|
Serdana serok Barzanî ya Amedê û rewşa apociyan |
2013-11-23 13:54 |
|
|
Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî serdaneke dîrokî bo gewretirîn bajarê bakurê Kurdistanê, Amedê kir.
Dixwazim li ser armanca vê serdanê binivîsim.
Ewilê çima serok Barzanî niha hate Amedê?
Û çima ew berî du-sê salan nehate Amedê?
Em bêjin berî 10 salan rewş ne wisa bû.
Wî nedikarî bi vî awayî bihata Amedê.
Lê çima ew berî 2-3 salan nehat?
Ev pirsek.
Pirsa duwem:
Çima serokwezîrê Tirkiyeyê, Recep Tayyip Erdogan, berî salan serok Barzanî nevexwend Tirkiyeyê?
Mirov dê bêje:
Wî nedikarî.
Rê li ber wî ne zelal bû.
Zehmetî, dijayetî pêşberî wî hebûn.
Gelek rast e.
Lê li gor dîtina min ev ne hemû rastî ye.
Ger em ji nêzîk ve li meseleyê binêrin:
Rewşek nû li Sûriyeyê çêbûye.
Li wir şerek navxweyî bi dijwarî berdewam e.
Mixalefetek ne li ser hev li wir peyda bûye.
Destê gelek welatan di nava wê mixalefetê de ye.
Îran û Rûsya alîkarî û piştgiriya rejîma Beşar Esed dikin.
Iraqa Malikî jî bi her awayî piştgiriya Esed dike.
Ji xwe Hizbullah hertim, weke doqikekî di destê Beşar Esed de amadekar e.
Û “apocî” bi destê Îran û Sûriyeyê li Kurdistana rojava hatine bicih kirin.
Min bi zanebûn li vir gotina apocîtiyê êxist nava du kevanan de.
Li gor dîtina min niha PKK-ya apocî heye.
Û PKK-ya neapociyan.
Ango PKK-ya Îranê.
PKK êdî duserî ye.
Serokatiya baskê PKK-ya apocî Abdullah Ocalan dike.
Û ya PKK-ya neapocî Îran e.
Îranê Cemîl Bayik kiriye rêvebirê baskê PKK-ya xwe.
Vêca em werin ser rewşa Sûriyeya niha.
Apociyên Îranê bi destê Îran û rejîma Beşar Esed Kurdistana rojava bi temamî êxistine bin zilma bandora xwe de.
PYD li wir kar dike ew serê sedî sed baskê PKK-ya Îran e.
Gelo kî ne rêvebirên veşartî yên PYD-ê?
Ew hemû ji bakurê Kurdistanê ne.
Lê kes pê nizane gelo ew kes jî kî ne.
Gelo ew kî ne û ji kû derê ne?
Tirk in?
Ermen in?
Yan jî çerkez in?
Faşîstên tirkan in?
Û yan jî ew birastî mîtên ergenekona Tirkiyeyê ne?
Kesek nizane “bezê guhê bavê wan” rêvebirên veşartî yên PYD-ê ji kû ne û ji kîjan deverê ne!
Lê miletê kurd li vî beşê Kurdistaê baş dizane ku ew ji aliyê kesên veşartî, nediyar, tarî ve tên bi rêvebirin.
Li wir zilmeke dijwar ya wan “kesan” li ser miletê kurd, mîna ya rejîma Polpot, berdewam e.
Ew kesên ku ew bixwazin digirin, îşkence dikin, têxin zindanan de.
Kesên bixwazin direvînin, serwinda dikin.
Herwiha kesên ku bixwazin dikujin.
Bi hezaran nimûneyên van kiryarên wan yên nemirovane, hov, faşîstane hene.
Û em werin ser PKK-ya Ocalanî.
Ango PKK-ya apocî.
Ev PKK li Tirkiye ya herî deng ji xwe derdixe ye.
Partiya BDP-ê nîv- bi nîv di destê wê de ye.
Lê di esasê xwe de ya herî lawaz e.
Û her ku diçe ew lawaztir dibe.
Ew birha xwe ya li ser milet winda dike.
Ti hêzek wê ya eskerî ya xurt nîne.
Qendîl jî ji dest wê derketiye.
Murat Karayilan ji desthilatdariya vî baskî li Qendîlê hatiye dûr kirin.
Li şûna wî her çend diçe Cemil Bayik xurttir dibe.
Di rojên pêş de dê mirov bibîne ku Cemil Bayik dê bi eşkereyî guhe xwe nede Ocalanî.
Ger em bi giştî li ser herêma rojhilata navîn, taybetî herêma ku Kurdistan lê dimîne, bifikirin, mirov dikare wisa bêje:
Îranê bandoreke xurt li ser Iraqê û rêvebirên wê yên niha heye.
