Skip Navigation Links
Kurdî » Nivîsar : BÎRANÎNA MIHEMED ŞÊXO: "agirê sar û vemirî..."
 
BÎRANÎNA MIHEMED ŞÊXO: "agirê sar û vemirî..."
2012-03-11 18:29



Nivîs: Dr. Cuwan Heqi (ji kovara Rojbaş, hjm 3/1997) ROJBASH ONLINE (rojbash.com)

Dengbêj û dilşewitiyê Kurdistanê Mihemed Şêxo...
Ev navê he li her derê Kurdistanê bi dilsozî tê bîranîn.
Ji ber ku M. Şêxo jiyana xwe tevek bo serxwebûna Kurdistanê borand.
Mixabin, wî serê xwe bi kûl û xeman ve danî...
Wî Kurdistana xwe ya azad nedît...
Ev yeke weke birînekê ma di dilê wî de...
Heyf û sed mixabin...

Mihemed Şêxo di sala 1948´an de li gundê Xecokê, bajarê Qamişlo, Kurdistana Suriyê hate dinê. Çû dibistanê, heya sinifê 9´an xwend.
Piştre mala bavê wî cihwarî Qamişlo bû.
Sala 1969´an wî berê xwe da Beyrûdê, Lubnanê û li wir di ”Navenda Xwendina Muzîkê” de dest bi xwendina muzîkê kir. Li wir, wî bi stranên xwe yên kurdî beşdarî gelek konsertan bû.

Sala 1972´an berê xwe didê Qamişloka xwe û li Rimêlan, li navenda petrolê dest bi kar dikê. Di eynî çaxî de M. Şêxo bû serokê Komika Muzîkê.

Sala 1974´an M. Şêxo berê xwe didê Kurdistana Iraqê û li ba Barzaniyê Nemir heya şikestina şoreşê dimînê.
Piştre ew jî mîna hemu kurdên li wir mecburî derketinê dibê û derbasî Îranê dibê. Li wir ew dibê mamostê zimanê erebî. Ji wir jî dizewicê.
Û sala 1983´an careke din ew divegerê Qamişloka xwe ya rengîn.

Mihemed Şêxo jiyana xwe tevek bi hêviya yekbûna kurdan, azadkirina kurd û Kurdistanê borand.
Di hemu gotinên stranên wî de felsefeyek kurdistanî heye.
Her gotineke wî dihêlê ku yek bi kûr, dilkûlî û bi evînî li ser rewş, dîtin û karûbarên me kurdan bo Kurdistanê biponije û em ji xwe re, di ber xwe de hem eşkere hem jî di dilê xwe de bigirîn, rondikan (hêsîran) bibarênin...

Bi kurtî di her gotineke Mihemed Şêxo de çirûskek azadiyê, dilopek jiyanê, pêşmergeyek bênav heye...
Gotinên wî li ser mirov dişidînin ku mirov bibe insaneke pak, kurdistanî, dilsoz û dilxwazê hevûdu, yên mirovan, mirovatiyê...
Ew, di hemû stranên xwe de -çendî ku bi eşkere nagirî- lê ew di dilê xwe de bo me hemu kurdan digirî, dinalê...
Ew xweş pê dizanê ku em kurd di çi hal û pergalî de ne. Bo vê yekê jî ev yeke hertim axînek bû ji bo dilê wî yê birîndar e...

Gava yek guhê xwe bidê stranên wî, divê mirov bala xwe bidê ne hema hevoka, meqamê stranê, lê divê yek xweş bala (dêhna) xwe bidê gotinên wî.
Ji ber ku her gotinek wî hevokeke (cumleyeke), rûpeleke, pirtukeke, pirtukin, helbestin...Her gotineke wî Kurdistaneke...
Lê sed mixabin dilsoz û evîndarê Kurdistanê M.Şexo jiyana xwe tev bi feqîrtî, bê peretî; jiyaneke bi kûl û elem derbas kir.
Carna nanê rojê di mala wî de nebû û ev yeke bala kesî ne kişand.
Wî alikariyek ji dil û can ji aliyên me kurdan ve ne wergirt.

Hertim mirov digot .”çiqas dengê wî xweş û şêrîn e”, lê belê kesî ne digot :Gelo ma M Şêxo çawa dijî ?, Nanê wî yê rojê heye yan na?.
Ez xweş bawerim ku me kurdan M. Şêxo gelek fêhim kiriyê, lê belê me li pêşberî wî wezîfeya(erka) xwe pêk ne aniye!

Me di aliyê wî de gelek xemsarî, kêmsarî kiriye.
Halbûkî wî jiyana xwe tevek bo qenciya me borandiye...

Dilê M Şêxo di destpêka adara 1989`an de ji hemu kûl û derdan êşa û ew kete di nexweşxana Qamişloka bav û kalên xwe de...

Li gor saloxan, li wir ew bêguhdanî ma, ango ji qestî alîkariya wî nehate kirin da ku ew vê dileşê, kirîza dil, derbas nekê!
Çend rojan ew bi vê êş û jana dilê xwe ve jiya jî.

