|
Eger apocîtî nebûya! (1) |
2011-12-14 14:04 |
|
|
Mirov ji xwe re dikare wisa bifikire :
Eger apocîtî nederketîbûya ser saheya siyaseta kurd, gelo dê çi biqewimiya?
Eger mirov ji apociyan bipirse :
Ew dîroka Kurdistanê ji destpêka hebûna Abdullah Ocalanî hesab dikin.
Bila ew ji xwe re wisa hesab bikin.
Ti qîmetê vê hesabkirinê li ba me, kesên ku apociyan baş nas dikin, nîne.
Li gor wan, hebûna Kurdistanê bi hebûna wan ve girêdaye!
Apocîtî hebe, Kurdistan jî heye.
Apocîtî nebe, ti qîmet ji hebûna kurd û Kurdistanê re jî nîne !"
Hej hawar!
Lê ez eynî terse vê dîtinê difikirim.
Li gor dîtina min ya kurt kurmancî:
Heta apocîtî hebe, hebûna kurd û Kurdistanê di xeterê de ye!
Gelo çima?
Werin em hinekê dîroka apocîtiyê şirove bikin:
Lê ewilê dîsa bi pirsa xwe ya sereke dest pê bikin:
Ango:
Eger apocîtî nebûya!
Ji aliyê siyasî ve:
Li Kurdistana bakur dê hêzên welatparêzên kurd, wek PDK-bakur, KUK, DDKD, PSK, Kawa, Rizgarî, Tekoşîn û herwekî dî, di qada siyaseta legal de xebat bikiriyan.
Hinek ji wan wê bi pêş ve biçûyan.
Hinek jî wê paş de biketiyan.
Hinek wê xurt bibûyan.
Hinek jî wê lawaz bibûyan.
Çendek jî dê ji ser saheya siyaseta kurd winda bibûyan.
Wê hinekan hevkarî bi hev re bikiriyan.
Ne dûr bûya ku hinekan eniyeke Kurdistanî jî bi hev re pêkbianiyan.
Û mimkin e hinek bibûyan rêxistinên tûj jî.
Herweha, hinek ji wan dikariyan wisa xurt bibûyan ku ew bibûyan sêwaneke siyasî ji bo gelek hêzên dî.
Herweha dikariya hêz, rêxistinin dî yên legal derketan saheya siyaseta Kurdistanê.
Noqteya wan ya mişterek dê demokrasî, tehammûla hevûdukirinê bûya.
Û gelek ihtimalên dî.
Ji ber ku, wê dema ku ev rêxistinên kurdistanî li ser saheya Kurdistana bakur kiryar bûn, pirraniya wan bi awayekî xwe ji daxwaza şerê çekdarî bidûr dixistin.
Dê hinek ji wan biketana parlamentoyê, belkî bibüyan şirîkê hikûmetnan.
Yan jî roleke girîng di parlamentoyê de bilehîstan.
Ne wek ko bibûyan ”piyonê” xeta apocîtiyê.
Û ya herî girîng dê dora 30 hezar insanên kurd ku ji ber derketin û kiryarên apocîtiyê hatine qetilkirin, niha zindî bûna.
Ji van 30 heazaran dora 5 hezar xort û qîzên kurd ji Kurdistana Sûriyeyê jiyana xwe ji dest dane.
Ew hemû 30 hezar insanên kurd dê bi hev re îro bijiyana.
Kurdistan dê bi hebûna wan pêş de biçûya, serbililind bûya!
Kurdistan dê îro bi parastina jiyana wan dewlementtir bûya.
Mirov, dost, heval û hejîkerên wan, dê bi hebûna wan şa bibûyan.
Lê sed heyf û mixabin îro ew 30 hezar insan ne li jiyanê ne!
Mixabin ew bûne qurbaniyên xeta apocîtiyê…
Eger apocîtî nebûyan, dê îro gund, bajar, mezra, mehelle, kolanên Kurdistanê ne wêran bûyan!
Di wan de, dê miletê kurd li ser ax û xaka xwe xebata xwe ya ji bo xwe û Kurdistanê bi rengekî bêtirs berdewam bikiriyan..
Herweha îro dê di her malekî de ”mîtekî” apociyan nebûya!
Kur wê ji bav; bav jî ji kur, herweha dayik wê ji qîza xwe netirsiyan!
Ku ew dê ji bo rêxistinekê werin îspiyonkirin!
Exlaqê hinek ji milet dê nehata guhertin.
Ango dê hejmara ”minafiqan” di nava milet de kêmtir bûya.
Bi giştî dê herêma bakûrê Kurdistanê nebûya mîna demê naziyên Hîtler ya salên 1930-40an!
Wê dema ku kesekî ji ber tirsa naziyan nediwêriyan nefesa xwe bikişînin!
Berdewam dike. |
|