|
Federalîzm ji bo Rojavayê Kurdistanê |
2011-04-22 12:26 |
|
|
Dr.Cuwan Heqi
Federalîzm ji gotina latînî, fidere, tê.
Ango: "bawerî pê were" ye.
Ew sîstemek siyasî ye.
Ji wê re rêz û rism, qanûn pêwîst in, wek:
Gava ku di nava welatekî de zêdetirî miletekî peyda dibin û ger ew milet bixwazin ew dikarin li ser sîstemek federal lihev bikin.
Federalîzm , "mafê lihev belavkirina desthilatdatdariyê (rêvebiriyê) li wealtekî federal e.
Ev maf bi saya qanûnê tê parastin.
Federalîzma modern, hevdem, bingeha xwe ji sazkirina dewletên Yekbûyî, Emerîka, DYE, sala 1787-1788-an tê.
Wê çaxê hevalbendên nîvdewletan di nava dewleta merkezî de kar dikirin ku ew lihev bikin.
Da ku ew jî bibin şirîkê rêvebiriya dewleta merkezî.
Û ev yeke bi rêya qanûnê diviyabû bihata parastin.
Şerê navxoyî li Emerîka di salên 1861-65-an de welê çêkir ku Emerîka bibe federal.
Îro li dinê 26 welat bi sîstema federalîzmê welatên xwe rêve dibin hene.
Ew jî ji sedî 40 ji nifûsa dinê ye.
Wek nimûne, Emerîka, Arjentin, Belçîka, Îspanya, Fransa, Swêsra, Bosna-Herzegovina, Irak hinek ji wan welatan in.
Di bingeha xwe de, federalîzm şêweyê hevkariya rêvebiriya herêmên (nîvdewletên) serbixwe di nava dewleteke federal de ye.
Federalîzm li ser bingeha ”mafê çarenûsî” hatiye avakirin.
Lê hinek ji desthilayetiyên welatên serdest ”li gor daxwaza xwe” vê daxwaza mafê çarenûsiyê divejêrin û wê wek ”mafê kulturû, rewşenbîrî” bi miletên bindest didin qebûlkirin.
Ev yeke resmen “xapandina daxwaza “ mafê çarenûsî” yê.”
Prînsîpa ferqiya berçbiçav ya di navbena dewleta yekdewlet û federalîzmê de:
Fikra ku dîtina ser serbixwetiya desthilayetiya dewletê ye.
Dîtina yekdewletê, welatên wek Tirkiye, Îran, Sûriye, ew e ku ”rêvebiriya dewletê naye parvekirin (naye lihev belavkirin)".
Û ew bes di warê siyasî de, ji aliyê dewleta yekdewlet ya ku serdestî dewletên di nava wê dewletê de ye, dikare were bikaranîn.
Li gor vê dîtinê, mesele li Sûriye, ”bes mafê desthilayetiya Baasiyan di rêvebiriya dewleta Sûriye de heye.
"Nabe kesek dî, em bêjin kurd bibin şirîkê vê desthilayetiyê".
Bi kurtî, dewletên serdest, wek ya Tirkiye, Sûriye û Iran desthilayetiya dewletê nadin destê miletê kurd- ku di bingeha xwe de hêza duwemîn e li van welatan.
Lê bi tersê wê, Federalîzm, di wê baweriyê de ye ku desthilatdariya (rêvebiriya) dewletê tê/divê lihev belavkirin.
Federalîzma rastî, dibîne ku beşên nîvdewletên di nava dewleta merkezî de hemu mafên xwe yên qanûnî li ser wan cihên ku nakevin ber desthilyetiya merkezî de, hene.
Ji ber vê yekê pêwîst e ku nîvdewletên nav dewleta merkezî de di hemû cihan de maf û destûrên xwe hebin da ku ew jiyana xwe ya siyasî-netewayetî- rêkû pêk bikin.
Ev yek di pratîkê de vê dide nîşankirin ku baweriya miletê di nava dewleta Federalal de bi hev xurt dibin.
Û herweha jî, ew birha xwe li pêsveçûyina wî welatî dike.
Ji ber vê yekê jî dewletên federal niha pitir siyaseta xwe ya navxoyî bo warê siyasî, aborî, parastin, emniyet û ya derva xurttir û serbixwetir dikin.
