|
THE END |
2009-08-25 09:10 |
Dr.Cuwan Heqi info@mediakurd.com |
|
Li filmekî temaşe dikim.
Navê film: „Kabus“ e.
Film hatiye dawiyê.
Navên lehîstokvanan hin bi hin ser ekrana TVê dixweyin.
Ew ber bi jor ve diçin.
Gelek bi hêdî hereket dikin.
Dixwazim ew zû winda bibin.
Lê nabe.
Ewilê navên lehîstokvanên sereke, yên rastî dixweyin.
Piştre yên fîguranan.
Navên wan li pey hev tên.
Ma navê kî nîn in.
Hewceyiyê bi nivîsandina wan navan nabînim.
Ji ber ko, li gor min, her yekî ji wan fîguranên ku pereyên xwe standine ne.
Ango ew filankes û bêhvankesên ku hun bi wan dizanin in.
Û yên dî ne.
Da ku ew nav ji ekranê winda bibin, her yek ji wan ber bi jor ve hereket dikin.
Û ew mehkûmî windabûnê ne.
Ji ber ku hatiye dawiya filmî.
Piştre navên yên ku senaryo nivîsandine dixweye.
Senaryo: ”Made in MİT & Kemalizm”.
Derbas dibe.
Û bi salane miletê kurd, wek ku pênizanibe kê senaryoya vî filmî nivîsandiye, li vî filmî temaşe kiriye.
Vi filmî bi salane ne bes xewa me tenê, wê salên me revandiye-diziye.
Jixwe hun Rejîsorê film dinasîn, pêdizanin.
Û piştre kurtenivîsek ser vî filmî tê ekranê.
Rejisorê film ew kurtahî nivîsandiye.
Eynî weku rejîsor dibêje, wê li vir dinivîsim:
“Ev film, parçeyek ji siyaseta Tirkiye di navbera salên 1975 û 2008an de nîşan dide.
Ez ji bo çêkirina vî filmî ewilê bi kemalîst û parezgerên wan MIT (Îstîxbata Dewleta Tirkiyeyê) û devleta kûr re li ser hemû aliyên film rûniştim û me axaft.
Wan ji bo vî filmî soza pere û piştgiriyê dan.
Me navê film danî: ”Kabus”.
Min jî sonda mezin ya ku ez rejîsortiya (derhinertiya) vî filmî herî baş bikim da wan.
Ji bo vê yekê min alîkarî ji MITê wergirt.
Bi awayekî vekirî ji were dibêjim:
Bi MITê re bi awayekî çak û koordîne xebitîm.
Karê min yê ewil ew bû ku ez tevgera netewexwaza kurd ji meydanê rakim bû.
Hemû rêxistin, komele, partî, kesayetiyên neteweyî, eşîret û şêxên welatparêz yên heyî- bi kurtî hemû destgah û kesayetiyên ku hebûna netewetiya kurdan dixwaze, bi hemû hêza xwe ve lê xebitîm ku wan ji meydanê rakim.
Bi rêya çeteya xwe ku min ava kirî, min sih hezar insanên kurd, taybetî xort û qîzên kurd telef kir.
Qaşo welatê ku kurd jê re dibêjin, Kurdistan, devera ku kurd lê dijîn, min bi tevahî çar hezar gundên wê da wêran kirin.
Min miletê vê herêmê derbederî asîmilekirinê- helandinê, tirkbûnê kir.
Yên ku min nekarî wan ji meydanê rakim, min wek ku çawa Ataturk sala 1934an bi qanûna xwe ya bi navê ”Mecburi Iskan”ê ew derbederî koçberiyê, sergûmê kir.
Yên mayîn jî min ew ajot Ewropayê da ku pasîfîze bibin.
Li Tirkiye êdî ez tenê bûme hakimê siyaseta kurd.
Bi MIT û kemlîstan re- bi hev re hertim me gava piştre destnîşan kir.
Lê ev yeke bo min têrê nedikir.
Diviyabûm xwe wek Xweda îlan bikiriyam.
Ji bo vê yekê ewilê min xwe wek Îsa bi mûrîdên xwe da gotin.
Di bingeha xwe de Îsabûn ji bo min biçûk dima.
Lê min got ezê bi wê dest pê bikim.
Piştre min navê xwe ji yekaniyê hilkişande pirraniyê.
Êdî li şûna navê min bi ”Serokatî” hate gazîkirin.
Meqseda min ew bû ku ez xwe bi milet wekû Îlahekî, Xwedayekî bidim qebûl kirin.
Em werin ser lehîstokvanên min yên filmê Kabusê.
Kesên ku rola xwe xerab lehîstin, min ew di cih de ceza kir.
