Skip Navigation Links
Kurdî » Nivîsar : Dr.Cuwan Heqi, Analiz: Qewimînên Sala 2012an
 
Dr.Cuwan Heqi, Analiz: Qewimînên Sala 2012an
2012-01-09 09:15

Gava salek derbas dibe û yekî nû tê, mirov difikire:
Gelo di vê salê de dê çi qewimîn çêbin?
Wê çi bi rewşa mirov were?
Rewşa dinê çawa çêdibe?
Çi guhertinên balkêş peyda bibin?
Kîjan xerabiyên berbiçav werin meydanê?
Û herwekî van.
Mirov ji xwe re “spekualsyonan” li ser spekulasyonan dike.
Û taliya wê salê de hinek ji wan tetxmîniyên mirov digirin.
Hinek xelet derdikevin.
Hinek ji binî naqewimin.
Mirov dikare erênî, pozîtîf),
Yan jî nerênî, negativ, texmîniyan bike.
Lê da ku pirraniya ji wan texmîniyên mirov rastteqîn derkevin:
Mirov wan li gor hinek pîvanan dike:
Wek li gor:
Lêkolînên zanistî.
Tecrûbe û serpêhatiyan.
Mantiq û zanistiya rojane.
Û hwd.

Îro ji bo vê sala 2012an:
Dixwazim hinek texmîniyên qewimîniyên ku di vê salê de peyda bibin binivîsim.

Em ji Tirkiye dest pê bikin:
Tirkiye mecbûr e ku:
Gavên berbiçav ji bo bidestxistina mafên miletê kurd bavêje!
Dê izna sazkirina partiyên siyasî bi nav û naveroka kurdî werin dayin.
Her ji ber vê yekê, dê partiyên kurdî ku dervayî dîtina apociyan in, derkevin meydanê.
Dê navê Kurdistanê ne qedexe be.
Zimanê kurdî dibe zimanê duwem yê fermî.
Herêma Kurdistanê bi navê wê bixwe dê were binavkirin.
Ne dûr e ku ew bibe rengek xudmuxtarî.
Desthilatdariya Erdoganî dê ji bo daxwaza federalîzma digel Tirkiyeyê nermtir bibe.
Ew wê ji bo nîqaşkirina vê pirsê vekirîtir bin.
Tirkiye bi awayekî fermî uzrê xwe-daxwaza lêborîne- li ser navê dewleta tirk ji kurdên bakur bixwaze.

Û ne dûr e ku desthilatdariya Erdoganî bi awayekî fermî başûrê Kurdistanê wek herêma Kurdistanê ya serbixwe ya Iraqa federal nas bike.

Li aliyê dî Erdogan dê bi awayekî vekirî dilxwaziya xwe ji bo serokkomartiya Tirkiyeyê diyar bike.
Pirsa serokomartiya Tirkiyeyê dê bi awayekî xurt bikeve rojeva Tirkiyeyê de.
Û ew cihgirê xwe, Bulent Arinç wek namzetê serokwezîrtiya Tirkieyê destnîşan bike.

Ger em li ser rewşa apociyan bifikirin:
Apocîtî hê bêhtir zeîftir dibin.
Hin bi hin milet dê dengên xwe pêşberî wan derêxin.
Milet, dê hin bi hin guh nedin apociyan.
Wê hesaban ji kiryarên apociyan yên xirab- ku wan anîne sere miletê kurd- bixwazin.
Rêvebirên apociyan dê, wey- li weylika wan be, ku her yekî ji wan li ciheke xwe revê bigerin.
Wê lê bigerin ku ew ji qendîl û çiyayan dakevin Ewropayê û welatin dî.
Da ku ew ji xwe re ciheke ewlekariyê bibînin.
Piraniya wan dê bi awaweyekî fermî digel Îran-Sûriyeyê kar bikin.
Lê ne dûr e hinek ji wan werin Tirkiyeyê bixwe jî.
Bibin hevkarê dewleta Tirkiyeyê.

Herweha, ya girîng dê desthialtdariya Tirkiyeyê qebûl bike ku ew divê alîkariya mixalefeta kurdên anti-apociyan bikin.

Dê Partiya pro-apociyan, BDP were girtin.
Û wê gelek rêvebirên wê werin zindankirin.
Gelek karên wan yên qirrêj ku wan digel dewleta kûr, ergenekonê pêşberî millet kirine, werin ser berikê, eşkere bibin.

