Skip Navigation Links
Kurdî » Nivîsar : ”Em bi hev re vê tabuyê diskînin”
 
”Em bi hev re vê tabuyê diskînin”
2008-03-29 14:35

”Em bi hev re vê tabuyê diskînin” (Gabar Çiyan)
29 Mart Cumartesi 2008 · Sirove
Xwedî û rêvebirê serwext.com ê Dr. Heqî: ”Em bi hev re vê tabuyê diskînin”

Çanda cuhuwan li Rojhilatanavîn yek ji wan çandên têra xwe kevnare, dewlemend û esîl e. Mîna çanda kurdî, mafê parastin û pêsxistina çanda cuhuwan li ser xaka wan, mafekî pîroz e.
Pir eskereye, ku dewletên cînar bi cuhuwan re ne dost in. Helwêsta ereban û Îranê li dijî cuhuwan diyar e. Têkiliyên Tirkiyê weke dewlet bi israîlê re hinekî bastir xuyanî dike. Lê divê neyê jibîrkirin ku, têkiliyên dewletî, hinek caran têr nakin ku bibin navgîn/pir di nav çandên cewaz de. Gelê tirk jî, mîna ereb û farisan ne dostên cuhuwan in.

Dewletên ku Kurdistanê dagir kirine û welatên cînar jî, bi dostanî nêzî kurdan nabin. Di bin navê îslamiyetê de zilmê li kurdan dikin, wan dikujin. Zêde qala vê zilma xwe nakin, li cem wan pirsek tabû ye…

Rews û rastiya heye kurd û cuhuyan nêzî hev dike.

Li israîlê qala hebûna 150-200 hezar Kurdistaniyan tê kirin. Lê mixabin e ku, dostanî, biratî û têkiliyên bi wan û cuhuwan re hene zêde berepês neçûne. Rêveberiya kurd li basurê welêt têkiliyên xwe yên dostanî bi cuhuwan re hebû. Dikare ev têkilî îro xurtir bûbe.

Li bakur, çepîtiyê, zêde rê nedaye qalkirina têkiliyan. Ji bo nêzîkbûnê gav avêtin nehatiye rojeva me. Lê nivîskar û siyasetvanê nasdar Yasar Kaya di rêzenivîsek xwe de bi dirêjahî qala dostanî û têkiliya herdu gelan dike. Ew, qala vexwendina xwe bo îsraîlê dike. Bi erênî nêzî pirsê dibe…

Ji bo têkiliya kurd û cuhuwan, Ronakbîrê Hêja Dr. Ismail Besikçî di xebata xwe ya li ser ronakbîrên kurdan de wisa dibêje:

“Li Rojhilata Navîn, ji bo avakirina dewleta cuhuwa, têkosîna ku cihuwan ji bo rizgariyê pêsve xistibû, mijarek giring e û divê bê xwendin. Têkosîna wan bi kowalîsyonekî pês ketibû. Gelek fikrên cewaz mecal bidestxistibûn ku cihên xwe di tekosînê de bigirin. Nasdarên mîna Weizmann, Ben Gruon, Golda Meir, Menahem Begin di gel xet û pistgirên xwe cihên xwe girtibûn. Dema 14 ê gulana 1948 an de, dewleta îsraîlê serxwebûna xwe bi dest xist, kesên hetin ser hikum ji vê kowalîsyonê hatibûn hilbijartin. Rola wan di avakirina dewletek demokratîk de û ji bo pêsxistina demokrasiya li îsraîlê pir mezin e (…) Çi fêde û sudên xwe tune ye ku, Gelê Kurd têkeve bin bandora sovenîzma ereban û bi hîsên neyartiyê nêzî yahudiyan bibin. Divê Kurd bi civata Yahudiyan re têkiliyên dostane/ germ deynin. Pêwîst e kurd rastiya li îsraîlê, dezgehên wan yên demokratîk bibînin.

Civata Yahudiyan li Rojhilata navîn mutefîkên xwezayî yên kurda ne. Pêwîst e kurd, li ser peyva welatên cînar (faris, turk, ereb) “biratiya îslamî” careke din bi sêweyekî cidî bifikirin û wê biratiyê bidin ber mêzênê, rastiya wê bipîvin.”

