|
Nûceanaliz: Li ser nûçeya girtina Murat Karayilanî |
2011-08-17 13:19 |
|
|
Ankara, 17/8-2011- Beri çend rojan TRT haber ya Tirkiyeyê ragihand ku Murat Karayilan ji aliyê hêza Îranê ve hatiye girtin.
Lê Îran ev yek piştrast nekir.
Balyozê Îranê weha got: "Min ne gotiye ku Murat Karayilan hatiye girtin. Min gotiye ew divê were girtin."
Karayilan bixwe daxuyaniyek belav kir û got ev dengûbasa he planek ji ya Tirkiyeyê da ku ew seriyan têkilhev bike!”
Piştre hate ragihandin ku ”Îranê kesek, bi navê Murat Karasaç, ji desthilatdariya PKK girtiye.”
Her li gor ragihandina rojnameyên Tirkiyeyê, ”Di şahiya ji bo salvegara ji bo destpêka şerê çekdarî ya PKK li Dihê, 15 tebaxê sala 1984an, li Qendîlê pêk hatî, Murat Karayilan amade nebûye.
Herweha va ye du wezîrên Tirkiyeyê eynî mîna hev li ser vê yekê weha dibêjin” Em hêvîdar in ku Karayilan hatibe girtin!”.
Li aliyê dî, Abdulqadir Algan ku berê endamekî tîma veşartî ya kujer ja Tirkiyeyê bû û niha li Swêd dimîne, îidîa dike ku ”ew kesê duwem yê PKK, Cemil Bayik e”.
Algan dibêje wî ew agahdarî ji ”derdora PKK-ê wergirtiye. Ew dibêje ”Murat Karasaç ne kesekî duwem e, nexwe ew eksê duwem Cemil Bayik e!”.
Li gor Algan, Cemil Bayik ji gurçikên xwe ve nexweş e û ew hertim ji bo dialîzê diçe Îranê.
Ger mirov van hemû ragihandinan, dîtinan bide ber hev, şikek di vê meseleyê derdikeve meydanê:
1-”Murad”ek di PKK-ê de ji aliyê Îranê ve hatiye girtin.
Gelo ew Murat kîye, kes pê nizane.
Lê diyar e ku ew ”Murad” ne ”Muradekî” desthilatdarekî di PKK-ê de ye.
2-Gelo Îran dixwaze ji ber aciziya dijberiya Tirkiye pêşberî Beşar Esed, dê digel Surî karta PKK-ê bikar bîne?
Ev elametên wê ne?
Li gor vê yekê, girtina Karayilanî nakeve serê mirov.
Bi esksê wê, ne dûr e ku wan ji bo hevkariyê gazîkiribin Karayilanî.
3-Di rojên werê de ne dûr e ku ”êrîşên” PJAK-ê dijî Îranê heye rawestin û li şûna wê hevkariyek di navbera PKK; Îran û Sûrî de çêbe.
Bêgoman di vir de planek hevkariya dijmin dijî kurdan heye.
Bêhna ”sêçikiya” hevkariya vê planê, ango Îran-PKK-Sûrî” ji wê tê.
Lê ew çawan e, nediyar e.
Li aliyê dî jî, kesek mîna Murat Karayilanî ku bi awayekî ew kesek "Kurdistanî" tê xuyakirin, û ciheke xwe girîng di raya giştî ya kurd de heye, gelo ew dê izin bide ku ew bibe aletê vê planê?
Lê, wek gotina dawiyê:
”Devera agir lê nebe, dû jî jê dernakeve!” |
|