|
ÇEND GIRÊKÊN SOHBETÊN ME KURDAN... |
2006-01-07 10:30 |
|
|
Nivîs: Dr. Cuwan Heqi (Batu)
Em, bê duv û dirêj, dixwazin dest bi naverokên vê nivîsandinê bikin.
Hêviya min ew e ku tahamûla we hebe ku hun vê nivîsandinê heya taliya wê bixwînin.
Me çend noqteyên gelek girîng bijartin e ku em dixwazin li ser wan biaxivin. Ji ber ku ew piraniyên caran di jiyana me kurdan de ne bi awayeke bas tên bikaranîn. Ji vê jî em bi kurtî piraniyên caran li hevûdu nakin, ji hev diçin pas û herweha jî em dikin û nakin nikarin bibin kesek demokrat. çend noqte ji wan jî evin:
Guhdarîkirin, axaftin û herweha lihevûdukirin...
Ger em li ser axaftinên me kurdan di sohbetên (civatên) me kurdan de bi ponijin, bêguman mirov di pêsiyê de wê axaftinên xwe di gelek civîn, sohbetên xwe yên navmalî de binê bîra xwe. Gelo em di van sohbetan de em çiqasê axaftin e û me çiqasê guhdarî kiriye? Gelekê zehmete ku mirov vê yekê bipîvê û bizanê. Lê belê mirov bixwe dikarê pê bizanê gelo havalê mirov çiqasê axaftiye û çiqasê guhdarî kiriye jî.
çima welê ye?
Li gor dîtina min, ev yeka he ji neguhdarîya mirov bixwe tê. Ango, mirov guhê xwe ne daye, gelo mirov çiqasê û çawa biaxivê û herweha çiqasê jî guhdarî bikê. Mirov ev yeka he ne pêvaye. Em ewilê li ser guhdarîkirinê biaxivin.
Guhdarîkirin...
Pirraniya caran yek guhdarîkirinê kareke nebas dibîne . Mirov naxwaze ku yek guhdarîker be. Ango yek diponijê ku pêwiste kesên din guhdarî yekî bikin, lê ne mirov bixwe!
Em sohbetên me kurdan weke mîsal bigirin, em bêjin
--------------------------------------------------------------------------------
%bila em pênc haval di vê sohbetê de bêsdar bin. Normal, herkesî ji me biqasî hev mafê guhdarîkirin û axaftinê di vê sohbeta me de heye. Ger em bi zimanê matematîkê(hesabkirinê) biaxivin hingê pêwiste ku her yekî ji me 80% guhdarî bike û 20% jî mafê her yekî ji me heye ku bipeyive. Ango çaxê pirrane divê em di vê sohbetê de guhdarîker bin. Belkî hûn kenê xwe jî li vê yekê bikin; lê belê di bingeha xwe de ev tisteke rast e. Bêguman em nikarin vî çaxî li ser milîman hesab bikin, lê belê dîsa jî bi kêm-zêdayi pêwiste em bi vî awayi wê hesab bikin.
Ev yeka he li gor sohbeteke normal e. Ango ne sohbeteke ku gelek caran ev wekhevî pêwiste ku bê bikaranîn. Ew civat, yan jî civînên bi rengeke dinin. Weke: Havalek ji welêt nû hatiyê; kesekî xuya, zanyar, pispor e ; kesekî berpirsiyarê partiy
--------------------------------------------------------------------------------
Peke siyasî ye ku mirov dixwaze ji xwe re tistekê jê bigirê; tistin nû, guhertinên nûjen jî wî /wan bibihîse, û herwekî van. Ji dervayi van civat û civînen taybetî em civata xwe ya jorê, ku me behsa wê kir, sohbeteke normal bipejirînin, ango qebul bikin , bê guman hûnê xwes jî bibînin ku her yeki ji me mina hev pêwiste biaxivê û guhdarî bikê. Lê belê di piratîkê de ev yeka he pirraniyên caran di jiyana me kurdan de tû caran ne welê ye.
