|
Emerîka: Hilbijartin û rêvebirin – (1) |
2012-10-19 11:06 |
|
|
(Foto: norway.usembassy.gov)
Nivîs: Dr. Cuwan Heqî
Îsal, 2012-an, di 6ê meha çiriya paşiyê de hilbijartinên ji bo serokatiya Emerîkayê çêdibin.
Ewilê dixwazim hindek kurtahî li ser rewşa siyasî ya Emerîkayê binivîsim.
Emerîka 4ê meha Tîrmehê sala 1776 an de wek ku 13 koloniyên Brtîtanyayê bûn û ew ji bin kolonîzma Brîtanyayê derketin û wan serbixwetiya xwe îlan kirin.
Piştre weku diyar e ku Emerîka bû ”superpower”ê vê dinyayê ye.
300 milyon nifûsa wê û 9,4 milyon km çarçik jî xaka Emerîkayê heye.
50 eyaletên (nîvdewletên) wê hene.
Her eyaletekî ji wan dikarin qanûnên xwe yên taybetî, cuda hebin.
Mesele, li hindek eyaletan desthilatdariya îdamê (dardakirinê) heye û li hindekan nîne.
Sîstema siyasî ji aliyê senato- û meclisê ve tê rêvebirin.
Emerîka bi rêya federalîzmê rêve diçe.
Her eyaletekê du senatorên xwe hene.
Ango li tevahiya Emerîkayê 100 senator hene.
Meclis jî 435 parlamenterên (congressman) xwe hene.
Kesê ku namzeta xwe bo wekîltiyê dane, divê temenê wî/wê ne kêmî 25 salan be û ji kêmahî ve 20 sal bin ku ew hemwelatiyê Emerîkayê bin.
Yên ji bo senatortiyê jî divê 30 salî tewa kiribin.
Û ji 9 salan zêdetir jî hemwelatiyê Emerîkayê bin.
Wekîl ji bo du salan tên hilbijartin.
Du partiyên sereke li Emerîka hevbeziyê digel hev dikin:
Partiya Komarî, Republican ( RP)
Û ya Demokrat (DP).
Di senatoyê de 52 senatorên demokratan (li gor hilbijartinên 2006an) û 46 jî yên republicanan hene.
Du senator jî serbixwe ne.
Her serokek Emerîkayê dikare du caran wek serok were hilbijartin.
Emerîka dê 6/11-2012an de serokek xwe nû hilbijêre.
Ew jî wek ku hercar di navbêna du namzetên du partiyên sereke- Partiya Republican (RP) û ya Demokrat DP, de were hilbijartin.
Li gor hilbijartinên bo serokatiya Emerîkayê, ewilê divê her partiyek namzeteke xwe hilbijêre.
Û piştre, her du namzetên mayîn dawiyê bo serokatiyê dê dest bi kampanya serokatiyê bikin.
Îro serok Barack Obama wek namzetê D Pye.
Piştî van hemû kar û xebatên ji bo namzetbûna serokatiya Emerîkayê, du namzet hatin pêş.
Cihê gotinê ye ku DP ti bernamzet di ber serok Obama re derneyeêxistin.
DP serok Obama wek namzetê xwe yê yekser destnîşan kir.
Lê RP gelek bernamzetên xwe hebûn.
Û di taliyê de waliyê berê, Mitt Romney zora hemû bernamzetên RP bir û ew bû namzetê RP.
Berdewam dike. |
|