Skip Navigation Links
Kurdî » Nivîsar : Gazin...(Arşevê Oskan)
 
Gazin...(Arşevê Oskan)
2012-12-07 09:58

Qado Şêrîn

Mirin, wexta ji bîra me diçe, bi hemd an jî bê hemd em gelek gunehan dikin. Heçê mirin di bîr û bala wî de be gunehan nake.

Ji ber wê me gelek guneh di derbarê Arşevê Oskan de kirin.

Hin kes du caran dimrin, cara pêşî wexta laş û giyan ji hev dixeyidin û cuda dibin û di dûv re giyanê azad li xwediyên xwe digere, û cara duduyan wexta xwediyê giyan tune bin.

Arşevê Oskan bi salan bû ku zikêşê peyva kurdî bû, gelek ji wexta xwe ji bo ziman û wêjeya kurdî terxan kiribû, bi wî temenê biçûk dikarîbû şeş pirtûkan hin helbest hin jî roman binivîse û diyarî pirtûkxaneya kurdî bike.
Nemir Arşev tenê bi kurdî dinivîsand, ew çeka wî ya aştiyane, mirovane û bihêz bû li beramberî êrîşên dijminan ku pê gelê xwe diparast, wek ku wî gelek caran ji me re gotibû.

Sed heyf û mixabin kurdên me xwedî li Arşev derneketin, Arşevê ku hema hema jiyana xwe ji bo me terxan kiribû, ne li roja xatirxwestinê û ne jî di her du rojên behiyê de, ne nivîskar, ne helbestvan, ne siyasetvan û ne jî ziman-dirêjên civat û kolanan ên ku helwest û şîretan difroşin, mixabin hemû xwedî lê derneketin.

Me gelek caran digot: navdar, nivîskar, hunermend û rêberên baş namirin, çimkî em xwedî li wan derdikevin û giyanê wan li ser efikên dilê xwe datînin, lê wexta me helbestvan û nivîskar di merasîma xatirxwestin û di her du rojên behiya Arşev de nedîtin, me di nava xwe de got: Arşev mir.

Mirina Arşevê Oskan, hişmendiya me, mirovantiya me û biratiya me tazî kir, qurmiçand û rastiya me ya tije gemar derxist ser avê, çimkî em di wexta nexweşiya wî de û ne jî di wefata wî de xwedî lê derneketin, bi taybetî Helbestvan û nivîskarên kurd ên li Elmanya.

Mixabin me nikarîbû ji bo cara dawî dilê jin û zarokên wî xweş bikin û ji wan re bibêjin: Arşev namire, Arşev di wicdanê me û hemû zikêşên peyva kurdî de zindî ye.

05/12/2012
Holland

Qado Şêrîn
”KOBANΓ, romana êş û bîranînan
Qado Şêrîn: Pêşî nakokiyên partiyan, dûre pirsa gel çareser dibe
Qado Şêrîn: Pêşî nakokiyên partiyan, dûre pirsa gel çareser dibe
Qado Şêrîn: Kurdên bakur çi bikin baş e
Siberoja reşbîn
Biratiya kurdan qediya
Çilrojiya Arşev û gazina ji nivîskaran
Gazin...(Arşevê Oskan)
Serê Kanyê û rûreşiya me
Bû du car Isma'îl Omer dimre!
Li Amûdê hemû pel şewitîn
Wexta tiving biaxivin
Reşbîn e, sedem partî ne
Pkk-Pyd û xirecira dîrokî
Wefadariya zindiyan bo miriyan
Yekîtiya Nivîskaran xewne!
Mixabin rewşa me ev e!
Partîno me biparêzin
Heçê ne bi me re, li dijî meye
Ji facebooka min a 2011an
Qedera zavayekî penaber
Tevgera me kilê çavê me ye, eger..
Serçimandina me M. Temo kuşt
Dema Şer qediya
Milet qeşitandina serokên kurdan dixwaze
Axaftina çi, ziqûma çi?
Bang ji bo malperên kurdî
‘’Îna Azadî’’ kurd azad kirin
Rexne; Rovî û sûk
Rêjîma kevir li ser kevir nehêle
Qado Sêrîn: Sûriye ya taybet, nûjen dibe!
Sûriyê ya taybet, nûjen dibe
Texmînên sala nû
Terorîzim. Teba çûn, terorîst hatin
Boykot, piştî çi?
Qado Şêrîn: Gotinê êvara dikevin qulê dîwara!
Qado Şêrîn: Gotinê êvara dikevin qulê dîwara