Ger em bixwazin ku tistekî ji hev fêm bikin, bi hev re mîna dost û bira bin û herweha xwe kesekî demokrat hesab bikin, hingê, me bivê-nevê, divê em li pey vê yekê xwe rast bikin. Lê belê, sed mixabin ku emê xwes bibînin ku wê havalek, yan jî du haval, vê civînê li ser daxwaza xwe bigerînin û behtirî kesên din biaxivin, û li aliyê din jî wê kêmtirî me van kesên din guhdarî bikin. Tista ku min, tu, havalên din dixwest û dixwazin ku em bidin xuyakirin (bînin li ser ziman) me vê carê jî nekarî bêjin! Emê bimînin li benda firseteke din, da ku heyfa xwe li hineke din vekin. Wê emê her carekê kesin din bibînin ku wê vê carê ew guhdarî min û te bikin! Pistre ew havalên ku guhdarî me bikin wê heyfa xwe li hinek havalin din hilînin. Ev yek bi vî awayî berdewam dibe. Di dawiyê de em hemû dibin bes axaftiker û kesek ji me wê nebe guhdarîker. Ji vê jî ne ez û ne jî tû wê bikarin li hev bikin. Heye em dilê hev bihêlin, ji hev biçin pas û belkî jî di pês da bibin dîn dijminê hev!
Gelo wê çi bi wan havalên din- ku bes di van sohbetan de mecbur mane ku guhdarîker bin- bê? Tû nefikire ku wê ew welê hertim guhdarîker bin. Na. Ew, weke ku me li jorê jî got, li benda firseta xwe bin û wê roja wan ya xwes jî her rojekê werê!
Lez (acele) axaftin...
Em pirrên caran acele dikin, da ku bi lez gotinên xwe rêz bikin û ji vê jî gelek xeletiya di axaftinên xwe de dikin. Wê çaxê em mecbûr dimînin ku wan gotinên xwe ducare dikin da ku wan rast bikin. Bo vê çendê jî gelek caran em ji naveroka axaftina xwe dûr dikevin.
Ger em ji nêzîk ve hinekê li prosesa (pêvajoja) axaftinê binêrin, emê xwes bibînin ku ev pêvajo di nabêna li alîyekê de mejî de ye ku ew emir dide û li aliyê din jî di nabena organên din de ye ku ew vî emrî pêktînin. Ew jî ziman, rû, çav, birh,guh, dest, ling û herwekî van.
Gava yek bi lez diaxive, wê çaxê ziman divê bersiva mejî di çaxeke kin de bide. Lê belê ew gelek caran pê re nagihê ku wan gotinên ku mejî jê xwestî (ango ji ziman xwestî) bike gotinên temam û derêxê.
Ji ber ku mejî, wê çaxê hinek gotinên din rêzkiriye û jî ziman xwestiye ku wan jî bike gotin. Hingê, wê zimanê reben pê re negihê ku hemû gotinan rast û paqij derêxê. Wê xelet bikê, bêhtirîn jî gotinên taliyê. Mecburexelet bike, yan jî wê gelek gotinan bi nîvqurmiçandî derêxe û mejî jî mecbûr dimîne ku ji ziman bixwaze ku wan gotinên ku xelet derketî rast bike û ji vê jî yek gotinên xwe ducare dike, da ku wan rast bike.
Divê em çax bidin ziman heya ku pê re bigihê ku gotinan rast derêxê.
Lê hene emê hertim xelet bikin û wê axaftinên me mîna salateyek bêserober derkevê; kesên li der û doranên me wê tistekî ji me fêm nekin. Gotinên mirov wê bê naverok derkevin...
Gotina hevûdu qutkirin...
Gava ku yek dixwaze biaxive wî/wê (berî axaftinê) di serê xwe de planek axaftinê çêkiriye ku wê li ser çi biaxivê, çi bêjê û çi dixwaze bide xuyakirin .
