|
QUNCIKA CANSAXIYÊ |
2006-01-05 10:34 |
|
|
Nivîsîn: Dr.Cuwan Heqi (Batu)
Gelî xwendevanên hêja, Ji vê hejmarê û pê de ezê hewil bidim ku di vê quncika cansaxiyê(pizîskiyê de) de di her hejmarê li ser nexwesiyekê binivîsim. Wê di her hejmarê de "nexwesek me" hebe û wê ew behsa nexwesiya xwe bo doktorê xwe bike. Lê wê hercar yê nexwes û yê doktor eynî nexwes û doktor bin. Wê navê nexwesê me yê hercar "Elî Xemsar"be û navê yê doktor jî "Fendî Çaxnema" be.Wê Eliyê me hercar bi nexwesiyekê bikeve û em jî wê guhdariya dayin û satandina wî û doktorê wî bikin.Ji vê jî daxwaza min ew e ku em rengeke din bînin li ser zanebûna her nexwesiyekê. Ji vê hejmarê û pê de hun dikarin pirsên xwe di derheqa cansaxiyê de, bi kurdî, yan jî bi tirkî ji vê quncikê re rêkin. Ezê gelekê dilsad bim ku ger pirs, daxwaz yan jî dîtinên we li ser vê quncikê hebin ku hun wan ji min re rêkin. Heya ji min jî were ezê bersiva pirsên we bidim. Hun dikarin li suna navê xwe, "rûmuzan" bikar bînin.
Hêviya berdewamiya vê quncikê. Silavên birêz.
SAGLIK KÖSESI
Degerli Rojbas okuyuculari,
Bu kösenin yazari, yani bendeniz tip doktoru olup, halen Isveç´te çalismaktayim. Bu sayidan itibaren her sayida bazi önemli hastaliklara kisaca deginmeye çalisacagm. Bu kösede siz degerli okuyucularin gönderecegi saglik ile ilgili sorulara yanit vermeye çalsacagim. Sorularinizi kürtçe ya da türkçe yazip asagidaki e-mail adrese gönderebilirsiniz. Isterseniz, adiniz yerine herhangi bir rümuz isim kullanarak yazilarinizi bir diskete ya da yaziya dökerek gönderebilirsiniz. Mektuplarinizi Rojbas adresine, yani box 75, 971 03 Luleå/Sweden, ya da asagidaki internet e-mail adresi kanali ile bize iletebilirsiniz. Yazilariniz bekler, esenlikler dilerim.
BIRÎNA MÎDÊ
Dr.Fendî Çaxnema: Fermo, kerem bike were hundûrî, Elî. Tu bi xêr hatî.
Elî Xemsar: Zor spas.
Dr.Fendî: Fermo, danîseçGelo pasnavê te rast hatiye nivîsandin?
Elî: Erê, Eynî welê ye, ku çawa hatiye nivîsandin. Bavê min ev pasnav li min kiriye.Jiber ku ez dixeye ku kesekî gelekê xemsar bûm. Gava ku ez derketim derva min jî ew pasnav bi awayekî resmî (fermî) da nivîsandin. Lê belê pasnavê te jî hinekê balkês e, ma ne welê ye gelo?
Dr. Fendî: Erê Tu rast dibêjî. Ew bêhtir ji rewsa karûbarê min têç Çêroka wê kûr û dûr e. Lê em werin li ser mesela xweç Deka bêje, çi girêkên cansaxiya te hene?
Elî: Mîda min gelek diêse!
Dr.Fendî: Deka bêje çi bi te re çêdibe, halê te, rewsa te?!
Elî: Çar zarokê min hene- du kur û du qîz. Temenê min derbasî çilê bûye. Bi serê doktor, hersal vî çaxî ji ber mîda xwe nikarim hedar bikim.Ewdikare xwe bi çaxane, ango bi perîodîk bide xuyakirin, bêhtirîn di buhar û pahîzan de. Ew bêhtir berî yan jî xwarinê diêse. Mîda min tirs û tahl dibe, tirsîbûnek ji mîda min heya bi qirrik û devê min de çêdibe. Sevê, gava ku ez dirazim av ji devê min têç Pêdihesim ku têrim yan jî birçîme. Ango yek pêdihese ku yek nebirçiye, ne jî hertim birçiye.Ez divê gelek caran xwarinê bixwim, da ku êsa mîda xwe bisekinînim, lê belê di eynî wextî de ez nikarim gelekê bixwim, ji ber ku mîda min diêse. Carna ji tirsa êsa mîda xwe newêrim titekê bixwim yan jî vexwim. Ji ber vê yekê jî min gelekê li xwe kêm kiriye, zeîfbûme. Doktorê hêja,ez di vê dawiyê de têr narazim, ango bêxew dimênim. Carna dilê min dixele, dikim ku veresim jî.