Dostaniya kurd û cuhuwan pirsek giring e. Me pirs bi ronakbîrên kurdan re kir mijara niqasê. Me dîtina kurdên cuhu, an jî cuhuwên Kurdistanê girt. Em ê wan dîtinên dewlemend yek bi yek bi we re pay bikin.

Di vê hevpeyvînê de me dîtina xwedî û rêvebirê serwext.com ê Dr. Cuwan Heqî girt. Em bi we re pay dikin:

Dr.Cuwan Heqi ki ye

Li gundê Sêxê Res, Sirnexê, bakurê Kurdistanê hatiye dinê. Xwendina xwe ya tendûrustiyê (tibbê) li Bulgarîstanê tewa kiriye. Li Swêd, pisportiya doktoriyê, besê psîkiyatriyê tewa kiriye. Niha weku doktorê pispor, ciheke xwe li Stockhomê vekiriye û heman demê de weku doktorê sereke di nexwesxaneyek dewletê de jî kar dike. Xwedî û rêvebirê malpera serwext.com ê ye.

Lêkolînek zanistî, bi swêdî, di derbarê nexwesiyên mejî, taybetî nexwesiyên jibîrkirinê (demens) heye. Pirtûka ewil bi kurdî, bi navê “Sûjin” di sala 2000 an de ji aliyê çapxaneya APEC ê ve li Stockholmê derketiye. 16 kurteçîrokên wek “fable” di nava wê pirtûkê de hatine civandin. Pirtûka duwem, her dîsa bi kurdî, bi navê “Xeta Sor”, sala 2007 an, ji aliyê çapxaneya Doz-ê li Stenbolê derketiye. Adara 2007 an, digel 5 hevalên xwe yên kurd li Wasingtonê, “Navenda Demokrasiyê li Rojhilata Navîn, “C enter for Democracy in the Middle East, CDME ,” saz kiriye. Ev destgah, weke destgahekî sawirdmendiyê ji bo pirsgirêkên nasandin-belavkirin û bicihkirina demokrasiyê li Rojhilata Navîn e û li Emerîka kar dike. CDME ji aliyê desthilatdariya Emerîka ve bi awayekî resmî (fermî) hatiye qebûl kirin. Vê destgahê izna sawirmendiya xwe bo destgahên Emerîka heya sala 2010 an heye.
Hezîrana, 2007an de ji aliyê sê kesên kurd û 10 kesayetiyên emerîkiyan ve li Washingtonê “Komeleya dostaniya Emerîka û Kurdistan, ” America-Kurdistan Friendship League, AKFL hate sazkirin. Endamê “Encûmena Nistimaniya Kurdistanî-Sûrî, ” Kurdistan National Assembly of Syria , KURDNAS “ê ye. Kurdnas 27-29 ê meha Gulana 2006-an de li Brûkselê hatiye sazkirin. Heqi, digel zimanê dayikê, kurdî, ango herdu zaravayan- kurmancî û soranî, herweha bi tirkî, bulgarî, ingilîzî û swêdî jî dizane. Bi erebî jî dikare bixwîne û binivîsîne.

- Çima dostaniya kurd û yahudiyan pirsek giring e?

Dr.Cuwan Heqi: Va ye du heftene ko malpera me, serwext.com rêzehevpeyvînan ser dostaniya kurd û yahudiyan diwesîne. Gelek kesayetiyên kurd û israîliyan dîtinên xwe li ser vê babeta balkês pêskês kirin. Û bêgoman ko gelek kesayetiyên dî- kurd, nekurd- hene ko ew jî dilxwazin dîtinên xwe ser vê dostaniyê bêjin.

Ez ser navê serwextê gelek spasiya destgaha Zaratahustra News û taybetî rêvebirê wê, cenabê te kak Gabar Çiyan dikim ko we bi rêzehevpeyvînan tabuya axaftina ser dostaniya kurd û yahudiyan sikand. Herweha, gelek spasiyên xwe yên germ bo hemû wan kesayetiyên me yên kurd, kurdên yahudî û dostên kurdan dikim ko wan bi dîtin û ramanên xwe yên bi giranbiha besdarî van hevpeyvînan bûn.

Belê, dostaniya kurd û yahudiyan gelek girîng e. Ji ber ko hem coxrafî, civakî, dîrokî hem jî siyasî gelek noqteyên me yên û yahudiyan bi hev re, misterek, hene.