Başûrê Kurdistanê û Iraqa federal:
Dê şerê navxeyî navbêna oldarên şîiyan û suniyan de dijwartir bibe.
Ji vê jî, rola Îranê li vî welatî dê bêhtir dakeve pêş.
Û ev herêm dikeve di bin xetera Îranê de.
Neqeba başûrê Kurdistnê û Iraqa federal xirab dibe.
Kurd dê bifkirin ku ew çawan xwe ji nava Iraqê veqetînin.
Li aliyê dî jî, Tirkiye ku xwe hê ji dîtina osmaniyan ya welatvegirtiniya der doranên xwe bernedaye, çavên xwe dê berde başûrê Kurdistanê.
Her ji ber xetera Îranê dê başûrê Kurdistanê muhtacî Emerîkayê bibe da ku ew were başûr ê Kurdistanê biparêze.
Û Emerîka dê were li Kurdistana başûr bicih bibe.
Ji vê jî, Kurdistan (bi tevahî) dikeve ber ewlekariyek mezin de.
Emerîka dê bikare ji Kurdistanê derdorna Rojhilata Navîn , heya Asyaya dûr kontrol bike..
Başûrê Kurdistanê dibe xwedî roleke sereke li vê herêmê.
Kurd li vir dê dengê daxwaza serxwebûnê bilindtir bikin.
Şanseke mezin yê başûrê Kurdistanê heye ew ji vê fersendê bigihin serxwebûna xwe.

Herweha girîngiya kongreyek Kurdistanî ya hêzên anti-apocî ji her çar beşên Kurdistanê herçend diçe dikeve rojeva başûrê Kurdistanê de.

Sûriye:
Heya niha ji aliyê mixalefetê ve gelek ”meclis” û ”encûmen” hatine avakirin.
Hinek ji wan hinek destekan/ piştgiriyên wan ji derva hene.
Lê rayê wan ne li hundûrê welat in.
Ji ber ku hinek ji wan welatin derva ew çêkirine.
Hinek jî bi temamî li hundûri ne.
Lê hayê wan ji derva nîne.
Lê her ji ber vê yekê, dê rola « Encûmena Niştimaniya Kurdistan- Sûriye, (Kurdistan National Asembly-KURDNAS), ku dayin û standinên xwe yên girîng bi desthilatdariya Emerîkayê re hene, hin bi hin girîngtir dibe, dikeve rojeva kurdan de.

Ne dû re, gelek ji wan "encûman", "meclis" û "hevkariyan" xwe bikin yek, hevkariyan bi hev re çêkin.

Gelo dê çi bi rejîma Beşar Esed were?
Diyar e kes pê nizane.
Li gor dîtina min:
Qedera vê rejîmê bi pêşketina çekên atomî yê Îranê ve girêdaye.
Ew jî bi zexta Emerîka-Israîl li ser Îranê ve girêdaye.
Taybetî ya Israîl.
Çiqasê ev zext zor û dijwar be,
Wisa jî ruxandina rejîma be´es ya Esed nêziktir dibe.

Lê desthilatdariya be´siyan her dikeve.
Beşar Esed dikare rêyek ya lihevkirinê digel mixalefetê bibîne.
Wek ku ew, bes herêma Lazqiyê ji bo xwe û elewiyên xwe, wek rengek xudmuxtarî bihêle.
Û dervayê wê bidest mixalefetê ve berde.
Lê dîsa jî ne dûr e ku ew nikare bi vî rengî jî li ser hikûm bimîne.
Ew mecbûr dimîne ku bireve, xwe bigihîne Rusyayê, Çînê, Korya başûr, yan jî welatekî dî.

Apocî dê hewil bidin ku ew zordestiya xwe li ser miletê vî beşê Kurdistanê bodimînin.
Lê ev derya, behr, ne ya wan e.
Ew dê wek mîna masiyên ku ji nava deryaya xwe derketîn, li bejê bimînin,
Dê wisa li wan were.
Wê xwe di bejayiyê de bibînin.
Ew behr û ava ku ji aliyê zordestan ji bo wan hatî avakirin li ser wan diçíkihe.
Ew nema dikarin ji wê avê vexwin, jiyana xwe bdomînin.
Berdewamiya jiyana siyaseta wan di vê dinya me ya îroyîn de ne mimkin e !
Kesek dê guhê xwe nede wan.
Ev dinya ne dinya totaliteran, dîktoran e.
Behr, derya wan ya kevin dê li wan biçike!