Min pirraniya wan ji meydanê rakir.
Yên ku rola xwe baş lehîstin jî, piştî demekê min ew jî ceza kir.
Yan jî ew jî serwinda kir.
Sedemê wê gelek basît e:
Da ku ji bilî min ti Xwedê, Îlah, Pêxember dernekevin.
Lê min qîmetê hinek yên ku mirîn, jî meydanê rakirî jî bir ber asîmanan.
Ji ber ku ji wan pêşberî xwedatiya min ne tehdîdek ne jî rekabetek dê bihata.
Lê meqeseda min ew bû da ku min ji nav û fedakariya wan feyde bikim, li ser wan danim, wan ji xwe re bikim mal.
Li aliyê dî jî, min êrîşek giran bir ser qîmetmendiyên neteweya kurd.
Yan min hemû têk bir, yan jî min ew deforme (şehto- mehto) kir.
Êrîş bi ser kultur, çand, edebiyat û taybetî ser serhildanên kurdan.
Yan ew dane windakirin, yan jî dane jibîrkirin.
Piştre dor giha êrîşa bo nexşeya, coxrafya kurdan.
Hewil da ku ez wê ji Kurdistanê daxim herêmek biçûk ya Mezopotamyayê.
Li aliyê dî jî, min xwest ku insanokin ji hindek kêmneteweyan bikim xwediyê welatê Kurdistanê.
Meqeseda min ew bû ku Kurdistanê ji nexşeya dinê bidim rakirin.
Û min bi hemû awa û rengan êrîş bir ser insanên Kurdistanê.
Êrîşek giran bir ser mafên muqaddes, rewa yê hebûna jin û zarokên kurdan.
Hewil da ku ew bêjin min: ”Min ew afirandine”.
Û hewil da ku jinê kurd bêje ko: ”Ew koleyê min in û ez jî efendî û axayê wan me”.
Heya ji min hat, min miletê kurd wek keriyê pez birêve bir.
Ew ji xwe re kir kole û xulam.
Ew anî wê redeye ku bêjim: ”Bimire dimir, bijî jiya”yê.
Û hebûna insanê kurd anî tûnebûnê.
Îpotek danî ser îrdaeya wî.
Ew êxist bin lingên xwe.
Da ku li Tirkiye cihê lingê xwe saxlem bikim, min û MITê bi hev re Ergenekon ava kir.
Bûm şefê beşê kurd yê Ergenekonê.
Bê hed û hesaban, bi hezaran jiyana insanên kurd ji dest wan stand, telef kir.
Serwindabûna wan min anî ”Gelo kê ew kuştiye”yê, ango faîlî meçhûlê.
Herroj kurd ji rojhelat heya rojavayê; ji başûr heya bakur rakir ser pîyan, berda kolanan da ku ew bi sloganên xwe xwedabûna min nûjen bikin.
Ew ji bo miletên dî jî rakir ser pîyan.
Lê ti caran ne ji bo pirsgirêka neteweyî ya kurdan.
Li gund, mezra û bajarên ku serdestî min bûn, sîstema stalînî saz kir.
Di nava milet de şebekeyek ecêb ya îspiyoncîtiyê, muxbirtiyê pêk anî, honand.
Bi vî awayî min taqîba heya nefesa milet jî kir.
Û wek encama van kiryaran, miletê kurd li welatê wî Kurdistanê zindan kir.
Bes ne tenê li Tirkiye sekinîm.
Li beşên dî yên Kurdistanê jî min eynî kopyayek vî filmê Kabusê da lehîstandin.
Erkek dî ya min ew bû ku diviyabûm êrîşek giran bibim ser destxistiyên neteweyî yên beşên dî yên Kurdistanê.
Mesele min êrîşeke giran bir ser kesayetî û rêvebirên neteweyî yên başûrê Kurdistanê.
Li pêşberî wan min herroj kîn û nefreta xwe vereşand.
Gava karên min yê dervayî welêt tewa bû, vegeriyam ba MIT û kemalîstên xwe.
Li vir filmê xwe yê Kabusê weke rêzefilm berdewam kir.
Vê carê bir alîkariya fîgûranan.”
Gotinên rejisorê filmê Kabus bê hed û hesab in- ew tewa nabin.
Lê rojekê dê ”The End” a vî filmî jî di ekranê de bixweya.
Îro ez vê ”The End” ê dibînim.
Gava navên wan li ber windabûnê ve diçin,
pêdihesim ku filmekî dî dest pê dike.
TRT 6 kanala kurdî derdikeve meydanê.
Dê destpêka 2009an dest bi weşana xwe ya rastî bike.
