|
Analiz: Qaddafi dikare bibe ”Usma bin Ladin”ek |
2011-09-05 10:50 |
|
|
Berî ku ez dest bi vê analîza xwe bikim, dixwazim bêjim:
Ev analiza he, min wek bes ”texmîn!” nivîsiye.
Ew li ser bingeha şertê ku mixalefeta Libyayê Muammer Qaddafi nekarin bigirin e.
Em werin ser analizê:
Bi serkêşiya, taybetî ya serokê Fransayê Sarkozy, welatên Ewropayê, herweha Emerîkayê, diyar e dawî li 41 saliya desthilatdariya Muammer Qaddafi hat.
Lê mirov ji xwe dipirse:
Gelo wan welatan rast kirin ku wan desthialtdariya Qaddafi ruxandin?
Ji ber ku:
Piştevaniya Muammer Qaddafi ji milet hê heye.
Herweha piştevaniya wî ya veşartî hê bêhtir e.
Libya welateki heterojen e, pirralî ye.
Ew ji gelek eşîr û qebileyan pêk tê.
Dijberiya cudatiya dîn, olê ya miletê vî welatî gelek kûr e.
Dîndariya gelek kesan ne dûrî ya kesên piştgirên al-Qaideyê ne.
Herkesên di mixalefeta niha de ne, dê bixwazin desthilatdar bin.
Demokrasî ti caran li vî welatî bi cih nebûye.
Demek dirêj jê re divê heya ku milet fêrî demokrasiyê bibe.
Welatên ewropî dê hevrikiyê bi hev re bikin da ku ew bibin”xwediyê” Libyayê.
Ev jî bêgoman ji bo petrola wê ye.
Fransa dê bixwaze rola sereke li vî welatî bilehîze.
Lê Emerîka dê bixwaze ew rola serkêşiyê li vî welatî bike.
Mirov nizane gelo Israil di vir de çawan difikire.
Ji xwe welatên ereban, yên cîran dê bixwazin ew li serê govendê bireqisin.
Û em nizanin gelo al-Qaide bin ve-bin ve çi plananan pêk tîne!
Da ku ew jî bibe xwedî gotina herî giran li vî welatî.
Û ji ber vê yekê jî dijberiyek-hevrikiyek-nakokiyek ya navneteweyiya wan jî dibe astengek ji vî welatî re.
Pirraniya kesên ku niha di rêvebiriya mixalefeta Libayê de ne hevkarên berê yên Qaddafi bûn.
Lê niha kesek dengê xwe ji wan re dernayêxe.
Ji ber ku mixalefet muhtacî nav, deng û xibreta wan e.
Gava şerê dijî Qaddafi tewa bû, hingê dê şer dijî wan jî dest pê bike.
Demê mirov van hemu nakokiyan/dijberiyan li ser hev kom dike:
Piştî ruxandina desthiladariya Qaddafi, destpêka şerê navxoyî jê derdikeve.
Ger em werin li ser noqteya Qaddafi bixwe:
Hate ragihandin ku sê kurên wî hatin girtin.
Piştre kurê wî Sayf-Islam digel rojanemavanan bajarê Trablusê gerand.
Bi vî awayî wî ev ragihandin derew derxist.
Herweha hate gotin ku:
”kurek wî ku ketibû destê mixalefetê de xwe xilas kiriye, reviye”.
Ji vê nûçeyê bêhna ”alikariya kesin ku zilamên Qaddafi” di nava mixalefetê de ne, tê.
Wan alikariya kurên Qaddafi kirine.
Dîsa tê ragihandin:
”Mixalefetê dora xaniyekê girtine û ew pêbawerin ku Qaddafi û kurên wî di wir de ne”.
Lê di heman demê de daxuyaniyên Qaddafî, yek li pey yekê tên!
Ew ji milet re dibêje:
”Zarok, jin, extiyar! Dijî êrîşkeran şer bikin!”.
Li gor vê pêvajoyê em dê gelek daxuyaniyên Qaddafi bibihîsin.
Û diyar e ku mixalefet dê nekare Qaddafi bigire.
Li gor baweriya min jixwe Qaddafi ne li Libyayê ye.
Ne diyar e ku ew yan li Korya bakur e, yan jî li Venezuelayê, Çînê be.
Xuyaye ku Qaddafi hesabê xwe ji vê rojê re kiriye.
Û herweha wisa diyar e ku Libaya dê bibe mîna Iraqê.
Dê ti caran şerê terorê li wî welatî xilas nebe.
Vê carê ne al-Qaide, lê ew dê bi serkêşiya Qaddafi bixwe be.
Qaddafi ji rêvebirên al-Qaideyê kêrhatîtir e.
Ji ber ku ew 41 salan li ser hikum maye.
Vê yekê jî tecrûbeyek mezin daye wî.
Û ne dûr e ku ew û al-Qaide li hev bikin.
Û dîsa jî ne dûr e ku ew bibe berpirsiyarek mezin yê al-Qaide.
Hingê vaye ji we re ”Usama bin ladin”ek nû!
De vêca were safî bike.
Wê demê Emerîka û ewropî tuşi pirsgirêkek mezin ya troerê dibin.
Û ev teror dê ji ya al-Qaideyê gelek xurttir be.
Ger em dîsa vedigerin pirsa xwe ya destpêkê:
Gava Libyayê ne mîna welatên ereban yên cîranê xwe ye.
Mesele Libya ne mîna Sûrîyê ye.
Li Sûriyeyê piştevaniya Beşar Esed bi çend sed hezar elewiyan e.
Lê Qaddafi piştevaniyek temamî ya eşîra xwe, Qaddafi, heye,
Hejmaran vê eşîrê zêdeyî milyonekî ye,
Û insanên vê eşîrê hê ”bi ruh û can” heya mirinê bi Qaddafî re ne,
Jixwe piştevaniya wî ya veşartî hê bêhtir e.
Gelo hêja bû ku Emerîka û Ewropa desthialtdariya Qaddafi biruxin?
Gava dikare ”Usama bin ladin”ek nû peyda bibe! |
|