Skip Navigation Links
Kurdî » Nivîsar : Çilrojiya Arşev û gazina ji nivîskaran
 
Çilrojiya Arşev û gazina ji nivîskaran
2013-01-10 23:03


Qado Şêrîn

Li pêşî, me hemû name û vexwendinên bo çilrojiya Arşevê Oskan bi navê ‘’Malbat û dostên Arşevê Oskan’’ji nivîskar, partî, rêxistin û kesayetiyên kurd re dişandin, yanî kesekî nizanîbû kî wan name û vexwendinan dişîne. Jixwe her nivîskar, partî, rêxistin, kesayet vexwendin bi navê wî jêre dihat şandin. Her wiha vexwendina giştî û vekirî bi her du zimanan kurdî û erebî di malperan de dihat weşandin.

Ji me re balkêş û li cihê xemgîniyê bû wexta xelkên li çilrojiyê amade bibûn, gilî û gazinên xwe dikirin û dipirsîn: ka nivîskar û helbestvanên me çima amade nebûne? Mane Arşev jî nivîskar û helbestvan bû.

Em jî wan gilî û gazinan dubare dikin û dibêjin: jixwe hinan xwe bi du gotinan nekelifandin û ji zarokên Arşev re negotin: ‘’bila serê we sax be, bavê we ciwan çû’’. Wek ku wefata Arşevê Oskan li xweşiya wan hatibe, wek ku kîn û dijîtiya wan bi Arşev re hebe. Wiha tê famkirin ku bi wefata Arşev kêfxweş bûne.

Helbestvan û nivîskarên ku name û vexwendin bi navê wan ji wan re hatin şandin, ev bûn:
Azer Derwîş, Can Kurd, Dilbixwîn Dara, Dilyar Dêrikî, Ebdilqadir Mûsa, Ehmedê Huseynî, Elî Cefer, Helîm Yûsiv, Heyder Omer, Hoşeng Broka, Husên M. Hebeş, Jan Dost, Keça Kurd, Merwan Elî, Merwan Osman, Mizgîn Hesko, Nezîr Melle, Nezîr Palo, Selîm Biçûk, Serhan Îsa, Tengezar Marînî, Xebat Şakir.

Yên amade bibûn: Dilyar Dêrikî, Elî Cefer, Keça Kurd, Merwan Elî, Serhan Îsa, Tengezar Marînî û Xebat Şakir.

Jan Dost, Heyder Omer û Ebdilqadir Mûsa name şandin, nikarîbûn amade bibin û lêborîn xwestin.

Wexta gilî û gazin dihatin kirin, me digot: me wek dost û malbata Arşev tiştê li ser xwe kir, me qedir da wan, me ew fermî û taybet vexwendin şahiya 40rojiyê, lê çima nehatin û amade nebûn? Em jî ji wan dipirsin.

Dêmek di mirnê de jî em nema xwedî li mezinên xwe derdikevin, û qama wan a bilind li piştî mirnê bilindtir nakin, êdî emê bi çi hêz û şêweyî bi pêş ve biçin wexta nivîskar û zanayên me wiha xiloxavî bin.

Di jiyanê de, hin kes li ser pişta kes in din radibin û bi ser dikevin, wek nimûne di warê bazirganî û aboriyê de. Di edebiyatê de ne hemû wiha ye, tecrube û şêweyê nivîskar wî bi ser dixe û bilind dike, lê eger hat û nivîskar mir û nivîskar û rexnevan xwedî li giyan û berhemên wî derneketin, û piştî mirina wî berhemên wî neyên rexne û lêkolînkirin, ew nivîskar mîna sehekî dimre û gelek dibêjin: ohyan ku mir û em jê xelas bûn.

Emê hemû bimrin, ezê bimrim, hûnê jî bimrin, û ji bo ku hûn wek qencekî bimrin û zindî bimînin xêran biçînin daku hûn xêran biçinin.

Nivîskar û helbestvan samanên gellan in, û ji ber wê em van gilî û gazinan dikin.

10/01/2013
Qado Şêrîn
”KOBANΓ, romana êş û bîranînan
Qado Şêrîn: Pêşî nakokiyên partiyan, dûre pirsa gel çareser dibe
Qado Şêrîn: Pêşî nakokiyên partiyan, dûre pirsa gel çareser dibe
Qado Şêrîn: Kurdên bakur çi bikin baş e
Siberoja reşbîn
Biratiya kurdan qediya
Çilrojiya Arşev û gazina ji nivîskaran
Gazin...(Arşevê Oskan)
Serê Kanyê û rûreşiya me
Bû du car Isma'îl Omer dimre!
Li Amûdê hemû pel şewitîn
Wexta tiving biaxivin
Reşbîn e, sedem partî ne
Pkk-Pyd û xirecira dîrokî
Wefadariya zindiyan bo miriyan
Yekîtiya Nivîskaran xewne!
Mixabin rewşa me ev e!
Partîno me biparêzin
Heçê ne bi me re, li dijî meye
Ji facebooka min a 2011an
Qedera zavayekî penaber
Tevgera me kilê çavê me ye, eger..
Serçimandina me M. Temo kuşt
Dema Şer qediya
Milet qeşitandina serokên kurdan dixwaze
Axaftina çi, ziqûma çi?
Bang ji bo malperên kurdî
‘’Îna Azadî’’ kurd azad kirin
Rexne; Rovî û sûk
Rêjîma kevir li ser kevir nehêle
Qado Sêrîn: Sûriye ya taybet, nûjen dibe!
Sûriyê ya taybet, nûjen dibe
Texmînên sala nû
Terorîzim. Teba çûn, terorîst hatin
Boykot, piştî çi?
Qado Şêrîn: Gotinê êvara dikevin qulê dîwara!
Qado Şêrîn: Gotinê êvara dikevin qulê dîwara