Lê belê gelek caran em gotinên havalên xwe di derekî de qut dikin, bê ku em rê bidin wî/wê-wan, gelo wên gotina xwe çawan tewa bikin. Ev yeke bêguman e tisteke pirr nebas ne. Wek hûn jî xwes pê dizanin ku sexsiyeta yekî dikare xwe di nava axaftinên yekî de vesêre û herweha jî, axaftinên yekî dikare sexsiyeta yekî xwes bide xuyakirin. Gava yek gotinên hevûdu qut dike, wê çaxê, li gor dîtina min, yek rê li sexsiyeta wî havalê xwe digire û nahêle ku ew xwe bi rengekî zelal di vê axaftina xwe de bide xuyakirin.
Ger yek guhdariya havalek/kesekî kir, divê hertim yek li ser vê yekê biponijê û wê ji bîr neke. Ango mirov guhdariya sexsiyeta wî havalî/kesî bixwe dike. Ger yek bikare xwe bigire ku heya wî /wê-wan gotinên xwe talî kir/-in, hingê mirov qîmeteke daye sexsiyeta wî/wê-wan havalan. Mirov di dilê xwe de gotiye: Fermo ez ji dil û can guhdarî te dikim, ji ber ku ez bihayeke giran didim sexsiyeta te û ew bo min girîng e!. Divê em guhdarîkerek dilsoz bin!
Rast e, heye ku me gelek caran ew axaftin berê bihîstiye û yek dizane ku ew haval wê çi bêjê, ji ber vê çendê jî yek sebir nake ku guhdarî wê axaftina ducare bike. Lê belê dîsa jî , divê yek- her çendî jî bi sedê caran ew axaftin bihîstî be jî- bikare xwe bigire, guhdarî temamiya wê axaftinê bikê. Belkî mirov tisteke nûjen ji xwe re ji vê axaftina ducare bigire. Li aliyê din jî yek bixwe qenciyekê li xwe bixwe dike, ango yek xwe hînî tahamûla guhdarîkirinê dike û herweha jî xwe pês da dibe! Li aliyê din jî divê em xwes pê bizanin û bînin bîra xwe ku çiqasê nexwes e ku yek bixwe guhdarikerê mecbûri be. Ger mirov gotineke berê gotibe, hingê ne hewceye ku yek wê ducare bike.
Pêsgotinên dûrûdirêj...
Heya ku em dest bi tistekê dikin da ku wê bidin xuyakirin em bi dehên caran ji wê bêhtir xwe bi destpêka wê ve mijûl dikin. Herweha jî , em ji naveroka meselê dûr dikevin û bêhtirîn li der û doranên meselê ve diçin û tên. Ev jî bêguman e ku balkêsiya pisikdarê civatê kêm dike û ji ber vê jî wê ew gelekê hindik bala xwe bidin li ser wê axaftina mirov. Gelek caran, yan axaftina yekî wê bê qutkirin berî ku yek gihayi taliya wê ya bingehîn, yan jî wê ew di navê de bê nîvqurmiçandin.
Dûrûdirêj axaftin...
Ez xwes bawerim ku we gelek caran bala xwe dayê ku em di hemû rûnistin, civîn, sohbetên xwe de gelekê dûrûdirêj diaxivin. Ev yek, gelek caran seetên me , heye rojên me bixwe jî bistîne. Em kurteaxiviyê nizanin.
Pêwistiya kurteaxiviyê ji me re ne xuyaye; ne girîng e jî!..
Li ser hevûdû axaftinê...
Em çiqasê bixwazin vê noqteya girîng vesêrin, dîsa jî hûn xwes pê dizanin ku me kurdan (weke pirraniya gelên Cîhanê) ev girêk heye û nayê vesartin.
Ango em gelek caran bi nebasî li pist hevûdu diaxivin.
