|
Li gor lêkolînekê: Şervanên PKK-ê 7.2 salan dijîn |
2011-07-21 13:04 |
|
|
Werger ji tirkî: Dr.Cuwan Heqi
Enqere, 18/7-2011- Li gor raporeke lêkolînê ku sererkaniya eskerî ya Tirkiye (Genelkurmay) çêkiriye, her şervanekî PKK-ê derdora 7.2 salan dijî.
Ev rapora he ji aliyê kooprdîtaorê dewletê, Nihat Ali Ozcan ve, di navbera 2008-2009an de hatiye amade kirin.
Rojnamevanê Vatanê, Oge DEMİRKAN ev rapora he îro di Vatanê de weşand..
Li jêr kurtiya raporê bi kurdî:
Her şervanekî PKK-ê navçe dora 7.2 salan dijî.
Her yek ji wan di 26 saliya xwe jiyana xwe ji dest dide.
Temenê derketina çiyê ji 15 salî dest pê dike.
Tevlîbûna digel hêzên sere çiyê, herî bêhtir di temenê 15-17 salî de çêdibe.
Ger zarokek 15 salî ku di bin tesîra ti tolhildanan de nemabe, ango ti kes ji malbata wî/wê, wek birayek/xuşkek nehatibe kuştin, yan jî girtin, ji wan re dora 2 salan propagandeya rêxistinê pêwîste heya ku ew herin sere çiyê.
Ango, ew zarok hê di 13 saliya xwe de tûşî propagandeya rêxistinê ji bo derektina sere çiyê dibin.
Zarokên ku keviran tavêjin hêzên ewekariya dewletê, wek polis, eskeran, ew dibin wek “depoya” rêxistinê.
Gava dayin û satandinên PKKê û zarokên keviravêj qut dibe, rêxistin zehmetiyê dikişîne ku kesan ji bo rêxistina xwe peyda bike.
Bajarên mezin ji bo rêxistinê wek şûbeyên eskeriyê ne.
Rêxistin ji 61% ji nava Tirkiyeyê û 39% jî ji dervayî welêt insanan peyda dikin.
Li gor hejmara tevlîbûnê, Stenbol bi 20% di rêza yekem de dye.
Li gor Koordinator Ozcan, sedemê vê yekê ev e:
PKK bajarên mezin wek şûbeyên eskeriyê bikar tine.
Mesela, kesên ku cihê dayikbûna wan Îzmîr e, gelek kêm tevlî PKK-ê dibin.
Lê dîsa 6% ji vî bajarî tevlî rêxistina PKKê dibin”.
Rêxistinê wek ku li bajarên mezin “Network” saz kiriye.
Bi rêya vê, ew tevlîbûna xortan di van deriyan re pêk tînin.
Rastiya Hekariyê (Geverê)
Diyarbekir (Amed) bi beşdar bûna 17% di rêza yekem de ye.
Mêrdîn 12%, rêza duwem.
Û Hekkarî (Gever) 9% di rêza sêyem de ye..
Li gor Ali Ozcan:
“Sala 2009an nifûsa daniştiyên Hekariyê 250 hezar bûn.
Lê tevlîbûna digel rêxistinê 9% ji vî bajarî bûn.
Lê gava ku Diyarbekir di rêza yekem de ye, bes di heman demê de nifûsa wê, wê demê milyonek û 500 hezar bû.
Li gor vê yekê, Hekarî wilayeteke ku ji awayê coxrafî ve îzole bûye.
Her ji ber vê coxrafya wê ya derdorgirtî, ev hejmar derdikeve meydanê.
Em dikarin bêjin ku ev bajar ji Tirkiyeyê bêhtir entegreyî Îran û Iraqê bûye.”
Her li gor vê rapora Ozcanî:
Stenbol bi 3% di rêza nehê de ye.
Jin digel rêxistinê 9,5 salan dijîn.
Temenê jiyana xortan/zilaman li ba rêxistinê carna dadikeve 6,9 salan.
Navçeya jiyana kesan di vê rêxistinê de 26,3 e.
Bêhtir beşdarbûna jinan ji Mêrdîn û Hekarî dibe.
Li gor koordinator Ozcan, sedemê vê yekê bêhtir ji rewşa aborî û ya civakî ya xerab û giran e.
Hejmara tevahiya jinên di nava rêxistinê de ne 11%.
Ji wan jî 5% jinên ji dervayî welêt in.
25% ji kadroya çiyê ji dervayî welêt in.
Ew jî wisa ne:
47% ji Îranê.
39% ji Sûriyeyê.
10% ji Iraqê
3% ji Ewropayê.
11 ji kadroyên çiyê jinin.
Li gro texmîna koordinator Nihat Ali Ozcan, dora 5000 PKK –yiyên çiyê hene.
Ozcan ev karê xwe di du salan de pêkaniye.
Û wî di ev lêkolîna xwe li ser 461 PKK-yiyan pêkaniye.
Her li gor vê, ger mirov 5000 PKK-yiyên ku li serê çiyê ne hesab bike, hinge ev lêkolîna he dibe 8% ji bomodela ya bikaranîna zanistiyê.
Jêder: Vatan.com.tr |
|