|
Nûçeanaliz: Biryara girtina al Haşimî-Destlêwerdana Îranê bo Iraqê |
2011-12-22 09:55 |
|
|
21/12-2011-Hewlêr-Cîgirê Serokê Îraqê, Tariq al-Dr.Cuwan Heqi, Haşimî bi gumana pêkanîn û plankirin û têkiliyên wî bi kuştina karbidestên hikûmet û parastina Îraqê de, tê gumankirin.
Her ji ber vê yekê wezareta hundûrî ya Iraqê fermana girtina wî da.
Lê Haşimî xwe bi lez xwe gihande paytextê başûrê Kurdistanê, Hewlêrê.
Duhî, wî di konferanseka rojnamevanî de li Hewlêrê got ku ew bê guneh e û wî ti caran li dijî Îraqê kar nekiriye.
Tariq al-Haşimî weha jî got ku ew amade ye li pêş dadgehê amade be û wî xwest ku ew li Kurdistanê bê dadgehkirin.
Cihê gotinê ye, ku Tariq Al-Haşimî Sunnî ye û ji bloka Eyad Elawî ye.
Ger mirov ji nêzîk ve li vê bûyerê binêre:
Aqil jê nagir e ku kesekî mîna Tariq al-Haşimî ku bûye cihgirê serokê Iraqê bi karekî terorîstane ve mijûl bibe ku ew vî postê xwe yê bilind bêxe di xeterê de.
Eve yek.
Noqteya duwemîn, ya herî girîng:
Tariq al-Haşimî hewara xwe digihîne Kurdistanê û taybetî ya serokê Kurdistanê kak Mesûd Barzanî.
Gava Tariq El Haşimî mîna navê xwe dizane ku serokê Kurdistanê kak Mesûd Barzanî hemetê li tu kesên sûcdar nake.
Aqil û mantiq ji vê jî nagir e.
Lê vê yekê jî mirov divê jibîr neke, em bêjin ku al-Haşimî gunehbar e, lê ew ji jiyana xwe ditirse ku ew li Iraqê were dadgehkirin, dê kak mesûd Barzanî garantiya ewlekariya edaleteke rastteqîn ya dadgehê li pêşberî al-Haşimî were pêkanîn, bide.
Tariq al-Haşimî bawermendiya xwe bi serokê Kurdistanê kak Mesûd Barzanî tîne.
Li gor dîtina min ev noqte gelek girîng e.
Eger al-Haşimî sûcdar be, dê ew çawa hewara bigihîne serokê Kurdistanê?
Noqteya sêyemîn:
Di heman demê de, gava eskerên emerîkî dev ji Iraqê berdan û derketin.
Û biryara girtina wî hate dayin.
Li gor dîtina min ev ne "tesadûfî" ye.
Gava mirov van noqteyan analîz dike:
Ev komployekî destlêwerdana Îranê bo Iraqê ye.
Îran ev komploya he berê amade kiriye da ku piştî derketina eskerên Emerîkayê wê bêxe di jiyanê de.
Da ku Iraq tevlihev bibe.
Û şerê navbêna desthilatdariyên Iraqê dest pê bike.
Ji vê jî Iraq bi temamî bikeve bin kontrola şîiyan-Îranê de.
Ji ber ku:
Îran ji bo vê plana xwe bes "li ber firsetekê bû."
Gelo ev mesele dê çawa berdewam bike?
Ne dûr e ku dê ev şerê navxoyî di rojên pêşiya me de, yên ne dûr de, hê eşkeretir û dijwartir bibin.
Li aliyê dî jî, ez bawerim dê desthilatdariya Iraqê daxwza Tariq al-Haşimî ji bo radestiya wî bo Iraqê ji desthialtdariya Kurdistanê bike.
Kurdistan jî dê bêje "Na!"
Dê nerehetî/alozî/astengî navbêna herdu welatan de derkeve.
Û bêgoman desthilaltdariya Kurdistyanê pê dizane ku ev destlêwerdaneke Îranê ye.
Ji ber ku,
Ger Îran di Iraqê de xurttir bibe, ev dibe xeterek mezin ji bo temamiya herêmê, taybetî ji bo Kurdistanê.
Da ku desthilatdariya Kurdistanê rê li vê xeteriyê bigire, dê ew bikarin bêjin ku "ew ne pêwîstin ku ew di nava Iraqa federal de bimînin!"
Ev yek dibe fersendeke mezin ji bo desthialtdariya Kurdistanê ku ew daxwaza serxwebûna başûrê Kurdistanê bikin.
Ji vê jî, başûrê Kurdistanê bi temamî ji Iraqê veqete, ew bibe welateke serbixwe.
Hingê Emerîka dê bi hesanî bikare piştevaniya vê Kurdistana serbixwe bike.
Û dîsa ne dûre ku Emerîka careke dî vegere Rojhilata Navîn, lê vê carê ew li başûrê Kurdistanê cih dibe.
Wek gotina dawîn:
Her alozî/nakokî/pirsgirêkek hevlingên xwe hene.
Ew jî çareserkirina wan bixwe ye.
Her pirsgirêkek digel çareserkirina xwe bi hev re dijî.
Ew cotek in.
Ango gava her aloziyek/pirsgirêkek derdikeve meydanê, ew çareserkirina xwe bi xwe re tînin.
Lê ew çareserkirin di nava wan pirsgirêkan de veşartîne.
Hostatî ew e ku mirov wan çareserkirinan eşkere bike, ji wan sûdê wergire ye. |
|