Rejîmên dijminê kurdan, ya baas ya Sûrî û kemalîzm ya Tirkiye û herweha rejîma fundamentaliya Îranê naxwazin dostaniya kurd û yahudiyan çêbe. Wan welatan weku tabu (embargo) danîne ser van girêdanên me bi hev re. Vêca em îro bi hev re, wek serwext.com û Zarathustra News dixwazin hinekê vê tabuyê biskînin. Ango em li ser girîngiya xurtbûniya dostaniya kurd û yahudiyan bi dengê bilind difikirin.

Xurtkirina vê dostaniyê bêgoman dê ji bo berjewendiya her du miletan ango kurd û yahudiyan be. Li gor dîtina min her dostaniyek ko berjewendiya kurd û Kurdistanê tê de hebe, pêwîst e em wê dostaniyê xurt bikin. Vêca gavek gelek tebîî (normal e) ko em kurd dostaniya xwe bi yahudiyan re xurt bikin. Nabe ku dijmin, dostaniya kurdan bo milet û dewletên dinê re tayîn bike! Em kurd divê vê yekê bi îradeya xwe ya azad û bo berjewendiya kurd û Kurdistanê tayîn bikin.

Vêca gava em îro ser vê babeta girîng minaqese dikin em heman demê de vê yekê dikin.

- Bi gistî dîtina te li ser dostaniyê çi ye? Hêviyên te ji dostaniyê çi ne?

Dr.Cuwan Heqi: Berî hemî tistî dixwazim ewilê ser dostaniyê bixwe çend gotinan bêjim.

Gelek diyar e ko dostaniya di nava du kesan, yan jî grûban de be, ew dikare ne li ser berjewendiyên her du aliyan were pêkanîn. Ew dostanî dikare li ser bingeha hejîkirina herdu aliyan bin. Lê li gor dîtina min, gava mesele ji vê ferehtir dibe- ango gava ew dibe dostaniya miletan û welatan, hingê ew hema bêje hertim li ser bingeha berjewendiya herdu milet û welatan, taybetî ya rêvebiriya siyasî ya wan welatan dibe.

Ez dibêjim ev tistekî gelek nebas e, gava çi dewlet, çi milet dostaniya xwe digel miletên dî pêkbîne ”ew dostanî bes li gor berjewendiya wî miletî were avakirin” be.

Ji ber ko li vê dinê gelek milet, kêmnetewe, kes û grûb yên ko zilim û zordarî li wan tên kirin hene ko ew muhtacî alîkariya miletên dî ne. Ango divê alîkariya wan milet û neteweyên zilimlê were kirin. Mesele, miletê kurd li Tirkiye, Îran û Sûrî bindest e. Ew muhtacî alîkariya dewletên derva ne, wek Emerîka, welatên Ewropî û herweha welatên dî û Îsraîl bixwe jî ye.

Gava ew alîkariya miletê kurd bikin, heye ko ew dewletan di warê siyasî de bixusirin.

Ew alîkariya kurd û Kurdistanê dikare serê wan welatan bi Tirkiye, Îran û Sûrî re bêxe belayê.

Lê li aliyê dî jî, gava miletê kurd ji encama vê alîkariyê giha serxwebûna xwe, dê ew welat û welatên dinê dî jî, tevek ji vê serxwebûnê sûd wergirin.

Ji ber ko problemek ya navneteweyî tê çareserkirin. Pirsgirêkên dinê kêmtir dibin.

- Di dostaniya kurd û cuhuwan de awira fermî çawa xuyanî dike?

Dr.Cuwan Heqi: Wek ko mijara me ser dostaniya kurd û yahudiyan e, cihê gotin û mixabiniyê ye ko dewleta Îsraîl di warê pistgiriya xwe bo kurd û Kurdistanê de heya niha gavek zelal neavêtiye. Binêrin dîroka tekosîna Mele Mustefayê nemir. Îsraîl bi awayeki zelal alîkariya wî rêberê mezin yê miletê kurd nekiriye. Sed heyf û mixabin Îsraîl di vir de li gor berjewendiya xwe ya dewleta Îsraîl gav avêtiye. Û herweha di çaxê niha de jî her mixabin desthilatdariya niha ya Îsraîl dîsa digel welatên ko kurd dagirker kirine hevkariyên xwe hene- wek dewleta Tirkiye û herweha digel Sûrî mihaweleya peywendiyan dike.