Nizanim ev ji kî derê derket.
Wek diyar e ku ew wek rêzefilmek nû dê berdewam bike.
Bêgoman nave filmî: “TRT 6, TRT ya kurdi” ye.
Û herweha senaryoya wê, serokwezîrê Tirkiye Recep Tayyip Erdoğan û AKP nivîsandiye.
Bi kurtî ev film ”Made in AKP” e.
Inşallah wan kemalîst, MIT û Ergenekon dervayî vî filmî hêliştine.
Jixwe rejîsortiya filmê Kabus êdî ti pereyan nake.
Lê ew jî nasekine.
Lehîstokvanên sereke bi fîguranan ve êrîşekê dibin ser TRT 6ê.
Yên ku li wir kar dikin wan wek xayîn destnîşan dikin.
Kesên ku diçin TRT 6ê tehdît dikin.
Di bingeha xwe de ew ketine tirsa destpêka dawiya xwe de.
Lê dê nekarin vî miletî bisekinînin.
Li lehîstokvanên ”filmê TRT 6ê” dinêrim.
Ew lehîstokvan jî ji nava miletê kurd hatine bijartin.
Lê axaftinên wan cuda dixweyin.
Bi serbest û aramî, rehet dikarin biaxivin.
Hewceyiya wan bi salawatên ser ti Xweda û Pêxamberan nîne.
Ji nava mejiyên serê wan de çi tê, wê dibêjin.
Ev filmê he piçek ji mûzîk, kultur û hûnera kurdî bê ku deforme bike, dide.
Wek ku kesê ku ji zindanê nûderketî, insanê kurd wek ko rojên xwe yê zindana filmê Kabus de tînin ser ekranê.
Bêgoman ev filmê nû ji daxwazên neteweyî yê kurdan gelek dûr e.
Bes li vir ”Lê”yek heye.
Ango xweşbûna vî filmê TRT 6 ew e ku ew dê dawiyê li fimê Kabusê bîne ye.
Li gor dîtina min cûdabûna wê di vir de ye.
Divê xwedîtî li vê TRT 6ê di vê derbarê de were kirin.
Ez bixwe ji vî alîyî ve lê xwedî derdikevim.
Ji ber ku ev dê zorê bide ser mehkemekirina filmê Kabusê.
Û ew dê rê li daxwaza hesabdayinê ji senaryonûser, rejîsor, lehîstikvan û heya ji fîrguranên filmê Kabusê bike, veke.
Û wê zorê bide kesên ku di wê navê de dilehîzin, ango yên ku ”xwe ne ji dêrê ne jî ji mizgeftê dikin”; kesên durû bike ku ew biryarekê bidin.
Bi vî awayî dê hejmara wan kesên di navê de dilehîzin bihele.
Bi kurtahî, miletê kurd hinekê dê ji kemalîst û piştgirên wan xilas bibe.
Ango ev destpêka dawiyekê ye.
Bêgoman hê gelek rê û mesafe maye ku werin qutkirin.
Daxwazên kurdan, daxwazên neteweyî ne.
Ew talîbê desthilatdariya Tirkiyeyê ne.
Şirîkatiya desthilatdariyê ye.
Û da ku bi hev re Tirkiye bi awayekî demokratîk rêve bibe û wê bike malê herkesî, ye.
Lê da ku kurd bigihin vê armanca xwe, ev gava ku Tirkiye avêtî (vekirina TRT 6) hebûna miletê kurd îtîraf dike, mirov nikare vê gavê biçûk bibîne.
Û jixwe ti luksa kurdan jî nîne vê gavê red bikin.
Û nabe jî wisa bike.
Difikirim ku di her destpêkekê de pêwîst e xêrxwaziyek hebe.
Û her ”status quo” jî berdewamiya rewşa kevnare, weku xwe ye.
Li Tirkiye ya niha diqewime sero-binkirina ”status quo” yê ye.
Guherandina wê ye.
Û gava filmê Kabus ji jiyana rojane ya kurdan hin bi hin winda dibe, em bi hev re li destpêka filmekî dî (TRT 6, kanala kurdî) dinêrin.
Dibêjim ji bo miletê kurd “The End” ya filmê Kabûs ser xêrê be.
Û hêvîdarim ku miletê Kurdistanê êdî û ti caran filmên Kabusan nebîne.
Bi vî awayî jî em digihin “The End” ya sala 2008an.
Ji bo vê minasebetê, ez sala we ya 2009an û ya miletê Kurdistanê pîroz dikim û daxwaza rojên bi azadî û serkeftinê dikim.
(Wergêr ji tirkî, 2009.01.01, serwext.com) |
|