Îran:
Ev sala 2012an dê xwepêşanedan li vî welatî carekî dî dest pê kirin û xurttir û dijwartir bibin.
Rola mixalefeta kurdan, partiyên Kurdistanî li vir dê bi awayekî zelal derbikevin meydanê.
Hêzên Kurdistanî li vir dibin bingeha destpêka şoreşê ji bo ruxandina rejîma molakrasiya Îranê.

Dê taybetî Israîl êrîşeke giran û dijwar bibe li ser bargehên atomî yên Îranê.
Dê hewil bide ku wan bargehan bi temamî xirab bike.
Û ew wan xirab û wêran- mîna kavilan lê bike.

Emerîka:
Di dawiya vê salê de hilbijartinên serokatiyê heye.
Li gor baweriya min, dê serok Barack Obama vê carê jî were hilbijartin.

Sedemê wê,ev in:
1-Reforma serok Obama ya cansaxlemiyê hate pejirandin.
Ev jî tê wê maneyê, 35 milyon insanên emerîkî ku bê ewlekariya cansaxlemiyê bûn, ew bûne xwediyê vê ewlekariyê.
2-Bi pêşehngiya serok Obamayî, serokê El-Qaîdeyê, Usama bîn Ladin ji meydanê hate rakirin.
3-Aboriya Emerîkayê ber bi başiyê ve diçe.
4-Serok Barack Obama li ser soza xwe sekinî û eskerên xwe bi temamî ji Iraqê vekişand.
5-Namzetek xuya yê partiya Republicanan heya niha ne xuyaye.

Li gor dîtina min, ev her pênc xalên sereke û girîng şansa jinûve hilbijartina serok Obama bilindtir dike.
Lê diyar e dê serok Obama jî piraniya qewet û hêza xwe hem di kongres de, hem jî di senatoyê de winda bike.
Ev jî qeweta desthilatdariya wî lawaz dike.
Dest û lingên wî ji bo dayina biryaran digire.

Li aliyê dî jî, ji ber xeterabûna Îranê li Rojhilata Navîn, Emerîka mecbûr dimîne biryara yan şerekî digel îranê yan jî bi temamî vekêşana xwe ji Rojhilata Navîn bide.
Bêgoman ev biryar, biryara ji bo hebûn û nebûna Emerîkayê wek "Super Power" li vê dinê ye, taybetî li Rojhilata Navîn e.
Ger Emerîka biryara vekêşanê ji Rojhilata Navîn bide, hingê ev herêm bi temamî dikeve di bin xeter û kontrola desthilatdariya Îranê de.

Ewropa:
Krîza aborî li welatên Ewropayê dê berdewam dike.
Ew dê hê kûrtir bibe.
Ne dûr e ku çendek ji van welatan herin iflasê.
Rêvebirên van welatan dê mecbûr bimînin ku ew li ser konfederasyonek Ewropayî bifikirin.
Wê ew dev ji berdewamiya welatên xwe yên biçûk berdin.
Û dê li ser welateke konfederal ya Ewropayê-mîna modela Emerîkayê-bifikirin.

Rojhilata navîn:
Yemen dê bi temamî were guhertin.
Mixalefet tê ser desthilatdariyê.
Xwepêşanden li Cezayîr, Behreyn carek dî dest pê dikin.
Û ew mixalefet dê desthilatdariya van welatan bihejîne, ne dûr e ku ew werin guhertin.

Li Lîbyayê şerê navxoyî dest pê dike.
Gelek şer di navbera grûbên desthilatdariya nûh de were dest pê kirin.
Û ji vê jî dê piştgiriya desthialtdariya kevin, ya Qeddafî dîsa were zindîkirin.

Û gelek qewimînên nediyar li vê dinya me dê biqewimin:
Wek karesatên xwezayî wek erdehejiyê, teqîna volkanan, behr û qezayên asmanî, hewa û trafîkê dê biqwewimin.

Herweha mirov divê jibîr neke ku skandal û karesatên siyasî-olî, etnikî-wek mirin, kuştin, sûîkast hwv- û herweha, şerên herêmî dikarin biqewimin.

Dê gelek keşifkirinên zanistî di warê tendurustî, teknolojiyê, aborî, xwezayî û hwv de weri pêkanîn.

