Skip Navigation Links
Kurdî » Nivîsar : Qado Sêrîn: Sûriye ya taybet, nûjen dibe!
 
Qado Sêrîn: Sûriye ya taybet, nûjen dibe!
2011-04-06 08:27

Hefteya sisiyan e ku xwepêsandanên azadiyê li Sûriyê berdewam in.
Hefteya sisiyan e ku xwepêsandanên azadiyê li Sûriyê berdewam in. Serhildana ku ji Deraa dest pêkir û li gelek bajar û bajarokan belav bû, taku giha bajarên kurdan Qamislo û Amûdê, hestiyê rêjîmê dikeritîne. Bi dehan çalakvan bi destê hêzên ewlekariyê hatin kustin.

Sûriyê wek welat bi her tistî taybet e, tistekî Sûriyê wek ê welatên din tune. Ta li ser pelikan jî taybet e. Serok û rêberên Sûriyê bi zimanekî dirêj dibêjin em li dijî Isra’îlê di ser de ne, lê ji 1973an ve li dijî Isra’îlê yek fîsek neteqiyaye, belê herêma herî aram di Sûriyê de herêma sînorê Isra’îlê ye, lê di van rojan de Sûriyê dikare aniyek ser bi Isra’îlê re veke daku xwepêsandanên navxweyî rawestîne û soresa boyî rûxandina rêjîmê beravêtî bike.

Serokê Sûriyê bi sêweyekî gelekî taybet bû serok, û di gotina sûndxwarinê de gelek soz dan, yek jî ji wan sozan pêkneanî, ji bo kurdan jî gelek soz dan, lê dîsa jî yek pêkneanî.

Pêncî sal in ku miletê Sûriyê di bin darê zorê û rewsa awarte de dijî, ji mafê mirovantiyê bêpar e, êdî ji mafê wî ye doza azadiyê bike. Lê rêjîm tim ji tawanên genî re amade ye. Eger çûkekî bigre dibêje noker e, miskekî bigre dibêje gelac û yê din dixwaze perçakî ji xaka welêt veqetîne. Ji ber van tawanên amade gelek kes serî ranakin.

Parlemanê Sûriyê jî taybet e, endamên wî mîna kevirên sesrengê ne, tenê ji bo çepik û pistgirî û erêkirina pirojeyên serokê Sûriyê û rêjîmê ne, hemû diz û deyûz in. Qaso parlementer in dirusmeyên koletiyê ji Besar e bilind dikin. Bi gotina Besar El Esed a dawî di 30/03/2011an de, gelek caran: - ‘’bi can bi xwîn em bi te re ne Besar.- Xwedê-Sûriyê û Besar û bes’’, hatin bilindkirin, Jixwe parlementerek minafiq rabû û ji Besar e got: ‘’rêberiya cîhana erebî ji te re hindike, gerek tu rêberiya tevaya cîhanê bikî’’.

Rêjîmê her tist spartiye serokê xwe Besar, daku ew tenê berpirsê her tistî be, lê Besar bîra vê xefk û davê nabe. Her kes ta bi medya li bende Besar û biryarên wî yên roja pêncsemê dirawestin. Lê ne Besar û ne jî rêjîma wî dikarin tistekî bikin, eger ew ên guhertinan bana dê ji zû ve guhertin anîbana, hemû diz û keysebaz in, tenê ew hewl didin milet û çalakvanan bixapînin. Bi guhertinan re ew dê biçin cehnemê.

Bi gumana min rêjîmê dest bi fitne û gelaciyên xwe yên berê kiriye. Ana hewl dide kurdan xwe bi xwe bi hev xîne, her wisa ereb û kurdan bi hev xîne. Bi gumana min rêjîmê berê jî ev kar kiriye

Bi gumana min rêjîm nedikare bê guhertin û ne jî guhertinan bîne, çimkî guhertin dawiya rêjîmê tine. Biryar û miryarên ku derdixîne hemû fen û fût û xapandin in, êdî divê rêjîm ji koka xwe ve rabe û bê rûxandin. Ji bo vê yekê divê tevaya miletê Sûriyê dakeve kolanan. Eger hat û wisa bû rêjîm dê ji Qedafî bêtir Sûriyê wêran bike.