Em hêvîdar in ko desthilatdariya Îsraîlê û yahudiyên ko li Emerîka xwedî desthilatdar in li ser dostaniya kurd û yahudiyan bêhtir bisekinin û wê xurt bikin.

Wek ko hun jî dizanin insanê azad ew kesê ko xwedî îradeya xwe ya azad e. Herweha ew îrade di bin kontrola wî/wê de ye. Lê her mixabin desthilatdar û sîstemên dewletên ko Kurdistan dagir kirine wan hertim xwestine ko îradeya kurdan bêxin bin bandora xwe de û wê li gor berjewendiya armanca xwe ya siyasî bikar bînin.
Bi gotineke dî, wan dewletên dagirker xwestine û dixwazin û hewil didin ko ew bi kîjan milet û dewletan re dijminî yan jî dostaniyê dikin, ”divê miletê kurd herweha yên bi wan re, wek tirk, ereb, faris jî dijminatî yan jî dostaniya wan milet û welatan bikin!”
Mesele, gava rejîma baas li Sûrî û Îranê bi hebûna dewleta Îsraîl nexwes in, ew dixwazin ko miletê kurd, ereb, faris jî bibin sirîk û aletê vê dilnexwesî û dijminatiya xwe.
Û bi tersê wê- ew bi kê re dost bin, ew dixwazin vê dostaniya xwe bi miletê kurd-ereb-faris jî bidin qebûl kirin.

Di vir de miletê zilimlê, bindest, dikarin bibin aletê vê siyaseta dewletan.

Ger em werin dostaniya kurd û yahudiyan herweha ya kurdên yahudî dixwazim bêjim wê dostaniyê ciheke xwe taybet heye.

Li gor min kurd nabe ji dostaniya yahudiyan bitirsin, tersê wê divê em wê xurt bikin.

Ji ber ko hawirdorê welatê me Kurdistanê weku agir e.

Gelek rejîmên cîran neyarê me kurdan in. Lê dewleta yahudiyan, ango Îsraîl ne dijminê kurdan e. Û li gor mantiqê jî nabe ew bibe dijminê kurdan. Ji ber ko ew rejîmên ko dijminên kurd û Kurdistanê ne, heman demê dijminên dewleta yahudiyan Îsraîlê bixwe ne jî.

Vêca di rojhilata navîn de pêwîst e dostê kurdan yê ewil yahudî û dewleta wan Îsraîl be.

Dixwazim vekirî bêjim ko di pêserojê de ne dûre ko li rojhilata navîn de du dewletên herî xurt werin ava kirin ko ew vê herêmê rêve bibin. Ango Kurdistan û Îsraîl. Divê em li siyaseta pistî 10-20 salan binêrin. Hingê dîsa ne dûre ko dewleta Tirkiye weku niha nemîne- ew li miletên xwediyên xwe yên heqîqî were vegerandin. Ango Kurd, tirk, Laz û hwd. Herweha dê ev rejîma Îranê nemîne- li wir îhtîmelk mezin heye ko kurd û neteweyên dî serkirdayetiyê bikin.

Jixwe ne hewceye em ser rejîma Sûrî biaxivin. Gava rejîma Îranê ket, hingê rejîma baas ji ber xwe de dihilwese. Ji ber vê çendê pêwîst e ko kurd ji wan rojan re amade bin. Û ew hevvkariyên xwe digel Îsraîl û kurdên yahudî xurttir bikin. Kurd û yahudî divê çalakiyan wek konferans, sev, sahiyan, civînên bo hevkarî sawirmendiyan, semînerên bo danasîn (lobî) û xurtkirina dostaniya kurd û yahudiyan bi hev re pêkbînin.

- Ji bo kurdên cuhu dîtina we çi ye?

Dr.Cuwan Heqi: Taybetî li ser kurdên yahudî, dixwazim bêjim: Çendî ko ew ne li welatê xwe Kurdistanê bijîn jî, dîsa jî divê ew bizanin ko ew wek her hemwelatiyek Kurdistanê ne. Kurdistan welatê wan e jî.

Em weku insane kurd pêwîst e rêzgirtin û spasiyê ji bo wan desthilatdarên ko kurdên yahudî lê dijîn dikin gava ew desthilatdarî rêzê ji wan birayên me yên kurdên yahudî re digirin. Ev erkek Kurdistanî ye. Û herweha her serketinek biradostên me, kurdên yahudî jî bo me weku serketinek Kurdistanî ye. Û dê Kurdistan xwe bi wan serketinên wan biradostên me serbilind bike.