Em dê taliya vê sala 2012an de bibînin:
Gelo çend/kîjan ji van texmîniyan qewimîne.
Û kîjan wê jibinî neqewimin.
Û ya herî girîng:
Gelo dê kîjan qewminînên ku mirov texmîn nake biqewimin!
Dr.Cuwan Heqi
Dûnyaya Bozo (4)
Dûnyaya Bozo (3)
Dûnyaya Bozo (2)
Dûnyaya Bozo (1)
Bozo´nun dünyası (5)
Pirtûka min ya ewil: Şûjin - Dr. Cuwan Batû
Li ber qiraxê deryaya bajarê Negril, Jamaica
Li ber qiraxê deryaya bajarê Negril, Jamaica
Eger ku ez:
Rengên guhdaran...
Bozo´nun dünyası...
Zaman gazetesinin 2010 da referandum ile ilgili bana sorduğu sorular ve gazete tarafından hasıraltı edilen cevaplarım:
Dr. Cuwan Heqî, Analiz: Hilbijartinên serokatiya Emerîkayê -2016an, (2)
Dr.Cuwan Heqi: Hayllerimin derinliğine daldım....
Dr. Cuwan Heqî, Analiz: Hilbijartinên serokatiya Emerîkayê (2016an) û serxwebûna başûrê Kurdistanê
Dr.Cuwan Heqi, Analiz: Li Surî çi diqewime?
Serok Obama mecbûr ma ku ew dijberiya Kurdistaneke serbixwe neke!
Serdana serok Barzanî ya Amedê û rewşa apociyan
Ayağını "yorganıMA göre uzat!"
"Bir kahraman aranıyor..."
Amerika ve kürt "enayi" tipleri (!?)”
Kekê Arşev, te bi koçkirina xwe dilê me brîndar, jar û perîşan kir!
Apocî û Kurdistana Sûrî!
M.Şerîf Muştak: Min jibîr nekin!
Emerîka: Hilbijartin û rêvebirin – (1)
Nûçeanaliz: Biryara girtina al Haşimî-Destlêwerdana Îranê bo Iraqê
Hemdîn liqayî Mr.Psîkopat hat
BÎRANÎNA MIHEMED ŞÊXO: "agirê sar û vemirî..."
Dr.Cuwan Heqi: Sûrî ber teqînek pirralî ve diçe
Dr.Cuwan Heqi, Analiz: Qewimînên Sala 2012an
Nûçeanaliz: Biryara girtina al Haşimî-Destlêwerdana Îranê bo Iraqê
Eger apocîtî nebûya! (1)
Analiz: Qaddafi dikare bibe ”Usma bin Ladin”ek
Nûceanaliz: Li ser nûçeya girtina Murat Karayilanî
Li gor lêkolînekê: Şervanên PKK-ê 7.2 salan dijîn
Analizek li ser axaftina serok Obama
Dr.Cuwan Heqi, Analiz: Çima Beşar Esed apociyan ji Qendilê tîne Rojavayê Kurdistanê?
Federalîzm ji bo Rojavayê Kurdistanê
Analiz: Dinyaya piştî Şoreşên Rojhilata Navîn..
Emerîka û Ewrupa dev ji pistevaniya Mûbarak berdan! Dora Sûrî ye?
Çar Kurdistan
Analiz: Xeteriyên ser kurdan!
Dr.Cuwan: Serê Hemdîn li dikana kemalîzmê tevlihev bûye
QURA´ANA KERÎM
Versiona 1.0 ya kurdan û xizmetkarên ermeniyan
PDK-Bakur pêwîst e derbasî xebata legalîteyê bibe!
LEZÛBEZA SIBEHÊ LI BAJARÊ GEWRE
Dinya diyar e ber bi têkçûnê ve diçe!
DTP-yî ketin meclisa tirkan – yanî çi?
THE END
Analiz: Qewimînên li Îranê
Serdana serok Obama bo Tirkiye
Hilbijatinên Yekîtiya Ewropayê li Swêdê
Sûrî ber teqînek pirralî ve diçe!
”Em bi hev re vê tabuyê diskînin”
Emerîka: Hilbijartin û rêvebirin - 2008
ÇEND GIRÊKÊN SOHBETÊN ME KURDAN...
QUNCIKA CANSAXIYÊ