Skip Navigation Links
Kurdî » Nivîsar : Wefadariya zindiyan bo miriyan
 
Wefadariya zindiyan bo miriyan
2012-05-21 00:45

Qado Şêrîn

Heçê mirin di bîr û bala wî de be gunehan nake. Ev hevok mîna lastîkek rizyayî ye, çimkî em di bin gunehan de xeniqîne.

Mirin ne xeyd û cudahîya di navbera laş û rih deye, belê xeyd û cudahiya di navbera rih û rih deye, rihê laşê mirî û yê me zindiyan. Eger mirin tuneba dê jiyan jî yan tuneba yan bê wate ba.

Carnan mirov di navbera xwe û nefsa xwe de dimre, mirov ji rihê xwe ditengire, û rih dide ber bazara mirinê.

Dema yek ji malbata me, li nêzîkî me dimre, em li xwe haydar dibin, oh mirin heye, dêmek ezê jî rojekê bimrim. Êdî bila mirina delalê ber dilan bibin egera vekirina pencereyên hezkirinê.

Ma kî ji me dê sax û zendî bimîne, emê hemû bimrin, em li ber deriyê mirinê, di kêferata mirinê de wek gunehkarekî poşman dibin, di navbera xwe û nefsa xwe de îfada xwe didin, de ka wer in em ji niha û bi şûn ve bes gunehan bikin.

Em hemû mêvanê vê-wê xakê ne, bêşek emê hemû bimrin, her yek ji me bi şêweyekî, li cihekî, bi derdekî û emê gelek dost û merivên baş li dûv xwe bihêlin.

Di 07/05/2012an de, bavê me çû ser dilovaniya xwedê. Wek me li jor nivîsandiye, laş û rihê wî ji hev cuda bûn, laşê wî çû û rihê wî ji me re ma, ji me re ma daku em jê fêr bibin û hewl bidin wek wî rihî xweşik û dilovan bin.

Bavê me wefat kir, gelek destên germ û dilsoz dirêjî me bûn, çi li Qamişlo û çi li Hollanda, em spasiya wan dikin, spasiya her kesê bi êş û xemgîniya me hisiya, spasiya her kesê ku hat serdana me û li ber dilê me da, spasiya yên ku bi dilsozî çûn ser gora wî û xatirê dawî jê xwestin.

Spasî ji bo malperên me yên ku em bi tenê nehiştin; Welatê Me, Gemya Kurda, Nû kurd, Avestakurd, Efrîn, Semakurd û hin din.

Spas ji bo kurdên bajarê Vejle(Danmark) ên ku bi dilsozî û dilovanî behiya bavê me germ kirin. Spas ji bo wan kesên ku nikarîbûn bên û destên xwe yên germ dirêjî xemgîniya me bikin, lê telefon vekirin, spas ji bo wan ên name şandin, û name li ser rûpelên me yên germ çandin. Spas ji bo we hemiyan.

Li dawî, biborin eger me nikarîbû wek bavê xwe hezkirin û dilovaniyê li we parve bikin û bi wacibê xwe rabin.

Bila serê we, serê me û serê gelê kurd sax be...

18/05/2012
Qado Şêrîn
”KOBANΓ, romana êş û bîranînan
Qado Şêrîn: Pêşî nakokiyên partiyan, dûre pirsa gel çareser dibe
Qado Şêrîn: Pêşî nakokiyên partiyan, dûre pirsa gel çareser dibe
Qado Şêrîn: Kurdên bakur çi bikin baş e
Siberoja reşbîn
Biratiya kurdan qediya
Çilrojiya Arşev û gazina ji nivîskaran
Gazin...(Arşevê Oskan)
Serê Kanyê û rûreşiya me
Bû du car Isma'îl Omer dimre!
Li Amûdê hemû pel şewitîn
Wexta tiving biaxivin
Reşbîn e, sedem partî ne
Pkk-Pyd û xirecira dîrokî
Wefadariya zindiyan bo miriyan
Yekîtiya Nivîskaran xewne!
Mixabin rewşa me ev e!
Partîno me biparêzin
Heçê ne bi me re, li dijî meye
Ji facebooka min a 2011an
Qedera zavayekî penaber
Tevgera me kilê çavê me ye, eger..
Serçimandina me M. Temo kuşt
Dema Şer qediya
Milet qeşitandina serokên kurdan dixwaze
Axaftina çi, ziqûma çi?
Bang ji bo malperên kurdî
‘’Îna Azadî’’ kurd azad kirin
Rexne; Rovî û sûk
Rêjîma kevir li ser kevir nehêle
Qado Sêrîn: Sûriye ya taybet, nûjen dibe!
Sûriyê ya taybet, nûjen dibe
Texmînên sala nû
Terorîzim. Teba çûn, terorîst hatin
Boykot, piştî çi?
Qado Şêrîn: Gotinê êvara dikevin qulê dîwara!
Qado Şêrîn: Gotinê êvara dikevin qulê dîwara