Dr.Fendî: Ev çiqase ku ev nîsanên he bi te re hene?
Elî: Eve çend salin ku ev yeke bi min re heye. Lê îsal vê êsê gelekê li min zortir kiriye. Û ez cara yekem e ku diherim ba doktor. Min diot qey wê derbas bibe, lê.
Dr.Fendî: Tu çixaran vdikisênî? Karûbarê te çawan e? Rewsa te ya dorane?
Elî: Bêîsim. Berê, li welêt bi siyasetê ve mijûl dibûm.Ev e bîst salin ku îmana çixarê dileqînim, ango her roj du pakêt çixare dikêsim.Gelekê qehwê jî vedixwim. Bi serê doktor, carna ez hinek ereqê jî bi ser xwe de dikimJixwe pereyên me tu caran nagihin serê mehêBas e, sedemên bingehî yên vê êsa mîdê çiye?
Dr.Fendî: Ihtimalek gelek mezin heye ku birîna mîdê bi te re heye. Gelek sedemên wê hene. Çendek ji wan evin:
Ji binemalî ve ango ji bavûkalî (irsî) ve girêdaye, çendêî ku ev yeke ev yeke hê bas nehatiye xuyakirin, lê belê dîsa jî hatiye xuyakirin ku di hinek binemalan de ev nexwesî jî cîlekî derbasî cîlekî din dibe. Cixarekêsan, zêdeqehwe vexwarin, ereqvexwarin zêdeafirandina (zêdebûna) tirsiyê di mîdê de, rewsa nexwes ya doran,weke rews û halê nexes; stres, bêxewî û jiyana têkilhev; xwarin û vexwarinên ku betanê (rûyê) mîdê kul dikin wek xwarinên tirs û tûj; hebûna mîkroba Helicobakter di mîdê de.
Li gor lêkolnên tibê yên zanitî yên vê dawiyê ev sedema dawiyê ciheke xwe hin bi hin gelekê girîng di nav sedemên birîna mîdê de digire. Û her çendî diçe ev yeke tê hesabkirirn ku ew sedemek ji yên sereke ye bo vê êsê.
Ev ês bêhtirîn dikare di du deran de derkeve:
Ya mîdeê bi xwe de û ya din jî di roviya 12-tiliyan de, ango di dawiya mîdê de. Li aliyë din jî ferqek mezin di nabêna birîna mîdê û ya boriya 12-tiliyan de heye. Ji ber ku birîna mîdê dikare di dawiyë de bibe destpêka pencesêrê, ango kansera mîdê. Lê ya di roviya 12-tiliyan de ev rîske gelekê kêmtir e. Bêgoman jî ev yeke bi gelek sertan ve girêdaye û divê ew "sert" li hev werin heya ku ev birîne li yekî bibe kanser. Sertek ji wan "sertan" temen e. Ango hingî temen (imir) pês de diçe, hingê rîska peydabüna kanserê jî zêdetir dibe.
Elî: Gava yek li xwe nepirse, wê çi biqewime?
Dr.Fendî: Gava yek li xwe nepirse, hingê heye yek ji van têkilhevbûnên vê êsê bibin bela serê yekî, weke:
Kêmxwînî, ji vê jî pêwecbûnî, zeîfbûnî, kêmtaqetî,. Gêjbûn. Bêxewî. Dilê yekî dikare li xwerinê res bibe. Rewseke acîl, xeter û dijwar heye ku ew jî ev e gava ku birîna mîdê qulbibe, biqete û ji encama vê yekê jî xwînrijîn ji birînê bo derdorên wê û herweha girêkên ku ji vê encama ku ew bixwe re peyda bike. Ew kese dikare gelek xwînë winda bike, hingê divê ew xwînê wergire, di cih de heye pëwîstî emeliyatkirinê bibe da ku birîn were sekinandin, dirûtin.
Elî: Nexwe, li gor van gotinên te, pêdihesim ku ezê sibe ne- du sibe bimirim!