Ew (Îran) hewil dide ku eynî wisa tesîra wê li ser Kurdistana başûr jî hebe.
Her ji ber vê yekê,
Îranê kesek mîna Cemil Bayik hin bi hin di nava PKK-ê de xurt kir.
Û Qendîl bi temamî êxistiye bin destê xwe de.
Îranê dengê Murat Karayilan qut kiriye û ew ji PKK-ê dûr xistiye.
Îranê bi rêya Beşar Esed li Sûriyeyê, Kurdistana rojava bi temamî êxistiye di bin bandora PYD-ya xwe de.
Bi kurtî plana Îranê ya dûr û dirêj jî ew e:
Ew PKK-ya xwe bêxe şûna desthilatdariya Kurdistana başûr de.
Li pişt vê planê:
Rûsya, Sûrîye, Îraqa Malikî heye.
Heya desthilatdariya Obamayî çavên xwe ji vê planê re digire.
Li gor hinek rayedarên emerîkî, desthilatdariya (administration) Obamayî li pêşberî vê “çavnoqandiniya” xwe, soz ji Îranê wergirtiye ku ew bi rêya PKK-ya xwe, ango PYD-ê, nehêlin li Sûriye hêza Al-Qaîde û hêzên fundamentalîstên misilmanan xurt bibin.
Obama jî qayîl dibe ku li wir desthilatdariya Rêxistina Birayên Misilmanan, bicih bibe.
Û hem desthilatdariya Obama hem jî ya Putin, (Rûsya) li ser vê yekê li hev kirine.
Lê, dîsa her li gor wan rayedarên emerîkî, ev yek dibe xeterek mezin ji bo hebûna dewleta Israîl.
Israîl naxwaze li kêleka wê “wilayeteka” Îranê, (mebest Sûriye ye) xurt bibe.
Li gor Israîliyan, hîç ferq nîne, ha misilmanên tûj, ha yên nerm, wek Birayên Misilmaman bin- hemû alîyên wan dibe xeter ji bo hebûna dewleta Israîl.
Her ji ber vê yekê, ew dibêjin bila her Putin û Obama ji xwe re planan bikin.
Ew (Israîl) dê nehêlin planên wan bi ser bikevin.
Gelo di vir de çi rola serok Mesûd Barzanî dimîne, yan jî heye?
Û rola serokwezîrê Tirkiyeyê, Erdoganî heye?
Li gor bawerî û dîtina min:
Hem serok Barzanî, hem jî serokwezîr Erdogan vê yekê baş dibînin:
Ku Obama û Putin, ev herdu serok (Barzanî û Erdogan) ji derveyî vê plana xwe hêliştine.
Û wan bi vê plana xwe hem serok Barzanî hem jî serokwezîr Erdogan izole û lawaz kirine.
Û li aliyê dî jî, her çend diçe PYD-ya wan xurttir dibe.
Bêguman ev xeterek e ji bo tevahiya Kurdistanê.
Herweha xeterek e ji bo desthilatdariya Erdoganî jî.
Vêca gava mirov van hemû noqteyan bi hev ve girêdide, mirov digihe vê qenaetê:
Serok Barzanî û serokwezîr Erdogan li pêşberî vê plana xeter ya Obama-Putin-Malikî-Esed, divê rê li vê projeyê bigirin da ku ew neçe serî.
Her ji ber vê yekê, serok Barzanî hate Kurdistana bakur.
Û ew digel serokwezîr Recep Tayyip Erdoganî dixwazin:
PKK-ya Ocalanî xurt bikin.
Ew bi hêvî ne ku parçebûna PKK-ê eşkere, diyar û zelal bibe.
Û li aliyê dî jî, da ku PYD jî li Sûrî lawaz bibe.
Û PYD nebe alternatîfa desthialtdariya Kurdistana başûr.
Ji ber ku taybetî serok Barzanî pêdizane ku Rojavayê Kurdistanê ji dest wî diçe.
Vêca ew xweş pê dizane ku xurtbûna PKK-ya Îranê xetera hebûna tevahiya Kurdistanê ye.
Û Erdogan jî dixwaze rê li ber xurtbûna taybetî Îranê li herêmê bigire.
Herweha ew dixwaze giraniya wî jî li Sûriyeya paşerojê de hebe.
Li gor dîtina min:
Hem serok Barzanî, hem jî serokwezîr Erdogan ji bo vê plana xwe ya serdana serok Barzanî û digel wan hûnermendê netewî yê miletê kurd Şivan Perwer û herweha stranbêjê bi nav û deng Îbrahim Tatlisesî heya radeyekê bi ser ketin.
