|
Rengên guhdaran... |
2017-01-08 00:42 |
|
|
Sê rengê guhdaran hene: 1-Guhdarîkirina hundurî (nava xwe de yî) Li gor vî rengê guhdarîkirinê: Insanê guhdarîker bi dîtinên di serê de ve mijûl e Ew dixwaze zû-ne dereng dîtinên xwe bêje Her ji ber mijûlbûna dîtinên di serê xwe de, ew guhdarî kesê axaftîker nake Û nizane jî ew çi dibêje Ji ber vê yeke, ew gotin, axaftina kesê ku diaxive qut dike Tu caran nahêlin kesek axaftina xwe heya dawiyê temam bike Ew diwazin zû dîtina xwe bějn Dîtin û ramanên kesê ku diaxive ji wan re ne girîng e Bi kurtî serê wı/wê bi daxwaza bilez gotina dîtinên xwe ve meşgul e Ew kes guhdarîkerên herî neguhdar in Ji vê jî ne ew feydeyekî ji axaftina kesan dibînin Ne jî kesek feydeyekî ji axaftin û dîtinên wan digire
2-Rengê duduyê yê guhdaran rengê TevBalDayinê ye (focus) Yê guhdar hemû bala xwe dide li ser axaftina kesê axaftîker Ji vê jî ew pirs, dîtin, fikir û ramamên xwe yan jibîr dike yan jî rê nade wan werin pêş. Gotinên axaftîker ji yên wî bi qîmettir in. Wî diyaloga di navbera dîtinên xwe û îfadekirina wan de qut kiriye Nahêle ew werin ser zimanê wî, werin ser rûyê erdê ango werin pêş Ew tu qîmet û giraniyê nade hebûna xwe û dîtinên xwe. Xwe insanekî ne girîng dibîne. Ew ji bo hemu wan gotinên axaftîker re dibêje: "Amenna!" Hema bêje hemû gotinên axaftîker qebul dike. Dikare heyranê wan gotinan jî be. Ev tîpên guhdaran nikarin pêş da herin Herweha ew nikarin tu kesan jî pêş da bibin. Ew resmen dibin wek sofî û mirîdên Şêxê xwe
3-Rengê 3ê yê guhdaran jî rengê "Gişaneye (global)" e. Li gor zanistiya dayn û standinê (komunication): Gotin bes dora %40-50 naveroka xwe dide xuyakirin %50 û zêdetir bi rengê Gotin çawa tê gotin Bi çi tonê deng Nimz Bilind Aramî Bi ken Bi acizî Derengî Bi lez Tê gotin tesîra xwe jî Wisa li xuyakurina Naveroka gotinê dike Herweha Hereketê mirov jî Di demê axaftinê de Bandorek mezin Li ser gotinê heye Wek: Hereketên rû mîmîk Nêrîna çavan Tevdana destan Laş û lingan Hejandina serî Bi kurtî Di guhdariya gişane, lobal de Insan di çaxê niha de ye Guhdarê hemu Reng û tevdanê axaftinê ye Guhdarek aktîf e Ew diyar dike Û dide nîşankirin ku Ew tê digihe: Yê axaftîker çi dibêje Herweha ew ne bilez Pirskirina xwe ve mijûl e Lê bi pirsên xwe jî Tekez (diyar) dike Ku ew qîmet û giranbihayekê Dide axaftin û kesê axaftîker Û bi pirs, raman, dîtin û fikrên xwe Vê sohbetê dewlementtir dike (Ji pirtuka, "Lehîstina bi linge xwe yê herî baş", Pia Sundhage, seroka berê, ya tîma fotbolê, ya sereke ya jinan, Swêd. Herweha analîz û ramanên min)
|
|