|
LEZÛBEZA SIBEHÊ LI BAJARÊ GEWRE |
2010-01-10 16:39 |
Dr.Cuwan Heqi info@mediakurd.com |
|
Wek hercar, mirov sibehan bi lez û bez e.
Da ko mirov di wextê xwe de bigihe kar.
Lê hene wê tu dereng bimînî.
Derengbûn ne baş e.
Gelek weha dibêjin.
Belkî wisa difikirin.
Nizanim…
Çira mirov bo çax weqas ”çarçikî” ye?
Tê nagihim.
Da ko dereng nemînî, pêwîst e zû ji xew rabî.
Pênc deqîqe zûtir ji xew rabûn.
dikare bibe gelek.
Erê, hema pênc deqîqeyan zûtir ji xew rabe.
Tiştek nabe.
Belê, dibe tiştek.
Pênc deqîqe bo te dikare bibe gelek tişt.
Dikarî li ser textê razanê bi zelalî bifikirî.
Berî ko tu xwe bo rojê amade bikî.
Pênc deqîqe dikare têrê bike.
Dikarî xwe nûjen bikî.
Ji wê jî tevahiya rojê derbas bikî.
Bo çi wê tu pênc deqîqeyan zûtir bidî ser rê?
Wextê ko xwerdîyê kar dikare pênc deqîqeyan bike qurban.
Mane tu tevahiya rojê li wir î.
Ev tê wê maneyê ko nîvê jiyana ya rojûşevê.
Yê mayî bo xweamadekirina bo roja dî ye.
Û da ko xwe bo berdewamiyê serrast bikî.
Divê tu guhê xwe bidî aliyê xwe yê civakî jî.
Malbata te, zarok, heval, dost û doran.
Û herwekî dî.
Mane tu hebûnek civakî yî jî.
Pêwîst e tu xwe pêşde bibî.
Bikarî bi wext re jî bimeşî.
Da ko tu nemînî derva.
Lê hene wê tu bi kulê-kulê şun de bimînî .
Ji xwe re bi bêdengî difirkim...
Îro jî rojek welê bû bo min.
Lez û bez bi ser rêketinê.
Otomobîla xwe di cihê parkê ya vale ya taliyê park kir.
Ew li ser deqîqeyan bû.
Lê hene diviyabû ez li ciheke dî bigeriyam.
Îro roja min bi şansê dest pêkir.
Mane min erebeya xwe karî park bikim.
Divê xwe bigihênim tirêna hatuçuyê.
Li seetê difikirim.
Ezê bi plus-minus bigihim.
Dikare plus be.
Nebaş e!
Lê plus gelek caran bo min tê maneya baş.
Lê ne di vî alî de.
Plus dide xuyakirin ko tu dereng dimînî bo kar.
Erê, erê. Hema bi lez û bez bikeve ser rê.
Em binêrin wê çi biqewim e.
Taliyê gihame Spånga.
Bi bez bi derînceyê rêvecuyinê ber bi jor ve.
Piştre ber bi jêr ve.
Li wir yek rojnamebelavker ketiye rêya min de.
Ew xort e.
Dixweye ko ew li vir nû ye.
Min ew berê li vir nedîtîye.
Ew tênagihe ko çiqas wext bo min çîye.
Ew li pey belavkirina rojnameya xwe ye.
Ne xema wî ye ez dereng bimînim yan na.
Ew dixwaze bi çi awayî be ez rojnameyê ji dest wî bigirim.
Ew di rê de ye.
Wî hinekî rêya min girtiye.
Divê li aliyekî wî re derbas bibim
Di hundurê xwe de aciz dibim.
Îro min biryar daye ko ti rojnameyan nexwînim.
Bila mejiyê min ji hemu nivîsan azad be.
Li seetê difikirim.
Û li wî.
Ew bi ponijînên min nizane.
Ew egoist e.
Ew li xwe difikire.
Taliyê de nerazîbûna min derdikeve derva.
Û ine-ine min:
Bes e di rêya min de yî?
Tiştek weke vê.
Ew seh dike.
Aciz dibe.
Gelek aciz.
Li pey min bi dengbilindayî qêr dike.
Ew qêrên nebaş dide.
Mixabin.
Milet dengê wî seh dikin.
Nexema min e qêra wî.
Ew xema min e.
Ew rojnamebelavkerek nebaş e.
Milet vê yekê ferq dike.
Ew ne pêwîst e aciz bibe.
Jibinî ne hewceye qêra bike.
Ew nikare rojnameyan belav bike.
Milet wê ji vê yekê şikayet bin.
Ger ew weha berdewam bike.
Taliyê ez hinekê dereng mam.
Ger ew neketibûya rêya min de,
difikrim,
Ezê çend saniyan zûtir bigiham kar.
Çend saniyan…
Lê ez vê hizra xwe di cih de diguherim:
Belkî ew nexweş e.
Belkî min ew anî provokasyonê
Belkî û ger..
Yan jî:
Yan ev yan jî ya dî.
Ger…
Yan jî, belkî…
Poşmanî di pey van hizran de tên.
Wek hercar.
Bo min saniye çi ne?
Dikare gelek be.
Yan jî netiştek.
Ez tercîh dikim ku ew sifir bin.
Welê biryar digirim.
Roj tewa bû.
Lez û bezek dî destpê dike.
Vegera malê.
Eynî lez û bez dubare dibe.
Lê bi eksê rê.
Ez li seetê nafikirim.
Lê bêgoman tiştin dî hene.
Ko dikevin şona seetê.
Mixabin jiyan tejî lez û bez e.
Dîsa bi lez û bez im.
Zû xwe bigihînim malê.
Pêdihesim ku hemu roj wek hev in.
Bila navê wan dûşeman yan jî înan be.
Ji xeynî şemî û yekşeman.
Ku çi şanseke min ew mane.
Heya niha û bi ser wê de.
(Nivîs: Dr.Cuwan Heqi, Stockholm, serwext.com, 25.10.2006) |
|