Vêca pêvajo bi bersivên van pirsên jêrin ve girêdaye:
Gelo çiqasê baskê Ocalanî (ku heman demê hevalbendên Erdoganî ne jî) dê biwêrin dengê xwe pêşberî PKK-ya Îranê derêxin.
Gelo Abdullah Ocalan pêdizane, ku ew nikare kontrola tevahiya PKK-ê bike?
Ji ber ku li gor baweriya min, ev yek hîç ne mimkin e.
PKK-ya ku Cemil Bayik serkêşiya wê dike, ew bi temamî bi Îranê ve girêdaye.
Cemil Bayik bes aletê remote kontrola wê ye.
Îro Cemil e, sibe Resûl e, Siltan e, Rustem e.
Yan jî filan û bêhvan e.
Ango beşa herî xurt ku herçî diçe xurt dibe ji bin kontorla Ocalanî derketiye.
Û gelo Ocalan pê dizane ku PYD-yî û serkêşiyawê li Qendîlê êdî qûrîşeke qul bi wî nadin.
Lê ew vê yekê eşkere nakin û nikarin di dema îro de jî bêjin.
Kengê Îranê ji wan re got bêjin, ew dê bijin.
Her ji ber vê yekê:
Gelo Ocalan pêdihese ku ya herî baş ew birha xwe bide li ser baskê ku terfdariya wî dike.
Û ji vê jî, ew piştgiriya serok Barzanî û serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdoganî bike.
Ev yek hêj nediyar e.
Ji ber ku kesên mîna Abdullah Ocalanî, nikarin zû bi zû dev ji kevne desthilatdariya xwe berdin û tişên nû qebûl bikin.
Ew nikarin bibin pişikdarê desthilatdariyekê.
Desthilatdarî divê temamî ya wan be, di bin kontorla wan de be, yan jî na.
Ger Abdullah Ocalan xwe bide aliyê serok Barzanî û serokwezîr Erdoganî, dê ziravê hevalên xwe yên çi di nava BPD-ê, çi jî di nava PKK-yên serê çiyayî, herweha yên di nava yên PYD-ê de xurttir bike.
Ew dê biwêrin dengê xwe derêxin.
Lê ne dûr e ger Ocalan li derve bûya, ango ew derveyî Tirkiyeyê bûya, wî ji ber anti-kurditiya xwe, dê piştevaniya plana Îranê bikiriya.
Bes, gava ew di “luksezindana” Tirkiyeyê de ye û ew dibîne ku PKK-ê ji dest xwe winda dike, dikare bifikire ku ew dijî vê plana sêçikî, Rûsya-Emerîka-Sûriye bisekine.
Ev yeke ji wî re jî baş e.
Lê Abdullah Ocalan her û her Ocalan e.
Mirov nikare xêrxwaziyekê ji vî zilamî bixwaze.
Ew her dê wek xwe bike.
Nedûr e ku ew, da ku ew hê bêhtir bidestxistinên berjewendiyên xwe yên şexsî ji serokwezîrê Tirkiyeyê Erdoganî bidest bixe (çeq bike), ew dê terefgirtina xwe bi şert û mercan ve girêbide û wan pêşberî Erdoganî bi kar bîne.
Gelo Israîlî di vê meseleyê de çawan difikirin?
Dîsa rayedarên, analizkerên emerîkî û rêvebirên Israîlî ji xwe re wisa dibêjin:
Bila PYD li dahola terora Îranê bixe heya ew dixwaze.
Herweha,
Bila serok Obama çavê xwe li dengê vê dahol û xetera terora Îranê jî bigire.
Hîç ne xema me ye!
Ji ber ku dê dahola PYD-ê di demên pêşiya me de biçirre.
Û dê doqiqê daholê yê rût û repût di destê wan de bimîne.
Ew doqik dê bibe bela serê wan.
Û ew wê demê dê nezanin wî doqiqî li kî derê de veşêrin.
Û ji bo serok Obama jî difikirin:
Ew serokek herî lawaz yê Emerîkayê ye.
Kesek li Emerîkayê piştgiriya wî ji bo pişgirtiya terora desthilatdariya Îranê nake.
Jixwe temenê serokatiya wî jî gelek nemaye.
Vêca temenê dengê dahola wan hemûyan gelek kurt e.
Û ya herî girîng ew e ku em rê nadin vê plana Obama û Putînî bi ser bikeve!
Ji ber ku ew plan dijî hebûna dewleta me Îsraîl e.
Bila kurd qet xemê nekin.
Em dê hevalbendiya hemû kurdên derveyî vê planê bikin.
Û dê bi hev re digel desthilatdariyeka emerîkayê ya ku birastî dostê kurdan e, Rojhilata Navîn, taybetî Sûriyeke nû ava bikin
Em dê bi hev re bi ser bikevin!
Û wesselam!
(Mediakurd-Nefel)
|
|