Da ku federalîzma hevdem (modern) bersiva pirsên hevdem, emçaxe bide,
ew di gelek pêk û delavan de derbas bûye û pêş de çûye û diçe jî. Wek nimûne:
Li Emerîka qala ”Federalîzma nû” tê kirin, New federalism.
Li gor vê yekê, li ser federalîzmek xurttir û hê bêhtir destxistina desthilayetiyê bo dewleta federal.
Û ji vê jî hevbezî (rekabet) digel dewleta merkezî tê munaqeşe kirin.
Ji vê re tê gotin: federalîzma hevbezî (rekabet), Competitive feedeaism.
Federalîzm û rojavayê Kurdistanê (Kurdistana Sûriye):
Gelek diyare ku li Sûriye du miletên sereke hene:
Miletê Ereb û yê Kurd.
Û herweha gelek kêmneteweyên dî, wek keldanî, aşuri, suryanî, durzî û hwv jî hene.
Rejîma Baas û yên berî wê ji ber şoventiya xwe nehêliştine û nahêlin ku kurd hejmara kurdên Kurdistana Sûriye bizanin.
Û herweha destnîşankirina xaka Kurdistana Sûriye jî welê.
Lê mirov dikare bêje dora 4 milyon kurd wek hemwelatiyên Sûriye hene.
Gava dewleta Sûriye bû welatek demokrat û federal, hingê miletê kurd li Sûriye nifûs û xaka erda xwe tesbît dike.
Nexwe axaftin jê re nîne ku li Sûriye miletê kurd miletê duwemîn e.
Û ew li ser axa xwe ye û pêwîst e xwediyê hemû mafê xwe yên neteweyî be.
Li gor vê yekê, diyar e ku ji federalîzmê kêmtir desthilatiyek siyasî nikare (di çaxê niha de) bersiva daxwazên mafê miletê kurd yên neteweyî li Kurdistana Sûriye bide.
Û ev rengê dewletê (fedral) ji bo her du miletan, kurd û ereban û herweha kêmneteweyanan jî rengê herî baştir e.
Hemu daxazên dî, wek daxwaza destxistina mafê rewşhenbîrî, kulturî, komelayetî; destxistina vegerandina nasmnameya hemwelatiyên ku nasnmeya wan ji wan hatiye standin, dikevin ber mafên ferdî, kesayetî de, ne yên neteweyetî de.
Daxwazên miletê kurd li Kurdistana Sûriye daxwazên bidestxistina mafên neteweyetiyê ne.
Li gor dîtina min, da ku miletê Kurdistana Sûriye bigihe vê armanca xwe pêwîst e ew xebatê bike da ku ew federalîzmê li Sûriye bi miletê ereb re pêk bîne.
Û li gor baweriya min ev federalîzm pêwîst e wek modela başûrê Kurdistanê be. Ji ber ku federalîzma herî modern, pêşveçûyî û serketî, di çaxê niha de, ev model e.
Li gor vê modelê, wek ku miletê kurd li ser bingeha dilxwaziyê bi dewleta Iraqê ya demokrat û federal re desthilayetiya dewleta merkezî li hev belav kiriye ye.
Û herweha Federalîzma li ser bingeha dilxwaziyê tê wê wateyê (maneyê):
Gava miletê Kurdistana Sûriye bixwaze mafê xwe heye xwe ji dewleta Sûriye veqetîne û xwe bixwe rêve bibe, bibe serbixwe.
Eynî wek başûrê Kurdistanê, ku ev yeke di destûra xwe de tesbît kiriye.
Bi vî awayî, her du millet-kurd û ereb û herweha kêmneteweyênên dewleta federal ya Sûriye wê baweriya wan bi hev û dû were û ew digihin maf û azadiyên xwe yên rastî.
Çavkanî:
1.Destûra Iraqa federal.
2.Modela başûrê Kurdistanê- di teorî û pratîkê de
3.Federal çözüm, Belçika, Ispanya, Türkiye, Nuh Ates, Deng yayinlari, 2000/Istanbul.
4.Internet- Nivîsen ser Federalîzmê
5.Bîr, bawerî, dîtin û ramanên min li ser federalîzmê.
(Jêder: Dr.Cuwan Heqi: kurdistanarojava.com, 15.8.2006) |
|