Ez silavên biratî û dostaniya xwe bo birayên me, kurdên yahudî rêdikim û sekeftinê bo wan û xebata wan dixwazim. Û gelek spas.

Gabar Çiyan
Zarathustra News – serwext.com
Dr.Cuwan Heqi
Dûnyaya Bozo (4)
Dûnyaya Bozo (3)
Dûnyaya Bozo (2)
Dûnyaya Bozo (1)
Bozo´nun dünyası (5)
Pirtûka min ya ewil: Şûjin - Dr. Cuwan Batû
Li ber qiraxê deryaya bajarê Negril, Jamaica
Li ber qiraxê deryaya bajarê Negril, Jamaica
Eger ku ez:
Rengên guhdaran...
Bozo´nun dünyası...
Zaman gazetesinin 2010 da referandum ile ilgili bana sorduğu sorular ve gazete tarafından hasıraltı edilen cevaplarım:
Dr. Cuwan Heqî, Analiz: Hilbijartinên serokatiya Emerîkayê -2016an, (2)
Dr.Cuwan Heqi: Hayllerimin derinliğine daldım....
Dr. Cuwan Heqî, Analiz: Hilbijartinên serokatiya Emerîkayê (2016an) û serxwebûna başûrê Kurdistanê
Dr.Cuwan Heqi, Analiz: Li Surî çi diqewime?
Serok Obama mecbûr ma ku ew dijberiya Kurdistaneke serbixwe neke!
Serdana serok Barzanî ya Amedê û rewşa apociyan
Ayağını "yorganıMA göre uzat!"
"Bir kahraman aranıyor..."
Amerika ve kürt "enayi" tipleri (!?)”
Kekê Arşev, te bi koçkirina xwe dilê me brîndar, jar û perîşan kir!
Apocî û Kurdistana Sûrî!
M.Şerîf Muştak: Min jibîr nekin!
Emerîka: Hilbijartin û rêvebirin – (1)
Nûçeanaliz: Biryara girtina al Haşimî-Destlêwerdana Îranê bo Iraqê
Hemdîn liqayî Mr.Psîkopat hat
BÎRANÎNA MIHEMED ŞÊXO: "agirê sar û vemirî..."
Dr.Cuwan Heqi: Sûrî ber teqînek pirralî ve diçe
Dr.Cuwan Heqi, Analiz: Qewimînên Sala 2012an
Nûçeanaliz: Biryara girtina al Haşimî-Destlêwerdana Îranê bo Iraqê
Eger apocîtî nebûya! (1)
Analiz: Qaddafi dikare bibe ”Usma bin Ladin”ek
Nûceanaliz: Li ser nûçeya girtina Murat Karayilanî
Li gor lêkolînekê: Şervanên PKK-ê 7.2 salan dijîn
Analizek li ser axaftina serok Obama
Dr.Cuwan Heqi, Analiz: Çima Beşar Esed apociyan ji Qendilê tîne Rojavayê Kurdistanê?
Federalîzm ji bo Rojavayê Kurdistanê
Analiz: Dinyaya piştî Şoreşên Rojhilata Navîn..
Emerîka û Ewrupa dev ji pistevaniya Mûbarak berdan! Dora Sûrî ye?
Çar Kurdistan
Analiz: Xeteriyên ser kurdan!
Dr.Cuwan: Serê Hemdîn li dikana kemalîzmê tevlihev bûye
QURA´ANA KERÎM
Versiona 1.0 ya kurdan û xizmetkarên ermeniyan
PDK-Bakur pêwîst e derbasî xebata legalîteyê bibe!
LEZÛBEZA SIBEHÊ LI BAJARÊ GEWRE
Dinya diyar e ber bi têkçûnê ve diçe!
DTP-yî ketin meclisa tirkan – yanî çi?
THE END
Analiz: Qewimînên li Îranê
Serdana serok Obama bo Tirkiye
Hilbijatinên Yekîtiya Ewropayê li Swêdê
Sûrî ber teqînek pirralî ve diçe!
”Em bi hev re vê tabuyê diskînin”
Emerîka: Hilbijartin û rêvebirin - 2008
ÇEND GIRÊKÊN SOHBETÊN ME KURDAN...
QUNCIKA CANSAXIYÊ