Dilê wî yê xemgîn li ber xwe dida ...
Li gor gotinan ku desteke hIkumeta Surî di mirina wî de hebû, ango wan nexwestin, yan jî ne hêliştin ku bi awayekî aktîf dilê wî derman bikin, da ku wî ew kiriz bikariya derbas bikiriya.

Û ez bixwe xweş bawerim ku rastiyek mezin di van gotinan de heye...
Ji ber ku dijminên me Kurdan bi hemu reng û awayan dixebitin ku me biêşînin, bindest bikin, bêçek bihêlin û bo vê çendê jî mirina Mihemed Şêxo jî nimuneyek ji hezar nimuneyan e...

Û di 9´ê adara 89´de wî dilê reben, dilkûlê Kurdistanê hew karî li ber xwe bidê û sed mixabin wî dilê birîndar jî çavên xwe bo hertim dada...
Gava em îro 23- saliya bîranîna dilevînê Kurdistanê Mihemed Şêxo dinivîsin, emê wek herdem gotin û sîretên wî bo xwe weke çirûskek bo ronîkirina rêya azadiya kurd û Kurdistanê bibînin.

Mihemed Şêxo hertim di dilê me de jiyaye û heta em kurd hebin jî wê ew hertim bijî jî...
Dr.Cuwan Heqi
Dûnyaya Bozo (4)
Dûnyaya Bozo (3)
Dûnyaya Bozo (2)
Dûnyaya Bozo (1)
Bozo´nun dünyası (5)
Pirtûka min ya ewil: Şûjin - Dr. Cuwan Batû
Li ber qiraxê deryaya bajarê Negril, Jamaica
Li ber qiraxê deryaya bajarê Negril, Jamaica
Eger ku ez:
Rengên guhdaran...
Bozo´nun dünyası...
Zaman gazetesinin 2010 da referandum ile ilgili bana sorduğu sorular ve gazete tarafından hasıraltı edilen cevaplarım:
Dr. Cuwan Heqî, Analiz: Hilbijartinên serokatiya Emerîkayê -2016an, (2)
Dr.Cuwan Heqi: Hayllerimin derinliğine daldım....
Dr. Cuwan Heqî, Analiz: Hilbijartinên serokatiya Emerîkayê (2016an) û serxwebûna başûrê Kurdistanê
Dr.Cuwan Heqi, Analiz: Li Surî çi diqewime?
Serok Obama mecbûr ma ku ew dijberiya Kurdistaneke serbixwe neke!
Serdana serok Barzanî ya Amedê û rewşa apociyan
Ayağını "yorganıMA göre uzat!"
"Bir kahraman aranıyor..."
Amerika ve kürt "enayi" tipleri (!?)”
Kekê Arşev, te bi koçkirina xwe dilê me brîndar, jar û perîşan kir!
Apocî û Kurdistana Sûrî!
M.Şerîf Muştak: Min jibîr nekin!
Emerîka: Hilbijartin û rêvebirin – (1)
Nûçeanaliz: Biryara girtina al Haşimî-Destlêwerdana Îranê bo Iraqê
Hemdîn liqayî Mr.Psîkopat hat
BÎRANÎNA MIHEMED ŞÊXO: "agirê sar û vemirî..."
Dr.Cuwan Heqi: Sûrî ber teqînek pirralî ve diçe
Dr.Cuwan Heqi, Analiz: Qewimînên Sala 2012an
Nûçeanaliz: Biryara girtina al Haşimî-Destlêwerdana Îranê bo Iraqê
Eger apocîtî nebûya! (1)
Analiz: Qaddafi dikare bibe ”Usma bin Ladin”ek
Nûceanaliz: Li ser nûçeya girtina Murat Karayilanî
Li gor lêkolînekê: Şervanên PKK-ê 7.2 salan dijîn
Analizek li ser axaftina serok Obama
Dr.Cuwan Heqi, Analiz: Çima Beşar Esed apociyan ji Qendilê tîne Rojavayê Kurdistanê?
Federalîzm ji bo Rojavayê Kurdistanê
Analiz: Dinyaya piştî Şoreşên Rojhilata Navîn..
Emerîka û Ewrupa dev ji pistevaniya Mûbarak berdan! Dora Sûrî ye?
Çar Kurdistan
Analiz: Xeteriyên ser kurdan!
Dr.Cuwan: Serê Hemdîn li dikana kemalîzmê tevlihev bûye
QURA´ANA KERÎM
Versiona 1.0 ya kurdan û xizmetkarên ermeniyan
PDK-Bakur pêwîst e derbasî xebata legalîteyê bibe!
LEZÛBEZA SIBEHÊ LI BAJARÊ GEWRE
Dinya diyar e ber bi têkçûnê ve diçe!
DTP-yî ketin meclisa tirkan – yanî çi?
THE END
Analiz: Qewimînên li Îranê
Serdana serok Obama bo Tirkiye
Hilbijatinên Yekîtiya Ewropayê li Swêdê
Sûrî ber teqînek pirralî ve diçe!
”Em bi hev re vê tabuyê diskînin”
Emerîka: Hilbijartin û rêvebirin - 2008
ÇEND GIRÊKÊN SOHBETÊN ME KURDAN...
QUNCIKA CANSAXIYÊ