|
Dr. Cuwan Heqî, Analiz: Hilbijartinên serokatiya Emerîkayê (2016an) û serxwebûna başûrê Kurdistanê |
2016-02-24 14:22 |
|
|
Swêd-24/2-2016
Di vê nivîsê de dixwazim li ser sê babetan binivîsim:
1-Li ser Hilbijartinên serokatiya Emerîkayê, (îsal, meha 11an).
2-Bernamzetên bo serokatiya Emerîkayê- bi kurtî siyaseta wan, taybetî ji bo hevkarî/piştgiriya wan bo kurd û Kurdistanê.
3-Û pêwîstiya hebûna lobiya (danasîna) Kurdistana Başûr digel desthilatdariya nû (ya werê) ya Emerîkayê
Ewilê, bi kurtî hinek agahdarî li ser dîrok û struktura rêvebirya Emerîkayê:
Emerîka berê wek 13 koloniyên Brîtanyayê bûn. Û 4ê meha Tîrmehê sala 1776 an de ew ji bin wê kolonyalîzmê derketin.
Emerîka bû dewleteke serbixwe.
Piştre, weku diyar e, Emerîka bû ”superpower”ê vê dinyayê ye.
300 milyon nifûsa wê û 9,4 milyon km çarçik jî xaka Emerîkayê heye.
50 eyaletên (nîvdewletên) wê hene.
Her eyaletekî ji wan dikarin qanûnên xwe yên taybetî, cûda hebin.
Mesele, li hindek eyaletan desthilatdariya îdamê (dardakirinê) heye.
Û li hindekan nîne.
Sîstema siyasî ji aliyê senato- û meclisê (congress) ve tê rêvebirin.
Emerîka bi rêya federalîzmê rêve diçe.
Her eyaletekê du senatorên xwe hene.
Ango li tevahiya Emerîkayê 100 senator hene.
Meclis jî 435 parlamenterên (congressman-ên) xwe hene.
Kesê ku namzeta xwe bo wekîltiyê dane, divê temenê wî/wê ne kêmî 25 salan be
Yên ji bo senatortiyê jî divê 30 salî tewa kiribin. Kesê ku dixwaze bibe wekîlê parlamentoyê, divê ew ji 9 salan zêdetir hemwelatiyê Emerîkayê bin.
Hilbijartinên senatoyê û meclisê her du salan e.
Lê ew her du hilbijartin ne eynî wextê ne.
Ango her du salan dora hilbijartina destgahekî wan e.
Hilbijartinên bo serokatiya Emerîkayê:
Îsal, 2016-an, di meha çiriya paşiyê de (meha 11an de) hilbijartinên bo serokatiya Emerîkayê çêdibin.
Kesê ku dixaze bibe serokê Emerîkayê ji kêmahî ve 20 sal bin hemwelatiyê Emerîkayê be.
Her serokek Emerîkayê dikare bes du caran bibe serok.
Her ji ber ve yekê, demê serokatiya Barack Obama îsal tewa dibe.
Du partiyên sereke, Partiya Repuclican, RP û Partiya Demokrat, DP, bo serokatiyê li hember hev hevbeziyê dikin.
Li gor sîstema hilbijartina bernamzetan, divê ewil delegeyên (nûnerên) "normal" yên her partiyekê, eyalet bi eyalet dengên xwe bidin bernamzetan.
Û du rengên hilbijartinê, wek gotina dawiyê, hene.
1-Hilbijartinên ”Sûpersêşemê.”
2-Û hilbijartinên ji aliyê "Sûperdelegeyan (nûneran)" ve ye.
Di 1ê meha Adarê de hilbijartinên ”Sûpersêşemê” heye.
Her wilayetekî Emerîkayê dê bi rêya dengdana elektronîkî (elektrodan) dengê xwe bidin wan bernamzetên wan her du partiyan.
Yan jî bernamzetên serbixwe.
Di van hilbijartinan de, dê were xuyakirin ka kîjan ji wan bernamzetan xurtin, yan jî zeîfin.
Û yên ku piştgirîyek xurt bistînin ew dê berdewamiya bernamzetiya xwe bikin.
Û yên bixusirin jî dê dev ji vê hevbeziyê berdin. Ew dê xwe ji bernamzetiyê bikişînin.
Hinek jî berî hilbijartinên ”Sûpersêşêmê” jî bernamzetiya xwe dikişînin.
Mesele wek Jeb Bush û hindek dî.
Her ji bo vê yekê ev ”Sûpersêşema” 1ê meha Adarê wek bêjinkirina bernamezetên herdu partiyan û yên serbixwe ye.
Ji vê jî mirov dê kêm zêde bizane dêwê her du partî, RP û DP taqet û piştgiriya xwe berdin ser kîjan bernamzetan.
Ev jî dê heya meha Tebaxê berdewam bike.
Heya wê demê dê hindek ji wan yên piştî ”Sûpersêşemê” ji mayîn jê bikevin.
Û piştî meha Tebaxê dê her partiyek ji wan bes namzetek xwe tenê ji bo serokatiya Emerîkayê bimîen.
Rola Sûperdelegeyan di meha Tebaxê de:
Gelo Superdelege çiye û kî ne û herweha rola wan çiqasê heye?
Di bingeha xwe de RP û DP, di her kongreyek xwe de, hindek siyasetmedarên xuya, navdar û xwedî tesîr wek "superdelege" dihilbijêrin.
Hejmara wan superdelegeyan di her kongreyekê de dikare were guhertin.
Ew hejmar ji eyaletekê heya eyaletek dî ferq dike.
Hindek eyaletan, wek eyaletên têrnifûs, dikarin 20-50 superdelegeyên xwe hebin û yên kêmnifûs, kêmtir hebin.
Desthilatdariya ”Sûperdelegeyan di meha Tebaxê, wek ”gotina dawiyê dest pê dike.
Desthilatdariya superdelegeyan ji delegeyên "normal" gelek bêhtir e.
Gava di hilbijartinên bo bernamzetiyê de dengên bernamzetan gelekê nêzîkî hev bin, hingê ew sûperdelege dikevin dewreyê de (navçîtiyê de) û ew "dest datînin" ser hilbijartina wan bernamzetan.
Ango di çaxê konferansa convention (şawirmendiyê) de, ew dê gotina xwe ya dawiyê bo wan bernamzetan bêjin.
Mesele ew dê bêjin: "Filankes ji bo namzeta serokatiya Emerîkayê minasib e.
Ü bêhvankes ne minasib e!"
Pîvanên wan superdelegeyan hertim:
"Gelo ew kes (bernamzet) dikare Emerîka bi awayekî xurt (wek ku dewleteka "superpower") rêve bibe, yan na" ye.
Ew li taybetmendiyên, xasyetên rêvebiriya (leadership) ya wan bernamzetan dinêrin.
Sûperdelege çi biryarê bidin dê wek ya wan bo wê partiyê were pêkanîn.
Ger yek/hindek ji wan bernamzetan ji yê dî bêhtir deng standibin jî, lê ew sûperdelege bigihin wê qenaetê ku ew kes/ê nikare rêvebiriya Emerîkayê bike, ew dikarin dengê xwe nedin wî/wê kesî/kesê û ew jî nabe namzetê partiyê.
Bi giştî, superdelegeyan rengê dengên xwe di konferansa dawiyê (convention) de eşkere dikin.
Ango ew dê piştgiriya kîjan namzetî bikin, yan na.
Bes ew dikarin hê ji niha ve piştgiriya xwe bo yekî ji wan bernamzetan eşkere bikin.
Berdewam dike |
|