Jonasan RANDIL di pirtûka xwe ya bi navê “Miletek di Perçebûnê de” nivîsandiye: ‘’Tistên ku Kurd di ser û cengan de bi dest dixînin, di rûnistinên xwe yên li ber masên danûstandinan de didin der”. Îca tirsa min ji wê tirsê ye ku kurd di rûnistinên bi rêjîmê re tistekî nexwazin. Serokesîr jî qet nabin deng, bang, nûner, daxwiyanî, rêber û nûnerên kurda û ciwanan.

Bi gumana min di rûnistina rêjîmê bi serokesîrên kurdan re, fitneyek heye. Ew dê kurdan bi hev xîne, her wisa dê kurd û ereban li hev sor bike.

Xwepêsandanên astiyane daxwaza hemû kurdan e, û di rêbaza hemû partiyên kurdan deye, êdî bo çi partiyên me di dema guhertin û rabûna ba û bahoza azadiyê, bi çalakiyan ranabin?. Eger ew ana tistekî nekin, bê guman ew ê li derveyî dîrokê bimrin.

Eger raste partiyên kurdan ji bo berjewendiyên kurdan xirecirê dikin, bila hemû bi hev re daxwiyaniyekê belav bikin, û dikarin têde binivîsin; eger rêjîm pirsa kurd bi sêweyekî astiyane û demuqrat çareser neke, em dadkevin kolanan û 12ê adarê dubare dikin. Bi gumana min ji bo azadiyê tenê ne gereke kurd dakevin kolanan, belê ji bo erêkirina hemû mafê gelê kurd li Sûriyê, bi kêmanî ji bo erêkirina mafê kurdan di destûra welêt de.

Bi gumana min pistgiriya ciwanên kurd bi daxwiyaniyan tenê nabe, eger tevgera kurd di van roj û deman de bi erkê xwe yê dîrokî ranebe, xwe neguherîne, danekeve kolanan ew ê di bermîla gemarê de bi cih bibe.
Pistî xwepêsandanên ciwanên kurd li Qamislo û Amûdê, hema hema hemû partiyên kurd daxwiyaniyên pistgiriyê derxistin, daku wê çalakiyê bidizin, li sûna ku ew rêberiya ciwanan bikin, mixabin li pas ciwanan bê deng man, û ev têkçûne.

Li dawî çiqasî Sûriyê taybet be, çiqas hêza rêjîm û pênc saxên muxaberatên nemirovan e, taybet be, dê birûxe. Eger milet rabû û bi berdewamî daket kolanan, lê divê cilên bi pîne yên rêjîmê li xwe neke û neyê xapandin.

05/04/2011
Qado Şêrîn
”KOBANΓ, romana êş û bîranînan
Qado Şêrîn: Pêşî nakokiyên partiyan, dûre pirsa gel çareser dibe
Qado Şêrîn: Pêşî nakokiyên partiyan, dûre pirsa gel çareser dibe
Qado Şêrîn: Kurdên bakur çi bikin baş e
Siberoja reşbîn
Biratiya kurdan qediya
Çilrojiya Arşev û gazina ji nivîskaran
Gazin...(Arşevê Oskan)
Serê Kanyê û rûreşiya me
Bû du car Isma'îl Omer dimre!
Li Amûdê hemû pel şewitîn
Wexta tiving biaxivin
Reşbîn e, sedem partî ne
Pkk-Pyd û xirecira dîrokî
Wefadariya zindiyan bo miriyan
Yekîtiya Nivîskaran xewne!
Mixabin rewşa me ev e!
Partîno me biparêzin
Heçê ne bi me re, li dijî meye
Ji facebooka min a 2011an
Qedera zavayekî penaber
Tevgera me kilê çavê me ye, eger..
Serçimandina me M. Temo kuşt
Dema Şer qediya
Milet qeşitandina serokên kurdan dixwaze
Axaftina çi, ziqûma çi?
Bang ji bo malperên kurdî
‘’Îna Azadî’’ kurd azad kirin
Rexne; Rovî û sûk
Rêjîma kevir li ser kevir nehêle
Qado Sêrîn: Sûriye ya taybet, nûjen dibe!
Sûriyê ya taybet, nûjen dibe
Texmînên sala nû
Terorîzim. Teba çûn, terorîst hatin
Boykot, piştî çi?
Qado Şêrîn: Gotinê êvara dikevin qulê dîwara!
Qado Şêrîn: Gotinê êvara dikevin qulê dîwara