|
Eger ku ez: |
2017-01-11 02:55 |
|
|
Eger ku ez: Nivîsandinekê heya dawiyê, tevahiya nivîsê bixwînim, hingê gelek noqteyan birha xwe li vê xwendina min kiriye Wek, nivîsa nivîskarî bo min: balkêş e bi hesanî tê xwendin nivîs ne kurrisî hev e kurt e her gotinek hevokek e di nav de dubarekirin nîne hevokên (cumleyên) nivîsê ne dûv û dirêjin ne mîna hevokên komunist û sosyalîstan ku mirov serî û biniya hevokê nikare bi hev ve girě bide Herweha Nivîs ez serwext û nûjen kirime fêrî ramanek nû bûm Her ji ber vê yekê min 5 deqîqe ji temenê xwe da vê nivîsê û yê nivîskar Min û yê/ya nivîskar qîmetek giranbiha daye hev Me ji hevûdu fěhm kiriye Ku em ji hev çi dixwazin da ku ez pênc deqiqeyên ji temenê xwe yê zěrın di vî wextê elektronîka lez û bez, wextteng û stres de qurbanî vê nivîsê û yê nivîskar bikim Û soz didim ku dê amade bim ku hercar li nivîsên vî/vê nivîskarî/ê vegerim û 5 deqiqeyên ji jiyana xwe bi dilxweşî qurbana nivîsên wan xuşk û bira bikim |
|