Dr.Fendî: Na, na, tistek bi te naye. Tu wek polayî, masallah! Lê lê ez dibêjim ku yek divê yek guhê xwe bide sîgnalê lasê xwe, li xwe bipirse û xemsariyê neke.
Elî: Ji xwe jî "nexwesiya" min ya herî mezin jî ew bixwe ye, ango xemsariye. Bas e, wê çawa tu bizanî ku ev ês bi min re heye?
Dr.Fendî: Yek divê hewil bide ku van karûbarên he pêk bîne, weke: Di pêsîyê de divê yek zêdeafirandina tirsiya di mîdê de kêm bike; dermanê dijî zêdebûna tirsiyê wergire; kêmkirina û herweha jêbirina êsa mîdê, sîretên bo serwextkirina bo kêmkirina birhên nerênî(negatîfî) ya rewsa dorane; rontgena (filmê mîdê, lê belê ev yeke niha bi hindikayî tê bikaranîn); lênêrîna mîdê bi alîkariya gastroskopiyê. Gava yê doktor bi rêya vê aletê birîn dît, ew dikare van karûbaran bo dermankirina birînê bike: Gava birîn gelekê pês de çûbe, mezin be; yan jî hinekê xeter bixweye, hingê yê ew dikare bi rêya "elektrîkê" ango diatermi´yê ku bi boriya gastroskopiyê ve ye, wê birînê bisewitîne, da ku ew bikeve hev.Û herweha ew dikare parçeyekê ji birînê bixwe bistîne, wê rêke bo tahlîlê. Sedema vê yekê jî ew e ku yek bizane gelo ew birîna he yekî "bas e", yan na, ango gelo ev birîna kanserê ye yan na. Li aliyê din jî yek dikare binêre gelo Helicobakter (mikroba Helicobakterê) ango mikroba ku dikare vê birînê bi yekî re çêke bi yekî re heye yan na. Dermanekî herî qenc bo vê birînê jî Losec´e. lê belê ger mikroba Helicobakter di mîda yekî de hatibin xuyakirin, hingê ev dermanê he têrê nake. Divê yek bi vî dermanî re du dermanên din jî wergire. Hingê dermankirina vê birînê 2 hefteyan dikisîne. Lê belê di gelek warên din de heye saxbûna vê êsê ji 6-8 hefteyan bikisîne. Pistî mehekê, pêwîst e ku yek bi gastroskopiyê careke din li mîdê binêre û bizane gelo ev birîn saxbûye yan na. Û ger ew birîn bi dermanan sax nebe, divê ew were ameliyatkirin, ango birîn were jêkirin. Pistî vê yekê dîsa bikaranîna dermanan, kontrola bi gastroskopiyê hewceye. Bes, gava birîn di boriya 12-tiliyan de be, hingê ne hewceyî kontrola gastroskopiyê ye
Elî Xemsar: Ango divê ez bikevim bin kêra ameliyatê de?!
Dr.Fendî Çaxnema: Na.Ne tirse. Berê, bo dermankirina mîdê, bêhtirîn ew dihate ameliyatkirin. Lê niha, gava ku dermanên modern, bi taybetî losec, derketiye, êdî ameliyat bes di warê xeter de (tirs de) û herweha gava ku birîn di mîdê bixwe de be û ew bi dermanan sax nebe, tê bikaranîn. Ezê çend xetan bo qismê gastroskopiyê binivîsîm da ku ew li mîda te binêrin.
Elî: Gastroskopî çi karî dike û gelo lênêrîna wê zehmet e?
Dr.Fendî Çaxnema: Ew boriyek zirav e, di serê wê de lempeyek û dûrbînek heye. Yek vê boriyê di dev re berdide nava mîdê. Divê yek 12-seetan (katan) berî lênêrîna wê xwirîn be, ango ne xwarin ne jî vexwarin vexwe. Bi rêya wê yek dikare li hemu rûyê (betanê) wê binêre û ger birînek, kulbûnek hebe yek dikare wê di cih de bibîne. Dilê yekî dixele, irq tên yekî, lê dîsa jî ne welê zehmet e. Tê wê bi hesanî derbas bikî, qet mereq neke! Fermo nameya te bo gastroskopiyê û çi bi te re çêbe telefon bike.
Elî Xemsar: Gelekê spas bo alîkariya te.
Rojbash hej 1/2006 |
|