|
Serok Obama mecbûr ma ku ew dijberiya Kurdistaneke serbixwe neke! |
2014-07-07 13:53 |
|
|
MediaKurd > info@mediakurd.com
7/7-2014, Washington Nivîs Dr.Cuwan Heqi
Duhî (6/7-2014) hate zanîn ku serokê Emerîkayê, Barack Obama dê li dijî deweleteke serbxiwe ya Kurdistanê dengê xwe derneyêxe.
Li gor çavkaniyên rast yên Kurdnasê- Kurdistan National Assambley of Kurdistan- Syria, Encûmena Niştimanî Kurdistan-Sûri, Barack Obama ji ber birha daxwzên Israîl, Tirkiyeyê, û hinek welatên Ewropyayê, diyar kir ku dê ew li dijî dewleteke Kurdistana serbixwe taybetî ya başûrê Kurdistanê nesekine.
Wek ku tê zanîn Serok Obama, serokê yekemîn yê Emerîkayê ye ku wî kurd piştguhî xwe kiriye, xemsariyê di derheqê wan de kiriye û dike. Û herweha, ew heya niha li dijî avakirina dewleteke serbixwe ya Kurdistanê bûye. Wî heya niha xwe daye aliyê dewlet û miletên ereban. Serok Obama hertim piştgiriya miletê ereb kiriye. Lê ji ber birha (liserşidandina) taybetî dewleta Israil û Tirkiyeyê, ew mecbûr maye ku xwe biguhere û duhî diyar kir ku ew qebul dike ku ”eger daxwaza serxwebûna başûrê Kurdistanê were rojevê, ew dê dijî wê daxwazê dernekeve!”
Li gor lêkolinvan (analîzker) û şawirmendên siyasî yên emerîkî yên Kurdnasê, ji bo pêkanîna lobiya piştgiryê ji bo pirsa kurd û Kurdistanê, li Emerîkayê, digel wan têkiliyê de, sedemên ku Israîl piştgiriya dewleteke kurdî ya serbixwe dike, du noqtene: 1.Israîl dixwaze dewletek kurdî wek ”buffer (dergehvan-tampon” ) di neqêba dewleta Israil û welatên ereban û îranê de hebe. Da ku rê li êrîşên wan were girtin û ewlekariya xwe misoger bike. 2-Herweha Israil miletê kurd hertim weku miletek dost dîtiye û dibîne. Ew ligel miletê kurd dê xwe di wê herêmê de xurttir bibîne.
Noqteyên ku çima dewleta Tirkiye piştgiriya dewleteke kurdî dike ji ev in: 1-Tirkiye jî dewlete kurdî ji bo xwe weku ”buffer zon” dibîne. Ango ew dê bikeve neqeba Tirkiye û rêxistinên fundamentalist yên Iraqê û îranê de. Bi vî awayî ew dê ewlekariya dewleta xwe misoger, temîn bike. 2-Ji ber sedemên abori. Bi naskirina dewleteke kurdî ya serbixwe, dê dayin-standinên dewleta Tirkiye digel wê dewleta kurdî xweştir bibin û ew dê ji dewlemendiya Kurdistanê feyde bikin, tayberî di warê petrolê de.
Ew rewşa nû tê çi maneyê û dê çi bi xwe re bîne: 1-Bi qebûlkirina serok Obama ku ew dijî dewleteke serbixwe ya Kurdistanê nesekine, dijberiya rêvebiriya serok Obama ya Emerikayê rasterast dijî kurdan diraweste. Û ger kurd daxwaza serxwebûnê bikin dê Emerîka rê li ber wê daxwazê negire û ev jî di pratikê de Emerîka taybetî rêvebiriya Obama, ”mecbûr” dimîne ku wê Kurdistanê nas bike! 2-Li başûrê Kurdistanê yan Kurdistaneke serbexwe bi serê xwe ava dibe, yan jî ew dê digel Kurdistana Sûrî bibin yek û ew bibe Kurdistaneke serbbixwe. Ango di pratîkê de her du beşên Kurdistanê dibin yek û azad dibin. 3-Yan jî Kurdistana Sûrî bi serê xwe dimîne, lê ew dibe Kurdistaneke federal, wek ya başûrê Kurdistanê. 4-Tirkiye jî mecbur dimîne ku li pêşberî miletê kurd yê Kurdistana Sûrî siyaseta xwe biguhere û ew dê bi awayekî aktiv pişgtgirya kurdên derveyî apociyan bike. 5-Her li gor vê nexşeyê, dê tu rê û delav, derfet ji bo apociyan di vê herêma Kurdistanê de nemîne.
Apocî jî dê mecbûr bibin ku ew hesabên weqas zilma ku wan li miletê kurd li her çar beşên Kurdistanê kirine bidin.
Bi kurtî di pêşeroja Kurdistaneke serbixwe de, wê apocî nebin û nemînin jî! Ji ber ku ew dê digel rejîma Beşar Esed herin fisebîlillahê (heta-hetayê windabûnê)!
Cihê gotinê ye ku ev agahdariyên jorê yên çavkaniyên me yên ku ji cihên serî sed pêbawer in, hatine wergirtin. |
|