
Pirtûka min ya ewil: Şûjin - Dr. Cuwan Batû
Li ber qiraxê deryaya bajarê Negril, Jamaica
Li ber qiraxê deryaya bajarê Negril, Jamaica
Eger ku ez:
Rengên guhdaran...
Bozo´nun dünyası...
Zaman gazetesinin 2010 da referandum ile ilgili bana sorduğu sorular ve gazete tarafından hasıraltı edilen cevaplarım:
Dr. Cuwan Heqî, Analiz: Hilbijartinên serokatiya Emerîkayê -2016an, (2)
Dr.Cuwan Heqi: Hayllerimin derinliğine daldım....
Dr. Cuwan Heqî, Analiz: Hilbijartinên serokatiya Emerîkayê (2016an) û serxwebûna başûrê Kurdistanê
Dr.Cuwan Heqi, Analiz: Li Surî çi diqewime?
Serok Obama mecbûr ma ku ew dijberiya Kurdistaneke serbixwe neke!
Serdana serok Barzanî ya Amedê û rewşa apociyan
Ayağını "yorganıMA göre uzat!"
"Bir kahraman aranıyor..."
Amerika ve kürt "enayi" tipleri (!?)”
Kekê Arşev, te bi koçkirina xwe dilê me brîndar, jar û perîşan kir!
Apocî û Kurdistana Sûrî!
M.Şerîf Muştak: Min jibîr nekin!
Emerîka: Hilbijartin û rêvebirin – (1)
Nûçeanaliz: Biryara girtina al Haşimî-Destlêwerdana Îranê bo Iraqê
Hemdîn liqayî Mr.Psîkopat hat
BÎRANÎNA MIHEMED ŞÊXO: "agirê sar û vemirî..."
Dr.Cuwan Heqi: Sûrî ber teqînek pirralî ve diçe
Dr.Cuwan Heqi, Analiz: Qewimînên Sala 2012an
Nûçeanaliz: Biryara girtina al Haşimî-Destlêwerdana Îranê bo Iraqê
Eger apocîtî nebûya! (1)
Analiz: Qaddafi dikare bibe ”Usma bin Ladin”ek
Nûceanaliz: Li ser nûçeya girtina Murat Karayilanî
Li gor lêkolînekê: Şervanên PKK-ê 7.2 salan dijîn
Analizek li ser axaftina serok Obama
Dr.Cuwan Heqi, Analiz: Çima Beşar Esed apociyan ji Qendilê tîne Rojavayê Kurdistanê?
Federalîzm ji bo Rojavayê Kurdistanê
Analiz: Dinyaya piştî Şoreşên Rojhilata Navîn..
Emerîka û Ewrupa dev ji pistevaniya Mûbarak berdan! Dora Sûrî ye?
Çar Kurdistan
Analiz: Xeteriyên ser kurdan!
Dr.Cuwan: Serê Hemdîn li dikana kemalîzmê tevlihev bûye
QURA´ANA KERÎM
Versiona 1.0 ya kurdan û xizmetkarên ermeniyan
PDK-Bakur pêwîst e derbasî xebata legalîteyê bibe!
LEZÛBEZA SIBEHÊ LI BAJARÊ GEWRE
Dinya diyar e ber bi têkçûnê ve diçe!
DTP-yî ketin meclisa tirkan – yanî çi?
THE END
Analiz: Qewimînên li Îranê
Serdana serok Obama bo Tirkiye
Hilbijatinên Yekîtiya Ewropayê li Swêdê
Sûrî ber teqînek pirralî ve diçe!
”Em bi hev re vê tabuyê diskînin”
Emerîka: Hilbijartin û rêvebirin - 2008
ÇEND GIRÊKÊN SOHBETÊN ME KURDAN...
QUNCIKA CANSAXIYÊ