Mirov ji bo havalê xwe li pêsiya wî de weke dost û biray e lê bele gava pista wî kete mirov hingê yek dîtineke din dide xuyakirin, direqîn
--------------------------------------------------------------------------------
ê lipist hevûdu axaftinê....
Yek bixwe dixweyê kesekî nebas e heya ku yek vê dirûtiyê li pêsberî havalê xwe de dike. Gelo ew kesên ku di sohbetê de ne wê pistre çawan li ser mirov biponijin? Hûn wê bêjin ku wê ew li ser mirov nebas biponijin. Ev yeke rast e, lê belê ne hemû caran. Ji ber ku ew pisikdarên sohbetê jî gelek caran direqînin li pist hev axaftinê û ji bo vê çendê jî ew bixwe bi vê nebasiyê nahesin. Herweha li pist hevûdû axaftin bûye tisteke normal. Ango me ev nenormalî qulibandiye normalê. Ger hûn bixwe xwe bigirin, li ser tû kesî neaxivin, hingê hûnê xwes bi wan havalan bihesin çawan ew direqînin vî karê dirûtiyê, ango wê ew kes bixwe xwe bidin dest!
Girêka çax...
Mefhuma çax bo me gelek kurdan ne gelekê girîng e, ne xuyaye jî. Halbuki bingehînek ya jiyana mirovayetiyê bêguman çax e. Lê belê em gelek caran bi vê yekê nizanin.
Girêka yekemîn, li gor dîtina min, ew e ku
--------------------------------------------------------------------------------
em li ser soza xwe nasekinin ku di çaxê xwe de di civîn û rûnistinên xwe de amade nabin. Ango wê hertim hinek ji me nîv seetekê/seetekê dereng werê û kêmasiya xwe bixwaze ku ew dereng maye û em jî hertim dibêjin tistek nabe. Ev yek nebas e ji ber ku alîkariya wî/wê-wan havalan dike ku vê nexwesiyan xwe berdewam bikin!
Li aliyê din jî em çaxê xwe gelek caran bi hesanî bi tistên pûç û betal ve winda dikin. Pirrên caran em dibêjin ku emê li ser çend girêkan , em bêjin seetekî biaxivin, lê bele sed mixabin ev seet dibe 2-3 seet...
Di dawiyê de ger em bi kurtî bêjin:
Pêwist e di hemû civatên (sohbetên) me de, me hay jê hebe ku mafê axaftin û guhdarîkirinê yê hemû pisikdarê sohbetê weke hev be, ger tisteke awarte nebe. Guhdarîkirin bêhtirînên caran ji axaftinê bastir û qenctir e. Mirov ji xwe re bêhtirîn fêrî tistan dibe û zanetir dibe. Kurteaxivî hertim bas û rind e.
Acele axaftin rê dide xeletkirina axaftinê!
Dirûtî, ango li pist hevûdu axaftin , noqteyek res e ku xwe di nava sexsiyeta mirov de vedisêre. Ger mirov vê yeka nebas berdewam bike, wê ew noqteya res hin bi hin gewre (mezin) bibe û sexsiyeta mirov bilewitîne,res û tarî û bindest jî bike!
Seet, roj, meh û sala me kurdan bê plan e. Ew têkilhev, bêserober û bi kaosiye...
Divê em pêwistiya girîngiya çax tû caran ji bîr nekin!
Ger em hinek van kêmasî û herweha girêkan di karûbar û di sexsiyeta xwe de bibînin pêwiste ku her yekî ji me di himbara xwe de xwe ji van girêkan xelas bike . Wê çaxê emê xwes bibînin ku em- weke insaneke kurd- wê bastir û qenctir li hevûdu bikin û bi hev re bêhtirîn bibin dost û bira.
Werin em hemu careke din kumê xwe bo xwe bikin hekem, li ser xwe biponijin, xwe bixwe analiz bikin û ji vê jî xwe nûjen bikin, lê hene bi serê biratiyê îsê me kurdan xerab e!... |
|