Skip Navigation Links
Kurdî » Nivîsar : Li Amûdê hemû pel şewitîn
 
Li Amûdê hemû pel şewitîn
2012-09-05 02:21


Qado Şêrîn

Eger te xwest mirovekî têk bibe, rû bi rû li dij dernekev û xwe danexîn asta wî ya ketî, tenê dema ku şaş çû, bêtir wî bajo ser şaştiyan, taku di bin şaştiyên xwe de bixeniqe, wê wextê tê bibîne bê tu çiqasî şarezayî, û ew hov û li derveyî dîrokê ye.

Tiştê li Amûdê qewimî, bira li dijî bira nake, partiyek ku qaşo ji 30 salî ve rêzgarkirina Kurdistanê dixwaze nake. Tiştê li Amûdê qewimî nimûneya dawiye ji gelek nimûneyên ku sînorên kurdayetiyê, birakujiyê, demuqratiyê û mirovantiyê derbaskirin û binpêkirin. Bûyera Amûdê û berî wê gelek bûyerên din ên ku ji aliyê Apoçiyan ve rûdane, bûn egera ku hemû pelên dara Apoçiyan di şoreşa Sûrî de biweşin û bişewitin.

Bila piştî Amûdê aqilmendên Apoçiyan li xwe û kurdîtiya xwe ya seqet vegerin. Kiryara wan li Amûdê ne karê partiyek şoreşger bû, ku doza rêzgar û yekkirina Kurdistanê dikir û ji bo wê dozê bi hezaran şehîd hatin dan. Êdî bila rihê xwe ji kîn û zikreşiyê bişon û paqij bikin, ne hûn tenê kurd in, hûn tenê nikarin Kurdistanê rêzgar bikin. We daye ser rêya şaş, ew rê ne rêya we ye, belê ya dijminê we ye. Ji roja şoreşa Sûrî destpêkiriye hûn li dijî gelê xwe tevdigerin, hûn tev li şoreşê nebûne, hûn tenê ji bo têkbirina para kurdan di şoreşê de dilivin, her kes vê dizane, lê ji tirsa birakujiyê kes li dij we dernakeve û devê xwe digre. Mîna tîrêja rojê diyar e, û ji ava çavan zelaltire bûyera Amûdê, êdî li xwe vegerin hûn çi dikin û xizmeta kê dikin?, karê hûn dikin ne di xizmeta we deye û ne jî di ya me deye, hûn tenê kêfa dijminan li xwe û me tînin, lê hûn nizanin. Mixabin hemû partiyên şimûlî nafikirin bê sibe çi tê serê wan, û ji xwe napirsin: yaho em çima li dijî îradeya gelê xwe derdikevin?

Hûn hîna nebûne dîk azan didin, eger sibe hûn bibin desthilat, dêmek hûnê ji Beşar bêtir bînin serê me. Jixwe berê me gelek caran nivîsandiye, eger wisa berdewam bike, emê li wexta Beşar poşman bibin, û zulma wî dê ji azadiya we dilovantir be.

Bûyerên Amûdê kurdayetiya zelal tazî kir, û ji wateya wê ya pîroz bêrî kir, êdî ji ana û bi şûn ve emê dilê xwe vekin û mikur bên ku gotina birakujî derew di derew di derewê de ye, lastîkek di nav lepên berjewendiyên partiyan de diqete, kînga be dikarin ji bo berjewendiyên xwe birakujiyê bikin. Bila ji ana û bi şûn ve bibe guhar û bi guhê xwe vekin ku kurd jî dikarin dijîtiya gelê xwe bikin û li dijî berjewendiyên wî derkevin, êdî dikevin rêz û asta dijminan. Jixwe ji berê ve pêşiyên me gotine: ’’kurmê darê ne ji darê be, dar kurmî nabe’’

Bûyerên Amûdê şek û guman di wê yekê de nehişt ku Apoçî li dijî kurdan jî terorê pêktînin, ta ana me maf jî nedida xwe vê bêjin, lê we ew derî jî li xwe vekir.

Li dawî, eynî pirsa Husên Çelebî, Jan Dost û hin din dubare dibe, kî we diparêze?, kê ew maf daye we hûn li dijî îradeya gelê kurd derkevin?, kê hûn kirine desthilat li ser serê gelê kurd?. Bersiv tenê li ba we ye.

03/09/2012
Qado Şêrîn
”KOBANΓ, romana êş û bîranînan
Qado Şêrîn: Pêşî nakokiyên partiyan, dûre pirsa gel çareser dibe
Qado Şêrîn: Pêşî nakokiyên partiyan, dûre pirsa gel çareser dibe
Qado Şêrîn: Kurdên bakur çi bikin baş e
Siberoja reşbîn
Biratiya kurdan qediya
Çilrojiya Arşev û gazina ji nivîskaran
Gazin...(Arşevê Oskan)
Serê Kanyê û rûreşiya me
Bû du car Isma'îl Omer dimre!
Li Amûdê hemû pel şewitîn
Wexta tiving biaxivin
Reşbîn e, sedem partî ne
Pkk-Pyd û xirecira dîrokî
Wefadariya zindiyan bo miriyan
Yekîtiya Nivîskaran xewne!
Mixabin rewşa me ev e!
Partîno me biparêzin
Heçê ne bi me re, li dijî meye
Ji facebooka min a 2011an
Qedera zavayekî penaber
Tevgera me kilê çavê me ye, eger..
Serçimandina me M. Temo kuşt
Dema Şer qediya
Milet qeşitandina serokên kurdan dixwaze
Axaftina çi, ziqûma çi?
Bang ji bo malperên kurdî
‘’Îna Azadî’’ kurd azad kirin
Rexne; Rovî û sûk
Rêjîma kevir li ser kevir nehêle
Qado Sêrîn: Sûriye ya taybet, nûjen dibe!
Sûriyê ya taybet, nûjen dibe
Texmînên sala nû
Terorîzim. Teba çûn, terorîst hatin
Boykot, piştî çi?
Qado Şêrîn: Gotinê êvara dikevin qulê dîwara!
Qado Şêrîn: Gotinê êvara dikevin qulê dîwara